Jar lê Sermest
Şemî
Di hundirê labîrentekê de ye, lê ne ew bi tenê, gellek kesên din jî di vê labîrentê de ne. Ev serpêhatiya wan a di hundirê vê labîrentê de, kînga dest pê kiriye ne ew zane û ne jî kesên din. Kirasekî yekpare û spî li ser bejna wan e. Ji bona xwe ji vê labîrentê rizgar bikin herkes direve. Loma jî herkesek ketiye qoridorekê û li deriyekî digere. Ew jî lê digere... Tukes di vê rev û gerê de alîkariyê bi kesekî din re nake. Yek ji wan bikeve erdê yên din pê li wî dikin û derbas dibin... Ew jî li dêrî digere. Bêhna wî çikiyaye. Li erdê ji herriyê deryayek çêbûye. Deryayek ji herriyê... Gellek ji kesên revok, di nava herriyê de ketine xwarê û di nav de digevizin. Hinek bi serserkî, hinek hetanî çongê, hinek ji wan jî hetanî stûyê xwe di nava herriyê de cit bûne. Ji nav wan kesan hinek hîn jî sax in; dinalin, girêz ji devê wan diherike, dikin hawar û dibêjin; "Revokno! Dest dirêjî me bikin û me ji nava vê herriyê rizgar bikin." Lê ne kes li wan disekine û ne jî kesek destê xwe dirêjî wan dike. Ew tê digêhîjin ku, ger ew jî bisekinin, ew ê jî bikevin nav herriyê; ew ê jî bibin yek ji wan kesên ketî. Kesên direvin, gavên xwe di ser yên ketî re diavêjin, hin jî ji yên ketî berê... Şemî
Di hundirê labîrentekê de ye, lê ne ew bi tenê, gellek kesên din jî di vê labîrentê de ne. Ev serpêhatiya wan a di hundirê vê labîrentê de, kînga dest pê kiriye ne ew zane û ne jî kesên din. Kirasekî yekpare û spî li ser bejna wan e. Ji bona xwe ji vê labîrentê rizgar bikin herkes direve. Loma jî herkesek ketiye qoridorekê û li deriyekî digere. Ew jî lê digere... Tukes di vê rev û gerê de alîkariyê bi kesekî din re nake. Yek ji wan bikeve erdê yên din pê li wî dikin û derbas dibin... Ew jî li dêrî digere. Bêhna wî çikiyaye. Li erdê ji herriyê deryayek çêbûye. Deryayek ji herriyê... Gellek ji kesên revok, di nava herriyê de ketine xwarê û di nav de digevizin. Hinek bi serserkî, hinek hetanî çongê, hinek ji wan jî hetanî stûyê xwe di nava herriyê de cit bûne. Ji nav wan kesan hinek hîn jî sax in; dinalin, girêz ji devê wan diherike, dikin hawar û dibêjin; "Revokno! Dest dirêjî me bikin û me ji nava vê herriyê rizgar bikin." Lê ne kes li wan disekine û ne jî kesek destê xwe dirêjî wan dike. Ew tê digêhîjin ku, ger ew jî bisekinin, ew ê jî bikevin nav herriyê; ew ê jî bibin yek ji wan kesên ketî. Kesên direvin, gavên xwe di ser yên ketî re diavêjin, hin jî ji yên ketî berê... Belkî: 6 Rêza Wêjeyê: 6 Jar Lê Sermest - Lokman Ayebe Edîtor: Rênas Jiyan Redaksiyon: Israfîl Bilbil Şêwirmendê Hunerî: Serkeft Botan Mîzanpaj: Zülküf Altındağ Pêşnûmaya Bergê: Asya Genim Çapa Yekem: Kewçêr 2004, Stenbol Çapxane: Kayhan Matbaası Belkî Basın Yayın Dağtım Kooperatifler Mah. Tren Yolu Sk. Bağıran Apt. No:1 Yenişehir / Diyarbakır Tel&Fax: (0412) 224 47 72 e-mail: genim@mynet.com e-mail: weshanenbelkiye@mynet.com ISBN: 975-92180-5-4
Lokman Ayebe, di sala 1981ê de, li Dêrikê çêbû, hîn jî li wir dijî. Li Zanîngeha Dîcleyê beşa hesapgêriyê qedand. Di 18 saliya xwe de bi Tirkî dest bi nivîsandinê kir. Dû re li gel ku baş dizanîbûn wê hevdû biêşînin jî, li qedera xwe ango li Kurmanciya xwe vegeriya. Jar lê Sermest, pirtûka nivîskêr a ewil e.
PDF
Destûra daxistina; vê berhêmê nîne.
|