Pirtûkxaneya dîjîtal a kurdî (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Fermo bi kurdî


Weşan : Înstîtûta Kurdî ji bo lêkolîn û Zanist Tarîx & Cîh : 2008, Köln
Pêşgotin : Fêrgîn Melik AykoçRûpel : 322
Wergêr : ISBN : 13 978-91-88444-57-8
Ziman : KurdîEbad : 190x245 mm
Hejmara FIKP : Liv. Kr. Mijar : Zimannasî

Fermo bi kurdî

Fermo bi kurdî

Fêrgîn Melik Aykoç

Weşanên înstîtûta Kurdî


Ev berhema di destê we de li ser bingehê azmûn û xebatên salan hatiye amadekirin. Min bi salan di komaleyên kurd û saziyên almanan de dersa zimanê kurdî da. Di wan qursên min de hin almanên zimanzan jî hebûn, di warê wateyên têgînên rêzmanî de, wan zimanzanan jî heta radeyekê ji min re mamostetî kirin. Ez ji wan hemûyan re sipas dikim. Ew materyalên ku min di wan qursan de bikaranîbûn, min careke din di ber çavan re derbas kir û kêmasiyên wan temam kir. Li gel wê bi salan e ku ez di nav kar û barê perwerdehiya alman de me. Min ew azmûnên di nav saziyên perwerdehiya almanan de jî wek destkeftiyê perwerde û pedegojîk berda nav rûpelên vê xebatê. Piraniya pexşan û mijarên di vê xebatê de tên pêşkêşkirin, ji aliyê mamosteyên din ve jî hatine ceribandin. Wan jî azmûnên xwe ji min re birêkirine û ew azmûn jî, di nava kîlsa hünandina vê berhemê de cihê xwe girtine.

Ev xabat bi awayekî zanistî ji serî hetanê binî, li gor azînên xwe bi xwe fêrbûna ziman hatiye amadekirin. Me ji azmûnên ewropiyan ên di vî warî de jî sûd wergirtiye. Lê ez di vê xebatê de ne tenê bi azmûnên ewropiyan mam, min li gel wan hin azînên din jî ceribandine. Wek mînak:
Xaçepirsên li pey mijaran. Wêneyên ...


