Pirtûkxaneya dîjîtal a kurdî (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

20 ders ji Mizgînîyê, jiyana Îsa Mesîh


Weşan : The British & Foreign Bible Society Tarîx & Cîh : 2007, R'ewan
Pêşgotin : Rûpel : 92
Wergêr : ISBN :
Ziman : KurdîEbad : 210x295 mm
Hejmara FIKP : Liv. Ku.Mijar : Ol

20 ders ji Mizgînîyê, jiyana Îsa Mesîh

20 ders ji Mizgînîyê, jiyana Îsa Mesîh

K'omela K'urdêd Xwedênas

The British & Foreign Bible Society


Yûh'ennayê Șandî Mizgînîya xweda got: "Eva ew șagirt e, yê ku bona van yeka șe'detîyê dide, usa jî ev yekana nivîsîn. Em zanin ku șe'detîya wî r'ast e. Û hê gelek hê gelek kirêd din jî hene, yêd ku Îsa kirine. Heger ew bi hûr-gilî bihatana nivîsarê, bi t'exmîna min ew k'itêbêd nivîsar wê dinyayêda cî nebûna". Yûh'ennna 21:24-25.

Jîyîna Îsa Mesîh ji du h'ezar sala h'eta îro, merivêd h'emû dinyayêr'a h'ewaskar e. K'itêbêd ku bona jîyîna Îsa hatine nivîsarê, kesek nikare wan h'esab bike, çawa hilbest, gotin û ç'îr'ok. Jîyîna wî ne mîna jîyîna merivêd bașqe bû. Yûh'enna bona wî got: "T'u kesî t'u cara mîna wî merivî xeber nedaye", Yuh'enna 7: 46-da.

.....


Serecem


1 Bûyîn û zar'otîya Îsa Mesîh / 1
2 Yûh'ennayê Nixumdar / 4
3 Îsa tê nixumandinê / 6
4 Cêr'ibandina Îsa / 7
5 a) Șagirtêd Îsa: Petrûs / 10
b) Șagirtêd Îsa: Yuh'enna, Aqûb, Endrawis / 13
6 Îsa qeza celîlêda dest bi k'arê xwe dike / 16
7 Xizmetk'arîya Îsa t'emamîya Cihûstanê û Celîlêda / 19
8 Îsa serê ç'îyê dannasîn dike / 23
9 Qanûnêd P'adșatîya Xwedê / 27
10 K'eremetêd Îsa / 33
11 Mesela t'oximr'eș / 35
12 Îsa derheqa cefa û mirina xweda dibêje / 38
13 K'amiltîya xizmetk'arîya Îsa / 40
14 Îsa û fêrisîya / 43
15 Îsa derheqa wê dîwanêda xeber dide ya ku wê bê / 46
16 Îsa heqîya xizmetk'arîya xwe e'yan dike / 49
17 Çend danasînkirinêd Îsa r'îya Orșelîmêda / 51
18 Îsa diçe ser rîya cefa / 55
19 Cefak'ișandin û mirina Îsa Mesîh / 59
20 R'abûna Îsa û jorhilatina wîye e'zmana / 62

Cab / 67


PÊȘGOTIN


Tê gotinê: "Gotina xweș bihara dilan e".

Îsa got: "Her kesê ku guh bide gotinêd min û bawerîya xwe wî bîne, yê ku ez șandime, jîyîna wîye h'eta-h'etayê heye." Yûh'enna 5: 24.

Eva deftera xebatê bona wan meriva hate hazirkirinê, yêd ku dixwazin Îsa mesîh baș nas kirn û bizanibin: gelo xeberêd wî r'ast in yan na? Her tiștê ku meriv ser disekine xwexa dișirmîș dibe, ev yek fikirêd wîda dimîne, k'ûr dik'eve dilê wî û șîn dibe. Lêma gelek pirs nav van dersada hene, wekî xwendevan bikaribe bi xwendina K'itêba Pîroz cabêd xwe bibîne.

