Pirtûkxaneya dîjîtal a kurdî (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Gotinên navdaran


Nivîskar : Firat Cewerî
Weşan : Nûdem Tarîx & Cîh : 1995, Stockholm
Pêşgotin : Rûpel : 105
Wergêr : Firat CewerîISBN : 91-88592-09-X
Ziman : KurdîEbad : 123x195 mm
Hejmara FIKP : Liv. Kl. 4557Mijar : Wêje

Gotinên navdaran

Gotinên navdaran

Xorto wilo bixebite: An bi xwe çêke, an arîkariya ewan bike ko çêdikin, ava dikin... Di dinyayê de tu tişt nîne ko tekûz bit. Di her tiştî de, nemaze di karên nû desrpêkirî de, pirîcar, kêmanî hene. Heke te kêmanî dîtin, hema dirêjî wan meke. Lê bixebite ko tu bikevî nav wan, arîkariya daniyan bikî û wan kêmaniyan biedilînî.

Hilweşandina stûnekê hêsanî ye. Huner di rastkirina stûna xwêl de ye.

Celadet Alî Bedir-Xan

Çend gotin

Di destpêka sala 1980’de min ê li ser huner û edebiyatê ji bo kovara Berbangê nivîsek binivîsanda. Ez hingî ji bo nivîsa xwe li aforîsmayekê geriyabûm, min gelek pirtûk û kovar tev dabûn, lê min aforîsmayeke li gorî dilê xwe û li gorî nivîsa xwe nedîtibû. Piştî bi demekê, li pirtûkxanê pirtûkeke biçûk ya aforîsma li ber çavên min ketibû. Ez li quncikeke pirtûkxanê ya xalî û bêdeng li ser qoltixekê rûniştibûm û min çavek lê gerandibû. Digel ku çend salên min li Swêd çêbûbûn jî, têgihîştina wan aforîsmayan ji min re ne ewçend hêsan bûn. Lê bi alîkariya ferhengan min ji wê pirtûkê bi qasî deh-panzdeh aforîsma wergerandin kurdî. Piştî bi demekê min hinin din jî lê zêde kirin û min di bin navê "Peyvên nivîskarên naskirî" de di kovara Berbangê de dane weşandin. Piştî weşandinê bi kurtedemekê rojekê ji min re ji Swîsreyê nameyek hat. Name ji Nûredîn Zaza bû. Wî ew aforîsma xwendibûn û gelekî kêfa xwe jê re anîbû. Herweha di bîra min de anîbû ku wî jî di dema xwe de di kovara Hawarê de ji R. Kipling û hwd. werger kiribûn.

Mîna ku ew gotinên Nûredîn Zaza ji min re bûbûn çavkaniya îlhamê û hêvî dabû min. Piştî wê nameyê min li ku aforîsmek dît, min wergerand. Rojekê min hemû bi deqtîlo nivîsandin, min dît ku bi têra pirtûkekê çêbûne. Çîroka vê pirtûka di destên we de û serpêhatiya berhevkirin û wergerandina van "gotinan" bi kurtî ev e. Lê belê, digel gotinên gelekî bi mane pir gotinên bêmane jî hene. Ji xwe nayê wê maneyê ku hemû "aforîsma" rast in û divê mirov li dû wan biçe. Lê, mirov dikane ji wan fêrî gelek tiştan bibe û bi alîkariya wan asoya xwe ya fikrê firehtir bike.

Firat Cewerî

Gotinên navdaran
Amadekar û werger: Firat Cewerî

Aforisma

Weşanên Nûdem: 10
Gotinên navdaran
Çapa yekem : Stockholm 1995

© Weşanên Nûdem
Pergala berg û rûpelan: Nûdem
Wêneya bergê: Nûdem
Isbn: 91-88592-09 X

Navnîşan:
Termov. 52.2 tr.
175 77 Järfälla-Sweden
Tel û Fax: 8-58356468

Ji birayê min M. Elî (Birûsk) re ku di 19'ê Tebaxa 1994'an de
li Kurdistanê, li ber dikana xwe bû hedefa gulleyên hovan
û di 20'ê Tebaxê de li Diyarbekrê wefat kir.

F. Cewerî



Weqfa-Enstîtuya kurdî ya Parîsê © 2024
PIRTÛKXANE
Agahiyên bikêr
Agahiyên Hiqûqî
PROJE
Dîrok & agahî
Hevpar
LÎSTE
Mijar
Nivîskar
Weşan
Ziman
Kovar