Pirtûkxaneya dîjîtal a kurdî (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Kultur û Raman


Nivîskar : Şerefxan Cizîrî
Weşan : Nûdem Tarîx & Cîh : 1996, Stockholm
Pêşgotin : Rûpel : 151
Wergêr : ISBN : 91-88592-24-3
Ziman : KurdîEbad : 121x195 mm
Hejmara FIKP : Liv. Kl. 1133Mijar : Wêje

Kultur û Raman

Kultur û raman

Dewlet, Platon û ilm

Di vê nivîsarê de, emê li ser filozofê mezin Platon û ditînên wî yên li ser dewletê binivîsînin. Hûn dikarin bipirsin û bibêjin; çima Platon? Û çima dewlet û ilm? Bersiva van pirsyara ne rehet e û mirov nikare bersiveke rind di nivîsareke kurt de jî bide. Lê dîsa jî mirov dikare bibêje ku pêkanîna teoriya kultureke modem pêwîst e ji dîroka ilm, îdeolojî û zanebûna civatên kevnare dest pê bike. Jiyana entellektuelî û kulturî ji kevnar de heye û bi gelek şeklên curecur heta îro hatiye. Pêwîst e, hemû kurdên ku bi xebata entellektûelî dadikevin, bi hemû awayî ilm, kultur û îdeolojiya civatên kevnare ji fêr bibin. Ew encamek e ku em vê nivîsarê dinivîsînim. Encaman dûyemin ji ev e; nivîsarên li ser felsefe, kultur, dîrok û ûhw, bi zimanê kurdî pirr nehatine nivîsandin. Nivîsandin li ser van tiştan, wê bi xwe re bi zimanê kurdî peyvên ilmî û termînolojiya nivîsandinê bi pêş bixîne. Ew jî xebateke girîng e. Encama sêyemîn jî; danûstandinên civatê û ilm bi hev re çi bûne û dikarin çi bibin? Di xebatên ilmî yên modern de gelek munaqeşe li ser rola civat û ilm, ilm û îdeolojî, îdeolojî û civat dibin. Ev munaqeşeyên fikrî jî, divê kurd bala xwe baş bidinê.

Dîroka ilm û pêşketina fikrên ilmî di civateke koledar de û her wûha jî di civateke kapîtalîst de, gelek balkêş û fireh e. Civata Grek ya Antik, civateke koledar bû, lê belê, ji aliyekî de jî vê civatê filozof, ilmzana û nivîskarên mezin û giranbûha derxistin pêş. Vê nakokiyê mirov çawa dikare, bi awayekî ilmî ronî bike? Li aliyekî civateke koledar û li aliyê din jî, ilmekî pêşketî û kultureke fireh.

Naverok

Dewlet, Platon û ilm / 5
Xwe nas bikin! / 12
Şoreşa ilmî / 17
Guherandina xwezayê / 21
Galîleo Galîleî / 25
Francis Bacon / 30
Ez difikirim loma ez heme / 35
Thomas Hobbes / 42
Dema ronahiyê / 47
Dostaniya tarî û roniyê / 57
J. J. Rousseu / 63
Tolerans, bawerî û ronahî / 69
Şoreşa sosyal / 76
Metodeke zanyarî ya edebiyatê / 85
Kultura qehremantiyê / 92
Çend gotin li ser Zerdeşt / 96
Hozanê gel Şivan / 104
Edebiyata mitirban / 112
Nivîskar û nivîsandin / 121
Meeziyê aştîxwaz / 127
Kultur û raman / 133
Jînenîgariya Cegerxwîn / 143

