Pirtûkxaneya dîjîtal a kurdî (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Dîtin û Bîrhatinên Min - I


Weşan : Emîral Tarîx & Cîh : 1993, Beyrût
Pêşgotin : Rûpel : 500
Wergêr : ISBN :
Ziman : KurdîEbad : 135x195 mm
Hejmara FIKP : Liv. Kl. His. Dit. 378Mijar : Bîranîn

Dîtin û Bîrhatinên Min - I

Dîtin û Bîrhatinên Min - I

Hesen Hişyar Serdî

Emîral

Ev celeb ji toreyê, danandineke birhanin û maldar e. Rewşenbîriya xwendevan, berfireh û bi cî dike. Toreyekî ji serpehatiyên jiyanê pir giranbiha ye. Bi awayeki pêjirandî û jîwerî xwendevanê xwe diguhezîne koç, bûyer û cihaneke ku ewi bi çavê serê xwe neditiye. wî agahdari gelek tiştên nû dike. Xwendevanên xoşewîst: Ev bîrhatinên di nav destên we de, havil û berhemên têkoşin û xebata şoreşger û têkoşerê hêja H. Hişyar e, ku di şoreşa Şêx Seîd û raperîna Agirî de beşdar bû, û bi şêweyeki karîgir cî girti bû. Bûyerên vê birhatinê, nivîskar ji biçûkatiya xwe û gerdiş, danûstendin, serhawe û berhawên kurdan destpêdike. Bi nerinek diroki, ramyari, abûrî û toreyi rewşa gelê kurd û welatê kurdistan berbiçav dike. Li hêlekê mêraniya vî miletê «bextereş» diyar dike. Ê nav û nîşanên gelek ji şervanên leheng bi cî û war dike. Li hêlekê din jî, bêrûmetî û xinizbûna hin serekên êl û eşiran diyar dike. Bi dûrbineke hûr û zelal, sedemên her serpêhatî û bûyerekê dîtî û jiyayî, bi nav û nîşan rave dike. Çi peymanên diwêli û xapandina kurd; perçekirina Kurdistan û sînorên çêkirî; xinizî û dijmintiya (axa, beg û şêx) an û setem û zordestiya dijminê hov û çi nepejandina nîrên şoreşê (1925) ên derva û hundir?!!... Ji ber van mijadên pêwîst, em dikarin bêjin ev birhatin belgeyeke dîrokî pir giring e, ku her xwendevanek wê bixwîne, û ji serpêhatiyên wê sûd û kêrekê bibîne.


 


Hesen Hişyar, di sala 1907an de li gunde Serdê -di navbera Hênê û Licê de- ye hatiye dinê. Di nav salên 1920 an de bi tevgera kurd re dikeve danûstendinê. Li herêma Farqinê xebata ramyari dike. Têkiliya Ihsan Nurî pașa bi navçeyên Licê û Hênê pêk tîne. Di liberxwedana netewî ya sala 1925an (şêx Seîd Pîran) de bi șêweyekî kariger cî digre. Pişti şikestina liberxwedanê birindar tê girtin. Di dadgehê de tê arihkirin (pêșî ferweri bi darvekirinê didin). Lê ji ber biçûkiya temenê wî darvekirinê dikin 15 sal heps. Piștî bûriya giștî ya 1928an ji girtigehê derdikeve, diçe Diyarbekirê, û dikeve karê dewletê dibe kargêr û rêveberê cergeya tabûya Qulpê. Liberxwedana Agirî destpêkir. H. Hișyar xwe digihîne Agirî û di liberxwedanê de wekî șervanekî cî digre. Piştî têkçûna liberxwedana Agiri li gel Ihsan Nûrî pașa derbasî Îranê dibe. Di sala 1934 an de tê sûriyê û li Kurdistana Sûriyê (cizîrê) cîwar dibe. Hesen Hiyyar. ne tenê șervan û miletperwer bû; belê nivîskar, helbestvan û dirokvanekî navdar bû. Bi sê zimanan (Erebi, Farisi û Turki) dizani bû. pêvî zimanê bavûkalan û zaravayên kurdî. Nivîskarê her sê kovarên navdar (Hawar, Ronahî û Roja nû) bû. Di navhera salên 1953 - 1957 an de têkili û danûstendina wî bi kovara Wicdan û Huriyet re bû. Di sala I957an de «Komela zanistî û alikariya kurd» bi destê wî û çend rewşenbirên kurd hatiye damezirandin. Di sala 1966 an de wî bi tena xwe kovara Agahî derxist. hejmarên vê kovarê gihane nozde hejmaran. Hesenê kurd . Hiyyar di 14 - îlon - 1985an de çû ser dilovaniya Xwedê.

