Pirtûkxaneya dîjîtal a kurdî (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Kurdên Tirkiyê di Dema Herî Nuh da


Nivîskar : M. A. Gasratyan
Weşan : Enstîtuya kurdî ya Brukselê Tarîx & Cîh : 1994, Bruxelles
Pêşgotin : Pervîn CemîlRûpel : 406
Wergêr : Têmûrê XelîlISBN :
Ziman : KurdîEbad : 135x210 mm
Hejmara FIKP : Liv. Kur. Has. Kur. 2886Mijar : Dîrok

Kurdên Tirkiyê di Dema Herî Nuh da

Kurdên Tirkiyê di Dema Herî Nuh da

Manvêl A. Hasratyan

Enstıtuya Kurdî ya Brukselê

Şoreşa Oktobrê ya sosyalîst a mezin di nava dîroka pêşdaçûyîna mirovayiyê da dewraneke nuh vekir, dewrana şoreşên prolêtaryê û azadiya neteweyan, dewrana azakirina gelên welatên kolonîkirî û bindest ji nîrê empêryalîzmê. Wê derbeke zor gihande bingehên empêryalîzmê li koloniyan, gelên Rohilatê yên şûndaketî rakirin şerkariya dijî sermayedaran, bona azadiya xwe.

"Pey hişyarbûna Rohilatê - gotiye V. Î. Lênîn - di nava şoreşa nuh da demeke usa dest pê dibe ku hemû gelên Rohilatê tevî safîkirina bext û nivîsa hemî cihanê dibin, bona nîşan bidin ku ewana ne tenê bona wê yekê ne ku kîsê wana dewlemend be. Gelên Rohilatê bi wê baweriyê hişyar dibin ku usa kar bikin, wekî her milletek keda xwe bike nava safîkirina pirsa di derheqa bext-nivîsa hemî mirovayiyê da" (5. a. 328).

Dewleta Sovyêtî ku bi saya Oktobra Mezin bûye ji rojên jiyana xwe yên pêşîn da polîtîka teribandina planên dewletên empêryalîst


Naverok


Pêşgotin / 3

Beş I. Pirsa Kurdan di dema tevgera Kemaliyan da (1918-1924) / 5

Beş II. Serhildana Kurdan a sala 1925 (serhildana Şêx Seîd) / 63

Beş III. Siyaseta mulayimkirina Kurdan û serhildana Araratê / 127

Beş IV. Xurtkirina siyaseta hincirandina Kurdan di salên 30 da / 191

Beş V. Pirsa Kurdan pey şerrê hemcihanê yê duda ra (194S-1970) / 223

Beş VI. Serhildana Kurdan li Tirkiyê di salên 70 û destpêka 80 da / 295

Paşgotin / 375

Nîşank / 381

Çavkanî / 391


PÊŞGOTIN

Kurdzanê ermenî yê navdar, Manvêl Hasratyan, vê pirtûka giranbuha "Kurdên Tirkiyê di dema herî nuh da” di sala 1990 da bi zimanê rûsî nivîsî. Weşanxana Hayastan jî ew li Erivanê, paytextê Ermenistanê, weşand. Du sal şûn de, di 1992 de, rojnamevan û nivîskarê kurd ê hêja, Tîmûrê Xelîl, ew li Erivanê wergerand kurdî û ji Enstituya me xwest ku wê biweşîne.

Em bi dilxweşiyeke mezin vê pirtûkê diweşînin û hem ji nivîskar û hem ji wergêr re ji bo vê xebata hêja gelek spas dikin, ji bo ku ew ê ev berhem, weka yên din ên hêja, arşîva dîroka kurdî dewlemendtir bike û ji gelê kurd re, îro û sibê jî, gelek bi kêr bê.

