Pirtûkxaneya dîjîtal a kurdî (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Şerefa wendabûyî ya Katharina Blum


Nivîskar : Heinrich Böll
Weşan : Nûdem Tarîx & Cîh : 1997, Stockholm
Pêşgotin : Şahînê Bekirê SoreklîRûpel : 141
Wergêr : Şahînê Bekirê SoreklîISBN : 91-88592-29-4
Ziman : KurdîEbad : 120x195 mm
Hejmara FIKP : Liv. Kl. 3704Mijar : Wêje

Şerefa wendabûyî ya Katharina Blum

Şerefa wendabûyî ya Katharina Blum

Weşanxaneya me vê berhema hêja bi wergera Şahînê Bekirê Soreklî bi serbilindî pêşkêşî xwendevanên kurd dike.

Weşanên Nûdem

Pêşgotina Wergêr

Heinrich Böll (Heynrîş Bôll tê xwendin) di sala 1917’an de li bajarê Kölnê hatiye dinyayê. Li dû kutakirina lîseyê ew di firoşgeheke pirtûkan de dest bi kar dike û dû re salên şerê cîhanî yê 2'em bi tevahî di leşgeriyê de derbas dike. Nivîskariya wî li dû kutabûna şer dest pê dike û kurteçîrokên wî yên destpêkê, wek Trên di demê de gihîşt û Lê tu li ku bûyî, Adem, xwe bi rewşa belengaziyê û dijwariyê ve peywendîgir dikin ku almaniyan li dû şer xwe tê de dîtin. Kurteçîrokên wî li dij şer in, wê xwebêjê didin ku şerê di navhera merovan de ji mirin û belengazî û xemgîniyê pê ve tiştekî nayne holê. Ew bizavê dike ji almanan re bibêje: Navêt fersend careke din bête dayîn ku partiyeke wek ya nazî û kesekî wek Hitler li Almanya bêyên ser karbidestiyê.

Böll yek ji hîmdarên kurteçîroka almanî ya nûjen e, hejmareke ji berhemên nerxbilind li dû xwe hîştine û yek ji wan Şerefa wendabûyî ya Katharina Blum e.

Bi taybetî di salên dawîn yên jiyana xwe de, Böll wek piştgirekî azadiyê û mafên merovan li tevahiya cîhanê deng dide. Ew ji haliyê rêxistin û dezgehên welatên cuda de tête vexwendin, wek serokê rêxistina navneteweyî ya nivîskaran, PEN, tête helbijartin û di sala 1972'an de Xelata Nobel ya edebiyatê ji bo wî tête pêşkêşkirin. Li dû jiyaneke bi xebat û fîdakariyê dagirtî, Böll di sala 1987’an de ji cîhanê koç dike.

Romana Şerefa wendabûyî ya Katharina Blum (Katarîna Blûm tê xwendin) di sala 1975’an de hatiye nivîsandin. Bêyî çi guman, bi nivîsandina vê romanê Böll mebesteke siyasî heye, bi hêviya ku kelkê bigihîne civatê. Ew ji rojnameyên şêwenizim û bikarhanîna zorê, herweha ji metodên dewletê yên ne di cîh de, razî nîne û dixwaze haya xwendevên bikişîne ser van pirsan, bi taybetî ser wê yekê ku çawa metodên şaş û xar û rojnamevaniya bênerx dikarin bibin sedema bikarhanîna zorê. Katharina Blum ya ku di jiyana xwe de çi caran zor bi kar nehaniye bi encama van metod û kirinên ne di cîh de dibe kujer. Mixabin, stîlê Böll bi kar tîne ne yekî hêsan e, ew bûyerên serpêhatiyê geh wek rapor, geh wek nûçe û geh wek çîrok pêşkêş dike; herweha axiftina rasterast û nerasterast bi kar tîne. Hindek hevokên latin bikarhanîn bêtir ji rûpelekê tiji dikin bêyî ku nuxte(.) bête bikarhanîn. Dema min di sala 1987'an de roman ji almanî wergerand kurdî, min hevok kurt nekirin û hewl da ji stîla hatî bikarhanîn bi dûr nekevim. Hindek hevalên li berhemê niherîbûn, wek Hesenê Metê, ji min re behsa dirêjbûna hevokine kirin ku têgihîştina wan carine zor dibe. Ji ber vê yekê, min ew di 1996’an de ji nû ve nivîsand. Cîhê gotinê ye ku têgihîştina beşine romanê di orijînala bi almanî, herweha wergerandina îngilizî de jî ne hêsan e. Romanên wek vê bêtir ji haliyê "întelektuelan" û xwendevanên şaxên edebiyatê de têyên xwendin. Hêvîdar im xwendevanê kurdî têgihîştina wê dijwar nebîne. Ya rast ew e ku min dil nebû wergera kurdî hîn bêtir hêsan bikim çimkî tiştekî visa dikare bandoreke ne baş li nerxê edebî yê berhemê bike.

