Pirtûkxaneya dîjîtal a kurdî (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Dildarê Doza Kurdistanê, Hikmet Buluttekin - Çeko


Weşan : Nas Ajans Tarîx & Cîh : 2015, İstanbul
Pêşgotin : Rûpel : 290
Wergêr : ISBN : 978-9944-221-15-3
Ziman : KurdîEbad : 165x230 mm
Hejmara FIKP : Liv. Kur. Mar. Dil. N°Mijar : Siyaset

Dildarê Doza Kurdistanê, Hikmet Buluttekin - Çeko

Dildarê Doza Kurdistanê, Hikmet Buluttekin - Çeko

Faris Medeni Marsîl


Nas Ajans


Bala min kişand ku di derbarê Hîkmet Buluttekîn (Çeko) de tiştek nahê zanîn û hevalên wî jî zêde tişt di derheqî wî de nizanin. Wek bi serê derzîyê bîrê bikolim, li vir û li wir min di derheqê wî de agahî berev kir. Lê agahî ne ew agahî ne û têr nake meriv di derheqê wî de bibe xwedîyê zanyarîyeke ku ruhiyeta wî zanibe ka çima ew di emrek weha ciwan de terka mekteba xwe û malbata xwe kiriye û bêşdarî têkoşîneka weha radîkal bûye.

Meriv Dr. Şivan hinek fehm dike, tiştên di derheqî wî de hatine nivîsandin û gotin de diyar dibe ku ew xwe mîsyonerek doza Kurdistanê hesibandîye. Him hissî him jî rasyonal fikirîye. Him xwestîye heyfa malbata xwe ku di Dersîmê de hatine kuştin hilîne him jî bi tevayî Kurdistanê ji bin nîrê kolonyalîzma Tirkiyeyê xelas bike. Kefenê xwe li serê xwe pêçandîye. Ev fikra rizgarîya Kurdistanê rûh û mêjîyê wî dorpêç kiriye û nikaribûye xwe jê xelas bike û ji bo ku xwe ji vê dozê ‘rizgar’bike nikaribûye xwe îqna bike.

Lê Çeko li gor Dr. Şivan ciwan e, ev ciwantîya wî û konjuktura wê demê tesîr lê kiriye. Ew Atmanekî ye. Atmanekî wek aşîret, aşîretekê serê xwe ji yekê re natewînin, herweha hin hevalên wî dibêjin bawerîya wî ya bi dozê û bawerîya wî ya bi Dr. Şivan du fenomenên bingehîn in ku bêşdarî têkoşîneka weha radîkal bûye.

Li gel bawerîya wî bi Dr. Şivan re muşterekîya wan yên din jî hene; herdu jî di dema xwendakarîya xwe de jîr û zîrek bûne û di dibistanên dewletê yên leylî de xwendine û mek-tebên xwe bi dereceyên herî bilind xelas kirine.

Çeko bi xwe him jî di wan salan de, bi kurdî gelek nivîs nivîsandîye û gelek nivîs wer-gerandîye kurdî. Di derheqê xwe de tiştek nenivîsandîye. Ji xwe wê demê di derheqê xwe de nivîsandin ne karê şoreşgêr û welatperweran bû. Ew şoreşgerekî bi nav lê bê nîşan e. Di wan salan de û di wî emrî de ew bi karê ji xwe mezintir rabûye; di dema xwe de di nav wan neslên xwe de cîyekî wî yê taybet heye; di civatek normal de û di welatekî azad û xwedîyê dewlet de ew bi her awayê piralî objekta lêkolin û nirxandinên taybet e; lê ez di çerçeweya ku ew nehê ji bîr kirin û keda wî ji bo neslên pişt wî ve bihê zanîn de, mam. Ji xwe di nav ciwanên kurdan de yên ku naznavê wî ”Çeko" ji xwe re hilbijartine û didin jiyandin, hene.

Faris Medenî Marsîl, di sala 1956ê de li Diyarbekirê hat dinê. Dibistana seretayê, navîn û lîseyê li Diyarbekirê xwend. Ji ber sebebên sîyasî Enstituya Perwerdê ya Konyayê (Selçuk Egitim Enstitusu) di sala dawîyê de terk kir. Di sala 1978ê de bû xwedîyê kovara Devrimci Demokrat Gençlik. Ji bo vê di sala 1979ê de hat girtin û salekê di girtîgeha Diyarbekirê de ma; 8 sal ceza danê. Lê cezayê wî ji alîyê Mahkemeya Bilind (Yargitayê) ve nehat pejirandin û hat berdan. Lê di doza giştî ya DDKDê de 10 sal cezayê hefsê danê.