Naverok / İçindekiler


Pêşgotina înstîtûta Kurdî / 7
Pêşgotina nivîskar / 10
Yazarın önsözü / 12

Dengên kurdî (kürtçe sesler) / 14
Wane (ders) 1 /hevnasîntanışma) / 21
Strana "kinê" (kine türküsü) / 24
Hevnasîn II / 25
Zimanê karîkatûran 1 (karikatürün dili) / 31
Wane 2 / 32
Günde me (köyümüz) / 33
Zayend ( sözcüklerde cinsiyet) / 40
Zimanê karîkatûran 2 (karikatürün dili) / 45
Wane 3 / 46
Zozanême (yaylamız) / 48
Dema niha (şimdiki zaman) / 53
Strana "Malan barkir" (Malan barkır türküsü) / 60
Zimanê karîkatûran 3 (karikatürün dili) / 65
Wane 4 / 66
Vexwendin (davetiye) / 67
Lêkerên veqetandek (ayrılır fiiller) / 69
Zimanê karîkatûran 4 (karikatürün dili) / 75
Lêkerên bingehîn (Temel fiiller) / 76.
Wane 5 / 80
Payîz (sonbahar) / 80
Mêwe (meyve) / 82
Zimanê karîkatûran 5 (karikatürün dili) / 88
Wane 6 / 89
Çend rojên betlanê ( bir kaç tatil günü) / 90
Otobüs / 93
Zimanê karîkatûran 6 (karikatürün dili) / 96
Wane 7 / 97
Her tişt ters diçe (Her şey ters gidiyor) / 98
Daçek / 101
Zimanê karîkatûran 7 (Karikatürün dili) / 105
Alî (yön) / 107
Wane 8 / 110
Ziyaret / 111
Dema borî I / boriya têdayî (-di'li geçmiş zaman) / 114
Zimanê karîkatûran 8 (karikatürün dili) / 121
Wane 9 / 122
Bajarê me (Şehirimiz) / 122
Tewang (isim halleri) / 123
Zimanê karîkatûran 9 (karikatürün dili) / 132
Wane 10 / 133
Baran (yağış) / 133
Hewa / rêba (hava durumu) / 136
Av û avbend (sular ve göletler) / 137
Zimanê karîkatûran 10 (karikatürün dili) / 139
Wane 11 / 141
Hesreta welat (vatan hasreti) / 141
Dema borî II /çîroka dema niha (şimdiki zaman hikâyesi) / 142
Zimanê karîkatûran 11 (karikatürün dili) / 145
Wane 12 / 146
Belengaz (Zavallı) / 146
Dema borî III / Boriya dudar (-miş'li geçmiş zaman) / 147
Wateya dema borî III (-miş'li geçmiş zamanın anlamı) / 150
Zimanê karîkatûran 12 (karikatürün dili) / 151
Wane 13 / 152
Bihara rengîn (renkli bahar) / 152
Dema borî IV / çîroka dema borî I (geçmiş zaman hikâyesi) / 153
Kulîlk (çiçekler) / 156
Zimanê karîkatûran 13 (karikatürün dili) / 157
Wane 14 / 159
Awirên Yarê (Yarin bakışları) / 159
Forma Ergatîv (Fiilde bükümlü durum) / 160
Zimanê karîkatûran 14 (karikatürün dili) / 165
Wane 15 / 166
Rêwî (Yolcu) / 166
Dema wêbê (gelecek zaman) / 167
Zimanê karîkatûran 15 (karikatürün dili) / 172
Wane 16 / 173
Rengê Newrozê (Newrozun rengi) / 173
Rengdêr (sıfatlar) / 174
Dubare (tekrar) / 180
Zimanê karîkatûran 16 (karikatürün dili) / 182
Wane 17 / 183
Ziman(dil) / 183
Lêkerên alîkar (Yardımcı fiiller) / 185
Zimanê karîkatûran 17 (karikatürün dili) / 190
Wane 18 / 191
Kalê reben (Zavallı yaşlı) / 191
Forma dankir (ettirgen yapı) / 193
Pasif (edilgen çatı) / 194
Zimanê karîkatûran 18 (karikatürün dili) / 197
Wane 19 / 198
Eger / 198
Ravve (kip) / 200
Sanal -miş'li geçmiş zaman / 203
Zimanê karîkatûran 19 (karikatürün dili) / 207
Wane 20 / 208
Sal û demsal (yıl ve mevsimler) / 208
Zimanê karîkatûran 20 (karikatürün dili) / 215
Wane 21 / 216
Zimanê hêjmaran (sayıların dili) / 216
Zimanê karîkatûran 21 (karikatürün dili) / 223
Wane 22 / 224
Dem û demjimêr (Zaman ve saat) / 224
Zimanê karîkatûran 22 (karikatürün dili) / 229
Wane 23 / 230
Navên parên laş (Uzuvlarımızın isimleri) / 230
Zimanê karîkatûran 23/a (karikatürün dili) / 235
Li ba bijîşk (Doktorda) / 236
Zimanê karîkatûran 23/b (karikatürün dili) / 237
Wane 24 / 239
Şinda û Jandil (Şinda ve Jandil) / 239
Oda rûniştin û razanê (oturma ve yatma odası) / 240
Kelingeh / mutfax (Mutfak) / 241
Kirîna mobilya (Mobilya satın alma) / 245
Zimanê karîkatûran 24 (karikatürün dili) / 246
Wane 25 / 247
Kirîna kinc û bergan ( Giysi satın alma) / 247
Kincên mirovan (insan giysileri) / 249
Zimanê karîkatûran 25 (karikatürün dili) / 256
Wane 26 / 257
Li bazarê (pazarda) / 257
Amurê wezn û pîvanê (Tartı ve ölçü aletleri) / 259
Zimanê karîkatûran 26 (karikatürün dili) / 261
Wane 27 / 262
Restorant / 262
Lîsteya xwarinên me (Yiyeceklerimizin listesi) / 263
Xwarinên me yên taybetî (özel yiyeceklerimiz) / 264
Li restorantê (lokantada) / 265
Di kurdî de perhevok (Kürtçede yancümle) / 267
Zimanê karîkatûran 27 (karikatürün dili) / 272
Wane 28 / 273
Malbat (aile) / 273
Çend gotin li ser malbatê (aile üzerine bir kaç söz) / 275
Zimanê karîkatûran 28 (karikatürün dili) / 278
Wane 29 / 279
Dengbêj û hozan (şarkıcı ve ozan) / 279
Bikaranîna deman ( zamanların kullanımı) / 280
Zimanê karîkatûran 29 (karikatürün dili) / 282
Wane 30 / 283
Trafîka zarokên gund / 283
Hin peyvên têkiliya di navbera mirovan de / 286
Bersivên pêhîniyan (Alıştırmaların cevabı) / 291


PÊŞGOTINA ÎNSTÎTÛTA KURDÎ

"Ziman Mala Mirov e."