Bêguman, gellekî baştir e ku tişt di katê de bêyên kirin. Roman xwe bi bûyerên li Almanya di salên 70'yan de diqewimîn ve peywendîgir dike û ew ê bi kelktir bûya eger wergera kurdî di wê demê de hatibûya weşandin lê mixabin wisa nebû. Di wan salan de, bi armanca şerê li dij terorîzmê" û rêxistinên wek ya Bader Meinhof, qanûnên taybetî dihatin bikarhanîn û polîs dikaribû têkeve hundir malên kesên ku guman di derheqê wan de li holê hebû. Çapemeniya Almanya, bi taybetî rojnameyeke ku Böll li vir wek Die Zeitung (Rojname) bi nav dike xwe bi pirsa "şerê li dij terorîzmê" ve peywendîgir dikir. Rojnameyên şêwenizim li serên kesên wek "sempatîzan," yanê piştgirên rêxistinên çep yên milîtan, dihatinî binavkirin dibûn bela. Ev berhema Böll xwe bi vê pirsê ve mijûl dike. Wek li jor hat diyarkirin, wergera kurdî berî neh salan amade bû û divabû ji aliyê Enstîtuya Kurdî ya li Almanya de hatibûya weşandin, ya rast, Enstîtuyê tika kiribû ku ez bi vî karî rabim lê ev çîrokeke bi serê xwe ye û cîhê xwe ne li vir e. Min dil heye li vir spasiya Firat Cewerî bikim ku weşandina vê berhemê bi rêya Weşanên Nûdem pêkan kir, herweha Hesenê Metê ji bo pêşniyariyên wî yên berî çend salan. Li gel derengmayînê jî, tiştê ku Böll dixwaze bibêje hîn îroj jî ji bo Almanya û gellek welatên din pirseke aktuel e.

Ji bo hêsankirina têgihîştina romanê, min dil heye di destpêkê de navên hin kesên di romanê de xwedan rol in binivîsînim da ku xwendevan bikaribe li wan vegere, eger hewcedarî hebû:

