Pirtûkxaneya dîjîtal a kurdî (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

K'lamêd cimae'ta k'urda


Nivîskar : Cemîla Celîl
Weşan : Hayneșîrat Tarîx & Cîh : 1964, Êrêvan
Pêşgotin : Rûpel : 164
Wergêr : ISBN :
Ziman : KurdîEbad : 130x190 mm
Hejmara FIKP : Liv. Ku. 1603Mijar : Muzîk

K'lamêd cimae'ta k'urda
Versions

K'lamêd cimae'ta k'urda [Kurdî, Êrêvan, 1964]

K'lamêd cimae'ta k'urda [Kurdî, Moskva, 1965]


K'lamêd cimae'ta k'urda

Cemîla Celîl

Hayneșîrat


Lênînê Mezin

Mervê Sovêtyê t'emam birane,
E'mrê t'ezer'a eșqin û șane,
Lênînê mezin t'im bîra wan e,
Lênînê mezin t'im bîra wan e,
T'im bîra wan e.

Naha e'mrê xwe em nakin gazin,
E'dlaya dinê h'emû dixazin,
çawa qîz û xort, usa jî mezin,
Usa jî mezin.

.....


Serecem


Pêșxeber - ... / 5

K'lamêd hêna sovêtîê - ...
Lênînê mezin - ... / 11
Sala teze - ... / 13
Kolxozê me kanîne - ... / 15

K'lamêd govendê - ...
K'eleșo - ... / 19
Her, her, hey lo - ... /21
Samcûn - ... / 23
Holîlê - ... / 25
Lê baranê - ... / 26
Her dod - ... / 27
Qemerê - ... / 29
Her qebo, qebo - ... / 31
Lê, lê kirnê - ... / 33
Hey zalim - ... / 35
Lê eyna min - ... / 37
Te li zenda - ... / 38
P'îr benî - ... / 41
Șindurme - ... / 42
Xanê - ... / 44
Șalik șînokê - ... / 45
Ez Leylo me - ... / 46
Gelîngî dare - ... / 47
De lê - ... / 49
Mêrgê da - ... / 50
K'eç' Meyrokê - ... / 52
P'erîzade - ... / 53
Gulê, ha gulê - ... / 54
Ha berde - ... / 55
Kew hêlûn - ... / 56
Gazî dikim - ... / 58
Tu dizanî - ... / 60
Bêriyê tê - ... / 62
Ho, ho, hoy Nazê - ... / 63
Lê, lê, li min - ... / 64
Xana min - ... / 65
Ha Nîno - ... / 67
Gulê hoy Nar - ... / 69
Dêre sorê biçûk e - ... / 71
Yar yar - ... / 74
Șerîfo - ... / 76
Ez ne gul bûm - ... / 78
Her dolabê - ... / 80
Her lawo - ... / 82
Of Narê - ... / 83
T'eșya te - ... / 85
Lê dînê - ... / 87
Xivtanê - ... / 89
Kirasê te meles e - ... / 91
Malka Șemo - ... / 92
Nermo - ... / 93
Zer' Zeynemê / 94
Min h'eyran - ... / 96
Selîmo lawo - ... / 98

K'lamêd h'enek-laqirdiya - ...
K'iș-k'iș, mirîșkê - ... / 101
Mîrkî mișkano - ... / 103
Tarek nindir nar kundir - ... / 105
Her çar malê newalê - ... / 106
Ax, lê pîrê - ... / 108
K'eçelo - ... / 110

K'lamêd bengîtîê - ...
Zembîlfiroș - ... / 115
Bêrîvanê - ... / 117
Ozmano - ... / 119
Tu dînî - ... / 121
Nexșê Mîrzo - ... / 122
Ez kevotkim - ... / 124
Ximșê - ... / 126
Lê, lê daykê - ... / 128
Eman-eman - ... / 131
Sosin gula tatika - ... / 133
Tîne hina bûkê - ... / 134
Ah'medo R'onî - ... / 136

K'lamêd mêrxasîê - ...
Xanê k'urda (Dimdim) - ... / 141
Xelîl Bego - ... / 143
Xozandag'ê - ... / 145
De yo-yo - ... / 148
Met'ê - ... / 150
Nivîsarnasî / 155


PÊȘXEBER


Vê berevokêda 75 k'lamêd cmae'ta k'urda heye, êd ku me van h'evt salê pașinda ji nava cmae'tê berevkirine.

