Pirtûkxaneya dîjîtal a kurdî (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Xatê Xanim


Nivîskar : Elîê Evdilrehman
Weşan : Belkî Tarîx & Cîh : 2004, Stenbol
Pêşgotin : Rûpel : 80
Wergêr : Têmûrê XelîlISBN : 975-921804-6
Ziman : KurdîEbad : 130x195 mm
Hejmara FIKP : Liv. Kl. 1620Mijar : Wêje

Xatê Xanim

Xatê Xanim

Ji ber ku em di pêşketina demê de awiqî mabûn, em mecbûr man ku, berhemên 40-50 salî weke klasîk bi nav bikin; weke Xatê Xanimê a em niha wê weke klasîk bi nav dikin.

Binavkirin, a rast em di koplîkasyoneke binavkirinê de emirqutî bûn, mîrkutê demê ruhê me dikuta û hey dikuta, lê, ji bo kêlîkê be jî, ji navê me tu form nedifesilî. Sedema vê bênavbûnê; janên me ji bo me ne hêjayî pênc qurişan bû; di demê de me bi qasî pênc qurişan xatir nedabû janên xwe û em bê nav li bin guhê dîwaran ketibûn. Me navên hev xera dikirin, weke semiyolojîk (nîşanzanî) tu nîşanan jî, di mejiyê me de birûskên navan venedidan. Ev bênavbûn bi xwe re bêwatebûnek jî diajot ber lûla tifingê. Her navê diteqiya kaosa wateya jiyanê tev li hevtir dikir. Me weke derman kêr dieciband û her me weke derman kêr dieciband, navê tiştekî zelal dibû, navê tiştekî bi mahne dibû, ew xwîn bû.

Ji ber ku me navê xwe û navê hev xera dikir, tukesî û tu civakan navê me hilnedida. Me yê av li serjêkirina hebûna xwe venexwara ji ew kesên ku, navê me hilbidaya -ku dijmin bûya jî wê tutişt ferq nekira- û me yê bi serbilindî deqa xwîna xwe li eniya dijminê xwe jî bixista. Belkî jî navê me giran bû û tu zimanan nikarîbû ew hilgirta. Me tucarî weke netewe wext di kefa destê xwe de nefirkandibû, weke gelek tiştî em di hunerê de jî virnî mabûn û ev diyarde weke kêrekê hişê me diêşand, diçirand. Ev diyarde, weke zarokekî/e hê kamil nebûbû û rolên mezinan lê hatibe barkirin bû, ji lewre carinan mîsyon ji bin ve velişî dima...

PÊŞGOTIN

Ji ber ku em di pêşketina demê de awiqî mabûn, em mecbûr man ku, berhemên 40-50 salî weke klasîk bi nav bikin; weke Xatê Xanimê a em niha wê weke klasîk bi nav dikin.

Binavkirin, a rast em di koplîkasyoneke binavkirinê de emirqutî bûn, mîrkutê demê ruhê me dikuta û hey dikuta, lê, ji bo kêlîkê be jî, ji navê me tu form nedifesilî. Sedema vê bênavbûnê; janên me ji bo me ne hêjayî pênc qurişan bû; di demê de me bi qasî pênc qurişan xatir nedabû janên xwe û em bê nav li bin guhê dîwaran ketibûn. Me navên hev xera dikirin, weke semiyolojîk (nîşanzanî) tu nîşanan jî, di mejiyê me de birûskên navan venedidan. Ev bênavbûn bi xwe re bêwatebûnek jî diajot ber lûla tifingê. Her navê diteqiya kaosa wateya jiyanê tev li hevtir dikir. Me weke derman kêr dieciband û her me weke derman kêr dieciband, navê tiştekî zelal dibû, navê tiştekî bi mahne dibû, ew xwîn bû.