 

 


Naverok


Pêşgotin

Birê Yekan: / 5
Jêderê jîna min kurdistan. bi cemalek fîzîkî ve! / 17
Di bin sîdarî û çar sînorên diwêlî de giriftare!

Birê Dıdıwan:
Kurdên Lema Arî, jêderê pêşketina cîhan in / 79
Birê Sisiyan:
Cenga cîhanê li Erdê Kurdistanê, Leşkerên Kurd li meydanê / 146
Rûsya di vegirtina çar wîlayetan de / 169
Siyaseta Ingilîz, Firensa û peymana lozan / 177
Sitemkariya Ingilîzê empiryalî li Kurdên îraqê / 186
Çûna min a eskerî û Destpêka feiaketan / 203

Birê Çaran:
Di dawiya cenga cîhana pêşî de rewşa Turk û behlewaniya Kemal / 213
Di 27 Tebax 1922 de kongirêsa Modanya / 221
Mufetişê umûmî Abdîn uzmen / 231

Birê Pêncan:
Ji sazmana Erzerum bi doza mafê kurd Rabûna şoreşa Şêx Seîd efendî / 239
Çima berî progirama biryar dayî şoreş çêbû?! / 245
Kongirisa çiyayê Çanê / 251

Birê Şeşan:
Dest pêka şoreşa Şêx Seîd / 259
Emeliyatên her pênc eniyan / 262
Hatina Qolorduya nehan ji Anedola heştan ji Erzerum / 282
Ji wan çetan pêve sê Qolordû di meydana şer de / 285
Simiko û Turk di komîdyak diramî de / 299
Piştî berdana eniya Turk di qetil’ama Kurd de / 303

Birê Heftan:
Şoreş di cenga Kumandosî de / 313
Di jênosîta kurd de mentîqe qumandan / 327
Mentîqe qumandanê Hênê Elî Barûn / 332

Birê Heştan:
Qesabxana îdam û nefî bi navê Istiqlal mehkemesî / 337
Di wê mehkema Idama wan de tiştên kes nedî çêbûn / 353
Ji Dyarbekir çûna Xarpêt an roja mehşerê? / 362

Birê Nehan:
Dijwariya rê û nefîya Anadolê. / 389
Li hepisxana Nigde / 396
Birê Dehan:
Vegera min ji Nigde ber bi welat / 412
Ber bi kavilên xirabe nav koma sêwiyan / 427

Birê Yanzdan:
Şoreşgeriya didiwan û derketina ji welat / 441
Şoreşa ARARAT di sazmanek cengdarî de / 446
Pêçana sînorên diwelî li şoreşê / 451
Ji Ararat û îran dîsa vegera welat / 456
Xewnên şevê ku pê nebawer çewa wergeriyane rastî? / 478
Encamî û kurtiya têde ê nivîsarê / 490
Danezanek ji fermandarê şoreşa şêx seîd efendî re / 494


PÊŞGOTIN


Jêderê Tevaya Zendegî Zeman û Mekan in

Belê, jêderê mekan zeman e, lê jêderê insan mekan e, dema em ji van bîrhatî an tarîxê salix vedidin, hingê ji buyer û serpêhatîyên zeman û mekan dipeyivin, lewre her têkilîyên me bi zeman û mekan ve girêdayî û jê ne, lê zeman li ser her madde -ên gerim û bi tevger tevan sîdar e, heya madde -ên sar û bê tevher jî tev de dibin sîya zeman de hatine peyda û ji awakî wergerîyane awakî dîtir di qûnaxên zeman de her berapêş hatine û tên, ligor zanistîya (1) baylojya tarîx û tetewir, bi dirêjahîya heqbên zemanên bûrî yên gelek dûr, insan bi kom û kewte -ên ji hev birbûyî belawela di zemîn de cî girtine.ew kom diwî wargehî de bi navek nejadî hatine naskirin û ketine ber mirêka tarîxê, jiber wê çendê ji peyda insan ve heya ku wan koman navek nejadî bixwe girtine û tê de mayinde ne, ew merheleyên gotî tevde bi zeman û mekan ve girêdayî ne, lewre tê gotin: hêzdarîya zeman ji mekan mezintirre.

