Pirtûkxaneya dîjîtal a kurdî (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Şerha dîwana Ehmedê Xanî, felsefe û jiyana wî


Nivîskar : Abdurrahman Durre
Weşan : Avesta Tarîx & Cîh : 2002, Stenbol
Pêşgotin : Abdurrahman DurreRûpel : 568
Wergêr : ISBN : 975-93030-0-0
Ziman : KurdîEbad : 155x240 mm
Hejmara FIKP : Liv. Kur. 8199Mijar : Wêje

Şerha dîwana Ehmedê Xanî, felsefe û jiyana wî

Şerha dîwana Ehmedê Xanî: felsefe û jiyana wî

Feylesofê namidar, Eflaton (Platon / 427-347 b.m.) dibêje: ku "şî'r reng û rewşekî wehy û îlhama îlahîye, ji mebde' û mîsalekî rûhanîye, siroştî û wicdanîye."

Ku ew jî yanê: "şî'r nerx û rûmetekî hunerîyê herî bi qîmet û giranbihaye, bi taybetî şî'ra 'erûzî, ku walatir û balatirê hemî cûrên wî hunerê wala û balaye»;

Şî'r û helbesteyên Xani jî, Gewherên bê hembtayên wî hunerê hêjane, durrên yektayên wê derya bê payan û bê ser û pa ne. Ku ew jî yanê : "Ehmedê Xanî, pîrê neteweyê wêjeya kurdî ye, seyda û mamostayê wî ye"

Ji wan dem û dewranên geş û xweş û cuwanên ku me di bihişta war û zozanên Kurdistanê da borandin; dema şagirtî û feqitî û talibîtîya me (xwendin û tehsîla me ya destpêkî û navînî û bilind) di wan medrese û zanîngehên wê yên pîroz da (15-16 sal), dema mamostatî û seydatîya me ya ji wan pîrozegahên 'ezîz ra. (ku ewî jî, 10-11 salan dewam kir)...

Naverok

Mûqeddîme / 5
Diyarî û pêşkêş / 7
Destpêk / 9

Ehmedê Xanî (1650/1-1707/9) / 10
- Mîrasa Xanî
(pirtûkên wî yên çap bûyî û ne çap bûyî) / 15
- Xanî û hinerê wêjêyî / 24
- Konfêransa şiîr û helbestên kurdî / 29
- Kilam û stranên kurdî / 31
- Wêjeya menzûm û mensûr / 32

Xanî û tesewwûf / 39
- Tesewwûf û felsefe / 41
- Despêka tessewwûfa îslamê / 42
- Şexsîyyeta Xanî / 43
- Xanî û 'îşq / 44
- Tarîxa Xanî / 47
- Du kêl bi kevirekî / 48
- Çima tarîqa neqşebendî / 51
- Xanî û qeder  / 52
- Temayula xanî û cûz-î îxtiyarî / 55
- Reçete Xanî / 56
- Önemli bir nokta / 62
- En büyük problem / 63
- Kullî û cuz-î / 65
- Netîce (gotina dawî) / 67

Xanî û felsefe / 69
- Wehdetil-wiccûd û wehdetiş-şuhûd / 74
- Têbînî / 97

Pirsgirêka girift / 98
- Netîce / 104

Dîwana Ehmedê Xanî / 107
- Neqqaşê ezel / 109
- Ey wahid pînhan / 111
- `Erşê mûella / 112
- Serwa me / 113
- Perîya horî sirişt (Aferîn) / 114
- Mîrê meclis / 115
- Textê dîlberî / 116
- Ey dila (Saqîyê mehweş) / 118
- Sazê xweş awaz / 121
- Her dinalim / 122
- Ey mûtribê demsaz / 123
- Dilê şeyda / 124
- Baxê sorgulan / 125
- Şehîdê Kerbela / 126
-Dila! / 127
- 'Enqayê beqa' / 129
- Medî neqşek / 130
- Dilo rabe (Hilo !) / 131
- Hero sedcar / 133
- Subhekî zû / 134
- Hinarek / 136
- Ey dirîxa ! / 137
-Ey dil / 139
- Axîret firoşîn / 141
- Zahidê xelwet nişîn / 142
- Ey seyyîdê 'alem / 143
- Medhîye û mersîye / 144