Di sala 1981ê de mecbûr ma derket derveyê welêt. Li derveyê welêt Zanîngeha Rojnamegerîyê xwend û têza xwe ya dîplomayê li ser “Di Şerê Cîhanê yê Duyem de Rojnamegerîya Kurdî’’ nivîsand. 10 sal (1988-1998) di redaksîyona rojnameya Armancê de, di navbera salên 1988-1995ê de bi navê Halîm Can berpirsîyarîya kovara Medya Guneşî ya Awrûpayê kir. Ji sala 1999ê heta 2004ê şef redaktorê kovara Berbangê ya Federasyona Komelên Kurdistanê li Swêdê kir. Ji sala 2000 vir ve edîtorê www.kurdinfo.com e. Li gel gelek nivîs û maqaleyên wî bi navê; ’Cûreyên Nûçeyên Rojnamegerîyê'(1988) kitebekê wî heye.


Naverok

Destpêk / 11
Provakatorî û ajanîya fewzî Kılıç û bûyara duzceyê / 15
KAK (Koma Azadîya Kurdîstan) / 25
- "Va ye meydan, ka kî kê diqewirîne!"
- Damezrênerên KAKê / 30
- Dîtinên Damezrênerên KAKê
- Destûra KAKê
- Organên KAKê
- Sêtîr û avakirina wan
- Genelgeyeka KAKê
- Cezakirina endam
- Beyanên KAKê
- Pêşgotin
- Planên îmhayê
- Îdrîsî Bîdlîsî dîsa li meydanê ne

Panorama sîyasî û hîn taybemendîyên salên 60î û avakirîna rêxistînan / 70
- TIP
- FKF
- DDKO
- MTTB
- MNP
- CKMP / MHP
- Komeleyên li dijî Komunizmê
- Sempatî û heyranî jî efseran re hebû / 90
- Di bin navê 'dilxwazên aştîyê' de falîyetên CIAyê û Tirkiyê / 95
- Beyanên nijadperestî li dîjî Kurdan / 97
- Hevwelatî dê serdana komsîyona mafê mirovî nekin
- Suat Eren di Senatoyê de hevwelatîyên me yên Rojhelat dijmin îlan kir.

Li metropolê avakîrîna komeleyên hemşerîtîyê û derxîstina kovaran / 103
Bûyara 23an a1963ê bû fıtîla avakırına rêxıstınan / 106
Rêxistinên kurd yên îlegal û legal li Tîrkiyê û bakurê kurdistanê / 111
- PDKT
- KAK
- ROJ
- DDKO
- PDK-T

Hîkmet Buluttekîn (Çeko) / 114
- Dêlît-Pasûr
- Malbat
- Eşîr
- Xwendin
- Pasûr
- Licê
- Ergenî
- Anqere
- Şiîrên Cegerxwîn îdeolojîya Çeko dixemilîne
- Dîtinên hevalên wî derheqê Çeko de

Nasandina Dr. Şivan bi Çeko re û çûyîna wan a başûr / 135
- Pêşmergetî û lehengîya Çeko li Başûr
- Çeko wek nûçegîhanî şer
- Xebatên Çeko yên Kurdî
- Reportajên Çeko / 148
- Hevdîtina Barzanî
- Mahzûmanîya Salih Yûsivî
- Şoreş ji xeynî doktoran kesî ji bakûr naxwaze
- Hejar xweşsohbet e
- Mêrê Barzan tucaran xîyanetê nake
- Navê 'Hewa' ji Hewar tê!
- 'Hemû wekî mirîşka bi şev dikşin lûsê xwe'
- Kanê wekî Dêrê gundê fila ye
- 'Şoreş şoreşa feqîra ye'
- 'Em li ser nan bûn dengê peqînê hat
- Radyoya Dengê Kurdistanê
- Ingilîz dixwest Mele Mistefa bikire
- Xwîndarî û Cahşîtî
- Ji bo pere millet dibe caş
- 'Pêşmerge bira li leşkerên Ereb mexe lê ji caşan texsîr neke'
- 'Li Sileymaniyê dê erdê cahşan li gundîyan bihên parvekirin'
- "Hetanî 1965 a me şer bi fişekê hikûmatê dikir"
- Di navbera Baxda û Gelale de guftugo
- General Emaş ji nişkava çû Anqerê
- 'Ewê kîngî dawîya van fend û derewan bê!'
- 'Qumandan divê di navşer de be'
- Di Şerê Mangêşkê taqtîkên şaş
- Ha Bijî Newroz
- Civîna emirhêzên Behdînan li ser paşeroja caşan

