Pirtûkxaneya dîjîtal a kurdî (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Çîroka Reşpoşan


Nivîskar : Dana Fayeq
Weşan : Tarîx & Cîh : 2015, İstanbul
Pêşgotin : Rûpel : 56
Wergêr : ISBN : 978-605-84345-8-5
Ziman : KurdîEbad : 135x210 mm
Hejmara FIKP : Liv. Kur. Fay. Cir. 5683Mijar : Wêje

Çîroka Reşpoşan

Çîroka Reşpoşan

Dana Fayeq


Peywend


Çîroka Reşpoşan her çiqas berhemeke ji hêla fizîkî ve kêmrûpel û biçûk be jî, ji hêla teşe, mijar û hemû taybetiyên xwe yên din ên edebî ve berhemeke xurt û qedirbilind e. Dana Fayeq ku mijarên çîrokên xwe yên di vê berhemê de bi giştî ji jiyana kurdan a berê û serpêhatiyên zarokatiyê wergirtiye, heta bibêjî bi rengekî estetîk, bi vegotineke xurt û ramaneke felsefîk, bi îmkanên hunerî yên edebiyatê ew gihandine asta dirûvê gerdûnî. Rexneya civakî, bi gotinek din rexneya li civaka kurd a kevneşopî mijara herî sereke ye di çîrokên wî de. Her wiha bîranînên zarokatiyê û hesreta rojên borî xalek din e ku balê dikişîne. Xwendevan dê ji vê berhemê, hemû tam û çêja berhemeke edebî ya xurt werbigire û jê hez bike.

Dana Fayeq - Di sala i975an de, li Silêmaniyê ji dayik bûye. Ji sala i998an vir ve di warê edebî de dinivîse. Pênc salan li heftenameya edebî û huneri ya rojnameya Kurdistanî Nwê de wekî endamê desteya nivîskaran, çar salan jî wekî endamê desteya nivîskaran ê kovara Ayînde û rêveberê nivîskaren kovara Gelawêjî Nwê xebitiye. Ev çar sal in jî li dezgeha çap û weşana Ser-demê wekî edîtorê rêzeya kitêban karê xwe didomîne. Çîrokên wî di gelek festîvalên edebî de xelat wergirtine. Hikayetî Reşpoşekan (2008) kitêba wî ya yekem e.


Naverok

Termek li ber têldirkê / 7
Qanûna qefesên biçûk / 11
Nihêniyên li wî aliyê wêneyê generalî / 17
Şeva nenivîsîna çîrokan / 21
Hêstirên li paş mirina bavê min / 29
Ber bi maleke ji avê / 35
Xewna Îsmaîl a dawiyê / 39
Bêhna seyrangeha bajêr / 45
Vegera li xewnan / 49


TERMEK LI BER TÊLDIRKÊ

“Xwedêyo... Çi dibû ku ne ji çaran sisêyê dinyayê, ji çaran çarê wê jî av bûya? Yan jî çi dibû, jiyana mirovan jî weke ya masiyan di nav avê de bûya?” Ev gotina wî hevalê min ê caran bû ku demekê dixwest fêrî melevaniyê bibe... Xeniqî.

Hevalê min digot: “Eger fêrî melevaniyê bibim, êdî her tim av e, careke din nayêm bejayê. Çimkî mirov tenê di nav avê de bi azadî û nemana sînoran hest dike...”

Ez berê bi wan hemû gotinên wî dikeniyam, ji ber vê jî hemû caran min bi henekî bersiva wî dida. Gelek caran ji ber van qeşmeriyan hevalê min aciz dibû, dilê wî dima. Lê belê piştî bîstekê min li ber datanî û pê re aş dibûm.

Demekê çûm ku termê birayê xwe ji ber têldirkê bînim, rê li min girtin, nehiştin gavekî tenê nêzikî termê birayê xwe bibim. Ku çend gavan piştî dîtina avê li ber têldirkê hatibû kuştin. Wê demê min bi girîngî û mezinahiya gotinên hevalê xwe fêm kir.

.....

 

 

Dana Fayeq

Çîroka Reşpoşan

Weşanên

Weşanên Peywend
Weşanên Peywend: 28 │ Çîrok: 7
Çîroka Reşpoşan
Dana Fayeq
Werger: Îhsan Yalın

Edîtorê Kitêbê: Remezan Alan
Berg: Aysel Kazici özalp
Rûpelsazî: Peywend

Sertifika No: 28947
ISBN: 978-605-84345-8-5

© Weşanên Peywend
Çapa Yekem: 2008, Silêmanî
Çapa Sêyem: 2015

Çap: Sadik Daşdögen - Berdan Matbaacilik
Davutpaşa Cad.
Güven San. Sit. C Blok No: 215 – 216
Topkapi / îstanbul

Tel: (0212) 61312 11

Peywend
Şemal Medya
Kuloglu Mah.
Sadri Alışık Sk. No: 16 / 51
Beyoglu / İstanbul

Tel: 0532176 93 64
E-mail: peywend-@hotmail.com
www.facebook.com/wesanxaneyapeywend

PDF
Destûra daxistina; vê berhêmê nîne.


Weqfa-Enstîtuya kurdî ya Parîsê © 2024
PIRTÛKXANE
Agahiyên bikêr
Agahiyên Hiqûqî
PROJE
Dîrok & agahî
Hevpar
LÎSTE
Mijar
Nivîskar
Weşan
Ziman
Kovar