Şerha dîwana Ehmedê Xanî / 197
- Neqqaşê ezel / 149
• Kurte pêşek / 150
• Cedwela hesabê ebcedê / 158
- Ey wahid pînhan / 169
- 'Erşê mûella / 173
- Serwa me / 177
- Perîya horî sirişt (Aferîn bo te!) / 182
- Mîrê meclîs / 187
- Textê dîlberî / 192
- Ey dila (Saqîyê mehweş) / 206
- Sazê xweş awaz / 224
- Her dinalim / 228
- Ey mûtribê demsaz / 232
- Dilê şeyda / 236
- Baxê sorgulan / 244
- Şehîdê Kerbela / 252
- Dila ! / 258
- 'Enqayê beqa' / 271
- Medî neqşek / 276
- Dilo rabe (Hilo !) / 281
- Hero sedcar / 292
- Subhekî zû / 297
- Hinarek / 303
- Ey dirîxa! / 306
- Ey dil / 313
- Axîret firoşîn / 322
- Zahidê xelwet nişîn / 326
- Ey seyyîdê 'alem / 332
- Medhîye û mersîye / 336
Ferhengok / 351

- Erşê xweda / 351
- Bûdîzm / 354
- Cîn (Jen) / 356
- Dîn / 358
- 'Elewetî ('Elî îlahî) / 360
- Felsefe (Felsefa Eflaton) / 363
- Neoplatonîzim / 364
- Felsefa Tawîye (Tawîzm) / 365
- Hîcaba dînî û îctîma i / 367
- Hîndûîzm / 368
- Îsra û mî'rac / 371
- Konfuçyuîzim / 376
- Pêşîyên Kurdan / 378
- Mû'cîze / 383
- Rabîta terîqetê / 389
- Rûh / 390
- Dînê Sensikrîtî / 391
- Şî'e, şe'î, qizilbaş, çarek / 392
- Şîntoyîzim / 393
- Ûmmî / 397
- Wehya îlahî / 398
- Vîda (Vedas) / 399
- Zerdeşt (a.s.) / 401
- Manaîzim û mazdaîzim / 402

Ferhengoka tesewwûfê / 407
Serîlêdank — çavkanîk / 424
Çend belge / 431

MÛQEDDÎME (PÊŞEK)


Feylesofê namidar, Eflaton (Platon / 427-347 b.m.) dibêje: ku "şî'r reng û rewşekî wehy û îlhama îlahîye, ji mebde' û mîsalekî rûhanîye, siroştî û wicdanîye."

Ku ew jî yanê: "şî'r nerx û rûmetekî hunerîyê herî bi qîmet û giranbihaye, bi taybetî şî'ra 'erûzî, ku walatir û balatirê hemî cûrên wî hunerê wala û balaye»;

Şî'r û helbesteyên Xani jî, Gewherên bê hembtayên wî hunerê hêjane, durrên yektayên wê derya bê payan û bê ser û pa ne. Ku ew jî yanê : "Ehmedê Xanî, pîrê neteweyê wêjeya kurdî ye, seyda û mamostayê wî ye"

Ji wan dem û dewranên geş û xweş û cuwanên ku me di bihişta war û zozanên Kurdistanê da borandin; dema şagirtî û feqitî û talibîtîya me (xwendin û tehsîla me ya destpêkî û navînî û bilind) di wan medrese û zanîngehên wê yên pîroz da (15-16 sal), dema mamostatî û seydatîya me ya ji wan pîrozegahên 'ezîz ra. (ku ewî jî, 10-11 salan dewam kir).

