Pirtûkxaneya dîjîtal a kurdî (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Berxvan


Nivîskar : Ûsivê Beko
Weşan : Sovêtakan grog Tarîx & Cîh : 1978, Êrêvan
Pêşgotin : Egîdê XudoRûpel : 100
Wergêr : ISBN :
Ziman : KurdîEbad : 130x160 mm
Hejmara FIKP : Liv. Ku. Br. 1738Mijar : Wêje

Berxvan

Berxvan

Ûsivê Beko

Sovêtakan grog

Min kerîê pezê xwe berdabû nav p'așla t'ebîyetêye xemilî, ew xwer'a șîrin diç'êryan, ez jî qasekê hênijîm. Hew pê h'esyam -yek sûrtê min r'admûse...

- A, sebra dilê min, tu hatî?

Min t'irê gumana dilê min hevalar'a hatye çinîna p'incar'ê, cûr'ekî mecal dîtye hatye bal min.

Lê çi dît?..

Qoloê minî amin ser lepê xweye pașin k'etî, mînanî merîya r'ast ç'e'vê min dinhêr'î.

- Hi, Qolo can, çi heye? - Min jê pirsî. Ewî dêla xwe zû-zû h'ejand, çend cara kire e'wtîn, zmanê xwe derxist û berbi jêrê nihêr'î.

.....


Serecem


Ûsivê Bek'o / 3
P'așla t'ebîyetêda / 5
Bîra min daçû ez xulam bûm / 6
Tîreme'r / 7
Xezal kara xwe diger'ya / 9
Qîmetê min / 9
R'amûsana pêșin / 11
Xeysetê E'lî ag'ê / 12
Qirara dilê me nedhate sêrî / 14
R'eh'etbûna xezalê heye? / 15
H'esabê min / 16
Kevrê sur'a dilê me / 18
"Berxê nêr bona k'êrêye" / 19
Me'ne çi bû / 20
Ez û ew / 21
Berxa qurbanê / 22
Ewê pê kulîlkê sûretê min xist / 23
Sur'a dilê min / 25
Xema E'vdalê ag'ê /33
R'iago û berxa wî / 36
Hisret / 37
Du r'êç / 38
Lîstokêd min / 39
Ç'ivîk / 42
K'eremê p'arsekçî / 44
E'cêba iran / 46
Șer'ê gundîyê me / 47
Nadejda / 49
Ç'e'la șêx E'lî / 52
Kalkê Mat'êvos û nevîyê wî / 57
Cemalê berxvan / 60
Te'rîê e'rd hilçinand / 88
"Șivano..." / 88
Berevar / 89
Nazya qîza bengî / 90
De zû were / 90
Zar'otîya xwe ez ç'evê teda dibînim / 92
Pê miqamê bilûrê / 93
Tu dixwezî ez dînbim? / 94
Min bihîstîye ji min xeîdîyî / 95


ÛSIVÊ BEK'O

Ûsivê Bek'o r'uh'ê xweva e'ynsî șayîr bû. Lîrîzma wîye nazik, h'ub û h'izkirina dilê wîye bê h'ed û h'esab berbi meriya, sidqê wîyî qenc, dileșa wî berbi wet'enê dê -K'urdstana zêrandî û  p'îre-p'îrekirî, ku destê wî naghîjê, wet'enê wîyî mezin û gulvedayî- T'faqa Sovêtîê, li k'u ç'e'vê xwe vekir û e'mrê xwe derbazkir, h'izkirina berbi t'ebîyetê, nexș û nîgarêd wê, evîna dilê șayîre zîaretî, xwendevana h'eyr û h'ijmek'ar dike.

Hert'im, wextê belgêd berevokêd e'frandinêd șayîre neșirbûyî weldiger'înî û îlahî wexta șiêrêd șayîre vekirî dixûnî, h'esîneke teherekî merîya hildiger'e, t'exmîn dikî, wekî tu jî bi h'esîneke usa jîyî, dilê ter'a jî derbazbûye.

Xwendevanêd, ku e'frandinêd șayîrr'a nenasin, dema e'wlin ji zimanê wîyî sade dikare șikberbe, lê t'enê dema e'wlîn. Gotinêd șayîre k'ûrfikir, nazikayî wan fikra xwendevana mecbûr dikin h'eta k'utasîê wî bixûnin.

Çetine bêjn Ûsivê Bek'o berê e'wlin șayîre yanê nvîsk'ar-Prozaêda jî ew șayîre. Șirovekirina wî, ak'la zmanê wîye șîrin xwendevana xweș tê. Badilhewa nîne, tekî șiêrêd șayîre vekirî usa bi h'ewaskar û k'urfikirin û nava lîteratûra k'urdaye sovetîêde cêr'ibandinêd e'wlinin û waxtêda jî r'ind hatine qîmetkirinê.