Çekoyê Organîzator / 184
Dîtinîn hevalên wî di derbarê organîzatorîya wî de

Bûyer û girtina çeko / 195
Tarîxa kuştina Şivan, Çeko û Birûsk
Malbata wî çawa pê dihese ku Çeko hatîye kuştin

Du Seîd du Partî herdû jî bi eynî nav, herdû jî tekılhev û tevlıhev / 209
Avakirina Partîya Demokrat a Kurdistanê li Tirkiya (PDK-T ) a Dr. Şivan
Çima Reşo Zîlan di Partîyê de cî nestend?

Ber bi destpêka dawîya jîyana wan / 232
'Îtîrafname û dîtinên Omer Çetîn Bernameya PDK-T / 252

Nîzamnameya Navxwe ya PDK-T / 256

Axaftina DR. Şivan / 267


Dİ ŞÛNA PÊŞGOTİNÊ DE

Wexta min di destpêka 2014ê de biryar da ku dest bi vê xebata lêkolînê bikim ez nizanibûm Hîkmet Buluttekîn (Çeko) çend salî ye û ketîye nava tevgera Kurdî, lê ez zanibûm ew çûya bêşdarê şoreşa llonê bûye û li başûrê wêlat bi kurdî û bi cûreya nûçeyên reportajê rêzenivîs nivîsandîye. Ev bala min kişandibû.

Wexta min biryar da dest bi vê lêkolînê bikim ez zanibûm ew di partîya Dr. Şivan a PDK-T de bûye cîgirê wî û navê wî bi Doktor re dihê telefûzkirin, lê ez nizanibûm ew çi xwendîye piştî ez fêrbûm ew di xwendina xwe de gelek jîr û zêkî bûye ew hin zêdetir bala min kişand.

Bala min kişand ku di derbarê wî de tiştek nahê zanîn û hevalên wî jî zêde tişt di derheqî wî de nizanin. Wek bi serê derzîyê bîrê bikolim li vir û li wir min di derheqê wî de agahî berev kir. Lê agahî ne ew agahî ne û têr nake meriv di derheqê wî de bibe xwedîyê zanyarîyeke ku ruhiyeta wî zanibe ka çima ew di emrek weha ciwan de terka mekteba xwe û malbata xwe kiriye û bêşdarî têkoşîneka weha radîkal bûye.

Meriv Dr. Şivan hinek fehm dike, tiştên di derheqî wî de hatine nivîsandin û gotin de diyar dibe ku ew xwe mîsyonerek vê dozê hesibandîye; him hissî hem jî rasyonal fikirîye him xwestîye heyfa malbata xwe ku di qetlîama Dersîmê de hatine kuştin hilîne him jî bi tevayî Kurdistanê ji bin nîrê kolonyalîzma Tirkiyeyê xelas bike; kefenê xwe li serê xwe pêçandîye. Ev fikra rizgarîya Kurdistanê rûh û mêjîyê wî dorpêç kiriye û nikaribûye xwe jê xelas bike û ji bo ku xwe ji vê dozê 'rizgar' bike nikaribûye xwe îqna bike.

Çeko li gor Dr. Şivan ciwan e, ev ciwantîya wî û konjuktura wê demê tesîr lê kiriye; herweha ew Atmanekî ye, Atmanekî wek aşîret aşîretekê serê xwe ji yekê re natewînin. Hin hevalên wî dibêjin bawerîya wî ya bi dozê û bawerîya wî ya bi Dr. Şivan du fenomenên bingehîn in ku bêşdarî têkoşîneka weha radîkal bûye.

Li gel bawerîya wî bi Dr. Şivan re muşterekîya wî yên din jî hene; herdu jî di dema xwendekarîya xwe de jîr û zîrek bûne û di dibistanên dewletê yên leylî de xwendine û mektebên xwe bi dereceyên herî bilind xelas kirine.

