Pirtûkxaneya dîjîtal a kurdî (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Êl û berekêd Kurdêd Êzdî li Qavqaza başûr û Almanîyayê


Nivîskar : Keremê Anqosî
Weşan : Pirtûkxana Êzdiya Tarîx & Cîh : 2004, Tîbîlîsî
Pêşgotin : Rûpel : 156
Wergêr : ISBN :
Ziman : Kurdî, RûsîEbad : 135x195 mm
Hejmara FIKP : Liv. Kur. Rus. Anq. Elu. N° 589Mijar : Giştî

Êl û berekêd Kurdêd Êzdî li Qavqaza başûr û Almanîyayê

Êl û berekêd Kurdêd Êzdî li Qavqaza Başûr û Almanîyayê

Keremê Anqosî

Pirtûkxana êzdîyan

Di herêma Qavqaza başûr da yanê welatê ûris da k’urdêd-êzdî eva êdî dev-devî 150 sale cî-war bûne. P’iraniya wan salêd 1916-1918 ji ber zulma Romê (Osmaniyê) û sirmaniyê revîne hatine ser e’rdê dewletêd Ermenîstanê û Gurcistanê. Peyî hilşandina dîwana Sovêtistanê êzdiyêd Qawqaza-başûr ji Ermenîstanê û Gurcistanê jî k’oç dikin diçin welatêd Rûsiayê, Êvropaê û ciyêd mayîn.
K’urdêd-Êzdiyêd Ermenîstanê û Gurcistanê h’emû jî ji e’rdê qezayêd Wanê û Qersê ya T’ûrk’iyê k’oç’ber bûne hatine li vir. Hinek ji wan zûda gîhîştibûne Ûrisêtê, hinek direng. Lê h’emiya xwe gîhandibû ûris û xwe havêt bûne bextê p’adşê ûrisa. Bêçarî û zelûlî p’ir bû.
K’urdêd-êzdî yên Qavqaza-başûr ser dû p’erç’êd mezin p’are vedibin: êzdiyêd Zuqurî yanê êzdiyêd ji qeza Wanê û êzdiyêd Ax’baranê yanê êzdiyêd ji qeza Qersê derk’etî.
Civaka êzdiyêd Ermenîstanê û Gurcistanê ser gelek êlan,berekan û beran p’are vedibin. Wek: êla Zuquriyan.êla Sîpkan,êla Xaltan,êla Mehemdan,êla Rojkan-Rojkanî,êla Hesiniyan,bereka Ax'leran.
Her êlek ji aliyê xwe da ser gelek berekan,beran û malan p are ve dibe û ji hev cida dibe. Reqema wan êl û berekan(beran) p’ir’in. Hene êl ...


Serecem

1. Êl û berekêd k’urdêd-êzdî lî qavqaza-başûr / 7
2. Navêd êl û berekêd k’urdêd-êzdî lî ermenîstanê
û gurîstanê û cî-warêd wan dî tûrk’yê da / 9
3. Navêd gundêd k’urd-êzdîyêd ermenîstanê û
gurcîstanê di t’ûrkîyê da / 22
4. Malbeta cangîr-ax’ayê mendîkî / 26
5. Malbeta simoyê çeto ax’ayê reşî / 28

6. Malbeta k’ok-ax'a(ax’lerî) / 31
7. E’şîrên k’urdên-êzdî lî almanîyayê / 37
8. Navên e’şîrên k’urdên-êzdî lî almanîyayê û
cîwarên wan li t’ûrk’îyayê / 39
9. Navên gundên k’urdên-êzdiyên almaniyayê
dî t’ûrk’îyê da / 43
10. Malbeta malmezînê anqosiyan lî almanîyayê / 47

11. E’şîrên êzdîyan lî ç’iyayê şengalê
(bi gotlnên xudêdayê pisî) / 48
12. E’şîrên êzdlyên êraqê, sûrîyayê û t’ûrk’îyayê
(bî gotinên qewal sîlêman sefo) / 49


