Ramûsan min veşartin li geliyekî Ji herêma Omeriya, yekî Çalî digel ku diya min dibêje “...dema miştaxan bû...” di nasnameyê de rojbûn 01 04 1956 e min du qîz hene û du kur; ma ne bes e bîst sal e derwêşê tekiya helbestê me!.. el qise; ne pênc carên binçavkirinê ne jî di sikaka wî bajarî de birîndariya birayê mirinê bû sedema ku vî welatî bihêlim û biçim... li dû bûyerekê hê jî diniçniçim ax xuşkê kûçik nedan xatirê xwedî?
1992 de min rûyê jar yê Amedê dî hûn bibêjin niştecî ez bibêjim penaberî heft sal e didome qirika bi qul axa bindest jana dil helbest... min hij binefşê kir li dû çavên yekê! û min temenek li ser nekir geh ez westiyam, geh ew geh bû rastiyek geh bû leylan derew şox î helbest e ew! û ez li pey şairî evdal im merivno bê neweyî ev e name î halim!..
Arjen Arî Naverok
Herakol / 9 Çarîn / 11 Masîko / 12 Kurik / 13 Tu simbêlan bade / 14 Çarîn / 15 Name / 16 Ne axperest im / 18 Kulîlkên buhara derengmayî / 21 Ev simbêl / 24 Berf û xopanî / 25 Bang / 26 Ez û dil, êvarî / 27 Sibat e bê hedar im / 29 Çarîn/30 Çarîn / 31 Tovreşên im / 32 Kutik goştê şima nêweno / 34 Li ser Helebçe / 36 Dêrsim Dêrsim / 37 Çalê û çar çarîn / 38 Piçek merhamet / 39 Kî ye xwediyê van wargeh û vî welatî / 40 Şevek havînî, stêrk . û welatê min / 42 Zarokên Zerdeşt / 44 Karibî wer vemirîn / 45 Bazara min û keleşkofê / 46 Sibat e / 48 Ramûsan min veşartin li geliyekî / 50 Mihemedo / 53 Koçer ê / 55 Kirîvê Kêvo / 57 Pirs hene, zanim / 59 Bi zeriyekê re bazar / 61 Du dareş / 62 Ji bîr nebûbe / 63 Taa ferwerdînek din / 64 Megrî / 65 Daweta me bûba vê buharê li van erda / 66 Xwerrû buharek e serîhildana êşa min / 68 Noşîn be! / 70 Mirinê, tu bi xêr bê! / 71 Hê şer e li vî milî / 72 Li ser xewnekê / 74 Axa min / 75 Wey gidî / 76 Çarînên hewadêr / 77 Sibe Newroz e / 78 li dengê nalan min dikir guhdarî bin min re diçûn bi tîr û kevan peya, siwarî ji artêşa talankeran bûn bi dû qeranan de hêzên çekdarî...
şahînşah bûn, siltan bûn alên wan de teyrên nikil-xûn şêrên dev-hêtûn di alên wan de bin min re diçûn bi xerc û bêş, fermanên tacîdarî...
min, serî netewand li ber riman tu carî bi ar-adaran rohnî parastî bi mertalên Medî di êrîşan de Naram-Sîn min dî Sargon û Îskender û di tehtan de navek kolayî yekî Ecem bû Darayê dilber. .... Arjen Arî Ramûsan min veşartin li geliyekî
Avesta Avesta | şiîr 63 | 14 Ramûsan min veşartin li geliyekî Arjen Arî
Edîtor: Abdullah Keskin Dîzayna bergê: Avesta Mîzanpaj û tashîh: Avesta Çapa yekem: 2000, Stenbol Çap: Kardeşler matbaacılık Hejmar: du hezar
© Weşanên Avesta, 1999 Hemû mafê çapê parastiye Ji xeynî danasînê bêyî destûra nivîskar û weşanxanê, bi tu awayî nayê kopîkirin
Avesta basın yayın reklam tanıtım müzik dağıtım ltd. şti. Asmalı mescit sokak Şahin han 35 / 403 Beyoğlu / İstanbul Tel—Faks (0212) 251 71 39
İstasyon caddesi K İsmail paşa 2 sokak Abdi paşa apt giriş katı Ofis / Diyarbakır Tel—Faks (0412) 222 64 91
ISBN 975-7112-70-4
PDF
Destûra daxistina; vê berhêmê nîne.
|