Șer Çyada
Elîê Evdilrehman
Xorhrdayin
Qnyatê vê r'omana E'lîê E'vdilr'eh'man r'ûp'elekî șer'k'arîya k'urdaye miletîê - azadarîêye miqabilî kirinêd h'ukumeta T'ürk'îaêye (R'oma r'eș) k'urdxur. Qewmandin h'îmlî goveka salêd qur'na bîstîye 20 - 30-îda cîwar dibin. R'oman ser h'îmê bîranînêd t'evbûyê wî șer'î Șêxe'vdilbarîê Șêxbava û H'emîdê E'lî, usa jî bi hesabhildana ç'e'vkanîêd t'erîqzanîê û dakûmêntêd arxîvê hatîye nivîsarê. Nivîsk'ar nav nexș û nîgarêd bedewetîêda r'uh'ê qewmandnayî t'erîqîêr'a amin maye.R'omanêda t'eqleke berbiç'e'v hatye danînê ser qewata pismamtîya k'urda û ermenîaye ji dewr-zemana.
Serecem
Derheqa r'omana k'urdîye sovêtîêda / 3
Serê yekê - Ç'ya gumana jarinin / 5
Serê duda - Êla Qadirîya / 27
Serê sisya - Medrese / 44
Serê çara - R'asthatin / 70
Serê pênca - Desteke ç'ûke h'eyfhildanê / 97
Serê șeșa - Șêxzahir medrese betal kir / 130
Serê h'evta - Xayîn gazî Dîharbek'irê kirin / 145
Serê h'eyșta - Simbil r'evandin / 163
Serê neha - K'urda qumandar dizî / 210
Serê deha - R'asthatina serekqumandarê k'urda / 234
Serê yanzda - Qazî p'așa xast Șêxzahir bixapîne / 244
Serê danzda - Ordîya Dîwanê h'icûmî ser k'urda dike / 266
Serê sêzda - H'icûmkirina berî fir'inda / 323
Serê çarda - Êrișkirinhewaê û r'eșayêda / 373
Serê panzda - Șer'ê ser zag'a Bizinê / 393
Serê șanzda - Qazî hate xapandinê / 413
Serê h'evda - Fir'inde nenera dikin / 429
Serê h'eyjda - Meh'keme dikin / 438
Navbir'îke biç'ûk / 456
Derheqa xudanê r'omanêda / 459
Ez vê r'omana xwe p'êșk'êșî bîranîna k'omekdar û
h'elala xweye h'ezkirî - P'akîzera H'ecîsadiqê Șemo dikim.
E'lîê E'vdilr'eh'man
DERHEQA R'OMANA K'URDÎYE SOVÊTÎÊDA
T'erîqa r'omana k'urdê sovêtîê ewqasî jî dirêj û dewlemend nîne. Bona peșdahatina wê janrê r'ê û mezîla berevbûna e'rf-e'detê lîteratûrîê-medenîetîêye h'emmiletîêye t'omerî lazimbû. Salê 50-î dîharbûna r'omana k'urdîye sovêtîê ser p'ya "Leqandin - girtina" wê janrê bû șûr'ê - nîșaneke xwehazirkirina t'erîqîê- p'sîxologîê. H'îmlî E'reb Șamîlov û E'lîê E'vdilr'eh'man wa gotn "turișkirin" xwe li "șovkirina" mezîla r'omanê bigrin. Hilbet, pirseke mayîne, çika wan qewlê t'unebûna cer'bandina tradîsîonda ça "Șovkirin", xwendevana çito "ek'inê" r'uh' û h'iș-sewda stendin. Ya sereke vira p'eydabûna îzbatîya t'erîqîê - lîteratûrîêye. Fikrandina k'urdê sovêtîêye êpîkîê - gilîkirinê bi wan gavêd e'frandarîê xwe li morfologîa r'omanê, li heyetîya nivîsara "bînfire" digirt. V. Bêlînskî dinvîse, wekî r'oman çapnîșa "qanixbûna" lîteratûra her cime'ekêye êst'êtîkîê - fîlosofîêye.