Em li Almanya ne û bila gotinên fîzolozofê Alman Heideger bibe bismilah û destpêka pêşgotinê:
Ziman mala mirov e."

De were, hez ji vê gotinê neke! Li ser kûr nebe û nefikire! Neke guhar û nexe guhê xwe! Rojê çend caran dubare neke û li cihê helî darî çav nenîvise û daneliqîne!

"Ziman, mala mirov e."

Çi gotineke wek zêr, mîna kevirê di nav kilsê de, guleya li diwanzdehan, bi îsabet û bihêz, barkirî û watedar, biteqil û çendewqasî jî tu dibê qey ji bo me kurdan, kurdên li ber asimîlebûnê; li welat û li derveyî welat, dûr û qetyayî, mîna noka tu li kevir bidî, hatiye gotin, bûye nivîs.

Rast e, heta mirov bi zimanê xwe qise bike, bi zimanê xwe binîvisîne û ya aktûeltir jî pê perwerde bibe, mirov li ku dibe, bila bibe, dûrayî û nêzîkayiya coxrafîk ne asteng e, mirov li mala xwe ye. Tu vê malê terk nekî, pê re xayin nekevî, ew qet terka te nake, ruwê xwe ji te banade, pişta xwe nade te, nakeve rê û naçe. Şert û merc çendî nelibar dibin bila bibin, bi şertê daxwaz xwirt be û mirov bi biryar be, kes nikare zimanê mirov ji mirov bistîne, bi taybetî li derveyî welat, li cih û deverên dûredest ji asîmîlekarên dagirker û bavkuştiyên zimanê kurdî.

Roja te dev ji zimanê xwe berda, jiyana te kete bin bandêra zimanekî din, êdî zimanê dayika te, mala xwe bar dike û êdî tu li ser ax û ava xwe jî be, tu ne li mala xwe yî, tu dibî xizmetkarê maleke biyanî, êdî tu ne tu yî, ne ji xwe re yî û kesekî wiha jî çendî ji mirovan hesab dibe, dimîne ji nîqaşê re, dikeve bin şikê.

Ne bila sebeb hatiye gotin ku ziman mal e. Hem mal e û pê re jî stargeha hest û ramanan e, qab û kalanê her lebt û herka ruhî ye jî. Bi gotineke din ziman bi hest, raman, pêjin, normên kulturî, etîkî û exlaqî barkirî ye. Ne ev bi tenê; ziman, bingeh, kanî û xezneya kulturê, nasname û zanavê, xweserî û giş taybetmendiyên cihêker e jî. Ji heqîqet û rastiyên sedsal û pêncsed salên bihurî, jiyana bav û kalan, bi dehan cîl û nifşan ava bûye. Hêlîna bahweriyan, sedcore mîrat û mîrasên manewî ye. Tomargeha elementên sedsal û hezarsalan e. Rûmet, namus, xîret û zanav e.

Hezkirina welat, şervan û têkoşerên welat, av, çiya û zinarên welat, berxwedan û gerîlayên welat, heger bi hezkirina ziman, xwedîderketina li nirxên zimanî û parastina ziman mîna çavên xwe neye girêdan, wê belek û kulek be, dilmê û lewaz be, wê tim ji hêzketinê re kêlekvekirî be û zû ya dereng wê rojekê hêz û enerjiya xwe ji dest bide, wergere bervajê xwe.

