Pirtûkxaneya dîjîtal a kurdî (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Elfabêyakurdî, bingehên gramera kurdmancî


Weşan : Doz Tarîx & Cîh : , İstanbul
Pêşgotin : Arif ZêrevanRûpel : 112
Wergêr : ISBN : 975-6876-08-5
Ziman : KurdîEbad : 150 x 230 mm
Hejmara FIKP : Liv. Ku.Mijar : Zimannasî

Elfabêyakurdî, bingehên gramera kurdmancî

Elfabêyakurdî, bingehên gramera kurdmancî

Celadet Alî Bedir-Xan

Doz


Elfabêya kurdî ji sih û yek herfan hevedudanî ye:
a b c ç d e ê f g h i î j k l m n o p q r s ş t u û v w x y z

Herf di dengdayiyê de du texlît in: dengdêr û dengdar.
Dengdêr ew herf e ko dixwedeng e, û dengê wê bi serê xwe derdikeve û dengê dengdaran derdixîne.
Dengdar ew herf e ko dixwedeng e, lê belê dengê wê bi serê xwe û bê arîkariya dengdêrê dernakeve.

Di zimanê kurdî de heşt dengdêr hene:
a, e, ê, i, î, o, u, û
Lewra ko di dengdaniya kurdî de dengdêrek geh kin û geh drêj nabe, dengdêrên kurdî di drêjahiya dengên xwe de sersekinî ne: kin û drêj in.

.....


Nêverok


Pêşgotin / 7

I.EIfabêyakurdî / 11
Esas û bingehên elfabêyê / 13
Dengdar / 16
Dengdêr / 24
Nisbeta herfên kurdî / 33

II. Bingehên gramera kurdmancî / 37
Rêmanên berpêşkî / 37
Gramêr / 37
Zmanê kurdmancî / 37
Hêmanên zmên / 37

Tîp / 37
Tîpên zmanê kurdmancî / 37
Dengdayiya tîpan / 38
Dengdêr / 38
Dengdar / 38
Doma dengdêran / 38
Xweseriya hin dengdêran / 39
Tîpa dubare / 42

Kît / 43
Bêje / 44
Birênqisetê / 44
Guhêrbarî / 45
Vekft / 46

Niqteşanî / 47
Niqte / 47
Niqtepirs / 47
Niqtebang / 48
Niqtecot / 48
Niqtebihnok / 48
Bihnok / 8
Rewes û vêsih / 48
Kevanek / 48
Dunik / 49
Xêzek / 49
Bendek / 49

Navdêr / 51
Hevenav û serenav / 51
Hevenav / 51
Serenav / 51
Guhêrbariya navdêran / 51
Zayendê nêr / 52
Zayendê mê / 52
Wezîfeyên navdêrê / 53

Mêjer / 55
Yekejmar / 55
Gelejmar / 55
Gelejmariya serenavan / 56

Tewang / 57
Tewanga navdêran / 57
Bireserê navdêrê / 61

Veqetandek / 62
Veqetandekên binavkirî / 62
Veqetandek di pêşiya rengdêran de / 63
Veqetandekên nebinavkirî / 63
Veqetandekên nebinavkirî di pêşiya rengdêran de / 66
Tewanga veqetandekê / 67

Pronav / 71
Zayendê pronavan / 71
Pronavên nêr / 71
Pronavên mê / 71
Pronavên nêtar / 71
Pronavên kesîn / 72
Pronavên kirar / 73
Pronavên bireser / 76
Pronava berbihevîn / 77
Pronavên lihevxistî / 79
Pronavên işarkî / 81
Pronavên girêkî / 83
Pronavên pirsiyarkî / 84
Pronavên nebinavkirî / 86
Pronavên xwemalîn / 87

Rengdêr / 89
Rengdêrên wesfîn / 90
Dereceyên rengdêrên wesfîn / 91
Rengdêrên işarkî / 93
Rengdêrên jmarîn / 94
Rengdêrên pirsiyarkî / 95
Rertgdêrên nebinavkirî / 95
Rengdêrên xwemalîn / 95

Jmarnav / 97
Jmarnavên binavkirî / 97
Tewanga jmarnavan / 98
Qeyda gelemper / 98
Nîv / 98
Yek / 99
Hezar / 100