ÊL Û BEREKÊD K’URDÊD-ÊZDÎ LÎ QAVQAZA-BAŞÛR

Di herêma Qavqaza başûr da yanê welatê ûris da k’urdêd-êzdî eva êdî dev-devî 150 sale cî-war bûne. P’iraniya wan salêd 1916-1918 ji ber zulma Romê (Osmaniyê) û sirmaniyê revîne hatine ser e’rdê dewletêd Ermenîstanê û Gurcistanê. Peyî hilşandina dîwana Sovêtistanê êzdiyêd Qawqaza-başûr ji Ermenîstanê û Gurcistanê jî k’oç dikin diçin welatêd Rûsiayê, Êvropaê û ciyêd mayîn.

K’urdêd-Êzdiyêd Ermenîstanê û Gurcistanê h’emû jî ji e’rdê qezayêd Wanê û Qersê ya T’ûrk’iyê k’oç’ber bûne hatine li vir. Hinek ji wan zûda gîhîştibûne Ûrisêtê, hinek direng. Lê h’emiya xwe gîhandibû ûris û xwe havêt bûne bextê p’adşê ûrisa. Bêçarî û zelûlî p’ir bû.

K’urdêd-êzdî yên Qavqaza-başûr ser dû p’erç’êd mezin p’are vedibin: êzdiyêd Zuqurî yanê êzdiyêd ji qeza Wanê û êzdiyêd Ax’baranê yanê êzdiyêd ji qeza Qersê derk’etî.

Civaka êzdiyêd Ermenîstanê û Gurcistanê ser gelek êlan,berekan û beran p’are vedibin. Wek: êla Zuquriyan.êla Sîpkan,êla Xaltan,êla Mehemdan,êla Rojkan-Rojkanî,êla Hesiniyan,bereka Ax'leran.
Her êlek ji aliyê xwe da ser gelek berekan,beran û malan p are ve dibe û ji hev cida dibe.

Reqema wan êl û berekan(beran) p’ir’in. Hene êl û berekêd gir.hene êl û berekêd hûr jî. Jimara hinekan ze fe, jimara hinekan jî hindike. Çendik ji wan êl û berekan mezinin, xurt û zorin,çendik jî biç’ûk û jarin.

Di vê p’irtûkê da em qasî zanîna xwe navêd êl û berekêd(berêd) k’urdêd-êzdî û navêd gundêd ji k’u jî ewan k’oç’ber bûne tînine ber ç’e’van. Dewrek derbaz biye û cahalêd me cî-warêd kal-bavan di welêt da, K’urdistanê da, bîra dikin û me’niya wê yekê dilsarî dik’eve di welatp’arêziya wan da jî.

Dema k’om kirina û nivîsa meselêd derheqa êl û berekêd êzdiyan û gundêd warêd wan, çetinayî û serêşandin p’ir’ bû. Lê, bi qewata Êzdaê Sor me ew jî kire rêzê û derxiste meyîdanê.
Kêmasî di nîvîsê da hilbet wê hebin.bê wê yekê jî nabe,zemanekî dirêj derbaz biye û ahilêd me, mezinêd me yêd ku ji Romê(Osmaniyê) revî bûn,zûva çûne heqiya Xudê û pêra negîştin hine lêk’olînê fire bi zaniyarî derheqa rewşa êl û berekên êzdiyan bikirana.

Bi dîtina me, eva yekemîn care wekî di p’irtûkêd zanan da ha hûrgilî Û t omerî derheqa êl û berekêd êzdiyêd herêma Qavqaza-başûr (qezayêd Wanê Û Qersê) Û êzdiyed welatê Almaniyayê (ji TÛrk’iyê derk’etî) tê be’s kirinê.