Ji ber ku me navê xwe û navê hev xera dikir, tukesî û tu civakan navê me hilnedida. Me yê av li serjêkirina hebûna xwe venexwara ji ew kesên ku, navê me hilbidaya -ku dijmin bûya jî wê tutişt ferq nekira- û me yê bi serbilindî deqa xwîna xwe li eniya dijminê xwe jî bixista. Belkî jî navê me giran bû û tu zimanan nikarîbû ew hilgirta. Me tucarî weke netewe wext di kefa destê xwe de nefirkandibû, weke gelek tiştî em di hunerê de jî virnî mabûn û ev diyarde weke kêrekê hişê me diêşand, diçirand. Ev diyarde, weke zarokekî/e hê kamil nebûbû û rolên mezinan lê hatibe barkirin bû, ji lewre carinan mîsyon ji bin ve velişî dima.

Edebiyatvanên nûjen bavê xwe yê edebî nedieciband. Me ne bavê xwe dieciband û me ne li bavê xwe zêde dikir. Me bi nav dikir, yek bi yek, herf bi herf navên ji bêwatebûnê kufnikgirtî.

Tu çare tune bû edî me yê berhemên 40-50 salî weke klasîk bi nav bikirna. Û me baş dizanîbû ku, xelkê jî berhemên 400¬500 salî yên weke Don Kîşot weke klasîk bi nav dikir. Xuya bû ku ji her halî hibra me virnî mabû.
Edebiyata (wêjeya) modern a her welatî li gorî, ronîkirina klasîkên xwe cihoka ziman, tevn, teknîk û hêmaya xwe dike lehî an jî dimiçiqîne.

Ji bo wêjeya modern, tekstên ewil pirr bixatir in. Ji ber rewşa wan a dokumanterî, danberhevdeyî, destnîşankirina guherîna zimanî, fahmkirin û ji hev veçirandina qonaxên edebî, tahlîlkirina jiyana mirovî û civakî... Xatê Xanim, yek ji wan tekstên ewil a bi forma romanê hatiye nivîsandin e. Weke klasîk tê binavkirin.

Romana Eliyê Evdilrahmên a ewil Xatê Xanim, li gor hinek hîpotezên edebî; di Kurmancî de jî romana ewil tê binavkirin; ji ber ku Şivanê Kurd a Ereb Şêmo, ewil bi Kurmancî tê nivîsandin lê bi Kurmancî nayê weşandin; werdigere Rûsî û di 1935an de li Tiflîsê tê çapkirin. Dû re ji alî Bazil Nikitin ve werdigere Frensewî û ji Frensewî jî nivîskar Nûredîn Zaza wê werdigerîne Kurmancî; ango Şivanê Kurd a Ereb Şêmo ya em wê dixwînin wergera wergerê ye û li gorî heman hîpotezê teksta romana Şivanê Kurd a orjînal, ne li holê an jî wenda ye. Ku ev hîpotez ne rast be jî, di her hal û karî de Xatê Xanima Eliyê Evdilrehmên di romana Kurmancî de, romana duyem e.

Îro gava em roman û çîrokên modern ên bi Kurdî dixwînin, em dibînin ku gelek ji wan ne bi herikbariya xwe, ne bi vegotin û ne jî bi lîrîzma xwe, xwe nikarin bigihînin nûjeniya Xatê Xanimê ya Eliyê Ebdilrehmên.
Mêrikek rabûye 45 sal berê bê derfet, bê cih û war, serî nizane li ser kîjan kevirî romanekê ava dike û bi ser dikeve.

Berhemên klasîk li gel doneyên sosyopsîkolojîk, sincî û dîrokî, doneyên hermenotîk (nivîsşîrove) jî pêşkêşî xwendevanên xwe dikin. Di Xatê Xanimê de, em dikarin pêrgî van doneyan (danan) gişan werin.
Di Xatê Xanimê ya Eliyê Ebdilrehmên de, rehwanî, herikbarî û hostetiyeke vegotina hunerî berbiçav e; herweha divê em epîzma vê berhemê jî ji bîr nekin.