Belê, eger me got: ji sazmanek jixweve (2) pêk în û jêderê (3) tevaya zendegî (4) Ji (Husun û hub) hatine peyda, dîsa jêderê her dûyan berî mekan zeman e, ew kokên çare-kîn (5) dîsa diwê lewleba zeman de pêk hatî û jê ne, hêj dûrtir û rohnîtir divî awirê felsefa felekî de, divê em zanibin ku bê hêzdarîya zeman, tevaya hebûnên ku hatine pedya wek: tevaya zemînan bi roj û tê de-ên xwe ve, valahîya jor zemîn jêr û dor zemîn, ji vî zemînî pêve her zemînên rojên dîtir bi hebûnên xwe-ên sar û gerim, tevger, ruhnî û tarî tiştek bê hêzdarîya zeman ne hatine peyda û nayên, dema em ji vî qaîdeê bingehî (6) dûrkevin û zeman ji madde re nekin jêder, hingê bê guman em ê nikaribin di qiyasên hendese, riyazîyat, felekî û fîzyayî û pirtikên (7) atomî de jî nisbetek îlmî bigrin, ew nisbet pîvan û rê zanên ku nûderên teknilojya ên pêşketî jê pêktên.

Dema em li van awiran kûr dakevin, hingê emê ji xwe bipirsin û bêjin: dema em zemanê şev û rojên vê istêrka lê jiyîndar li bîst û çar saetan lêkve bikin, emê bibînin û pê agah bibin bê çima bi me re saetên xweş û geş kin û saetên giriftarî û dijwarî dirêj xuya dikin tevî ku di wan ne wek hevîyên jiyînê û dîtina me de ew saet û zeman her yek in, lewre di wan zemanên gotî de kin bûn dirêj bûna saetê her yeke, hingê emê qenc zanibin ku ew ne wek hevî di nefsa me de welê xuya kirîye ne di zeman de, bi van agahîyan me naskir ku di derya bayî û valahî yê de em çewa di nav perda zeman de pêçandî di ronahî û tarîya hember rojê de bê daxwaz li zozan û payiza umir koçe rin.

Her wekî dema em ji sazmanek ji xwe ve dipeyîvin û dikin jêderê madde, ew jêder dîsa zeman e, jiber ku zeman û fîzikî ji hev in û ji hev der in, wek: made û hereke ji hev nayên cuda kirin, eger di hin teabîr û tefsîrên îlmîde bi awakî cuda jê behis tê kirin jî lê wek: av û cemed her yek in, di guhartinên sar û gerim de wan du navan bixwe digrin, lê av her madekî bingehî.

Niho divî warî de eger em ji awirên felsefe, sazmana ji xwe ve, fîzya, fîzikî û felekî wergerînin dest pêka bi hevketina zemîn û wan dewrên zeman ji wan re heqbên:
1. (kambirî) ku navê heremek welatê ingilîz e,
2. (silorî) dîsa navê qebaîlek ingilteraye ên ku kevir pelan-dine,
3. (kerbûnî) diwê esra ku komira kevir çêbûye,
4. (bîrmî) heremek li welatê rûsyaye,
5. (dîvonî) dîsa heremek ingilîze, divî heqbî de jiyîn li zemîn çê bûye.

Belê li gor zanistîya jiyolojî li zemîn ev pênc dewrên zeman lêkve dibin, her heqbek ji wan bi sedan û belkî bi hezaran milyûn sal in, heya ku vî gog zemînî ev kirasê axê bi xwe girtîye û tê de av çêbûye, ji teefunê jiyîn hatîye peyda, eger ligor awirên (DARWÎN) insan ji teban an (Meymûn) bi dirêjahîya zeman wergerîyaye kilîşa insanê îro, piştî hingê dîsa zeman bi du heqbên jêr ve lêkve dibe: ku ev herdû heqib dikevin ber mirêka edeba tarîxê wek:
Pişti ku zendegî ketin vê kilîşa kesane bi kewt û komên piranî reng û reweşek (8) civatî di nav wan de pêk hat, hingê di zemîn de hatin bela kirin, wê dewrê jî du heqbên zeman bi xwe girtin wek:

A. Heqbê (Paleolitik) (500) hezar sal berî tarîxê lê pelandina (9) ulemaên Arkeolijî (10) ew zemanê dûr bi tarîxên îro ve dane girêdan, ji insanên wî heqbî re insanên Neanderthal tê gotin, ku ji wan insanan binavê Insanê Cawa (kakotek serî bi dest ketîye, çewa ku (300) hezar sal berî sipdeya (11) tarîx serîkî ji wan insanan li (Pekîn) paytextê (Çînê) hatîye dîtin,

B. Heqbê, Neolıtık, ev jî (50) hezar sal berî tarîx, ji insanên vê dewrê re Insanê Homo Sapiensî tê gotin, ew insan wek: tebaên kovî di jiyîndarîyek hovîtî (12) de bûn, di piyana (13) serê wan de (90) santîm mukeeb mejî hebûn, ji wan herdû bêşên insanên gotî, li kurdistana îraqê (Şikefta Şinder) di destê me de li cildê pêşîn tarixa jêderîya nejadê kurd (14) kakotên serî hene, ji 12000-70,000 sal berî tarîx digirin yanî heqbê paleolitik û neolitik bixwe digre.