Raste, bi sebeba t’unebûna îmk’anan, p’ara vê p’irtûkêye bi zimanê k urdi (kurmancî) bi kurtî hatiye nivîsandinê, lê di p’ara zimanê ûrisî da em fire û dirêj ser wê meselê lêk’olînê dikin û şiro ve dikin.

Êzdiyêd Zuqurî” dibêjne wan êzdiyan k’îjan jî ji qeza Wanê (T ûrk iyê) bar kirine hatine ser xaliya Ermenîstanê û Gurcistanê cî-war bûnê. Bi navekî mayîn êzdiyêd Zuqurî r’a(êzdiyêd Wanê r’a) dibêjin “Ela Cangîr-ax’ayê Mendikî”.

Êla Zuquriyan ser e’rdê rojhilata gola Wanê h’etanî sînorê îranê (bajare Sera) sekinî bûn. Gundêd wan rex ç’emê Ava Reş (Qeresû) u ava Godirmê deştêd bilindciye nava ç’iyan da cî bibûn.Çend gundêd Zuquriyan aliye sînorê îranêye mayîn jî hebûn.

Di nava êla Zuquriyan da du malên ax’ayên navdar û qedirbilind hebûn. Yek mala Cangîr-ax’ayê Xetîb-ax’ayê Mendikî bû, yê dinê jî mala Simoyê Ceto-ax’ayê Reşî bû. Di e’slê xweda mala
Simoyê Ceto-axa mezin bû. Lê Cangîr-ax’a mêrê mêran û mêrxasekî p’ir’ jîr û êgin bû.
Sereskerekî p’ir zane û beled bû. Bi serk’artiya û rêbirtiya wî êzdî ji destê sirmaniyê û Roma Reş xilaz bûn derk’etne fireqetiyê. Cangîr-ax’ayê Mendikî şervanekî zor bû. Lê,sed h’eyîfifelek pê r’a xayîn derk’et. Dengbêjêd êzdiyan êp’êce k’ulam havêtine ser mêraniya wî.

Êzdiyêd ji Qersê - Ax’baranê (neh’îke di Ermenîstanêda, dora ç’iyayê Elegezê) di h’emû dayîrêd qeza Qersê, Bazîdê û Surmeliyêda diman. Gundêd wan di nava gundêd k’urdêd-bisirman û ermeniyan da cî girtibûn.

Di nava êzdiyêd Qersê da mala K’ok ax’a (Çoban ax’a) û mala H’esen-begê ji êla Hesiniyan k’ivş bûn.

.....


Keremê Anqosî

Êl û berekêd Kurdêd Êzdî

Pirtûkxana êzdîyan

Pirtûkxana êzdîyan
Êl û berekêd Kurdêd Êzdî
Li Qavqaza Başûr û Almanîyayê
Keremê Anqosî

(Bî zîmanê rûsî û k’urdî)
Bı xerîtan va ser da zêdeyî
Pirtûkxana êzdîyan
Tîbîlîsî 2004

Xercê çap kîrîna k’îtêbê dan:
Sêvdîn, Medîne, Gulçîn Û Rêvaz Anqosî

Mafê xudanê p’îrtûkê seranser tê xweyî kîrînê,
bê îzna wî k’ar jê hîldan,
vergerandîn ser zîmanêd mayîn qedex’eye

Vê p’îrtûkê hûn dîkarîn bîxwezîn ser vê adrêsê:
Ankosi Karim
str. Kavtaradzê 25, korpus 3, kv. 69
Tbilisi 380086
Georgia
Tel.+(995 32) 307775
E-mail: Kurdish-found@mail.ru

PDF
Destûra daxistina; vê berhêmê nîne.


Weqfa-Enstîtuya kurdî ya Parîsê © 2024
PIRTÛKXANE
Agahiyên bikêr
Agahiyên Hiqûqî
PROJE
Dîrok & agahî
Hevpar
LÎSTE
Mijar
Nivîskar
Weşan
Ziman
Kovar