Berevokêd e'frandinêd Usivê Bek'oyî "Bilûr", "k'eskesor", "h'isreta min", "Mêvanê r'oê", "E'frandinêd t'eze", "Paîzr'a" xwendevan nasin, derheqa serhatîya e'mrê wîda jî zanin, ku r'êke çetine sîanetr'a derbazbûye. Șayîr bi dilekî șewat û êșeke k'ûr çawa serhatîya xweda, usa jî e'frandinêd xweda derheqa zarotî û cahiltîya xweye te'lda dinvîse û h'eyfa xwe tîne, wekî salêd çiqas ç'etin û giran p'ara wî û bi h'ezara merivêd silsileta wî k'etine. R'ev, kuștin, xelayî, nexweșî r'êbirêd șayirê pașwextîê bûne heta wî çaxî wextê p'areke cmae'ta mer'a serqur'neke e'mir û jîyana t'eze vebû.

Bajarvan û șayîrê dewra teze bi t'emamîya h'eyetîya xweva xwe p'êșkêșî e'mrê t'eze kir, hînbû, e'mirda cî girt, pesnê e'mrê t'eze da, bona xweykirina wî e'mrî û wet'enê xweyî sovêtîê xûn r'êt.

Çawa e'mirda, usa jî e'frandinêd xweda Ûsivê Bek'o çiqas nazik û dilr'eh'me bona kirin û tiștêd qenc, vêa zêdetir berk' û înk'e mqabilî ner'astîê, zordestîê. Ew șiêra xweye "Xeysetê dilê min"-da bi xwe ser dilê xwe e'cêbmayî dimîne, wekî ew șarana qey bêjî "Birûsk û bagere", wextê og'irmê giran dil û xîreta wî r'eh'etîê nadne wî, lê cara jî ew ji "Gulê naziktire", weke dilê xortê bengî dinyak dikare têda cî bibe.

H'eyf, gelek-gelek nêt û meremê șayîrê k'urd r'ûê mirina bêwe'deda nîvcî man. H'isreta dilê wî ew bû wekî cmae'ta xwe dê aza û serbest bibîne, mîna p'ara wêye vêderê.

Vê berevokêda ew e'frandinêd nivîsk'arin, êd ku ewî pêr'a negîhand t'am û t'omerî bikrana û neșirkirî bidîta. Serecema serhatîya "Cemalê berxvan" șe'detîê dide, wekî ew p'erç'ekî e'frandina mezine.

T'êma e'frandinêd vê bervokê pesnê evîna t'emiz û zîaretîye, nuxsankirin û p'êpeskirina h'esîna dilê merîaye t'emize dinya çûyîye neheqda, t'ebîyeta-bi h'ezar r'eng'awaz û dewlemendtîê xweva, dîharkirina xeysetê miletîêyî here qence.

E'gîtê Xudo



P'așla t'ebîyetêda


Min kerîê pezê xwe berdabû nav p'așla t'ebîyetêye xemilî, ew xwer'a șîrin diç'êryan, ez jî qasekê hênijîm. Hew pê h'esyam -yek sûrtê min r'admûse...

- A, sebra dilê min, tu hatî?

Min t'irê gumana dilê min hevalar'a hatye çinîna p'inșar'ê, cûr'ekî mecal dîtye hatye bal min.

Lê çi dît?..

Qoloê minî amin ser lepê xweye pașin k'etî, mînanî merîya r'ast ç'e'vê min dinhêr'î.

- Hi, Qolo can, çi heye? - Min jê pirsî. Ewî dêla xwe zû-zû h'ejand, çend cara kire e'wtîn, zmanê xwe derxist û berbi jêrê nihêr'î.

Min jî wê t'angê nihêr'î, dît çend syar dûrva berbi me tên.

Ez û Qolo p'așla t'ebîyetêdabûn, him wextê og'irmê giran him jî wextê șayê.

"Hey dinya, çiqas e'cêbe te hene!.. "Min xwe xwer'a got û r'abûme p'ya.

.....

 


Ûsivê Beko

Berxvan

Sovêtakan grog


Neșîreta "Sovêtakan grog'"
Berxvan
Ûsivê Bek'o

Êrevan
1978

IB N° 53
R'edaktor: Egîtê Xudo
R'edaktorê neșirê: Casimê Celîl
R'edaktorê têxnîkîê: S. M. Sîmonyan
Șikilk'êș/ M. S. Sargsyan
Korrektor Êmma Ûsiv

BF 09424

T'eslîmî neșirkirinê kirine 20.X.1977 s.
Bona çapkirinê hatîye qolkirinê 4.VII.1978 s.
Belgê çapkirinê 3,5 + șiklek
Belgê neșiretê 3,12
K'ag'ez N° 70X108 1/32 Qîmet 25 k.
T'embe 2272 / Tîraj 500

Neșirxan n° 1, ya serwertîya senaya polîgrafîêye serekeye
Komîtêa pressaêye dewletê r'ex Sovêta
Mînîstrêd R'espûblîka Ermenîstnêye Sovêtîêye Sosîalîstîê,
Êrevan, Alavêrdyan 65.



Weqfa-Enstîtuya kurdî ya Parîsê © 2024
PIRTÛKXANE
Agahiyên bikêr
Agahiyên Hiqûqî
PROJE
Dîrok & agahî
Hevpar
LÎSTE
Mijar
Nivîskar
Weşan
Ziman
Kovar