Em beranên ber kêrê ne
Abbas Îsmaîl
Compte d’auteur
Dibe gelek nivîskarên ku van çîrokên min bixwînin bibêjin: Ev çîrokin folklorî ne,ji devê kal û pîran hatine girtin, birastî ez xwe pir payedar û şahnaz dibînim çaxa ez folklor dicivînim û dinivîsim, ji lewra paşdema me wê bihezaran çîrokvanên nûjen peyda bibin, lê mixabin wê çîrokbêjên folklorî biqedin, winda bibin.
Bo xala çûyî ez dixwazim xwendevanên berêz zanibin ku piraniya van çîrokan min ji hiş û ramanên xwe afirandine, bilî çîroka (yewel ya kurdî) ew jî min gelek rêşî û gulik û dûvik pêvekirine, tev ku min nedixwest ez wê daxim nav koma çîrokên din, lê hevalekî ew pejirand, ez xistinî bin fediyê ku ew jî bikeve rêza hevalan.
Abbas Îsmail, di sala 1938an de, li gundê Sada navçeya Qamişlo ji dayika xwe re bûye. Xwendina xwe ya seretî ta bi bekelorya wî li gundê Doda û bajarê Qamişlo qedandiye, paş re ew çûye parêzgeha Hisiçe û li wir xwendina mamostayê tewa kiriye, pişt re wî du salan li zanîngeha Şamê zimanê Erebî xwendiye.
Dûra wî bîst salan di warê mamostayiyê de li dibistanên herêmê kar kiriye.
Û di nav van salên çûyî de, wî xwe bi çand û toreyê, çi bi zimanê Erebî û çi zimanê Kurdî mijûl kiriye, ta vê dawiyê wî giringiya nivîsandinê bi zimanê bav û kalan pejirandiye û dest bi nivîsandina hin pertûkan kiriye.
Di sala 1995 wî berevokek bi navnîşana ‘Gula civatê’ belavkiriye. Pey re pertûkek bi navê ‘Çîvanok û pêkenok’ jî weşandiye û li paşerojan çend pirojeyên wî yên toreyî hene ku bendewarê çapê ne.
Serecem
1 - Nivîskarê mezin / 13
2 – Kesk û sor / 19
3 - Kurê bizinê / 23
4 - Çelebiyê / 29
5 - Çîroka beg û axan / 39
6 - Beranê ber kêrê / 48
7 – Gir Newas / 59
8 - Yewel ya kurdî / 65
9 - Baba Derwêş / 71
10 - Xurcika cihû / 82
11 - Xelefê gavan / 89
PÊSGOTIN
Rexnevanê toreyî û pisporê çîroka Rosî Xînadî Basbîlov ser kurteçîrokê wiha dibêje: “Kurteçîrok rengek ji rengê toreya dastanî a pexşanê ye, ew bixwe bejn kin e, û bûyerên wê biçûk in û lehengê wê hindik in.”
Ji ber wilo çîrokakin an jî kurteçîrok bûyeran himbêz dike û dixe di nav qaqilekî teng de, digel ku ev bûyerane her tiştî bi alî xwe ve dikşînin, lê ev nabe kiras ku em herdem li bejna çîrokê bikin, çimkî em gelek çîrokên dirêj -mîna dastana- dinasin, wek çîroka “Paşeroja Mirov” a nivîskar Şoloxof û çîroka “Keça Sultan” a Pûşkîn, û herwekî di vê berevoka nav destên me de “Çîroka Beg û Axa) a ku mamoste Ebas weke kurte romanekê ristiye.
Hunera çîrokê li bal gelên rojhilata navîn rehên wêyî kûr hene, çimkî ev rehane têne girêdan bi toreya gelêrî a devokî, wekî, dastan, efsane, gotinên pêşiyan, serpêhatî û pêkenok, lê babeta “çîrokê” cuda ye ji toreya devokî, ji ber ku toreya devokî hatiye guhestin ji nifşekî kevin ta nifşê nû di riya guhdanê de, lê çîroka nivîsandî rewşên wê yê taybet hene, çimkî bi zimanekî toreyî xurt tê nivîsandin û li ser bingehin hunerî û peyvin wêjeyî têne hûnandin, mîna van çîrokan: “Çîrok a Gotê” û “Karmin a Mîramyê”, û herwekî çîroka “Çelebîyê” li bal mamoste Ebas.
Li vir em karin bêjin ku navê “kurte çîrokê” ne ji mêj ve bikar hatiye, û gotina “çîrok” herdû celebên çîrokê a dirêj û a kin himbêz dike, lê heta dema dawî jî nivîskaran û rexnevanan di navbera cureyên toreyî de şaş dibûn û bi taybetî di nav kurte çîrokê û çîrokê de. Çexov û Mopasan bi çîrokên xweyî navdar, danasînek dane çîrokê û gotin: “Çîrok berhemek toreyî pexşan e û ji qetê navîne, naveroka wê serborek civakîye, ji nivîskarê wê tê xwestin ku di rengê çend derîyan de şirove bike, û lehengên wê bide berçav kirin.”
