Pirtûkxaneya dîjîtal a kurdî (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

K'lamêd cimae'ta k'urda


Nivîskar : Cemîla Celîl
Weşan : Neșîreta Mûzîka Tarîx & Cîh : 1965, Moskva
Pêşgotin : Rûpel : 172
Wergêr : ISBN :
Ziman : KurdîEbad : 165x240 mm
Hejmara FIKP : Liv. Kur. Kl. Cel. Kur. N° 1135Mijar : Muzîk

K'lamêd cimae'ta k'urda
Versions

K'lamêd cimae'ta k'urda [Kurdî, Êrêvan, 1964]

K'lamêd cimae'ta k'urda [Kurdî, Moskva, 1965]


K'lamêd cimae'ta k'urda

Cemîla Celîl


Neșîreta Mûzîka


Paritia mеүе şirine,
Ew teşkîla Lênine,
Partia mеүе .şirine,
Ew teşkila Lênine.
Lênîn h'îme wê danye,
Emrê aza dest аnyе,
Lênîn h'îmê wê danye,
Emrê aza dest anye.

Dest anye emre aza,
Bi xwe bûne azadar,
Dest anye e'mrê aza,
Bi xwe bûne azadar,
Bona h'emû miraza,
Anye rojê bextewar,
Bona h'emü miraza,
Anye roje bextewar.

.....


Serecem

Pêşxeber

1. Partia mеүе şirine / 9
2. Hevalno, werne civatê / 10
3. Ноү can / 7
4. Îro roja rehetiye / 12
5. Zembil firoş / 12
6. Çûme Cizirê / 14
7. Min Неyгаn / 15
8. Ez kevotk im / 16
9. Sosin gula telika / 18
10. Ax, lê pirê / 19
11. Тu dini / 19
12 Tine h'ina bûkê / 21
13.Çi bejneki zirav lêo / 21
14. Nexşê Mirzo / 24
15. Ka bide min bûkîna min / 26
16. Ximjê / 28
17. Delalê / 29
18. Eman, eman / 20
19. De bimeş, bimeş / 21
20. Sarê, rabe / 22

21. Dinê, dinê, dinê can / 23
22. Selîmo lawo / 34
23. Bêrîê te / 35
24. Xezalê / 36
25. Delê,delê / 37
26. Lerzo / 38
27. Melî / 39
28. Xeribê / 39
29. Lê henê / 41
З0. На verde / 12
31. Gulê һоynаr / 42
32. Ha gula we me / 43
33. Lê, Êdlê / 44
34. Lê, lê kinê / 45
35. Genimo / 46
36. Du şivan / 47
37. Henife / 48
38. Dara derme benîşte / 49
39. Êrêvan şîrîn e / 50
40. Ezê te birevînim / 51

41. Ez Tеyr im / 52
42. Tew, tew, Karê / 53
43. Çilim çar / 54
44. Nizêrî / 55
45. Kew hêlûn / 55
46. Kimber zêr / 56
47. Lê Nazo nazêliê / 57
48. Li min lo, lo / 58
49. Malîno / 60
50. Urmi үе / 61
51. Hesiko wêli / 62
52. Nînim, Nînim, Nînaê / 62
53. Herê lo, Baso / 63
54. Gozê lê / 64
55. Her kale / 65
56. Holîlê / 66
57. Werdekî golî sorim / 67
58. Her lêxin / 69
59. Ha gula zer / 70
60. Lê bi domam / 71

61. Seyranê / 71
62. Ze've, ze've / 72
63. Lê bi xanûngê / 73
64. Ax, lê / 74
65. Hûnê lê / 75
66. Yar, үаrê / 76
67. Sîne / 77
68. CindT-cindT Bêzarê / 78
69. Wey, Xanimê / 79
70. Şerîfo / 80
71. Leylê / 81
72. Simlo / S3
73. Milê xwe bide milê min / 84
74. Teşîê / 85
75. Derê mala me biyе / 86
76. Hamdil bana / 87
77. Неу, zalim / 88
78. Heyran / 89
79. Qaz-qaz / 90
80. Lê bi holê / 90

81. Gulşêna min / 91
82. Tu ji mira / 92
8З. Вејnê / 93
84. Law siarê vê cenûyê / 94
85. Tenzere / 93
86. Lûrke-lûrke / 95
87. Ha gidî Narê / 96
88. Her dolab / 97
89. Delo, dîno / 98
90. De bilur / 99
91. Germa Rewanê / 100
92. Girê sirê bi sîre / 101
93. Lap dîne / 102
94. Tu dizani / 103
95. Но, һо һоү Nazê / 104
96. Malka Şemo / 105
97. Kirasê te / 106
98. Şalik şinok / 107
99. Gazî dikim pê dezmalê / 108
100. Неr lawo / 109

Nivîsarnasî


PÊȘXEBER

Vê berevokêda 100 k'lamêd cmae'ta k'urda heye, êd ku me van h'evt salê pașinda ji nava cmae'tê berevkirine.

