Pirtûkxaneya dîjîtal a kurdî (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Bi Kurmanciya Gewr


Nivîskar : Rojen BarnasMultimedia
Weşan : FIKP Tarîx & Cîh : 2005, Paris
Pêşgotin : Rojen BarnasMultimediaRûpel : 188
Wergêr : ISBN : 2-908416-19-0
Ziman : KurdîEbad : 142x195 mm
Mijar : Wêje

Bi Kurmanciya Gewr

Bi kurmanciya gewr

Yekem nivîsa vê kitêbê di sala 1979an de çap bûye. Xwerû bi kurmancî, di kovarek tev bi kurdî de, bi kurmanciya gewr !... Di salên ku “oku, okut” slogana sereke bû. Lê di wê slogana bi zimanekî din de, bersîva “çi” bixwînim û “bi kîjan zimanî ?” nebû. Bixwîne, ev dikare bibe destpêkek xweş. “Kurd kî ne ?” Kurd ew kes in ku bi hevûdu re bi kurmancî dipeyivin. Ji taybetiya ziman pêve ji aliyê reng û xetên fîzyonomîk ve tu cihêtiya wan û cîranên wan ji hevûdu tune. Kurdistan perçeaxeke diyar û nediyar e. Nediyar e, ji ber ku li dorûberê wê tixûbek xwezayî mîna derya an rêzeçiyayên Hîmalayê tune. Diyar e, ji ber perçeaxeka yekperçe ye ku xelkê lê bi kurmancî dipeyivin. “... Nîşana cudatiyê ya kurdan ji gelên cîran ew e ku zimanê wan î axaftinê ye. Ew ziman ango kurmancî xwîna wî laşî ye ku jê re kurd tê gotin.

Ku kurmancî nemîne, bibire ew laş jî namîne ku bimîne jî ewê wekî rawirekî nêçîrê ku bi sole an tiştekî dîtir tijekirî yê xemlê bimîne. Ku kurmancî nemîne ewê kurd jî nemînin, ku kurd nemînin dê Kurdistan jî nemîne....

Rojen BARNAS

NAVEROK

Pêşgotin / 7

1. Vexwendin / 9
2. Xwendina bi zimanê kurdî / 11
3. Çend bermayeyên mîtolojîk / 15
4. Di xusûsa ziman de şêla siyasî / 19
5. Di nav çandeya gelêrî de hin hêmanên mîtolojîk / 22
6. Tengasiya me û mefermendî / 28
7. Sergiranî û kêşmekêşî / 31
8. Rastnivîsîna kurdî / 35
9. Li ser Bateyî çend gotin / 41
10. Şairê ronahî û hişyariyê Cegerxwîn / 47
11. Edebiyat û rewşa me ya îroyîn / 77
12. Serbilindiya berxwedan û biserketinê / 95
13. Dêrsim û dersên ji Dêrsimê / 101
14. Rewşa edebiyata kurdî li Ewropayê / 107
15. Mîr Celadet Alî Bedirxan / 117
16. Pêşeroja edebiyata kurdî / 121
17. Gotin û peyivîna bedew: şi’r / 127
18. Îsa fians û rojnameya “Silvan Sesi” / 131
19. Şerefnameya bi kurmancî û bîra me ya milî / 139
20. Yêrêvan xeber dide / 147
21. Qedera kurmanciyê / 157
22. Çend flafliyên ku di kurmancî de tên bikaranîn / 163
23. Edîb Karahan: “Ax gul im... gul im!” / 171
24. Îstiqbal çi ye, pêşeroj an pafleroj e ? / 179
25. Dehsaliya Nûdemê / 183

Pêşgotin

Bi vê berhevokê bend û nivîsarên xwe yên ji 1979 î ta 2001 î yên ku di kovarên cihê cihê de û bi îmzayên min ên cihê cihê hatine wemandin berpêmî we dikim. Ji van hin jê dibe bala herkesî bi eynî meraqê nekiflîne, lê bi qenaeta min heryek cihê cihê û di tenga xwe de hê jî aktuel e.

Hunê bixweynin nexweynin, ewê li xweşa we here neçe; hunê biryara wê bidin, ne ez. Lê bi ya min ne bi tenê li gora şertên wê rojê, li gora şertên niha jî ew hê wek xwe rojane ne.

Ji van bendan dibe ku ya li ser Cegerxwîn û “Edebiyat û Rewşa Me ya Îroyîn” bi hin kesan dirêj bên xuyankirin. Lê min ew bi zanîn kir: Ku meriv bi edebiyata klasîk, bi xisûsiyet û felsefa şa’irên me yên berî Cegerxwîn nizanibe dê meriv nikaribe hêjayî û rûmeta şa’iriya wî bizanibe. Min bi çavê an zihniyeta mamostayê edebiyatê mijarê da ber xwe û bi wî awayî nivîsî. “Edebiyat û Rewşa Me ya Îroyîn” jî bi wî awayî. Ez jê poşman nînim, berevajî bi wê hêviyê me ku ji bona xwendevanên ku hewcedariya wan pê hebin mîna agahdariyek ansîklopedîk bi kar bê.

Ji aliyê ziman ve şafliyên min hene an tune ne, li ser vê di pêşgotina pirtûka xwe ya “Ş’ir-I” de rawestîme, li vê jî wê mijarê carî nakim.

Hêvîdar im ku hun jê çêjek, lezetek hilînin.
Bi hêviya xweşî û geşiyê

Rojen Barnas
Îlon-2002

Pirtûkên Rojen Barnas ên çapbûyî:

1. Li Bandeva Spêde (şi’r)-1979
2. Heyv Li Esmanê Diyarbekirê (şi’r)-1983
3. Milkê Evînê (şi’r)- 1995
4. Hingê (kurteçîrok)- 1997
5. Şi’r -1- (berhevoka 1 û 2 yan)- 2002


Enstîtuya kurdî ya Parîsê
© Rojen BARNAS, 2005
BI KURMANCIYA GEWR
(Bend û nivîs / 1979-2001)

ISBN: 2-908416-19-0



Weqfa-Enstîtuya kurdî ya Parîsê © 2024
PIRTÛKXANE
Agahiyên bikêr
Agahiyên Hiqûqî
PROJE
Dîrok & agahî
Hevpar
LÎSTE
Mijar
Nivîskar
Weşan
Ziman
Kovar