Katharina Blum (Katarîna Blûm): Bokeya serpêhatiyê.
Dr. Hubert Blorna (Hûbirt Blorna): Abûkatekî pîşesaziyê; Katharina di mala wî de wek malxevan kar dike.
Trude Blorna (Trûdê Blorna): Jina Dr.Hubert Blorna. Hach (Hax): Abûkatê Giştî û dostekî Blorna.
Erwin Beizmenne (Êrvîn Baytsmênnê): Mamûrekî polîs'î şûnbilind (serek-komîsarê cînayî).
Walter Moeding (Valter Môdîng): Alîkarê Beizmenne; mamûrekî polîs.
Ludwig Götten (Lûdvîg Gôttin): Xortekî ku polîs li dû ye, Katharina di mala meriyeke xwe de rastê tê, jê hez dike û şevekê li gel derbas dike.
Werner Tötges (Vêrner Tôtgis): Rojnamevanekî Rojname'yê ku roleke mezin di herimandina jiyana Katharina de dilîze û ji haliyê wê de tê kujtin.
Alfred Schönner (Alfrêd Şônner): Wênekêşekî Rojnamê'yê yê ku bi şêweyeke nezelal tê kujtin.
Karl (Karl): Dû re diyar dibe ku endamekî hêza polîs e.
Else Woltersheim (Êlzê Volterzhaym): Merî û hevaleke Katharina.
Konrad Beiters (Konrad Bayterz): Hevalê Else Woltersheim.
Jin û mêr Hiepertz (Hêpêrts): Katharina carine di mala wan de kar dike.
Pletzer (Plêtser): Endameke hêza polîs.
Kurt (Kûrt): Brayê Katharina.
Wilhelm Brettloh (Vîlhelm Brêttloh): Mêrê Katharina yê hatî berdan.
Dr.Fehnern (Fênern): Katharina di navbera 1968’an û 1969’an de li nik wî di kar de bûye.
Alois Sträubleder (A. Ştroyblêder): Kesekî navdar û dewlemend ku dosetekî Blorna ye û li vir wek "mîrzamêvan" tête binavkirin.
Lüding (Lûding): Merovekî şûnbilind û dewlemend. Blorna di şirketa wî û Sträubleder de kar dike.
Hertha Scheumel (Hêrta Şoymil) û Claudia Stern (Klodya Ştêrn): Keçikên ku Götting û Karl li gel xwe tînin civîna dansê.

Şahînê B.Soreklî
Sydney: 15/7/1996

Heinrich Böll

Şerefa wendabûyî ya Katharina Blum
Yan: Çawa bikaranîn zorê tête holê
û çi encaman bi xwe re tîne

Wergera ji almanî: Şahînê Bekirê Soreklî

Nûdem

Weşanên Nûdem: 29
Şerefa wendabûyî ya Katharina Blum
Çapa Yekem: Stockholm 1997

Orjînala pirtûkê: Die verlorene Ehre der Katharina Blum
oder: Wie Gewalt entstehen und wohin sie führen kann
Erzählung (Köln 1974)

© Weşanên Nûdem
Pergala bergê û rûpelan: Nûdem
Wêneya bergê: Anna Ancher (1859-1935),
Young girl in front of a mirror, 40,1 x 32,7 cm., 1899.
ISBN: 91 88592-29 4

Navnîşan: Termov. 52
176 77 Järfälla-Sweden
Tel û faks: 8-583 564 68

Bêî destûra weşanên Nûdemê, jinûveçapkirin,
an jî di kovar û rojnameyan de weşandin qedexe ye


Heinrich Böll di sala 1917'an de li Kölnê hatiye dinyayê. Ew piştî şerê cihanê yê duwemîn, bi berhemên xwe  Trên di demê de gihîşt, Lê tu li ku bû yî û Adem mina nivîskar navê xwe dide bihîstin. Ew berhemên xwe bi belengazî û kambaxiya piştî şer dihûne; ji bo mirovatiyê li çirûskeke hêvî û aştiyê digere.

Böllê ku demekê serokatiya giştî ya PENê ji kiriye, di sala 1972'an de layiqî xelata Nobelê ya edebiyatê hatiye dîtin. Gava ew di sala 1987'an de wefat dike, ew mîna aktîvîstekî aştîxwaz gelek berhemên hêja li dû xwe dihêle. Şerefa wendabûyî ya Katharina Blum, ku wergeriyaye gelek zimanên cihanê, ji aliyê ziman, form ù naverokê ve yek ji berhemên Böll ya herî serketî tête dîtin.



Weqfa-Enstîtuya kurdî ya Parîsê © 2024
PIRTÛKXANE
Agahiyên bikêr
Agahiyên Hiqûqî
PROJE
Dîrok & agahî
Hevpar
LÎSTE
Mijar
Nivîskar
Weşan
Ziman
Kovar