Hêj ji wan dem û dewranên 'eziz û pîroz da, pirûsk û çirûskên meyl û mehebbet û şewq û zewqa edebî, qabilîyyet û îst'idada rist û înşada şî'rî û kelejenî ya xîtabî, .di tînet û siroşta min da dixuyan û diçirûsîn -bi bîr û bawerîya û de'w doza netewî ra- dikeliyan û diteyîsîn; 'eleqe û peywendîyên min bi edebîyyata 'erebî û farisî û klasîkiya kurdî ra, roj bi roj keltir û geştir dibûn, pêşvetir diçûn, ku : « Belgeyên edebîyên wek mû"elleqatê seb'e û meqamatê Herîrî û Dîwana Îbnû-l Faridê û kullîyatên Şêx Se'dî şîrazî û dîwana Mewlana Camî û Hafizê Şîrazî, Dîwana Melayê Cizîrî û Mewlana Xalidê Şehrezûrî, Mem-û-Zîna Xanî, Yûsûf û Zelîxa, Leyla û Mecnûn û yên wekî wan » bibûn dersên bingehîyên edebîyên medrasa min; bibûn duruf û nîşan û sembola wî ya taybetî.

Di vî esnayê da (di wê navberê da) çend perçe ji gufte û helbestêyen Xanî yên xezelî û felsefî bi destê min ketin, pirr diqqet û bala min kişandin; ku ez bi salan bi pey wan -bi pey dîwana Xanî ya ku min navê wî bihîstibû- ketim, li her der û warî, li her gund û bajarî, lê gerîyam; lê sed mixabin! Ku dîwana Xanî, ji alîyek da wekî teyrê 'Enqa bû (îsmekî bê mûsemma bû), ji alîyek din da jî, -wekî teyrê Tawûs, li gelek deran gelek perrên wî yên rengîn û pîroz weşîya bûn û mabûn. Ku min wan perrikên wî yên pîroz, ji medreseyên herêmên Kurdistanê yên cûr be cûr, ji mela û mûderris û hozan û wêjevanên kurd -yek bi yek- berhev kirin û civandin û mûhafeze kirin. Hetta -wek ku Adem pêxember ji cennetê avêtin- me jî, ji bihişta Kurdistanê avêtin û jê dûr xistin; -di sala 1993an da-, em mecbûrê îltîca (penaberî) ya bal Ewrûpayê va bûn, ku di wan çend salên dawîyên wê jiyana bi taybeti da, me wan durr û gewherên giranbihayên wî kana Xanî, ji qirêjayî û leke û kêmasiyên îhmal û xeta û tevlihevbûyîn û şaşîyan pak û paqij kirin, teshîh û durust kirin, tertîb û tenzîm kirin, ku -bi temamî nebe jî- pirrê qesîdeyên wî, hatin civandin û jê Dîwana Xanî mûteşekil bû; me şerh û şirûve û îzaha wan jî kir, ku ji wî -jî, ev berhema bi navê « Şerha dîwna Xanî, felsefe û jiyana wî » peyda bû; naveroka wî 'îberetê ji van mesele û xal û mijaran e:

1- Şerh û rave û şirova Dîwana Xanî, beyan û îşaretên bal cîhetên Xanî yên edebî û millî û felsefî û tesewwûfî.

2- Hinek ji cîhet û xal û nuqteyên girîngên kurd û Kurdistanê yên kevn û nû, ûrf û adet û nerx û qîmet û rewş û rûmetên wan ên tarîıxî û netewî û hunerî, bîr û baweriyên wan ên olî û felsefî.

3- Lîstok û pîlan û dekk û dolabên dijmin û dagirgerên Kurdistanê, texrîbat û tehrîfatên wan.

4- Tehlîl û şirovekirinên îlmî û felsefî ji hinek pirsegirêk û meseleyên girift ên olî ra -wek meseleyên qeder û wehy û îsra û mî'rac û mû'cîze û xarîqe û xêr û sewab û 'îqabên ûxrewî, hîcab û cîhad û tiştên wekî wan-.
Ku -wek mifteyên `îlmî û felsefî- mirov dikare : bi wan îzah û tehlîlan, kilîtên derîyên dadayîyên pirr meseleyên mûxleqq û mûbhem ên dinên jî veke û sirr û razên wan bibişkêve.

