Pirtûkxaneya dîjîtal a kurdî (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Peyxamberê Ummetê, Hz. Muhemmed


Nivîskar : Ebdulhadi Botî
Weşan : Nûbihar Tarîx & Cîh : 1998, İstanbul
Pêşgotin : Rûpel : 192
Wergêr : ISBN :
Ziman : KurdîEbad : 135x195 mm
Hejmara FIKP : Liv. Kur. Kl. Bot. Pey. N° 4299Mijar : Ol

Peyxamberê Ummetê, Hz. Muhemmed

Peyxamberê Ummetê, Hz. Muhemmed

Ebdulhadî Botî

Nûbihar

Di qerna şeşê zayinê de Erebistanê di dergûşa xwe de zarokek wisa mezin kir, ewî bi de‘wa xwe ji nû ve heyat da dunyayê. Ronahiya de‘wa wî, beşeriyet bi çav kir da ku pêş de here, tarîtî û ronahiyê, rastî û şaşîtiyê jihev veqetîne.
Ev meriv, Peyxamberê ummetê Hz. Muhemmed (s.) bû. Dunyayê; biratî, wekhevî, azadî, dadmendî, ‘izzet, şeref û her cûre qencî bi wî nas kir û ji wî hîn bû. Feqîran bi wî rêya dewlemendiyê dîtin. Koleyan azadî bi wî nas kirin. Cahilan navê xwendin û ‘ilmê ji wî seh kirin. Mirovên di şaşîtiya ramanî û exlaqî de noq bûbûn, bi wîji xeniqandinê xilas bûn. Zarok û piçûkan, merhemet û hezjêkirin li bal wî dîtin. Jin, bi wî gihaştin şeref û ‘izzeta xwe û bi wî ji koletiya mêran azad bûn. Dewlemend û xwedîhêzan, feqîr û bêkes bi wî nas kirin. Welhasil, qenciyên wî li beşeriyetê bêhed û bêhesab in...


Naverok

Pêşgotin / 9
Destpêk / 11

Beşayekem
Jiyana Berî Peyxambertiyê
Neseba Pak / 19
Wîladet / 20
Dema Şîrmijandinê / 20
Bûyerek Xerîb / 21
Wefata Dayika wî / 21
Sefera Şamê / 22
Xortanî û Jiyana Kar / 23
Zewaca wî bi Xedîce re / 24
Peymana Qencan (Hulfulfudûl) / 25
Beşdariya Avakirina Ke‘ba Şerîf / 25

Beşa Duyem
Ji Peyxambertiyê Heta Hicretê
Gerdûna Mirovan û Peyxambertî / 29
Nîşanên Peyxambertiyê / 30
Destpêka Wehyê / 31
Destpêka De'wê / 33 .
Mislimanbûna Xedîce (x.j.r.) / 33
Mislimanbûna ‘Elî Kurê Ebû Talib û Zeyd Kurê Harîse (x.j.r.) / 33
Mislimanbûna Ebû Bekir (x.j.r.) / 34
Eşkerekirina De'wê / 34
Înada Qureyşiyan / 35
Bazara Qureyşiyan bi Ebû Talib re / 36
Îşkence û Neyartî li Peyxamber / 38
Mislimanbûna Hz. Hemze (x.j.r.) / 39
Îşkence li Mislimanan / 40
Siyaseta Lihevhatinê û Bazarî / 42
Hicreta Hebeşîstanê / 45
Mislimanbûna Hz. Umer (x.j.r.) / 47
Vegera Mislimanan ji Hebeşîstanê / 49
Ambargo / 49
Wefata Ebû Talib û Xedîce (x.j.r.) / 50
Zewaca Peyxamber bi Sewda Amirî (x.j.r.) re / 51
Peyxamber û Gelê Taîfê / 51
Mislimanbûna Filehên Hebeşîstanê / 53
Îsra û Mî'rac / 53
Peyxamber De'wa xwe Pêşkêşî Qebîlan Dike / 55
Destpêka Mislimanbûna Ensariyan / 56
Gelê Medînê / 57
Bey'eta ‘Eqebe I / 58
Bey'eta ‘Eqebe II / 59
Hicreta Medînê û Pîlana Şeytanî / 61
Kurtebêjiya Karê Peyxamber (s.x.l.) li Mekkê / 68

Beşa Sêyem
Avakırına Dewleta Îslamê
Bingehên Civak û Dewleta Îslamî / 71
Wesîqa Medînê û Metna wê / 75
Guhertina Qiblê / 77