Di vê pirtûkê de, M. Hasratyan li dîroka Kurdistana Tirkiyê ya sedsala XXmîn, nemaze li serhildanên 1925, 1930 û 1937, hûr dinêre û piştre tevger û partiyên siyasî yên vê beşa Kurdistanê ji salên 1960 heta îro li ber çavên me radixe.
Ev pirtûk ne bitenê rêzkirina kronolojîk a bûyeran e, lê dîtineke kûr li ser rewşa Kurdistana Tirkiyê û ya dewletên
Rojhilata Nêzîk, taybetiyên partiyên kurdî, aliyên xurt û qels ên tevgera kurdî ... ye.

Rexneke me tenê li vê berhemê heye. Ew jî tehlîla nivîskar a hemî bûyeran li gora marksîzm-lênînîzmê û baweriya wî ya xurt ku siyaseta Yekîtiya Sovyêtî ya bilindtirîn û paqijtirîn li cihanê ye!

Em hêvî dikin ku xwendevanên me vê pirtûka hêja bi hûrî bixwînin û jê gelek kelk (istifade) bigirin.

Pervîn Cemîl



Beș I

Pirsa Kurdan di Dema Tevgera Kemalıyan da
(1918-1924)

1. Oktobra mezin (1 pirsa Kurdan di destpêka tevgera Kemaliyan da


Şoreşa Oktobrê ya sosyalîst a mezin di nava dîroka pêşdaçûyîna mirovayiyê da dewraneke nuh vekir, dewrana şoreşên prolêtaryê û azadiya neteweyan, dewrana azakirina gelên welatên kolonîkirî û bindest ji nîrê empêryalîzmê. Wê derbeke zor gihande bingehên empêryalîzmê li koloniyan, gelên Rohilatê yên şûndaketî rakirin şerkariya dijî sermayedaran, bona azadiya xwe.

"Pey hişyarbûna Rohilatê - gotiye V. Î. Lênîn - di nava şoreşa nuh da demeke usa dest pê dibe ku hemû gelên Rohilatê tevî safîkirina bext û nivîsa hemî cihanê dibin, bona nîşan bidin ku ewana ne tenê bona wê yekê ne ku kîsê wana dewlemend be. Gelên Rohilatê bi wê baweriyê hişyar dibin ku usa kar bikin, wekî her milletek keda xwe bike nava safîkirina pirsa di derheqa bext-nivîsa hemî mirovayiyê da" (5. a. 328).

Dewleta Sovyêtî ku bi saya Oktobra Mezin bûye ji rojên jiyana xwe yên pêşîn da polîtîka teribandina planên dewletên empêryalîst di zevtkirina di hindava gelên Rohilatê da daye derbas kirin. Prensîpên dewleta Sovyêtistanê û hîm di hindava gelên Rohilatê da ji aliyê Lênîn hatine hazir kirin û ji aliyê hukûmeta Sovyêtî di nava jiyanê da têne pêk anîn. Ji bo nimûnê, Biryarnama di derheqa aşîtiyê da, ku li kongrêya Sovyêtê di 2 adar-8 november 1917 da hatiye qebûl kirin, û Gaziya "Ber bi hemû xebatkarên Rûsyayê û Rohilata musulman" ya 3.12.1917 hene...


Manvêl A. Hasratyan

Kurdên Tirkiyê di Dema Herî Nuh da

Enstîtuya Kurdî ya Brukselê

Enstîtuya Kurdî ya Brukselê
Kurdên Tirkiyê di Dema Herî Nuh da
Manvêl A. Hasratyan
Wergerandina Rûsî-Kurdî:
Tîmûrê Xelîl Mûradov

Îlon 1994
D/1994/5799/S

© Enstituya Kurdî Ya Brukselê
4, rue Bonneels — 1040 Bruxelles
Tel. 02/230.89.30
Fax. 02/230.34.02

Çapxane: Acco - Leuven



Weqfa-Enstîtuya kurdî ya Parîsê © 2024
PIRTÛKXANE
Agahiyên bikêr
Agahiyên Hiqûqî
PROJE
Dîrok & agahî
Hevpar
LÎSTE
Mijar
Nivîskar
Weşan
Ziman
Kovar