Di wî an di wan zemanan de her wekî li jor hate gotin: insan jî wek teba (15) ên kovî di jiyîndarîyek hovîtî de di ser xwe re zeman derbaz kirine, ji wê dewrê re dewra kevirî an jiyîna şikeftan tê gotin, jiyînek zêde dijwar bûye, ji alîkî jiber guhartinên fîzikî û felekî ji milê dî lipê xwarina xwe nêçîra teba û firokan bûn, her çiyayên bi şekeft, daristan û av dikrin wargeh, di wê gerê de ew komên zendegî pêda pêda li zemîn bela bûne, di wan koçên cî guhartinan de, her kom û lekên ji hev re naskirî bi hev re mane, ligor wê jiyînê bi ziman û hin pirsên hindik hev û dû serwext dirkirin, ku dest pêka ziman bûn.

Lê ji cengdarîyên îro hêj dijwartir, di nav wan û tebayên kovî ên dirinde (16) de her şer bûn, herdû alîyan hevdû dikuştin û goştên hev bi xavîtî (17) dixwarin, lê ji ber ku insan li ser du lingan û bi dest û mil xwedî heş û bîr birinê bûn, bi zemanên dirêj ve zora tebayên çar pî birin, nemaze dema ku di pêşketina jiyînê de insan agir bi dest xistin, biwê hêzdarîya agir ji (xetê istiwa û medarê seretan) ber bi bakur hilkişîyan xetê (38-39) çiyanên asê û bi teba, bi bizotên agir şikeft ji tebaên dirinde girtin û tê de bûne wardar, di wir de jî du dewir derbaz kirine ku ji wan re Dewra Hovîtî û Dewra Berberî tê gotin: di dewra berberî de êdî ber bi medenîyet û pêşketina wî zemanî ve gav dane jiyînê, hingê cihan bi navên Arî, Zerî û Samî hatine bir kirin, ji hersîyan Nejadê Arî berî herdûyan gavdane avaniyên gund, bajar û hendesa kelehan, çandinî, xwedî kirina pez, sewal (18) aşên avê çêkirine ku tevde divayên jiyînê bûn, ji wan merheleên gotî pêve êdî bi her tevger û serpêhatîyên xwe ve ketine ber mîrêka tarîxê.

.....

1. Zanist (seqafî)
2. sazmana ji xwe ve (qanûn eltebîe)
3. jêder (mesder menşe)
4. zende (jiyîn)
5. çarekîn (enasirên erbee)
6. bingeh (esas)
7. pirtok (pirtokên nav rojê)
8. rewiş (wezîyet)
9. pelandin (teftîş kirin)
10. arkeolojî (îlmê asar)
11. sipeyde (şefeq)
12. hovîtî (wehşîyet)
13. piyan (tas)
14. teba (heywanê kovî)
15. dirinde (tebayên wek: gur, hirç, ên ku laşê meruv didrînin)
16. xav (ne biraştî)
17. sewal (dewar)


Hesen Hişyar Serdî

Dîtin û Bîrhatinên Min

Emîral


Çapxana Emîral
Dîtin û Bîrhatinên Min
1914 - 1983
Çerme Yekem - 1
Hesen Hişyar Serdî

Mafê Çapê Parastiye
Çapa yekê -1993
Libnan - Beyrût
Çapxana Emîral
2000 -1 -1993

"1907 - 1985
Hatim jiyînê ne Giyam Evînê
Ez çûme ev Kilîşe her dimîne
Bi dîl û jarî va çûme neyînê
Ev e min jiyîn li rûyê zemînê"
Hesen Hişyar Serdî



Weqfa-Enstîtuya kurdî ya Parîsê © 2024
PIRTÛKXANE
Agahiyên bikêr
Agahiyên Hiqûqî
PROJE
Dîrok & agahî
Hevpar
LÎSTE
Mijar
Nivîskar
Weşan
Ziman
Kovar