Beşa Çarem
Mucadela Parastina Civaka Îslamî û Cîhad
Destûra Cîhadê / 81
Destpêka Cîhadê / 82
Rojiya Remezanê û Sedeqa Fitrê / 84
Ferzbûna Zikatê / 85
Herba Bedrê (Roja Furqanê) / 85
Biratiya Dînî ser Biratiya Nesebê re ye / 91
Nezra Ebû Sufyan / 91
Xiyaneta Cihûyan / 92
Herba Qeynûqiyan / 93
Kuştina Ke‘b Kurê Eşref / 94
Herba Uhudê / 94
Di Rêya De'wê de / 101
Bêbextiya Nedîriyan / 104
Herba Necdê / 105
Herba Muste'liqiyan / 109
Bûyera Ifkê / 110
Herba Xendekê / 112
Herba Qureyşiyan / 120

Beşa Pêncem Feth û Fêkiyên De'wê
Aşîtiya (Sulha) Hudeybiye / 127
Axaftinên Aşîtiyê / 130
Wesîqa Aşîtiyê / 131
Gerîllayên Misliman / 134
Aşîtî bû Serkeftin / 135
Fetha Xeyberê / 136
Nameyên Peyxamber (s.x.l.) ji Serokên Cîhanê re / 140
Qezakirina Umrê / 147
Herba Mûteyê / 148
Fetha Mekkeyê / 152
Herba Huneynê / 161
Herba Taîfê / 164
HerbaTebûkê / 170
Munafiq û Mescîda Dîrar / 175
Ferzbûna Hecê / 176
Mislimanbûna Gelê Taîfê / 177
Di Mislimanbûnê de Bazari Tune ye / 178
Mislimanbûna Qebîlên Ereban / 179
Mislimanbûna ‘Ediy Kurê Hatemê Taî / 180
Mebûsên Peyxamber (s.x.l.) / 182
Heca Peyxamber (s.x.l.) / 183
Xudba Xatirxwestinê / 184
Nexweşiya Peyxamber (s.x.l.) û Wefata wî / 186

Bibliyografya / 191


PÊŞGOTIN

Di qerna şeşê zayinê de Erebistanê di dergûşa xwe de zarokek wisa mezin kir, ewî bi de'wa xwe ji nû ve heyat da dunyayê. Ronahiya de'wa wî, beşeriyet bi çav kir da ku pêş de here, tarîtî û ronahiyê, rastî û şaşîtiyê jihev veqetîne.

Ev meriv, Peyxamberê ummetê Hz. Muhemmed (s.x.l.-silava Xweda li ser be) bû. Dunyayê; biratî, wekhevî, azadî, dadmendî, izzet, şeref û her cûre qencî bi wî nas kir û ji wî hîn bû. Feqîran bi wî rêya dewlemendiyê dîtin. Koleyan azadî bi wî nas kirin. Cahilan navê xwendin û ilmê ji wî seh kirin. Mirovên di şaşîtiya ramanî û exlaqî de noq bûbûn, bi wî ji xeniqandinê xilas bûn. Zarok û piçûkan, merhemet û hezjêkirin li bal wî dîtin. Jin, bi wî gihaştin şeref û izzeta xwe û bi wî ji koletiya mêran azad bûn. Dewlemend û xwedîhêzan, feqîr û bêkes bi wî nas kirin... Welhasil, qenciyên wî li beşeriyetê bêhed û bêhesab in.

Ew, zilamê her cûre jiyana însaniyetê bû, zilamê heyata dînî, civakî, aborî, leşkerî, siyasî û hwd. bû. Ewî mecra tarîxê guherand. Dunya heta îro di bin bandûra hereket û de‘wa wî de ye û wê heta qiyametê jî wisa dewam bike.

Divê were zanîn ku ev raman û prensîb ne mehsûlê jîrîtî, zeka û dahîtiya Muhemmed (s.x.l. -silava Xweda li ser be) tenê bûn. Evana digel vê, bi bêhtirî mehsûlên wehyê bûn. Meznahiya Peyxamber (s.x.l. -silava Xweda li ser be) bi wehya ku nazilê ser dibûye. Ji lewra ew ne merivek mîna me gunehkar û marûzê xeletiya ne û ne jî jibil beşeriyetê di meqamek dîtir de ye.

Ji bona vê giringiya şexsiyeta Hz. Muhemmed pêwîst e ku mirov tevde li ser naskirina wî bisekinin û jiyana wî ji xwe re mînak bigirin. Bi taybetî, mirovên bawerî pê anîn, û ew ji xwe re peyxamber qebûl kirine.

