Li ser jiyana Bayezîdî agahiyên zêde nînin. Dema dibêjim agahiyên zêde, yanî li ku xwend, mamosteyên wî kî bûn, dê û bavê wî, malbata wî. Gera wî ya ji bo zanînê û detayên din ên jiyanê ku mixabin hemû klasîkên me jê bêpar in. Jiyana Bayezîdî jî, eger ne agahiyên heval û şagirtê wî A. Jaba bûya, dê ne ewqasî zelal bûya. Bi her halî gelek lêkolîner dibêjin ku sala jidayikbûna wî di navbera (1797 û 1799) an de ye li bajarê Bayezîdê. Peter Lerch di nivîseke xwe de çêrî nameyeke Jaba dibe ku ji Lerch re di êlûna 1857 an de şandiye. Ew di wê nameyê de dibêje ku, temenê Mele Mehmûd 60 sal in!! Evjî dide xuyakirin ku Mele Mehmûd di sala 1797 anji dayik bûye.
Ji bo em agahiyên berferehtir li ser jiyana Bayezîdî li ber destê xwendevanên xwe raxînin, emê nivîsa Yevgêniya Vasilyêva, ya derbarê jînenigariya Bayezîdî de û her weha pêşgotina Q. Kurdoyêv û C. J. Mûsayêlyan ji wergera Bayezîdî ya Şerefnameyê re bigrin destê xwe û di vê pirtûkê de bi cih bikin. Min destê xwe neda zimanê wergera Têmûrê Xelîl ji jînenigariya ku Vasîlyêva nivîsiye, her wek xwe maye. Wisa jî pêşgotina Qanatê Kurdo û Mûsayêlyan ya di kitêba tercema Şerefnameyê de ku Seîdê Dêreşî weşandiye, cih di paşeka vê kitêbê de digre. Her weha agahiyên nirxdar yên M. Rodenko jî dê ronahiyê bavêjin ser jînameya daner. Wekî din jî di paşekê de hin agahiyên cuda cuda hene ku xeleka ronahiyê li dora jiyana Bayezîdî ferehtir dikin û dê xwendevan rastî wan were.
Naverok
Pêşgotin / 7
Ekola Rojhilatnasiyê a rûsî, û geşbûna Kurdologiyê / 9 Jînenîgariya Bayezîdî - Bayezîdî berê wêjeya kurmancî diguherîne / 13 Bayezîdî, Iskendernameya Nizamî jî wergerandibû? / 17 Tekstên kurdî ji Erzerûmê / 18 Çima pexşan bi Bayezîdî dest pê kir? / 19 Serdema pexşanê di dîroka wêjeya kurdî de / 20 Xebatên li ser vê Berhemê / 23 Xwendinek bi lez ji vê berhemê re / 23 Tiştekî balkêş di vê berhemê de / 27 Xebata min li ser vê berhemê / 28
Destpêk / 33 Nijadê kurdan û navê Kurdistanê / 33 Peyva kurd ji ku hatiye? / 36 Zimanê kurdî - Beşên milletê kurd / 38 Peywendiyên eşîrî / 39 Xweavêtina bext li ba kurdan - Beşikkertme / 40 Berdêlî / Demên dawetan / 41 Warê kozê û Zome / 42 Amadehiyên şer / 43 Defa Hewarê - Jinên Kurdan û şervaniya wan / 44 Ji tektîkên şer - Mesela namûsê / 45 Serbestiya jinan û kedkariya wan / 46 Şêweyê barkirinê, koçkirin / 47 Pasvanî û parastina zomeyê - Mêvandarî, dîwanxane / 48 Melayên kurdan / 49 Reşgirêdan, şîngirtin / 50 Dijmintiya kurdan / 51 Jin û mela û mehderiya wan / 52 Keç revandin - Zora li ser jinan / 53 Kurd tolerant in - Baweriyên kurdan, tirsa ji nexweşiyan / 54 Kurd mirina di şer de dixwazin - Tirsa di şer de şerm e / 55 Qedrê jinê di civaka kurdî de / 56 Hin adetên kurdan - Nezer û çavînî / 57 Şopajotin, pêjnnasîn, pêşbînî / 58 Jina serxure - Pîrejin û kalemêr çi dikin / 59 Hakimperestiya kurdan / 60 Kurd qenciyê ji bîr nakin - Mêraniya kurdan - Hespên kurdan û çekên şer / 61 Qedrê hespan / 62 Diravhewandin - Xwendina keçan, hin baweriyên jinan / 63 Dermanê Nezerê - Kurd û bêemriya Xwedê / 64 Şûştina zarokên nûzayû - Dîsa li ser jinê / 65 Mewlûd û adetên wê / 66 Jinxwestin, qelen û diyariyên dawetan / 67 Şahiyên di dawetan de / 68 Xwarina di dawetan de / 69 Berbûk, Gerdek / 70 Kirîvatî û sinnetkirina kuran / 71 Sinnetkirin û adetên wê / 72 Perwerdeya zarokan - Medrese û sîstema dersdayînê / 73 Rêzgirtina mamoste û