5- Felsefa Wehdetî-î wûcûd û Wehdetî-şşûhûd dê, ku bi dirêjayî li ser wî hatîye sekinandin; bîr û baweriya Xanî û Melayê Cizîrî û mûtesewwûfên wek Hellac û Îbnu-l Farid û Mûhyyîddînê 'Erebî û Ceylî -derheq wî da-, hatine beyan kirin.

6- Bi kurtî be jî- gelek felsefe û ekolên felsefîyên şerqî û xerbî, dîn û mezheb û bîr û baweriyên sensikrîtî, -bi taybetî yên Mezopotamyayî û Kurdistanî -wek Hîndûîzm û Bûdîzm û Tawîzm û Jenîzm û Konfuçyuîzm û Şîntoîzm û Platonîzm û neoplatonîzm û mîtraîzm û Alawîzm û kakaîzm û Êzdîzm û Manaîzm û dînê Zerdeşt û dînên Arîyanîyên din.

7- Çend belge û numûne û mînakên tarîxî û edebî.

Ez bawer im ku bi vê berhemê, şopekî nûh hatibe vekirin, we yan -bi hindikayî be jî- teşwîqa bal şopekî nûh va, teşwîqa bal vekirina şopekî nûh va hatibe kirin.

Temennî û niyaza min ewe ku ji ber û fêkiyên baxçeyê wî yê rengîn, pesend û daxwaz bên niqandin, têkilê nepesend û ne'ecibandîyên wî ne bin, pêpes nekin û ne herçiqînin, kêmasî û nûqsaniyên me bibexşînin ! Ku mûkemmelîyyeta mûtleqq, pesendîtî û xweşewîstîya her tiştî ji her kesî ra ne mumkîne, her kes bi angorî xwe, bi angorî mezaq û meşreb û bîr û bawerîyên xwe difekire û, di vê û dixwaze -divê ku wilo be jî-!..

Em, ji her tenqîd û rexneyan ra jî vekirî û amade ne, bê tirs û bê endîşe ne, ji her teswîb û teqdîran ra jî minnetdar û mûtteşekir hene.

Bi dildarî û rêzdarîyên derûnî, silav û sipas!..

A. Durre

Abdurrahman Durre
Şerha dîwana Ehmedê Xanî, felsefe û jiyana wî

Keskesor: 1

Berg: Genco Demirer
Çapa yekem: Stenbol, 2002
Çap: Berdan matbaacılık

© Avesta, 2002
Ev kitêb bi alîkariya
Enstîtuya Kurdî ya Parîsê hatiye çapkirin

Avesta basın yayın reklam tanıtım müzik dağıtım ltd. şti.
Meşrutiyet caddesi, 136/4
Beyoğlu / İstanbul
Tel-Faks: (0212) 251 44 80
(0212) 251 71 39

Ekinciler caddesi, Nurlan apt. giriş katı no: 2
Ofis / Diyarbakır
Tel-Faks: (0412) 222 64 91

ISBN: 975-93030-0-0


Abdurrahman Durre di sala qirkirina Geliyê Zîlan de (1930), li navçeya Milazgira Mûşê, li gundê Kêranlixê hatiye dinê. 15 salan di medresên Kurdistanê de xwendiye. Li dora 10-12 salan jî seydatî kiriye. Ji bilî zimanê kurdî, zimanên erebî, tirkî û farisî dizane. Di edebiyat û rêzimana erebî, farisî û kurdî de zanyar e. Ji sala 1962'an heta sala 1975'an miftîtî kiriye. Demekê li Lîbyayê mutercimiya erebî û tirkî kiriye. Bi erebî, kurdî, farisî û tirkî deh berhemên wî yên çapkirî û neçapkirî hene. Di rojnama Welat û kovara Rewşenê de nivîsên wî çap bûne, endamê saziya sazûmankarên Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê ye. Niha li Ewrûpa penaber e.



Weqfa-Enstîtuya kurdî ya Parîsê © 2024
PIRTÛKXANE
Agahiyên bikêr
Agahiyên Hiqûqî
PROJE
Dîrok & agahî
Hevpar
LÎSTE
Mijar
Nivîskar
Weşan
Ziman
Kovar