Berevok ji çend p'arane. Ew bi k'lamêd hêna sovêtîêva destpê dike, wê șûnda tên p'ara k'lamêd govendê, k'lamêd h'enek-laqirdîa, k'lamêd bengîtîê û êd mêrxasîê. K'lamêd vê berevokê, ê ku me ji zarê k'urdêd Ermenîstana Sovêtîê nvîsîne, nava cmae'têda e'yanin û h'izkirîne. Ev klamana usa jî k'urdêd Îranê, Îraqê Sîrîê û R'omê distirên.

Bal cmae'ta k'urda k'lamê govêndê t'eqla miqam û xeberê xweva berbiç'e'vin, bangê xweba meh'kemin. Eva yeka jî me'neke, wekî k'lamê cmae'ta k'urda bi qur'nava dijîn. Boana miletzanîê (etnografîaê), çawa k'lamêd de'we'ta, usa jî êd bengîtîê p'irqîmetin, çimkî wan k'lamada gelek meselêd r'abûn-r'ûniștandin û e'detê cmae'ta k'urda heye. K'lamanda usa h'ub û h'izkirina xort û qîzêd bengî tê k'ivșê, ("Bêrîvanê", "Nexșê Mîrzô", "Tu dînî", "Ah'medê R'onî" û êd mayîn).

K'lamêd mêrxasîê folklora cmae'ta k'urdada cîkî layîq digrin. Nava van k'lamada qewimandinêd t'erîqî û bedewetîê t'evayî pêșda tên. Sazbendîa k'lamêd mêrxasîê p'ir'awaze û lema jî bona dengnvîsandinê çetine. Me'neke çetinayê jî wextê nvîsara k'lamê mêrxasîê ewe, wekî dengbêjê k'urd azayê dide k'el û sewrandina r'uh'ê xwe. Cumle, sifet û himberîhevkirinêd usaye dewlemend çêdike, wekî nenihêr'î teqlê wan cumla yeke, lê çapê p'êza ne wekehevin.
K'lamêd k'urda ji k'lamêd cmae'ta r'ohilatêye mayîn bi wê yekêva cuda dibin, wekî r'ît'm û t'elqa wan bi cûr'ê mletîêva bașqeye û k'ivșkin.

Neșirkirina berevoka "K'lamêd cmae'ta k'urda" wê mecalê bide mexlûqetîya mûzîqah'iz wekî ewana k'lamêd k'urdaye cmae'tîêr'a xwexwetya wanr'a bivine nas.

Xênji dengnvîsandinê me têk'stê k'lama û nivîsarnasîke kurt derheqa dengbêjada daye.
R'azîbûna xwe dêdme r'êdaktorê k't'êbê hevalê L. Astvasatryan bona k'omekdarîya wî.

Cemîla Celîl



Paritia mеүе şirine

Paritia mеүе şirine,
Ew teşkîla Lênine,
Partia mеүе .şirine,
Ew teşkila Lênine.
Lênîn h'îme wê danye,
Emrê aza dest аnyе,
Lênîn h'îmê wê danye,
Emrê aza dest anye.

Dest anye emre aza,
Bi xwe bûne azadar,
Dest anye e'mrê aza,
Bi xwe bûne azadar,
Bona h'emû miraza,
Anye rojê bextewar,
Bona h'emü miraza,
Anye roje bextewar.

Anye eşq û şaî,
Wê cimet şa kirye,
Anye eşq û şaî,
Wê cimet şa kirye.
Daye meda dilşaî,
Komûnizmê çê dikin,
Daye meda dilşai,
Komûnizmê çê dikin.

Partîa mеүе şîrine,
Ew teşkila Lênîne,
Partîa mеүе şîrine,
Ew teşkila Lênîne.
Lênîn h'imê wê danye,
Êmrê aza dest anye,
Lênîn hîmê wê danye,
Êmrê aza dest anye.

.....


Cemîla Celîl

K'lamêd cime'ta k'urda

Neșîreta Mûzîka

Neșîreta Mûzîka
K'lamêd cimae'ta k'urda
Cemîla Celîl

Moskva
1965



Weqfa-Enstîtuya kurdî ya Parîsê © 2024
PIRTÛKXANE
Agahiyên bikêr
Agahiyên Hiqûqî
PROJE
Dîrok & agahî
Hevpar
LÎSTE
Mijar
Nivîskar
Weşan
Ziman
Kovar