Di karektera pîrekeke Kurd a serekeşîr de -ku guhertin û balkêşiyeke hêjayî pesinandinê ye ji ber ku lehenga xwe femînen hilbijartiye- têkiliyên eşîrên Kurdan û otorîteya desthilatdar a Tirkan, di dîroka nêzîk de bi livandin, fikirandin û xeyalkirinên wê demê, bi zimanekî fesîh û bûyereke herikbar pêşkêşî hişê me dike.

Her çend xusûsiyetên klasîk lê nefesilin û em mecbûr dimînin vê berhemê weke klasîk bi nav bikin jî, divê em ji bîr nekin ku, ew jî ji bo me, me bi nav dike.

Belkî: 5
Rêza Wêjeyê: 5

Xatê Xanim- Eliyê Ebdilrahman

Ji Herfên Kirîlî: Mîdiya Têmûr û Dîdara Têmûr
Redaktorê Traskrîpsiyonê: Têmûrê Xelîl

Edîtor: Rênas Jiyan
Redaksiyon: Israfîl Bilbil
Şêwirmendê Hunerî: Serkaft Botan
Mîzanpaj: Zülküf Altındağ
Pêşnûmaya Bergê: Asya Genim
Çapa Yekem: 1959 Yêrîwan, Weşanxaneya
Haypêthratê

Çapa Duyem: Kewçêr 2004, Stenbol
Çapxane: Kayhan Matbaası
Belkî Basın Yayın Dağıtım
Kooperatifler Mah. Tren Yolu sk. Bağıran Apt.
No: 1 Yenişehir / Diyarbakır

Tel&Fax: (0412) 224 47 72
e-mail: genim@mynet.com
e-mail: weshanenbelkiye@mynet.com
ISBN: 975-92180-4-6


Eliyê Ebdilrehman di 1920î de, li navçeyeke Wanê çêdibe. Di 1926an de, ji ber zordestiyê, bi 450 malbatên eşîra Birûkan re mihacirî Kafkasyayê, hêla Şewlikê ya di bin rêveberiya Sowyetê de ye dibe. Di 1937an de li Zanîngeha Yêrîwanê Beşa Mamostetiyê diqedîne. Afirandinên xwe yên wê demê; di rojnameya Riya Tezeyê de diweşîne. Di nav refên Artêşa Sor de beşdarî Herba Cihanê ya Duyem dibe. Piştî herbê, di 1949an de, li Estîtuya Bakuyê beşa pedagojiyê diqedîne. Di heman salê de li navçeya Bazargeçerê serektiya para Xwendina Gêl dike. Di 1953yan de li Rewanê, di Wezareta Ronkayê de dibe enspektorê (mufettiş) dibistanên Kurdî û Azerî. Ji sala 1955an heta mirina xwe, 11ê Adarê 1994an weke redaktor di rojnameya Riya Tezeyê de dixebite.

Pirtûkên wî yên din:
-Dê (Serpêhatî, Helbest, 1958)
-Hişyarbûn (Serpêhatî-Helbest, 1959, Baku)
-Gundê Mêrxasan (Serpêhatî, 1968)
-Gulistan (Helbest, 1974, Rewan)
-Hebandin (Serpêhatî-Helbest, 1974, Baku)
-Bîranîn (1979)
-Hesreta Min (Helbest, 1984)
-Şer Di Çiyê De (Roman-1989)
-Murtule Beg (Roman, Çapbûna wê ne diyar e)

PDF
Destûra daxistina; vê berhêmê nîne.


Weqfa-Enstîtuya kurdî ya Parîsê © 2024
PIRTÛKXANE
Agahiyên bikêr
Agahiyên Hiqûqî
PROJE
Dîrok & agahî
Hevpar
LÎSTE
Mijar
Nivîskar
Weşan
Ziman
Kovar