Pirs ewe, wekî r'oman janra lîtêratûrîêye here giran, çetin û sexte. Li spêsîfîka "bejna" wê tê e'mir û meriv h'emû alyava, h'emû taq û qulç'ava, nav p'êlê we'deye dipêjda ser xwendevanada "veger'înê". Bi prînsîp û peydê-qanûnêd janrîêva r'oman ewqasî ûnîversal- h'emt'omerîyê, wekî hine p'eșekzan wê h'esab dikin qismê lîteratûrîêyî çara (r'ex qismê lîrîkîê, êpîkîê û dramatîkîêye normatîv). Nav lîteratûzaniya sovêtîêda bi atrîbûtîkaêd bașqe-bașeva ev cûr'ê-tîpêd r'omanêye h'îmlî têne "cihêkirin" - cudakirinê: r'omanê p'sîxologîê, sosîalîê, t'erîqîê, avtobîografîê, t'erîqîê - r'evolyûsîon, t'erîqîê-bîografîê, xronologîê, bîranînê, dokûmental-îzbatîê, detektîv, qaçaxtîê (prîklioçençeskîy), r'oman - êpopea û êd mayîn. Fe'mdarîye, wekî r'omannivîsê r'ojê me gerekê k'ûr-dûr haj cer'bandina t'erîq û t'êorîa r'omanê hebe, destanînêd wan derecadaye p'ir' dewlemend bi e'frandarî hilde - "bimeh'îne". Bi aspêkta tîpologîê r'omana k'urdaye sovêtîê hê ewqasî jî p'ir'cûre nîne. Em bi prînsîpê ne meh'keme berk'va niha dikarin bie'șirînin r'omanê t'erîqîê û avtobîografîê (E'rb Șamîlov, "Dim-dim", "Berbang", "Jiyana bextewar", Seh'îdê Îbo, "K'urdê r'êwî") r'omana dokumental - îzbatîê (H'ecîê Cindî, "Hewar"), r'omana xronologîê (E'lîê E'vdilr'eh'man vê e'frandina xweyet'ezeva t'erîqa r'omana k'urdê sovêtîê bi cûr'ekî janrêyî tîpologîêyî mayînva dewlemend dike. Wî xwe daye nav "sînorê" r'omana t'erîqîê-bîografîê. R'aste, hine nolahevtîê "r'êvaçûyînê" orga vî cûr'eyî û r'omana t'erîqîêda hene, lê eva pașinda nav we'dê heyetîya cime'têye serte h'îmlîda cime't bi xweye qewat - mêrxasa sereke. R'omana t'erîqîê - bîografîe jî bi nîșandayîna e'mir û panorama șuxulvanîya mêrxasekî serekeva digihîje t'ambûn- t'omerîtîya bedewetîê. Aha E'lîê E'vdilr'eh'man r'omana "Șer' ç'yada" h'îmlî bi nîgara Șêxzahir problêmatîka mletîê- mexlûqetîê tîne ort'ê û ji t'e'bîê r'ealîzma sosyalîstîê, bi prînsîpê êst'etîka mark'sîstîê-lenînîê dice'dîne serecema qewmandinê t'erîqîê veke- qîmeteke. Hilbet, dîdemê e'mirê cime'têyî zêndî dor "ç'ivanê" r'omanêye strûkturîê-sercemîêye h'îmlî kêm nînin. Lê nivîskar bi fe'mdarî nav zincîra qewmandinada t'eqilê dide ser wan awazêd stîlîstîkîê, k'îjan nîgara Șêxzahir t'am û "t'ijîdikin". Wekî mayîn gotî- berbir'îbûnê avtore e'ftandarîê -êst'êtîkîê prînsîp - sifetê r'omana t'erîqîê-bîografîêr'a " xeberdidin". Bêfitya, ev nîgaraê bibê destanîneke nivîsara k'urdê sovêtîêye vekirî. Lê efrandin bi t'omerî, goveka serecema t'erîqê- miletîêye aktûale fireva, îșiq û "ker'esyê" bnedewetîêva nav lîteratûra meye kêmr'omanda wê e'seyî li cîê xweyî anegor "bibe xwey".
Çerk'ezê R'eș
Kandîdatê Ulmêd Fîlologîê.
E'lîê E'vdilr'eh'man
Șer' ç'yada
Xorhrdayin
"Xorhrdayîn Grog'"
Șer çyada
E'lîê E'vdilr'eh'man
Êrêvan
1989
© nesireta "Xorhrdayîn grog'",
ISBN 5-550-00312-0