Jiyana ne bi zimanê kurdî, çendî li ber talûkê ye, li ber çavan e, wek hêka qitikê li rastê ye, jê re şahid navin û ewçendî beloq û zeq e ku tu bi kude diçî tu lê rastê yî. Dîroka doh û îro tije mînak e, mişt û li ber dev e. Kurdbûna bêziman, bê îdeolojî, bêrêxistin û ne di nav siyasetê de bi tenê etnîsîteyî, di serdemeke wek ya îro de ku dewlet ketiye her derê, di hejmarek kanalên televizyonan de bi riya filîm û rêzeşanoyên dehcoreyî ketiye her malê, heta gundên çendmalî
çûye. Ne mikun e bikaribe kiyan û netewiyeta xwe biparêze û ji navê ranebe, piştî çend deh salan nequlupe aliyê dijmin û dagirkeran. Ji xwe siyasetmedarên dewletê jî li bende ne, ev e û bi vê hêviyê xwe nadin ber tiştekî, li çareseriyê nêzîk nabin. Heger carekê ji qirikê û berjor, bi serê ziman tiştekî bêjin, behsa birayetiya kurd û tirkan bikin jî, bi tenê bi mebestên çêrandin, xapandin û ji bo taloqkirina rastiyê ye.

Kesê û kesa, li ber zimanê xwe nekeve, qîmet û nirxekî nede zimanê xwe, gav bi gav têkiliya wî/wê bi çand, dîrok û etnîsîteya wî/wê re jî wenda dibe. Li cihê bi xetên stûr ol yek e, jiyan di nav hev de ye. Dibistan, mizgeft, leşkerî, daîre yek in. Paseport û nifûs hevbeş in û ji aliyê fizîkî ve jî mînahevî serdest e, ferq û cihêyiya sereke dimîne ziman û ne tiştekî din. Girêdayê zimên û helwestên beramberê ziman, dema awir ji gotin zêdetir li ser perçê bakurê welat be, di tenişta hev û di nav hev de, mirov bi du meylan re rûbirû dibe.

Li aliyekî hejmara nivîskarên bi kurdî dinîvisînin, pirtûkên bi kurdî derdikevin, dersxaneyên dersên kurdî didin, rewşenbîrên bi minasebet, em bejin di bernameyek televizyona yan jî radyoyê de bi kurdî diaxivin, relatîv zêde dibe û li aliye din hejmara milyonên di jiyana rojane de, ne kurdî belê zimanê tirkî bikar tînin û roj bi roj erda kurdî teng û ya tirkî fıreh dikin, çaralî ji bajaran ber bi gundan ve bi leza agirê bigre pûş bela dibe.

Helbet ev mirov dêşîne û heta tu beje bes dilguvêş e, belê tehl û wek zilindar be jî, rastiyek e. Ev rastî, ewil divê rêvebir û berpirsiyarên tevgera rizgarîxwaz û piştre jî me xebatkar û endamên înstîtûyan, mamoste û rojnamevanan, nivîskar û lêkolînerên kurd bide fikirandin û pêwist e em giş, li ser sebebên vê yekê kûr bibin, ji bo rêlêgirtina wê, rawestandina vê dijberî û malkambaxiyê serê xwe bêşînin û li formûlên çareseriyê bigerin. Mikune mirov stûnên zimanekî radigrin, ji mirinê diparêzin, di du kategoriyên mezin û sereke de bi nav bike: Yek axaftin û nivîsandin e û ya duhem jî perwerdeya bi ziman e.

Dewleta Tirk giş ev stûnên bingehîn hilweşandine. Perwerde, ziman û monopolê kitêbên perwerdê xesp kirine, ji destên me derxistine. Di vê eniyê de me gelek kozik û çeper berdane û dewlet nahêle em çavên xwe vekin. Çendalî raserî me hatiye, dawdişîne me, kiriye tepetoz li serê me, nahêle em riya ber lingê xwe bibînin û nizane yefş û etlahî çiye. Li gora amanc û pilanên xwe çerxeke bêbav, xwedênenas û asimîlekar bi ger xistiye, bêsekan me dihêre, dike toz û nişûk, dejenere û deforme dike, me bi serî de noqî nav wendabûn û jinavrabûnê dike.

Tu dibê qey dewletê helandina me bi qubale girtiye, mîna tu palûte û zibarê li kurdan û zimanê kurdî rake, di nav kefteleft û kêferateke mezin de ye. Ji karê xwe bi hêvî ye, ewle û piştrast e.

Dereng be jî di eniya tevgera rizgarîxwaz de zimanê kurdî ketiye rojevê. Ji kampanyan salên dawî li Herêmên Parastina Medya, li Mexmûr, li welat û li derveyî welat, mirov vê dibîne.