Dewlet, Platon û ilm

Di vê nivîsarê de, emê li ser filozofê mezin Platon û ditînên wî yên li ser dewletê binivîsînin. Hûn dikarin bipirsin û bibêjin; çima Platon? Û çima dewlet û ilm? Bersiva van pirsyara ne rehet e û mirov nikare bersiveke rind di nivîsareke kurt de jî bide. Lê dîsa jî mirov dikare bibêje ku pêkanîna teoriya kultureke modem pêwîst e ji dîroka ilm, îdeolojî û zanebûna civatên kevnare dest pê bike. Jiyana entellektuelî û kulturî ji kevnar de heye û bi gelek şeklên curecur heta îro hatiye. Pêwîst e, hemû kurdên ku bi xebata entellektûelî dadikevin, bi hemû awayî ilm, kultur û îdeolojiya civatên kevnare ji fêr bibin. Ew encamek e ku em vê nivîsarê dinivîsînim. Encaman dûyemin ji ev e; nivîsarên li ser felsefe, kultur, dîrok û ûhw, bi zimanê kurdî pirr nehatine nivîsandin. Nivîsandin li ser van tiştan, wê bi xwe re bi zimanê kurdî peyvên ilmî û termînolojiya nivîsandinê bi pêş bixîne. Ew jî xebateke girîng e. Encama sêyemîn jî; danûstandinên civatê û ilm bi hev re çi bûne û dikarin çi bibin? Di xebatên ilmî yên modern de gelek munaqeşe li ser rola civat û ilm, ilm û îdeolojî, îdeolojî û civat dibin. Ev munaqeşeyên fikrî jî, divê kurd bala xwe baş bidinê.

Dîroka ilm û pêşketina fikrên ilmî di civateke koledar de û her wûha jî di civateke kapîtalîst de, gelek balkêş û fireh e. Civata Grek ya Antik, civateke koledar bû, lê belê, ji aliyekî de jî vê civatê filozof, ilmzana û nivîskarên mezin û giranbûha derxistin pêş. Vê nakokiyê mirov çawa dikare, bi awayekî ilmî ronî bike? Li aliyekî civateke koledar û li aliyê din jî, ilmekî pêşketî û kultureke fireh.

Weke ku tê zanîn, ji bona mirov bikaribe bi xebatên ilmî û kulturî dakeve, pêwîst e di civatê de "kedeke zêde" hebe. Bi keda zêde re û…

Kultur û raman
Şerefxan Cizîrî

Weşanên Nûdem: 24
Kultur û Raman
Çapa Yekem: Stockholm 1996

© Weşanên Nûdem û Şerefxan Cizîrî
Pergala bergê û rûpelan: Nûdem
Wêneya bergê: resimê Voltaire
Isbn: 91 88592-24 3

Navnîşan:
Termov. 52, 2tr.
176 77 Järfälla-Sweden
Tel û Fax: 8-583 564 68


Şerefxan Cizîrî di sala 1955’an de li Qamîşlokê hatiye dinyayê. Piştî xwendina li Mêrdîn û Nisêbînê, di sala 1975’an de koçî Swêdê dike û li unîversîteyên Uppsala Stockholmê dixwîne. Ew di sala 1986'an de li ser dîroka ramanê mastera xwe dinivîsîne û ji sala 1985'an û vir ve di nav Partiya Çep ya Swêdê de siyasctvaniya profesyonel dike. Ş. Cizîrî di ber karê siyasetvaniya profesyonel de heta niha bi navê Tarih ve Uygarlık bi tirkî du cild nivîsandiye û disa bi tirkî Yazarlık ve İdeolojî pirtûkek çap kiriye. Bi kurdî Kultur û Raman pirtûka Cizîrî ya pêşî ye. Niviskar di vê pirtûka xwe de bêtir li ser mijarên întelektuelî radiweste, behsa problemên bingehîn yên dîroka ramanê dike, bi analîz û perspektîveke cûda nêzîkî pirsgirêkan dibe.



Weqfa-Enstîtuya kurdî ya Parîsê © 2024
PIRTÛKXANE
Agahiyên bikêr
Agahiyên Hiqûqî
PROJE
Dîrok & agahî
Hevpar
LÎSTE
Mijar
Nivîskar
Weşan
Ziman
Kovar