Pirtûkxaneya dîjîtal a kurdî (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Folklora Kurdî: Kurmancî


Nivîskar : CegerxwînMultimedia
Weşan : Roja nû Tarîx & Cîh : 1988, Stockholm
Pêşgotin : Rûpel : 206
Wergêr : ISBN : 91 7672 024 1
Ziman : KurdîEbad : 135x195 mm
Hejmara FIKP : Liv. Kur. Kl. Cig. Fol. N° 1064Mijar : Wêje

Folklora Kurdî: Kurmancî

Kurdî: Kurmanci

Cigerxwîn

Roja nû

Ez kevok im lê lê
Ez kevok im lê, lê
Kevoka şîn im way, way
Li ser bana lê, lê
Ez dixwîn im way, way
Ji xelkê weye lê, lê
Har û dîn im way, way
Ez aşiqê lê, lê
Çavên şîn im way, way.
Ez kevok im lê, lê
Kevoka beş im way, way
Li ser bana lê, lê
Hûr dimeş im way, way
Ji xelkê weye lê lê
Ez nexweş im way, way
.....


Naverok

Peşgotin / 7

Beş 1
perçê yekem: Helbest û Berdîlan
Ez kevokim le lê / 12
Ax û aman Gulê / 14
Emoşi / 18
Ez Xelef im / 22
Baranek barî / 23
Bejni / 24
Tu li vi tili / 25
Ti ji Mezri de / 27
Taqîbeleki / 28
Sultani / 30
Sivi / 31
Xaniki tu xanî / 32
De wer li li / 34
De berde / 36
De kina min, kina min li / 37
Zir Zeynebi / 39
Zirberbenî / 41
Zeko, Zekîya / 43
Zeyno, Zeyneba min / 45
Zeyno / 46
Ji peli dari / 48
Şemli, Şemlane / 49
Şirîni tevde gul / 50
Li Meyro Meyremi / 51
Xeyda / 52
Xezala min / 54
Ferho / 55
Kezîzeri / 56
Kemalo / 58
Şerefo / 59
Kerîm lawo çeqilmast / 59
Kerîm lowo mere dew / 60
Gundi birî / 61
Guli hey nari / 62
Leylo, leylo / 63
Leylani / 64
Lili kini / 65
Lo şivano / 66
Lawiko nobedaro / 67
Li Nûri / 68
Lûrka lûrka / 69
Li Gewri / 70
Li Nazi, Nazi, Nazi / 72
Li Nazi Nazi / .72
Masîko / 74
Li Cani / 75
Mamûro / 76
Mamîro / 77
Memyanî Memo / 78
Nazlîyi / 79
Nofa Nofeli / 81
Ne li male / 82
Nirgizi / 83
Narûni Narûna min / 84
Narîni hey Narîn / 85
Hey mîro / 86
hay celebe / 87
Hay de nayi / 90
Hay dil, hay dil / 91
Hayla Bizi / 93
Wi li ser banî / 94
Wele naçme ber garani / 95
Yar yar li min Qudreti / 96

Perçi duwem: Berdan
Berdan / 97
Bejna zirav / 98
Berdestarî / 101
Baran Bego! dibarî / 102

Perçê sêyem: Berdestarî
Destar gerîya / 103
De hûrik hurik / 104
De bihen bihêr / 104
Eba-gewro / 105
Girtîkê hepsa / 105
Xanimokê / 106
Heyla delalê / 108

Perçê çarem: Berbûkî
Berbuki / 110

Perçê pêncem: Stran û Lawik
Bazo qurba / 111
Bavê Seyro / 112
Bavê Behcet / 114

Perçê şeşem: Lawij
Bavê Fexrîya / 116
Hesenê Mûsa / 118
Xerabo / 125
Delalê Berîyi / 131
Feqî û Eyşanê / 135
Wî wî li min / 139
Besna Xelîl / 151
Sînem Xan / 154
Eyşana Mîrza Begê / 160
Gewrê / 164

Perçê heftem: Lawijê Botan
Lavêjê Botan / 167
Esmer û gewra / 168

Beş II
Avêtinaser, yan şer û serpêhatî / 173
Ehmedê Hecî Evdila / 174
Kuştina Seîde Ehmed / 176
Ehmedi Iskan / 179
Serpêhatîya Bişarê Çeto / 181
Cemîlê Çeto / 184
Iskanê Qasim / 186
Ismaîlê Xelîl / 188
Bavê Behcet / 189
Tahirxanê Cazê / 192
Tacidîni Hacî Osman / 193
Sadûnê Axê Omerîyan / 198
Suleymanê Emer / 201
Seîdê Nado / 202


PÊSGOTIN

Folklora Kurdî -Kurmancî-
Bê gomane ko dewlemendî û mezinahiya zimana bi folklor û rewş û pergala tore, rist û nivisarên wa ye.

Çi zimanê ko folklor û tore têde fireh û mezin bune, ew ziman, zar, şiwe ji zimanên mezin tene jimartin. Her weku pêşveçuna dezgeh û jina civaki jî, yek ji van tiştane, ko ziman peşve dibin û fireh dikin. Lê ji ber ko, em, niha di dabaşa folklor da ne, dixwazin ve dabaşe bidin xuyakirin.
Di ve meydane de zimane kurdi -zare kurmanci- gelek dewlemend û mezin û payedare. Ji her nifşi helbeste, lawik, heyran, istiran, serpehati, çirok û liztik dagirtiye. Kurd ji biçukayi de zaroken xwe hini van tiştan dikin. He di peçekê de, de, ji wan re diloreni û dirok, istiran û çirokan dibeji. Di bere dinawireni ji lewra çawa çavê xwe vedikin û zimane xwe digerinin, dest bi rist û hûnan û istiranan dikin û bi her tiştf dilizin û di şevbiwêrkên xwe de hînî van tiştan dibin. Ji lewra dibênin, ko zarokên Kurd xudriste, hozan û hişyarin, dengbêj û çirokvanin.