Li Bakur Tevgera Ziman û Perwerdê (TZP) ketiye nava kar, li Ewropa û li hundir 14 ê Gulanê, wek roja zimanê kurdî ji aliyê KNK û bi piştgiriya bi dehan saziyên din hate îlankirin.

Li Berlînê Konferansa ziman ji aliye înstîtûta Kurdî û KNK bi beşdariyeke fireh ji çar perçên welat hate li dar xistin.

Çend meh ji sala 2007 an, zivistan û bihara 2008 an li bajarên Kolnê, Achen, Essen û Bochumê înstîtûta Kurdî ji bo Lêkolîn û Zanist, çend kurs bi rê ve birin û li gora îmkan û hejmara mamostên xwe, materyalên dersê yên li ber destan, çendî mikun bû, daxwazên şagirtên zanîngehan anîn cih.

Sala buhurî em bê amadeyiyeke xweser ketin nav kursan. Daxwaz hebû û me jî negot na. Me nexwest coş û heyecana serlêderên hînbûna zimanê kurdî bê bersiv bihêlin û ciwanên zanîngehan hêvîşikestî bikin. Em ketin bin barekî zêdeyî taqet û hejmara xwe. Nexweşî û emeliyata mamostê înstîtûtê Jîr Dilovan jî bû risas û hesinê kete ser vî barî.

Di nav vê lez û bezê de mamoste Jîr Dilovan ji bo xwendevan û şagirtan, şev û rojên xwe kirin yek û pirtûkeke derse amade kir. Ev pirtûk di bin navê "Waneyên Kurdî-Kurmancî" de di nav weşanên înstîtûtê de çap bû. Kitêba duhem ango eva di destên we de ji aliye mamoste Fêrgîn Melik Aykoç ve hatiye amadekirin. Ev berhem, ango pirtûka Mamoste Melik "Fermo bi Kurdî" ji ya berî xwe di gelek aliyan de cihê û berfirehtir e. Ber û encama salên dirêj û azmûneke di nav pratîkeke dewlemend de ji diya xwe bûye, stewyaye û kemilî ye. Keda li pey "Fermo bi Kurdî" mezin e û ji bo ev ked be dîtin, qulipandina çend rûpelan, diberçavrederbaskirina çend dersan têr dike û bes e.

Fêrgîn yek ji çend mamostên Yekîtiya Mamostên Kurdsitanê ye ku bi sedan şagirt perwerde kirine û xwendevanên wî ji her aliyê Kurdistanê, ji her pol û astê ne. Mamoste Fêrgîn dildar û têkoşerekî zimanê kurdî û dersdayîna bi kurdî ye. Hez ji karê xwe dike û di nav zewq û kêfxweşiyeke bêpayan û mirov li ba her mamosteyî nabîne, dersê dide. Di dema dersdayînê de ewçendî noqî nav dersê dibe, xerq û xewr dibe, bi şagirtên xwe re dibe dil û mêjiyek, wext û demê ji bîra dike, dev jê berdin ku li deqîqeyan binere, saet jî ne di bala wî de ne û ew her di nav xwendevanên xwe û textê nivîsandinê de tê û diçe, diaxive, dinîvisîne, şirove dike. Fêrgîn agahdarê misyona xwe ye û tu dibê qey ders bi qubale girtiye. Nivîskarê pirtûkê kesayetiyeke wiha ye.

Mamoste Fêrgîn ji xwe li ser şêweyê amadekirina pirtûkê, keda ji dersa ewil heta bi ya dawî jê re bûye afrêner bi xetên stûr û sereke rave û binavkiriye. Dana agahdariyên hûr û bi detay li ser şêweyê amadekirina "Fermo bi Kurdî" wê zêde û bêcih be. Di pêşgotinê de Fêrgîn heger em bi zaravayê şîrînî soranî bêjin, agahdriyeke têr û tesel dide û dawî jî di pênc xalan de pêşniyazên xwe rêz dike. Kesê pêşgotina Fêrgîn dixwîne, dibe xwedî rê û rêbaz ji bo xwendin û bikaranîna pirtûkê.

Bahweriya me ew e ku pirtûka "Fermo bi Kurdî" di kategoriya xwe de, kategoriya "xwe bi xwe hînbûn û fêrbûna zimanê kurdî" de wê valahiyeke berçav dagire û rola ku nivîskar û em înstîtûta Kurdî ji bo Lêkolîn û Zanist li bende ne, wê bilîze.