III. Servehî
Trajediya tirkrnzebûyiyan û minaqeşeya li ser »i« û »î«-ya kurdiyê / 103
Denganiya zimanê kurdî / 103
Windabûna »i«-ya bêniqte û prosesa xwendinê / 105
Hêsanî an zehmet / 109
Font, Intemet û teknîk / 111


PÊŞGOTIN


Mîr Celadet Alî Bedir-Xan (1893-1951) mîrê kirmanciya modern e. Bi xêra wî, kirmanciya îro, ta dereceyekê, gihaye qunaxekê ko mirov dikare jê re bibêje qunaxa wekêkiya kirmanciya nivîskî.

Heger mîr Celadet Alî Bedir-Xanî di nîvê pêşiyê yê vê sedsalê de, bi zanîn û mahirî, elfabeyeka serast û lihevhatî danemezirandiya dê kirmanciya nivîskî di bin xeter û tevliheviyê de bûya û nedigiha qunaxa pêşketî ya îro.

Jinûveçapkirina Elfabêya kurdî û Bingehên gramera kurdmancî ji ber sê binasan giriftg e: 1) naskirin û fêrbûna elfabeya kurdiyê ko mîr Celadet Alî Bedir-Xanî bingehên wê danîne, 2) rêlibergirtina dijminên elfabeyê û 3) fêrbûna gramera kirmancî bi ravekên kirmancî.

Ji vê kitêba di destên we de diyar dibe ka mîr Celadet Alî Bedir-Xan di damezirandina elfabeya kurdiyê de çiqas sexbîr û mahirê karê xwe bûye. Wî gelek ziman û elfabeyên biyanî dizanîn û ew bi hemî zanîna xwe serdest û raserê denganiya zimanê kurdî bû. Mîr Celadet Alî Bedir-Xan ji 14 salan pirtir li ser elfabeya kurdiyê xebidye û ew li gor denganiya zimanê kurdî edilandiye. Wî dengên hemî zaravayên kurdiyê baş nas dikirin û baş dizanî ka çi birha (tehsîra) denganiya zimanên biyanî li denganiya kurdiyê bûye.

Bo nimûne ew di elfabeya kurdiyê de dengê »u«-yê wekî dengekê biyanî dide zanîn û bi ravekên bereqil izbat dike ko di kurdiyê de eslê wî dengî »wi« ye, yanî eslê bêjeya »kirmanc«-ê »kwirmanc« e, lêbelê paşê ev deng, »wi«, li hinek deveran nêzîkî êk bûne û bûne »u« yanî »kurmanc«, li hinek deverên dî jî »w« ketiye û »i« maye, yanî »kirmanc«.

Herwiha mîr Celadet Alî Bedir-Xan bi dûr û dirêjî li ser dengê »i« û »î«-ya kurdiyê rawestaye û gotiye ka çima wî ev deng bi van herfan nîşan kirine.

Di van salên dawiyê de hinek kurd dijayetiya herfên »i« û »î«-yê dikin û dibêjin em van herfan bikin wekî yên drkan. Gava ko xwendevan vê kitêbê bixwînin dê bibînin ko ti bingeh ji dijayetiya wan kesan re nîne.

Bi minasebeta vê minaqeşeyê min jî nivîsareka dirêj nivîsandiye û ew di dawiya vê kitêbê de wekî servehî çap kiriye.
Mîr Celadet Alî Bedir-Xanî elfabeya kurdiyê parçe-parçe di »Hawarê« de weşandiye û paşê jî ew wekî kitêbok derêxistiye. Pişd ko wî elfabeya kurdiyê wekî kitêbok derêxistî jî hinek parçeyên dî di »Hawarê« de weşandine.

Ev kitêba di destên we de ji hemî parçeyên ko di »Hawarê« de hatine weşandin pêk têt. Di dawiya parçeya 15-ê de (»Hawar«, hjm. 23) wî »dûmahîk heye« nivîsandiye lêbelê min li ti deveran ew »dûmahîk« nedît.