Gelê kurd heta îro Peyxamberê xwe Hz. Muhemmed, bi sehkirin û bi guhdarkirinê nas dike, xusûsen li ser jiyana wî nesekiniye û bi zimanê xwe jiyana wî nexwendiye. Ev heqîqetek pir tehl e ez dibêjim, lêbelê va ye êdî wê kurd jiyana Peyxamberê xwe bi zimanê xwe bixwînin û wê bi zimanê xwe vî şexsiyetê giring nas bikin. Lêbelê gerek e were zanîn ku ev ne qenciya min e, min tenê wezîfa xwe kiriye. Ev di heqîqetê de qenciya Nûbiharê ye. Ez zemanek dirêj li ser nivîsandina vê pirtûkê fikirîm bêyî ku ez qerarek bidim. Lê dema Nûbiharê ezma min şidand, di zerfê meh û nîvê de, di korîtiya şevê de li Qahîreyê bi xelweta bi manewiyata Peyxamber (s.x.l. -silava Xweda li ser be) min ev pirtûk temam kir.

Min di vî warî de rasttirînên çavkaniyan esas girtine û ji van çavkaniyan jî rasttirînê rîwayetan nivîsandiye. Min bûye-rên di vê jiyanê de bi qeder îmkanê, bi sebebên wan ve girê-daye û bi awayek rihet daye îfadekirin.

Hêviya min heye ku gelê kurd vê jiyannameyê bixwîne, bide xwendin û ji xwe re mînak bigire.
Xweda karê min ji bo xwe qebûl bike û resûlê xwe jî ji min re bike şefaetkar...

Ebdulhadî Botî
10.8.1998



Destpêk

I- Însanıyet û Peyxambertî

Berî ku em dest bi vê jiyannameya mubarek ya ku tev de ders û îbret, ji serî heta binî têkoşîn û dawet, bi hûr û girê xwe ve ji herkesî re nimûne û mînak bikin, gerek e em hinek ji rewşa gerdûn, bi taybetî jî ji weziyeta erebên wê demê haydar bin. Wê çaxê, wê fêhmkirina pir tiştan di vê jiyanê de û bawerkirina meznatiya vê têkoşînê ji bo me pir hêsan bibe.

Jiyana însaniyetê, ji destpêkê heta îro geh bi xweşî û geh bi zorî, geh tarî û geh ronî, geh bi edalet û dadmendî û geh bi zilm û zordariyê derbas bûye. Pir wextan jî mirov li pey hewesa xwe çûne, ji sedema heyina xwe bêhay mane, ji heqîqeta heyin û kaînatê, xwedî û aferendekarê wê çavên xwe nûqandine, eqlê xwe sekinandine. Ji bona van sedeman, Xweda Teala di dijraberê her zalim û zordarî de adil û dadmendek şiyandiye. Her ku mi-rovan heqîqeta heyina xwe jibîr kirine jî muelimek şandiye, emrê mirovan bi guhdarî û lipeyçûna wî dadmend û muellimî kiriye.
Ew muellim û dadmend bi leqeba Peyxamber û Resûlê Xweda hatiye navdan da ku tu uzrê mirovan li ba Xwedê Teala nemîne û roja qiyametê di huzûra Xwedê de nebêjin: “Ya Rebbî te çima ji me re peyxamber neşiyandin ku rêya te bi me bidine naskirin, da ku em di rê û gotina te de bimeşiyana.”

.....

 


Ebdulhadî Botî

Peyxamberê Ummetê
Hz. Muhemmed

Nûbihar

Nûbihar Yayınları
Weşanên Nûbiharê: 18
Rêza kurdi: 10
Peyxamberê Ummetê
Hz. Muhemmed
Ebdulhadî Botî

Amadeyî ji bo çapê: Nûbihar
Editor: Süleyman Çevik & Selman Dilovan

Çapxane: Enes Matbaacılık
Çapa yekem: 1998 Çiriya Paşin (Kasım)

Nûbihar Yayınları
Pak Ajans Yayincilik Ltd. Şti. Yayınıdır.
Kiztaşi Cad. Kuriş Apt. 51 / 3
Fatih-lstanbul
Tel: (0 212) 533 75 88
Faks: (0 212) 521 00 38

PDF
Destûra daxistina; vê berhêmê nîne.


Weqfa-Enstîtuya kurdî ya Parîsê © 2024
PIRTÛKXANE
Agahiyên bikêr
Agahiyên Hiqûqî
PROJE
Dîrok & agahî
Hevpar
LÎSTE
Mijar
Nivîskar
Weşan
Ziman
Kovar