Tebaxa 2008 an - Koln.
Înstîtûta Kurdî ji bo Lêkolîn û Zanist li Almanya



PÊŞGOTINA NIVÎSKAR

Ev berhema di destê we de li ser bingehê azmûn û xebatên salan hatiye amadekirin. Min bi salan di komaleyên kurd û saziyên almanan de dersa zimanê kurdî da. Di wan qursên min de hin almanên zimanzan jî hebûn, di warê wateyên têgînên rêzmanî de, wan zimanzanan jî heta radeyekê ji min re mamostetî kirin. Ez ji wan hemûyan re sipas dikim. Ew materyalên ku min di wan qursan de bikaranîbûn, min careke din di ber çavan re derbas kir û kêmasiyên wan temam kir. Li gel wê bi salan e ku ez di nav kar û barê perwerdehiya alman de me. Min ew azmûnên di nav saziyên perwerdehiya almanan de jî wek destkeftiyê perwerde û pedegojîk berda nav rûpelên vê xebatê. Piraniya pexşan û mijarên di vê xebatê de tên pêşkêşkirin, ji aliyê mamosteyên din ve jî hatine ceribandin. Wan jî azmûnên xwe ji min re birêkirine û ew azmûn jî, di nava kîlsa hünandina vê berhemê de cihê xwe girtine.

Ev xabat bi awayekî zanistî ji serî hetanê binî, li gor azînên xwe bi xwe fêrbûna ziman hatiye amadekirin. Me ji azmûnên ewropiyan ên di vî warî de jî sûd wergirtiye. Lê ez di vê xebatê de ne tenê bi azmûnên ewropiyan mam, min li gel wan hin azînên din jî ceribandine. Wek mînak:

Xaçepirsên li pey mijaran. Wêneyên balkêş ên di navbera karikatür û wêneyên xwezayî, profesyonel û amatorî de ji bo hedan anîn û bala xwendekaran kişandinê, ji bo nûgeriya wan çilkirinê, bikaraniye.

Min li dawiya her mijarê, li gor naveroka mijarê karikatür û wêneyên bi axaftinên pêkenok û rexneyî dane bi cih kirin, ku hin kovar jî ji bo hedan û demeke xweş derbaskirina xwendevanan vê azînê bikartînin. Armanca vê beşê ew e ku xwendekar bi kêf û zewq bikane fêrî zimanê kurdî bibe. Di pêvajoya fêrbûnê de bêhedanî û bêaramî lê çênebe. Bi nûgerî hewl bide ku mijara din jî di demeke kin de fêr bibe.

Di destpêka piraniya mijaran de bi zanistî ji wêneyan hevokên kurt hatine hûnandin. Ev hem ji bo baş têgihîştina mijaran e û hem jî ji bo hîtabê çav, û giyana xwendekar kirinê, hatine danîn.

Xwendekar li pey van hevokên bi wêne, dikane bi hêsanî fêrê mijaran bibe û li cihê ezberkirinê, têbigêhêje. Bikane di navbera peyv û hevokan de têkilî dayne.

Bersivên pêhîniyan jî li paşiya pirtûkê hene. Xwendekar li pey ku hemû pêhînî bersivandin, dikane li dawiya pirtûkê binêre û xwe bi xwe xwe kontrol bike, ka rast bersivandiye, yan na. Li gel wê ew karikatur û pêkenokên li dawiya mijaran jî ji xwekontrolkirinê re xizmet dike.

Li dawiya mijara çaran bi taybetî lêkerên bingehîn bi wêneyan di nav dema niha de hatine nişandan, ku xwendekar di cihê ezberkirinê de, bi têgihîştinan mijarê fêr bibe. Li gel wan cih bi cih li hemberê pêhîniyan jî wêneyên lêkeran destnîşan dikin, hene.

Li gor azmûnên di fêrbûna zimanan de, diyalog azmûnên herî serkeftîne. Ji wê min ji serî hetanê binî bi giranî diyalog bikaranîne. Ev diyalog li gor naveroka mijarên fêrbûnê ne, lê gelek caran bi formên din hatine hûnandin. Eğer xwendekar van diyalogan baş bikarbîne, ew dikanin bi hêsanî rêya fêrbûneke têgihîştî vebikin.

