Pirtûkxaneya dîjîtal a kurdî (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Rêçên di neynikê de


Nivîskar : Sirri Ayhan
Weşan : Na Tarîx & Cîh : 2014, İzmir
Pêşgotin : Rûpel : 90
Wergêr : ISBN : 978-605-9017-02-2
Ziman : KurdîEbad : 135x190 mm
Hejmara FIKP : Liv. Kur. 4870Mijar : Wêje

Rêçên di neynikê de

Rêçên di neynikê de

Sirri Ayhan

Weşanên na

...dewleta alman dest danîbû ser polonyayê, zimanê polonî li dibistanan qedexe kiribû. Di dibistanan de zimanê almanî dihat bikaranîn. Ku ders diqediya, mamoste ji sinifê derdiket, diçû. şagirtekî diçû liderve guhdarî dikir ku yekî xerîb bihata, xeber dida hevalên xwe yên hundir. Șagirtên hundir pirtûka xwe ya bi zimanê zikmakî derdixistin û dersa zimanê xwe berdewam dikirin...



Sirri Ayhan, di sala 1961'ê de li Kolika Semsûrê weke pêncemîn zarokê malbateke xwedî neh zarokan hate jiyanê. Li dû qedandina dibistana seretayî, ji der ve ket azmûnên dibistana navîn. Ji ber sedemên siyasî ku hatiye girtin, dibistana berhevî neqedandiye. Di sala 1989' an de li Almanyayê bi cih bûye. Li Düsseldorfê ajokariya texsiyê dike, di ber re jî dinivîse. Di sala 2002' an de bi Kurdî bi navê "Jiyanên Nîvco" û di 2003' an de bi Tirkî bi navê "Eksik Hayatlar" pirtûkên wî ji Weşanên Pêriyê derçûne. Pirtûka wî ya Almanî bi navê "Taxi International" ji teref Verlag Neuer Weg (Weşanxaneya Rêya Nû) di sala 2004' an de derçûye. Bi pirtûka xwe tev li Faraşa Pirtûkan A Frankfurtê bûye (2004). Pirtûka wî ya bi navê "Taxi International" li Îngilîstanê wergeriyaye zimanê Îngilîzî (Hîn çap nebûye). Endamê PENa Kurd e û Amnesty Internationalê (Rêxistina Efûyê) ye. Pirtûka wî ya bi navê "Berberin Dansı" di Adara 2008' an de ji weşanxaneya Belgeyê derçûye û çapa wê ya yekemîn qediyaye.

 


Naverok


A Almanya
1. Şahidên Düsseldorfê / 8
2. Kalê Ciwan / 12
3. Bîst Hezar Euro Çi Ye? / 16
4. Nasko Nûrî / 18
5. Ciwanî / 22

6. Gotina We Ya Dawiyê Ye? / 26
7. Xelat / 32
8. Şêlandox / 36
9. Hirç Direqise / 40
10. Pirtûkxaneyeke Navdar / 47

1. A. Ankara
11. Mohr / 52
12. Kîjan Xet? / 63
1. A. Adiyaman
13. Rasiparde / 69
14. Soza Dawî / 76
15. Pîştov / 86


ŞAHİDÊN DÜSSELDORFÊ


Lirawestgehê lirêwiyan guhdarî dikir. Bi rêya laserkê adresek girt û çû li deriyekî xist. Jineke navsere bi teşqele hat li erebeyê siwar bû. Got, "Em herin cihê Pirtûkxaneya Orenjeriyê, liKolana Südê ye."

Wî xwebixwe got, 'heger ku ew dihere cihê pirtûkan û pêşengehan, gere ew ji xwendinê hez bike. Wê got dema min tuneye, lê dîsa jî carekê bipirsim. "Xatûna delal ez car carina dixwazim serpêhatiyan binivîsim. Yek caran jî ji rêwiyan nivîsan kom dikim. Belkî ez rojekê wan bikim çîrok an jî pirtûk. Gelo hûn dixwazin tiştîna li deftera min binivîsin."

"Careke din. Aniha têr wextê min tuneye."
"Xatûna delal, careke dinê kî zane em ê hevdu bibînin an nebînin. Xêra xwe du xêzikan ji min re binivîsin."
"Serê min tevlihev bûye. Careke dinê bi soz ez ê binivîsim."

Jinik ji alîkî jî, li cilên xwe dinêrî. Di neynikê re dinêrî. Qelema lêvan derxist, hebekî lêvên xwe sor kirin.
"Sê çar deqîqe wextê me heye. Nivîseke kurt."

Jinikê deyax nekir, hema tiştin nivîsand û li wî vegerand. Got, "Ez jî nivîskar im. Aniha terime civînê. Me heftê û yek hevalan li ser bajarê Düsseldorfê çîrok nivîsandin. Her yek ji me quncikek bajêr nivîsand. Aniha em dikin sê heval parçena ji pirtûkê bixwînin û pirtûkê bidin nasandin. Dema te hebe, tu jî were civîna me."

"Heger tu zû bixwînî, ez ê jî liwe guhdarî bikim."
"Her hal, ya yekemîn ya jî duyemîn ez ê bixwînim."

"Ez jî werim xwendina we? Li min biborin. Gere saetekê şûn de ez texsiyê bi hevalê şevê dim. Boy wê gere ez şûn de rabim, herim. Tu li min bibore."

"Tiştek nabe. Zêdetir hevalên me jî ê kêfxweş bibin.


Sirri Ayhan

Rêçên di neynikê de

Na

Weşanên Na
Rêçên di neynikê de
Sirri Ayhan

Na: 21
Çîrok: 3

Rêçên di Neynikê de: Sirri Ayhan

Berpirsiyarê weşanê: Yusuf Taştan
Edîtor: Yaqob Tilermenî
Redaksyon: Şems Qemer
Berg û rûpelsazî: Berfo Barî
Wêneyê bergê: Sirri Ayhan
Çapa 1. Gulan 2014 Îzmîr

Çapxane: Öztepe matbaacılık
Sanayi Ticaret Ltd. Şti.
Kazım Karabekir cad. Özer han no. 31/95-107 Ulus 06060 Ankara
e-mail: sztepe@gmail.com
Tel: 03123841208

Ji xilafî danasînê bêyî destûra nivîskêr û weşanxanê
bi tu awayî nayê zêdekirin.

Weşanên Na
920 sok. no 61 / 201
Kemeraltı / Konak / İzmir
Tel: 0(532) 5524278
e-maîl: wesanenna@hotmail.com

ISBN: 978-605-9017-02-2

PDF
Destûra daxistina; vê berhêmê nîne.


Weqfa-Enstîtuya kurdî ya Parîsê © 2024
PIRTÛKXANE
Agahiyên bikêr
Agahiyên Hiqûqî
PROJE
Dîrok & agahî
Hevpar
LÎSTE
Mijar
Nivîskar
Weşan
Ziman
Kovar