Merivek bi t'enê dikare bi van dersa mijûl be û ze'f jê bistîne, lê heger çend heval t'ev hev r'ûnên û bifikirin, ewê hê ze'f tiștêd h'ewask'ar K'itêva Pîrozda bibînin, çimkî aqil aqila zêdetir e. Bira her kes fikirêd xwe bêje, bi vî cûr'eyî hûnê ji hevdu hîn bin.

Û ev jî p'ir' qîmet e: Hûnê baș bi zimanê xweyî K'urdî binivîsin.

Ev ders pêșî ji Înstîtûta "Moody" bi Îngilîzî hatiye neșirkirinê. Me ew ji Almanî welger'ande zimanê Kurmancî. Lê bê alîk'arîya xûșk û birayêd meye xwedênas meyê nikaribûna eva xebata bikira.
Em gelekî r'azî ne ku Nadirê Efo, Șirînê Qereman, Barîsê Jorjîk, Barîsê Xelîl û Artûr Usoyan t'evî me li ser h'emû pirs û caba r'ûniștin. Jonathan Gutknecht li pirsêd têyolojîyê nihêr'î, Nikolas û Denise Bailey jî șîretk'ar bûn. Xilazîyê Emma Casm, Sûrênê Șîrin û R'ezoê Aslan r'ind li her tiștî nihêr'în û serr'ast kirin.

Bira Xudayê me Îsa Mesîh jîyîna h'eta-h'etayê bide we!

K'omela K'urdêd Xwedênas û Rudolf û Marianne Schönfeld,
R'ewanê 2007

Heger pirsêd we hene hûn dikarin bi wê jimara t'êlê Ermenistanêda bipirsin: 093227272



Jîyîna Îsa Mesîh

Dersêd Mizgînîyê

1 bûyîn û zar'otîya Îsa Mesîh - Lûqa 1-2 û Metta 1-2

Yûh'ennayê Șandî Mizgînîya xweda got: "Eva ew șagirt e, yê ku bona van yeka șe'detîyê dide, usa jî ev yekana nivîsîn. Em zanin ku șe'detîya wî r'ast e. Û hê gelek hê gelek kirêd din jî hene, yêd ku Îsa kirine. Heger ew bi hûr-gilî bihatana nivîsarê, bi t'exmîna min ew k'itêbêd nivîsar wê dinyayêda cî nebûna". Yûh'ennna 21:24-25.

Jîyîna Îsa Mesîh ji du h'ezar sala h'eta îro, merivêd h'emû dinyayêr'a h'ewaskar e. K'itêbêd ku bona jîyîna Îsa hatine nivîsarê, kesek nikare wan h'esab bike, çawa hilbest, gotin û ç'îr'ok. Jîyîna wî ne mîna jîyîna merivêd bașqe bû. Yûh'enna bona wî got: "T'u kesî t'u cara mîna wî merivî xeber nedaye", Yuh'enna 7: 46-da.

.....


K'omela K'urdêd Xwedênas

20 ders ji Mizgînîyê, jiyana Îsa Mesîh

Compte d'auteur


Compte d'auteur
20 ders ji Mizgînîyê, jiyana Îsa Mesîh
K'omela K'urdêd Xwedênas

R'ewan
2007

H'unurmendê șikilêd bi desta çêkirî Horace Knowles e. Xudanê neșirkirinê:
© The British & Foreign Bible Society e
(K'omela K'itêba Pîroze Înglîstanê û Welatder), 1954, 1967, 1972
Serr'astk'ar û zedekirinê van șikila jî Louise Bass e, xudanê neșirkirinê:
© The British & Foreign Bible Society, 1994. Used with permission.
Foto; Waltraud Graupner - Gola Celelîlê (Bola Cenîsartê)



Weqfa-Enstîtuya kurdî ya Parîsê © 2024
PIRTÛKXANE
Agahiyên bikêr
Agahiyên Hiqûqî
PROJE
Dîrok & agahî
Hevpar
LÎSTE
Mijar
Nivîskar
Weşan
Ziman
Kovar