Ji ber ku di kurdî de zayend heye û ev karektereke kurdî ye, bê zayend danasîn û tewang nayên fêmkirin. Lema ji bo têgihîştinê, min li pey peyvên bi zayenda "mê" tîpa (m) û li pey peyvên bi zayenda "nêr" jî tîpa (n) daniye. Peyvên ji bo herdu zayendan tê bikaranîn jî bê destnîşankirina zayendê hîştine.

Ev pirtûk ne tenê kurdî dide fêrkirin, kesên kurdî dizanin jî, dikanin jê sûdeke mezin û pêdivî pê heye werbigirin. Li gel wê, ev pirtûk dikane xwendin û fêrbûna kurdî bi her kesî bide hez kirin, ku ji armancên min ên bingehîn yek jî ev e. Lewra zimanê kurdî ne zimanê bazarê û ne jî zimanê fermî ye. Ji ber vê eğere bi dîtina min; tenê bi hezkirin û zewq jêgirtinê fêrbûn, dikane ji bo kurdî rêyeke serkeftinê vebike.

Ji bo fêrbûnê çend pêşniyazên min:

1 - Ji bo ku mirov bikane rast û zû fêrî zimanekî bibe, divê mirov berê her tiştî bikane bê kêmasî bi ABC ya wî zimanî baş û bê kêmasî binivîse, rast bilêv bike. Ji bo vê jî, hetanê ji deste min hat, min bi zimanê tirkî bilêvkirina tîpên kurdî şirove kirine. Komeke peyvên wek hev xuya dikin, lê ji ber tîpên cuda ji hev cuda tên bilêvkirin, di tabeleyan de bi wateyên wan û bilêvkirina wan ve nîşan daye.

2 - Berê ku hûn dest bi fêrbûnê bikin, li wêneyan baş binerin û wêneyan têbigêhêjin. Li pey jî bê ku bi zimanên hûn dizanin van wêneyan birûberînin, an jî şirove bikin, bi hemû hêza xwe ve hewl bidin, ku hûn bikanin di navbera peyvên kurdî û wêneyan de tekili daynin. Dû re bi zimanê hûn dizanin xwe kontrol bikin.

3 - Gava hûn kurdî fêr dibin, heta ji we tê hewl bidin ku bi kurdî bifikirin. Wekî mînak: Gava hûn fêrê peyva "xwendinê" dibin, wê çalakiya xwendinê bînin bîra xwe, ne peyva di tirkî de bersiva peyva "xwendinê" ye.

4 - Hemû diyalogan bi dengê bilind bixwînin, di dema xwendinê de hewl bidin ku hûn wan têbigihîjin. Eger derfetê we hebe, wê xwendina xwe li ser amûreke ragihandinê qeyd bikin û li pey jî dengê xwe guhdarî bikin.

5 - Pêkenok û karîkatûrên li pey mijaran jî, formeke ji bo xwekontrolkirinê hatine danîn, wan ji bo vê armancê bikarbînin. Berê bixebitin ku hûn bikanin têbigihîjin. Li pey jî li wateyên wan binêrin.

Bi hêviya ev pirtûk li dij bişaftin û xwebişaftinê bibe pêpilikeke pêşketina bi kurdî axaftin, xwendin, nivîsandin û ramandinê, ji we re serkeftin.

08.06.2008
Fêrgîn Melîk Aykoç

Fêrgîn Melik Aykoç

Fermo bi kurdî
Lütfen Kürtçe Kendi kendine öğrenme metodu

Înstîtûta Kurdî

Weşanên înstîtûta Kurdî
Fermo bi kurdî
Lütfen Kürtçe Kendi kendine öğrenme metodu
Fêrgîn Melik Aykoç

Înstîtûta Kurdî ji bo lêkolîn û Zanist
Navê pirtûkê: Fermo bi Kurdî
Nivîskar: Fêrgîn Melîk Aykoç
Redaksiyon: Ali Beltir / Mahmut Aydin
Berg: Mahmut Aydin

Çapa yekemin: Tebax 2008

Navnîşan : Neusser Str. 216
50733 Köln

ISBN: 13 978-91-88444-57-8

PDF
Destûra daxistina; vê berhêmê nîne.


Weqfa-Enstîtuya kurdî ya Parîsê © 2024
PIRTÛKXANE
Agahiyên bikêr
Agahiyên Hiqûqî
PROJE
Dîrok & agahî
Hevpar
LÎSTE
Mijar
Nivîskar
Weşan
Ziman
Kovar