Berevok ji çend p'arane. Ew bi k'lamêd hêna sovêtîêva destpê dike, wê șûnda tên p'ara k'lamêd govendê, k'lamêd h'enek-laqirdîa, k'lamêd bengîtîê û êd mêrxasîê. K'lamêd vê berevokê, ê ku me ji zarê k'urdêd Ermenîstana Sovêtîê nvîsîne, nava cmae'têda e'yanin û h'izkirîne. Ev klamana usa jî k'urdêd Îranê, Îraqê Sîrîê û R'omê distirên.

Bal cmae'ta k'urda k'lamê govêndê t'eqla miqam û xeberê xweva berbiç'e'vin, bangê xweba meh'kemin. Eva yeka jî me'neke, wekî k'lamê cmae'ta k'urda bi qur'nava dijîn. Boana miletzanîê (etnografîaê), çawa k'lamêd de'we'ta, usa jî êd bengîtîê p'irqîmetin, çimkî wan k'lamada gelek meselêd r'abûn-r'ûniștandin û e'detê cmae'ta k'urda heye. K'lamanda usa h'ub û h'izkirina xort û qîzêd bengî tê k'ivșê, ("Bêrîvanê", "Nexșê Mîrzô", "Tu dînî", "Ah'medê R'onî" û êd mayîn).

K'lamêd mêrxasîê folklora cmae'ta k'urdada cîkî layîq digrin. Nava van k'lamada qewimandinêd t'erîqî û bedewetîê t'evayî pêșda tên. Sazbendîa k'lamêd mêrxasîê p'ir'awaze û lema jî bona dengnvîsandinê çetine. Me'neke çetinayê jî wextê nvîsara k'lamê mêrxasîê ewe, wekî dengbêjê k'urd azayê dide k'el û sewrandina r'uh'ê xwe. Cumle, sifet û himberîhevkirinêd usaye dewlemend çêdike, wekî nenihêr'î teqlê wan cumla yeke, lê çapê p'êza ne wekehevin.

K'lamêd k'urda ji k'lamêd cmae'ta r'ohilatêye mayîn bi wê yekêva cuda dibin, wekî r'ît'm û t'elqa wan bi cûr'ê mletîêva bașqeye û k'ivșkin.

Neșirkirina berevoka "K'lamêd cmae'ta k'urda" wê mecalê bide mexlûqetîya mûzîqah'iz wekî ewana k'lamêd k'urdaye cmae'tîêr'a xwexwetya wanr'a bivine nas.

Xênji dengnvîsandinê me têk'stê k'lama û nivîsarnasîke kurt derheqa dengbêjada daye.

R'azîbûna xwe dêdme r'êdaktorê k't'êbê hevalê L. Astvasatryan bona k'omekdarîya wî.

Cemîla Celîl



K'lamêd hêna sovêtîê

Lênînê Mezin

Mervê Sovêtyê t'emam birane,
E'mrê t'ezer'a eșqin û șane,
Lênînê mezin t'im bîra wan e,
Lênînê mezin t'im bîra wan e,
T'im bîra wan e.

Naha e'mrê xwe em nakin gazin,
E'dlaya dinê h'emû dixazin,
çawa qîz û xort, usa jî mezin,
Usa jî mezin.

.....



Cemîla Celîl

K'lamêd cimae'ta k'urda

Hayneșîrat


Hayneșîrat
K'lamêd cimae'ta k'urda
Hazirkir
Cemîla Celîl

Êrêvan
1964

R'êdaktor L. Astbasatryan
R'êdaktora têkstêd k'lama û
korêktora kontrol Ê. Û. Bek'oêva
Șikilk'êș B. Kajoyan
R'êdaktorê bedewetyê Ok. Asatryan
R'êdaktorê têxnîkyê A. Martîrosyan

Vf 10597 / Tembe 844 / Tîraj 500

K'ag'ez 84X108 1/ 32 Belgê mengenê 6,8
Belgneșirê neșîretê 10,25
Bona neșirê hatiye spartinê 10.VIII s. 1964
Bona çapkirinê hatye qolkirinê 2. XII s. 1964
Qîmet 51 k.

Neșirxana n° I ya serwertîya senaya polîgrafêye
serekeye komîtêa prêsaêye dewletê, ya Sovêta Mînîstrêd
R'êspûblîka Ermenîstanêye Sovêtîêye Sosyalîstîê.
Êrêvan, soqaqa Alavêrdyan n°65, s. 1964





Weqfa-Enstîtuya kurdî ya Parîsê © 2024
PIRTÛKXANE
Agahiyên bikêr
Agahiyên Hiqûqî
PROJE
Dîrok & agahî
Hevpar
LÎSTE
Mijar
Nivîskar
Weşan
Ziman
Kovar