Lê pir cihê anîne, ko heta Sedê Bista ji, tişteki hêja di vê meydanê de nehatiye çêkirin, nehatiye nivisandin û belavkirin. Belki ji, nehatiye bira kesi, ko berê xwe bidin vî karf û karekf bi rûmet ji welat û gelê xwe re bikî.

Tenê di vî Sedê Bîstem de çend nivişt bi zarê kurmancî li Ermenîstana Sovyetî hatine belavkirin. Çawa, ko li nav kurdê iraqê zare soranî ji destek niviştên hêja hatine çapkirin.

Tenê kurd, pirên kurd nikarin ji van niviştan kareke hêja bikin, herweku nikarin bi tevayî rewş û pergala zimanê xwe û folklorên xwe nasbikin. Ji ber ko, kurd, hemî ne bi şiwaki tevayî dixwênin û dinivîsin.

Ji lewra, di iro de, gereke bi herdu şîwan hemû nifşên xwendewarf bête çêkirin û gotin û nivîsandin û belavkirin heta, ko rojeke karibin herdû şîwan bikin yek û bighenin hev.
Her çiqas şiweye sori bi pêşve heri jî, lê nikarî daxwaza xwendewarên kurd bi pirîtî bicîbênî. Ji ber ko, ne weke şiwe kurmanci dewlemend û firehe, çawa ko di hindameke pir biçuk de hatiye givaştin, ko ji sedi bist kes nikari je hin bibi û daxwazê nadî naskirin.

Belam şiweye kurmanci, tevli ko zede dewlemende û her nifşen tore, helbeste, lawik, heyran, serpêhatî, istiran, çirok û liztikan di nav xwe de digri û ewqas daxwaza ji didi zanin û naskirin û nazik û kêm tevger û kêm tîpe.

Xwendewarên delal, çendan, ko ev nivişten me ne di rêza niviştên xelke de ne ji, le gelek bawerim ko winê di van nivişt û nivisaran de gelek tişten heja û şayanê şabaş û aferin bibenin û bixwenin. Herweku pir hêvidarim, ko wine pişti me re hej xweştir û çêtir binivisin û bêtir pêşve bibin. Ji ber ko, pir hêvî heye, ko çax û demên we ji ên me xweştir û çêtir bin.

Di iro de, çi tiştên ko em bixwazin çekin, nikarin tekuz û pêkhatî bênin meydane. Ji ber ko, welatê me di îro de bi çend xêzan di nav çend dewletan de hatiye perçekirin û hemû ji, nahelin heta em bi zimanê xwe tiştekî bibêjin û ji hawir zor û setem weke him û latan bi ser pişta me de hatine berdan û nikarin bi hêsanî xwe ji bin giraniya wan derxin û ji zindanê wi de jî pere bi dest me nakevin û heta dewlemend û miletperwerên me jî, ne tene çikusin, pera nadin, belkî şerê me bi hovîtî dikin.

"Ca eger hin çewtî, kêmasî jî we dîtin, rast bikin û derbasbin, li me negrin. Be goman rojek heye, ko win van kevnenivişta bixwênin û rast bikin, bi pêşve bibin û kareke mezin ji wan bikin. Eme ji were kok bingehê wan deynin û win bi serve avabikin yan ji çêtir bikin û wan kevneniviştan di refikan de bihêlin! Bere başên wan ji werebin û kêmasi û çewtî guneh û sûc ê me bin. Ji berê de dibêjin: "Rûnê genî li ser nanê xwedî".

Di ve nivişte de, wine helbeste, dilok, heyran, lawik, istiran, serpêhati, çirok û liztikan ji geleka bibênin, herwekû "Bêlote", "Berdestari", "Berdolabi", "Berdan" û di nav re hin risten kurmanci û gotinen pêşiyan jî bibênin û dixwazim hina ji wan vewejêrim, ji hev bidim jendin û bir û awjra xwe jî li ser wan bidim xuyakirin û hina ji li hêviya we bihelim.

1965/11/27
Cîcerxwtn



Perçê Yekem: helbeste û berdîlan

Ez kevokim lê lê
Ez kevokim lê, lê
Kevoka şînim way, way
Li ser bana lê, lê
Ez dixwînim way, way
Ji xelkê weye lê, lê
Har û dînim way, way
Ez aşiqê lê, lê
Çavên şînim way, way.
Ez kevokim lê, lê
Kevoka beşim way, way
Li ser bana lê, lê
Hûr dimeşim way, way
Ji xelkê weye lê lê
Ez nexweşim way, way
Ez aşiqê lê, lê
Çavên reşim way, way.
Ez kevokim lê, li
Kevoka sipîme way, way
Li ser bana lê, lê
Xweş danîme way, way
Ji xelki weye lê, lê
Ez xwînî me way, way
Ez aşiqê lê, lê
Jinka bî me way, way
.....


Cigerxwîn

Folklora Kurdî: Kurmanci

Roja nû

Weşanên Roja Nû
Weşanên Roja Nû: 25
Folklora Kurdî: Kurmanci
Cigerxwîn

Weşanên Roja Nû
Döbelnsgatan 16 B, 2 tr.
113 58 Stockholm / Sweden

Gulan 1988 – Stockholm

© Kesra Cigerxwin

ISBN 91 7672 024 1



Weqfa-Enstîtuya kurdî ya Parîsê © 2024
PIRTÛKXANE
Agahiyên bikêr
Agahiyên Hiqûqî
PROJE
Dîrok & agahî
Hevpar
LÎSTE
Mijar
Nivîskar
Weşan
Ziman
Kovar