Pan Di van rojên dawî de ez li ser roja ebedî ya havîna Nordlandê ponijîm û ponijîm. Ez li vir rûniştime û li ser holika ku ez tê de dijîm û li ser daristana li paş holikê diramim û min xwe daye nivîsandina li ser wê, tenê ji bo xatirê gêwlê xwe û ji bo kurtkirina demê. Dem li ber xwe dide, weku ez dixwazim zû bi zû derbas nabe, tevî ku ne xema min e û ez jîyana herî bi kêfjî dijîm. Ez bi hertiştî bi têkûziyê razî me û sî salên min tu sal nînin. Çend roj berê min ji devereke dûr cotek perikên çûkan girtin, ji keseke ku ne pêwîst bû wan bişîne; tenê du perikên kesk li pelê kaxezeke tackirî ya posteyê pêçandî û bi mohreke girtî. Dîtina du perikên kesk ên weha ehrîmanî ez kêfxweş kirim. Wekî din tu tiştê ku min biêşine nîne, ji bilî werma ku carnan di lingê min ê çepê de peyda dibe. Ew piştî birîna derbeke kevn, ku ev demeke dirêj e baş bûye, çêbûbû. Di van rojên dawî de ez li ser roja ebedî ya havîna Nordlandê ponijîm û ponijîm. Ez li vir rûniştime û li ser holika ku ez tê de dijîm û li ser daristana li paş holikê diramim û min xwe daye nivîsandina li ser wê, tenê ji bo xatirê gêwlê xwe û ji bo kurtkirina demê. Dem li ber xwe dide, weku ez dixwazim zû bi zû derbas nabe, tevî ku ne xema min e û ez jîyana herî bi kêfjî dijîm. Ez bi hertiştî bi têkûziyê razî me û sî salên min tu sal nînin. Çend roj berê min ji devereke dûr cotek perikên çûkan girtin, ji keseke ku ne pêwîst bû wan bişîne; tenê du perikên kesk li pelê kaxezeke tackirî ya posteyê pêçandî û bi mohreke girtî. Dîtina du perikên kesk ên weha ehrîmanî ez kêfxweş kirim. Wekî din tu tiştê ku min biêşine nîne, ji bilî werma ku carnan di lingê min ê çepê de peyda dibe. Ew piştî birîna derbeke kevn, ku ev demeke dirêj e baş bûye, çêbûbû. Tê bîra min ku du sal berê dem zûtir derbas dibû, bê berhevdaniyê ji niha bezatir; berî ku ez pê bihesim , havînek derbas bûbû. Du sal berê bû, di 1855an de, ji bo xatirê kêfxweşkirina xwe, ez dixwazim li ser wê binivîsim, ku hingê tiştek li min qewimî an jî min xewna wî dît. Niha min gelek tiştên ku bi van serboriyan ve girêdayi ne, ji bîr kirine, ji lewre ez ji wê demê vir de tew li ser wan ranawestim; lê tê bîra min şev gelekî ronî û vekirî bûn. Gelek tişt jî ji min re wek lihevgeryayî û aloz bûn: Sal hê jî xwedî dozdeh mehan bû, lê şev bû roj û li esman tu stêrkek ku bihata dîtin tunebû. Û xelkê ku ez pêrgî wan bûm seyr û xweser bûn û xwezaya wan ji xelkê ku min ji berê ve nas dikir cudatir bû. Carinan şevek tenê dikaribû ew ji dema zaroktiyê bigîhandina
Knut Hamsun Knut Hamsun Pan Roman
Wergerandina ji Norwejî: Memo Darêz apec förlag
1998, Stockholm
Pan av Knut Hamsun Från norska till kurdiska: Memo Darêz
ISBN: 91-89014-37-5
Apec förlag
Knut Hamsun, di 4'ê tebaxa 1859’an de, li bajarê Lomê tê dunyayê. Dema ku malbata wî koç dike Bakurê Norwecê, ew hê 4 salî ye. Ji ber neçartiya malbatê. ew li ba apê xwe mezin dibe. Sala 1888’ê demeke nû ye ji bo Knut Hamsun. Romana wî ya bi navê Birçî di vê salê de derdikeve û di dinya lîteratûrê de dengekî nûjen derdixe. Piştî vê di demeke kurt de romanên Nepenî û Pan derdikevin. Di sala 1898’ê de Vîktoriya derdikeve. Di 1920’î de bi romana Markens Grode Knut Hamsun xelata lîteraturê digire. Îcar jîyaneke nû heye, ew mirovên kûvî yên daristanan, motîvên romantîka mezin ên mirovê xwezayê di şiklên nû de ne. Knut Hamsun hetanî mirina xwe (1952) jî li nêzikî bajarê Grîmstadê, dijî. Di vê romanê de jî Knut Hamsun bi şêweyekî hestdar hewl dide ku peywendîyên di navbera mirov û xweristê de û rota xweristê di peydakirina çareseriyan de bo asteng û têkçûnên derûnî yên mirovan ronî bike.
PDF
Destûra daxistina; vê berhêmê nîne.
|