Parçeyên elfabeya kurdiyê di van hejmarên »Hawarê« de hatine weşandin: 1-12, 17-18 û 23

Herwiha mîr Celadet Alî Bedir-Xanî »Bingehên gramera kurdmancî« jî parçe-parçe di van hejmarên »Hawarê« de weşandiye: 2-7-35» 37. 40, 42-48, 50-51 û 53-54

Heta niho gelek kitêbên gramera kirmaciyê hatine nivîsandin lêbelê hertim ew bi hinek zimanên dî hatine rave kirin. »Bingehên gramera kurdmancî« kitêba pêşiyê ye ko ravekên wê jî bi kurdî ne. Ji lewra em dikarin bibêjin ko mîr Celadet Alî Bedir-Xan di vê rêyê de jî pêşengê me ye û her û her emê minetdarên wî bin.

Wekî ko xwendevan dê ferq bikin »Bingehên gramera kurdmancî« ne dmam e, hemî beşên gramerê tê de nînin. Bo nimûne beşa lêkeran, ya hokeran, ya daçekan, ya hevoksaziyê û hinek beşên dî jê kêm in. Digel vê jî kitêb bi serê xwe şaheserek e û divêt li ber destê hemî kurdên xwendekar û zimanzan hebe.

Jixwe gramera kamil ya kirmancî, paşê, ji aliyê Roger Lescotî ve bi ravekên fransî hatiye çap kirin. Ew berhem (Grammaire kurde - dialecte kurmandjî) berhema mîr Celadet Alî Bedir-Xanî ye. Mixabin heta îro jî ew nehatiye wergerandin bo kirmanciyê.
Min guhortin di tekstên mîr Celadet Alî Bedir-Xanî de nekirine û xwestiye ev kitêb, wekî ko heye, bigihît destên xwendevanan.
Nêveroka ko di destpêka vê kitêbê de ye min lê zêde kiriye û herwiha min sernivîsên beş û nêvbeşan ji nû ve estetlze kirine. Min sernivîs ji rêzên tekstan derêxistine û danîne rêzeka xweser. Bi vî awayî xwendina tekstan hêsanîtir dibe.

Stockholm, 1 5-ê îlona 1998-ê
Arif Zêrevan



Elfabêya kurdî

Elfabêya kurdî ji sih û yek herfan hevedudanî ye:
a b c ç d e ê f g h i î j k l m n o p q r s ş t u û v w x y z
Herf di dengdayiyê de du texlît in: dengdêr û dengdar.
Dengdêr ew herf e ko dixwedeng e, û dengê wê bi serê xwe derdikeve û dengê dengdaran derdixîne.
Dengdar ew herf e ko dixwedeng e, lê belê dengê wê bi serê xwe û bê arîkariya dengdêrê dernakeve.

Di zimanê kurdî de heşt dengdêr hene:
a, e, ê, i, î, o, u, û
Lewra ko di dengdaniya kurdî de dengdêrek geh kin û geh drêj nabe, dengdêrên kurdî di drêjahiya dengên xwe de sersekinî ne: kin û drêj in.

Dengdêrên kin: e, i, u
e der / șer / ser
i kin / din / bin
u kurd / kur / kul

Dengdêrên drêj:
a av / sar / bar
ê dêr / șêr / mêr
î tîr / zîv / șîv
o dor / sor / kor
û kûr / șûr / dûr

 


Celadet Alî Bedir-Xan

Elfabêyakurdî
Bingehên gramera kurdmancî

Doz


Doz basin-yayın ltd. șt.
Elfabêya kurdî & Bingehên gramera kurdmancî
Celadet Alî Bedir-Xan

Amedekar
Arif Zêrevan

Çapa yekê
1998

Çapxane
Ceylan matbaasi İstanbul, 1998

Grafîka pirtûkê
Nefel

Weşanxane
Doz basin-yayın ltd. șt.
İstiklal cad. Orhan Adli Apaydın sok.
No: 11-13/4 80050 Beyoglu-îstanbul
TeL/Fax: (0212) 292 56 05

ISBN: 975-6876-08-5



Weqfa-Enstîtuya kurdî ya Parîsê © 2024
PIRTÛKXANE
Agahiyên bikêr
Agahiyên Hiqûqî
PROJE
Dîrok & agahî
Hevpar
LÎSTE
Mijar
Nivîskar
Weşan
Ziman
Kovar