melayan - Mêvanperweriya koçeran - Mizgeft wek mêvanxaneyê / 74 Mêvandarî li ba kurdên Wan, Mûş û Bayezîdê - Dilferehiya kurdan / 75 Bêyomiya hin tiştan / 76 Pîrê, serma dijwar û Xidirnebî - Poxîn / 77 Jiyana hevpar, cejna Hêksorê, Kafirkûr - Ziyaret, sozên dînî, û yexanx / 80 Çîroka Rabo û kurê wê Kelho / 81 Çend taybetiyên kurdan / 82 Pisporên pez û sewalan - Xweparêziya kurdan û segên bi nijad - Hespperwerdeyî / 83 Desthilatdariya axayan / 84 Kurmê darê - Sûndxwarin li ba Kurdan - Jinên kurdan / 85 Tundrewiya kurdên Botan û Hekariyê û tolhildan / 86 Şêweyên şer / 87 Qedrê çek û sîlehan / 88 PÎşekarÎ - Şert li ba kurdan / 89 Hin baziyên Kurdan, şetrenc û dama / 90 Cinaqşikandin / 91 Kurd ji zimanê farisî hez dikin - FayÎz û kurd / 92 Erebîbazar - Bazirganiya hogeçan / 94 Hukumdariya axayan - Perwerdeya leşkerî - Tarîx û hesabê wê li ba kurdan / 95 Beranberdan û sedîpez / 96 Namegerî di nav kurdan de / 97 Tiştên şûm û yên bextbîn - Adetên zewacê û rola melayan - Binavkirin li ba kurdan / 98 Navikbirrîn / 99 Zayîn û jidayikbûn - Pirsa avê - Tolhildan û şêweyên wê / 100 Hunerên xweparastinê - Baweriya bi şêxan / 101 Xwegorîkirina jinan, nezra ji bo nexweşan / 102 Hinek baweriyên din / 103 Jinên kurdan û jiyana wan - Serxwebûna jinan / 104 Kurd û malê ewqafê - Pirsa namûsê / 105 Kurbazî / 107 Sixêf, hinne, kil - Hevgirtina civakî û baweriya bi bijîşkan / 109 Şînî û mirin / 110 Sûnda bi nan – Rabûn û rûniştin di zivistanan de / 112 Kurd û fille: Jiyana hevpar û dijwariyên wê / 113 Zulma koçeran li xwecih û gundiyan / 114 Serdema Sultan 'Ebdulmecîd / 115 Têkiliyên koçer û niştecihan / 116 Jinên koçeran û yên niştecihan / 117 Kurd û xerîbî / 119 Xap û rîpên koçeran, rêbiriya wan / 120 Zekat û alîkariya diravî di nav kurdan de / 121 Konên kurdan / 123 Sunnetkirin / 124 Berbertî û cerrahî - Alavên ronahiyê / Girêdanî çi ye? / 125 Meşqên şer û çekheziya kurdan / 126 Gerelawij / 127 Lîstik û werziş, teşîrêsî - Şevbuhêrkên şahiyê / 128 Dawet / 129 Mezhebê kurdan çi ye? / 130 Cindar û pîldar / 131 Jinên tasnêr - Jinên efsûnger / 132 Kevirî - Begzade / 133 Êzîdî'/ Stêrnasî li ba kurdan 134 Adetên Kurdan bi kurdiya îro / 135 Paşek / 197 Mela Mehmûdê Bayezîdî Yêvgêniya Vasilvêva werger û lêzêdekirin: Têmûrê Xelîl / 199 Ji Pêşgotina M. B. Rodenko / 204 Pêşgotina wergera Bayezîdî ji Şerefnameyê re / 211 Pirtûka wenda ya dîroka Kurdistanê Y. Vasîlyêva / 213 Birrek ji pêşgotina Qanatê Kurdo û C. J. Mûsaêliyan / 245
Pêşgotina P.J. A. Lerch / 251 Jêder / 255
'Adat û Rusûmatnameê Ekradiye / 265
PÊŞGOTIN
Mirov dikare piştrast û bê dudilî bibêje ku, sedsala nozdehan di dîroka kurdan de "Sedsala Kurdnasiyê" ye. Di wê sedsalê de, kurdnasî an jî Kurdology gihiştibû asta xwe ya herî bilind. Helbet gelek faktor li pişt guhdana Ewropiyan ji gelê kurd û zimanê kurdî re hene, berî hemûyan jî tevgera misyoneriyê li ser xaka Kurdistanê ye. Wek tê zanîn, rahib û misyonerê domenîkî yê îtalî Maurizio Garzoni (1734-1804) yekemîn berhema Ewropî li ser zimanê kurdî nivîsiye'. Wî, sala 1787an kitêba xwe ya navdar (Grammatica e vocabolario della lingua kurda: Gramer û ferhenga zimanê kurdî) li Romayê paytexta Îtalyayê çap kiriye. Wî bi vê kitêba xwe cihekî berz û bilind di tarîxa kurdan û kurdnasiyê de bi dest xistiye, heta ku ew mîna Bavê Kurdologiyê (Father of Kurdology) tê naskirin û ev berhema wî yekemîn mikurhatina