Çeko bi xwe him jî di wan salan de, bi kurdî gelek nivîs nivîsandîye û gelek nivîs wergerandîye kurdî lê, di derheqê xwe de tiştek nenivîsandîye; ji xwe wê demê di derheqê xwe de nivîsandin ne karê şoreşgêr û welatperweran bû. Ew şoreşgerekî bi nav e lê, di derheqî wî de tiştek nahê zanîn. Di wan salan de û di wî emrî de ew bi karê ji xwe mezintir rabûye; di dema xwe de di nav wan neslên xwe de cîyekî wî yê taybet heye. Di civatek normal de û di welatekî azad û xwedîyê dewlet de ew bi her awayê piralî objekta lêkolin û nirxandinên taybet e; lê ez di çerçeweya ku ew nehê ji bîr kirin û keda wî ji bo neslên pişt wî ve bihê zanîn de, mam.. Ji xwe di nav ciwanên kurdan de yên ku naznavê wî "Çeko" ji xwe re hilbijartine û didin jiyandin, hene.
Ez bahsa jîyan û têkoşîna xortekî 24-25 salî dikim ku ew di vî emrê kin de 6-7 salên xwe di doza têkoşîna kurd û Kurdistanê de bi dagirtî derbas kiriye.

Lê divê dest nîşan bikim ku ez bahsa salên 1960î û destpêka sala 70yî dikim; yanî bûyarên 45-50 sal berê dikim û yên ku aktor û şahîdên van bûyaran in di agahîyên xwe de bi taybet jî di warî tarîx û navan de tevlihevî dikin. Ev jî normal e ji ber ku herkes bahsa tiştê ku di serê wî de qewimîye, dike.

Hin aktor berê di kovar û malperan de di derheqê bûyaran de dîtinên xwe nivîsandibûn; min ji wan sûd wergirt lê, li gel wê jî dîsa ez bi wan re ketim têkilîyan û bi teferûat agahî ji wan wergirt; tiştên nezelal bûn û min meraq dikir ji wan pirsî. Sipasîya wan dikim.

Belgeyên KAKê hemû bi tirkî bûn; min vergerand bo kurdî û di bin wan de (Belge) nivîsand û orjinalên wan di beşa belgeyan de çap kir. Herwisa belgeyên destnivîsên Çeko yên orjînal ku min bidestxist hemûyan çap dikim.

Di vî warî de yên ku bûne alîkar ez sipasyên xwe ji hemûyan re dikim; ji birayên Gavan re, ji kurê Şivan re, ji hevalên wan re dikim; ji wan heval û dostên ku di derbarê Çeko de dîtinên xwe bi min re parve kirin re dikim. Herweha ji hevjîna xwe Selvî û zarokên xwe Robîn û Kevîn re jî dikim ku min carna ew bi tenê hiştin. FMM


Faris Medeni Marsîl

Dildarê Doza Kurdistanê
Hîkmet Buluttekîn – Çeko

Nas Ajans

Nas Ajans Yayınları
Dildarê Doza Kurdistanê
Hîkmet Buluttekîn - Çeko
Faris Medeni Marsîl

Dildarê Doza Kurdistanê Hîkmet Buluttekîn-Çeko
Faris Medenî Marsîl
Birinci Baski istanbul-Aralik / 2015
Nas Ajans Yayınları 16
Araştirma 2

Editör: Rifat Sefali Kapa
Kapak: Faris Medenî Marsîl

Baski: Kayhan Matbaa San. Tic. Ltd. Şti.
Merkezefendi Mah. Fazilpaşa Cad. No: 8/2
Topkapi - İstanbul
Tel: 0212 576 0066

Sertifika No: 12156
ISBN: 978-9944-221-15-3

Tûm haklari saklıdır.
Nas Ajans’tan izinsiz basılıp çogaltilamaz.

Nas Ajans Yayınları
Alemdar Mah. Divanyolu Cad.
Erçevik işham, Kat: 2, D.: 212-213
Cagaloglu-Fatih / İstanbul
Tel.& Faks: 0212 576 82 21
nasajans@gmail.com

Sertifika No: 22098

dildare_doza_kurdistane_ceko_m_marsil.pdf
Visionneuse n'a pas trouvé le document


Weqfa-Enstîtuya kurdî ya Parîsê © 2024
PIRTÛKXANE
Agahiyên bikêr
Agahiyên Hiqûqî
PROJE
Dîrok & agahî
Hevpar
LÎSTE
Mijar
Nivîskar
Weşan
Ziman
Kovar