Pirtûkxaneya dîjîtal a kurdî (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Mizgînî


Nivîskar : Wezîrê Eşo
Weşan : Hayastan Tarîx & Cîh : , Êrêvan
Pêşgotin : Casimê CelîlRûpel : 152
Wergêr : ISBN :
Ziman : KurdîEbad : 130x165 mm
Hejmara FIKP : Liv. Ku. Br. 1740Mijar : Wêje

Mizgînî

Mizgînî

Wezîrê Eșo

Hayastan

Milê ç'yaê Elegezêyî șimalê h'emêza ç'yaê T'îkda bestek heye. Dora vê bestê dçnzdeh gundê kurmanca xwe dane p'așila ç'ya.
Berê, hêna p'adșaê ûrisda, wanr'a gotine gundê êla êzdîê Ag'baranê. Hêna sovêtîêda ev gund nava neh'îê H'ecîxelîlê (Saxkahovîta niha), Elegezê û Ag'baranê bûne. Niha ew gundê neh'îya Aragasêne.

Bi gotina gotîya ev gund, qe na, berî qur'na 19-a șên bûne. Binelîê wan hey "k'îsî" muhacirê alîê Dersimê, E'ynt'avê, Qersê zêde bûne. P'akî ...




Serecem


Șiklê Lênîn / 6
Beyraqa sor / 10
Mizgînî / 16
"Doxtirya" șêx delo / 22
E't'ar / 28
Dilê dê / 36
Ewledê du mala / 42
Dostê me / 50
Mezelê esker / 64
Tîgran û Meh'mûd / 76
P'adșa û k'esîb / 123


WEZÎRÊ EȘO

Milê ç'yaê Elegezêyî șimalê h'emêza ç'yaê T'îkda bestek heye. Dora vê bestê dçnzdeh gundê kurmanca xwe dane p'așila ç'ya. Berê, hêna p'adșaê ûrisda, wanr'a gotine gundê êla êzdîê Ag'baranê. Hêna sovêtîêda ev gund nava neh'îê H'ecîxelîlê (Saxkahovîta niha), Elegezê û Ag'baranê bûne. Niha ew gundê neh'îya Aragasêne.

Bi gotina gotîya ev gund, qe na, berî qur'na 19-a șên bûne. Binelîê wan hey "k'îsî" muhacirê alîê Dersimê, E'ynt'avê, Qersê zêde bûne. P'akî wan jî hêna șer'ê h'emdinyaêyî e'wlin hatine.

K'orbilax, Qundexsaz, Mîrek' (Mîreka Mezin, Mîreka Ç'ûk), Qur'ibog'az, Cercerîs, Çongermez (Çobangermez), P'amp (P'ampa k'urda), Camușvan (berê Camușvana Ç'ûk), Elegez (berê Camûșvana Mezin), Senger' P'oșt (K'arwensere), Gozelder.

Binelîê van gunda ber zulma zevtçîê dereke, agiralava zemanê berê teyax kirine û ser aîna dînê xwe mane, ser e'rf û e'det, deba kal û bavê r'ê çûne. T'evgrêdana wan bi dinêr'a kêm bûye: H'al û zewaca wan bi hevr'a bûye hinekî jî çûyîn-hatina wan bi gundê alîê Qersêr'a hebûye, gundê neh'îya Dîgor'ê.

Gundîê vira berê-berêda r'ia't bûne, ek'in-t'îkin kirine, pêr'a jî pez û dewar xweyî kirine.

Wezîrê Eșo ç'ûkê gundekî ji van gunda, ç'ûkê P'ampê bûye, zar'otî û xortanya xwe p'aê p'ir'ê li vira, nava t'ebyeta ç'yayê r'engînda, nava mêrg û çîmanê h'ik'yatîda derbaz kirîye.

Pêșîê wî —mala H'utîê R'eșîd ji alîê Dîgor'a Qersê, gundê Șîrinkoyê muhacir bûne, t'eqiș-toqiș, hele-hela sala 18-da batine cîkî mîna cî-warê xwe berê, gundekî nava ç'yada-P'ampêda hêwirîne. Li vira jî bavê Eșoê H'ûtî h'îmê mala xwe danî.

Wezîrê Eșo bextewarekî hêna sovêtîêye. K'oma h'efta gundê P'ampêda xilaz kirîye. Sala 1958-a ûnîversîtêta Êrêvanêye dewletê, fakûltêta t'erîqê xilaz kirîye û dîsa li mek't'eba gundê xwe veger'îaye: lê vê carê çawa dîrektorê wê.

Sê sala șûnda ew bûye aspîrantê sêktora r'ohilatzanîê ya Akademîa Ermenîstanêye ulma. Li Lenîngradê, ber destê k'urdzan û r'ohilatzanê sovêtîêye e'yan nava t'erîqa cime'ta k'urdaye p'ir' qur'neda k'ur bûye.

Navê Wezîrê Eșo îdî eva çend salin, çawa e'frandar, xwendevanê k'urdar'a e'yane. Ew uzvê T'faqa jûr'nalîstê T'faqa Sovêtîêye.
Ew ûsa jî t'ercmeçîkî șûrete: e'frandinê nivîsk'arê ermenî û ûris t'ercimeyî k'urdî kirine.

Vê berevokêda em çend e'frandinê wî r'aberî xwendevana dikin.

Casimê Celîl


Wezîrê Eșo

Mizgînî

Hayastan


Neşîreta "Hayastan"
Mizgînî
Wezîrê Eșo

Êrêvan
1976

© Neşîreta "Hayastan"

R'edaktorê cabdar — Casimê Celîl
Șiklik'êș — B. Mazmanyan
R'edaktorê têxnîkîê — S. Sîmonyan
Korektor — L. Emer

VF 04208 / T'embe 2021 / Tîraj 500

T'eslîmî neșîrxanê kirine 15/VII—75 salê
Bona çapkirinê hatîye qolkirinê 24. XII—75 s.
Belgê çapkirinê 4,75
Belgê neșiretê 5,2
K'agez n° 1, 70X108, 1/32, qîmet 17 k.

Neșirxana Kommerk'ezya PK Ermenîstanê, Av. Îsahakyan n°28



Weqfa-Enstîtuya kurdî ya Parîsê © 2024
PIRTÛKXANE
Agahiyên bikêr
Agahiyên Hiqûqî
PROJE
Dîrok & agahî
Hevpar
LÎSTE
Mijar
Nivîskar
Weşan
Ziman
Kovar