li ser bingehekî zanistî ye ku zimanê kurdî zimanekî resen e. Garzoni û pêşboriyê xwe Domenico Lanza (1718-1782), Û her weha peyrewê xwe Giuseppe Campanile (1762-1835), ku herdu jî îtalî ne, barê danasîna herêmê û ziman û kultura herêmê dabûne ser milên xwe. Bi saya wan, kurd û kultura kurdan û herêma wan jî, ji Ewropiyan re hate nasîn.", Ev rahibê domenîkî di sala 1762an de berê xwe dide Mûsilê û bîst û pênc salan (heta sala 1787an) li wan deran dimîne. Di nav de bêtirî hijdeh salan li Kurdistanê, herêma Amîdiyê dimîne. Li wir ji bo ku misyonerên îtalî ji zimanê kurdan fêm bikin û karibin bi mazûvanêrı xwe ên kurdên misilman re bidin û bistînin (piraniya filleyên herêmê jî bi kurdî diaxivîn û gelek lawje û tekstên dînî ên mesîhî bi zimanê kurdî hene), pêwistî bi ferhengeke îtalî/kurdî dît. Garzoniyê ku bîst û pênc salan misyonerî li nav herêmê kir, ev valahî bi wê berhema xwe ya nirxdar, dagirt. Mirella Galetti dibêje: Berhema Garzoni ne tenê bi kêrî misyoneran hat, lê wê gelek sûd da bazirganên ku têkiliyên aborî bi serokeşîrên kurdan re datanîn jî. Garzoni bi xwe di kitêba xwe de li ser xebata xwe weha dibêje: Yekemîn misuonerê ku li Kurdistanê bi cih bûbîı, rahibê dotııeniki Leopold Solditıi bû, ewê ku ji sala 1760 heta sala 1779 li Zaxoyê nıabûı. Misıjoııerê duyem ez bûm ku min sala 1764 Mûsil berda ı1 hatim Amîdyê. Ez nikarim bibêjim bê ka rewşa min çendî zor bû û her weha çendî zor bû ku zimanekî ...
1) Vladimir Minorsky (1877-1966) dibêje ku Rûsya cihê zayîna kurdnasiyê ye. Ew dibêje ku akademîsyenê rûs, Pallas di sala 1787an de, bi daxwaza imperatora Rûsyayê Katherîna mezin, ferhengek danîbû, tê de peyvên gelek zimanna hebûn, û di nav de 276 peyvên kurdî. Ew dibêje ku haya Palas û Garzoni ji hev nebû, lê xebata Garzoni û xizmeta wî ya payebilind dihêle ku em wî mîna bavê kurdnasiyê bi nav bikin. (Minosrky- Kurd ...Rp. 65). Peter Lerch jî behsa wan 276 peyvên kurdî ên ku Pallas xistine nav ferhenga xwe û wergerandine zimanê rûsî, dike û dibêje ku, 193 peyv jê Nav (Substa ntiv) in, 25 Sifet (Adjectiv) in, 20 Lêker (Verb) in, 38 ên mayî jî Bernav (Pronom) û Edat (Partikel) û hijmar in. Binêre Lerch: Forschungen über ...Rp.16
2) "This work is very important in the Kurdish history as it is the first acknowledgement of the originality of the Kurdish language on a scientific base. Garzoni was given the title of Father of Kurdology, and of The pioneer Kurdish grammarian". Mirella Galetti. Binêre: http://www.ilab. org/db/detail.php?lang=de&membernr=1293&ordernr=B346676 Mînorskî bi xwe jî di kitêba xwe de dibêje ku, Garzoni bavê Kurdologiyê ye. Binêre kitêba (Kurd. Not û têbînî ....) Rp 65
3) Soldini sala 1779an li Zaxoyê wefat kiriye.
Jan Dost
Adat û rusûmatnameê ekradiye Mela Mehmûdê Bayezîdî
Nûbihar
Nûbihar Nûbihar: 60 Klasîkên Kurdî: 11 'Adat û rusûmatnameê ekradiye 'Adetên Kurdan Mela Mehmûdê Bayezîdî (1797 - 1867) Ravekirin, tîpguhêzî û lêkolîn Jan Dost
Amadeyî ji bo çapê: Nûbihar Editor: Süleyman Çevik Serastkirin: Mihemed Jiyan Rûpelsazî: Dawud Rêbiwar
Çapxane: Kilim Matbaacılık Litros Yolu Fatih iş Merkezi Kat: 2/204 Topkapı / İstanbul Tel: 0212 612 95 59
Çapa yekem: 2010
Nûbihar, Pak ajans yayıncılık ltd. ști, Büyük Reşitpaşa cad. Yümni iş merkezi, no: 22/29 Vezneciler / İstanbul Tel & Faks: (0 212) 519 00 09 e-mail: info@nubihar.com, nubihar@gmail.com www.nubihar.com