Bi vî rengî çîrok û kurteçîrok di jiyanê de rêz bi rêz û gav bi gav digel pêşveçûna romanê bûn Ta di nav Ereban de vê dawîyê nivîskarin pispor peyda bûn, ji nav wan kesên ku bi romanê ve mijûlibûn: “Hina Mînê û Necîb Mehfûz bûn, û ji kesên ku xwe bi kurteçîrokê ve mijûl kir Mehmûd Teymûr bû.
Herwiha min di vê berevokê de çend çîrokên toreyî bi pexşaneke şêrîn xwendin, digel ku em zanin di nav toreya kurdî de; pexşan ji alîkî ve, û çîrok ji alîkî din ve pir kême û bi taybet di nav kurdên Sûrîyê de ...
Di nav van bîst salên dawî de, hin pexşan hate belav kirin û çend çîroknivîs hatin xuya kirin.. wek.. Bavê Nazê dema çîrokên xwe ê binavê "Hêsr û baran" weşandin, digel herdû romanên xwe “Çiyayên bi xwînê avdayî û Stokholmê te çi dîtiye bêje”... û di van salên dawî de, ji bilî nivîskarên me yê ku bi Erebî dinivîsînin.. çend çîroknivîs diyar bûn; mîna “Helîm Yûsif û Pîr Rustem ....” û aniha mamoste Ebas bi hemî hunera xwe derbasî vê meydanê dibe, digel serborên şêst salî ji temenê xwe û herdû berhemên wî yê kevin....
- Gula Civatê (kurte-çîrok) -1995
- Çîvanok û pêkenok (1996)
Serbora mamoste Ebas di vê berevokê de gelekî pêşde çûye.. ango, çîrokên wî vê carê dirêjin bi gotinin şêrîn û hinerîyeke bilind hatine xemlandin.
Di çîroka "kesk û sor" de, serpêhatiyên gundiyan li ser dema Osmaniyan dihûne û kirasekî nû lê dike..., bê çawa şer ji zarokan de dest pê dike û dawî li çi stasyonê radiweste.
Û ji xwe çîroka "nivîskarê mezin" bi tevayî, rewşa piranîya xortên me yê nû ne, yên ku dibêjin û napêjin, bê çawa di jiyaneke mîtefîzîqî de jiyan dibin bêyî ku li gewdê xwe binêrin, lê M. Ebas bi çend gotinên hilû çîrokê dixemilîne dema pesnê roja mirina lehengê çîrokê dide. "Rojeke devliken, tavikek tîrêjsist, asîman û derya weke du çavên şîn û beloq xuya dikirin, wê rojê çiya bêtir dernexûmî bajarê Beyrûtê bibû, mirov dipelikan, ditirsî, ku biser bajêr de bi herife, wê rojê (kolana sor) bêxwedî ma bû,.."
Lê di çîroka "Kurê Bizinê" de olperstiya di nav kurdan de ji mêj ve ta dema îroyîn de dide xuya kirin û xaveya mejîyê mirovê gundî dide diyarkirin... Li vir mamoste Ebas dawîya çîrokê vekirî dihêle bê ku çareser kirinekê ji van gundiyan re bibîne ...
Û ji xwe çîroka "Çelebiyê" M. Ebas felekata radike... ji ristina çîrokê û pesnê lehengê Çelebîyê û bûyerên wê ta bi dawî, tev dikeve dilê xwendevan, nemaze dema nivîskar pesnê qehremaniya Çelebîyê dide: "Çelebiyê ev bûyer dît, mûyên mêraniyê di hinark û dêmên sorgulî de çikilîn, weke hespa ku li ser herdû lingên xwe yê pêşî raweste û pêl dijminê siwarê xwe bike. Çelebiyê weke bazekî birçî xwe berde ser kîvroşkekê..."
Eve çend çîrok bo nemûne me ji xwendevanan re şirove kirine... û ên mayî hûnê têxin bin dûrbînên xwe.
Ma ku em bêjin, kêmasiyên li bal M. Ebas berçavbikin... di gel ku nabin kêmasî, çimkî rewşa nivîskar jî perçak ji rewşa konevanî û civakî a kurda ye...
Lê eger me tiştek jî got wê ev be: M. Ebas pênûsa xwe gelekî ji diwêta gencîna kelepora kurdî dagirtîye ji ber vî hawî wê xwendevanên vê pertûkê hest bibin ku herdem çîrokin folklorî dixwînin, digel ku nivîskar bi taybetîyek xweyî kesanî xemilandiye.
Di dawîyê de, ez karim bêjim wê xwendevanên hêja sûdeyekê baş ji xwendina van çîrokan bibînin, çimkî tijî gotinên gundî ên şêrîn in... pend û gotinên pêşiyan têde hene û hin caran jî raman in konevanî tê de peyda dibin.
Ebdulbaqî Huseynî
Qamişlo-17.5.1998
Têbînî
Dibe gelek nivîskarên ku van çîrokên min bixwînin bibêjin: Ev çîrokin folklorî ne,ji devê kal û pîran hatine girtin, birastî ez xwe pir payedar û şahnaz dibînim çaxa ez folklor dicivînim û dinivîsim, ji lewra paşdema me wê bihezaran çîrokvanên nûjen peyda bibin, lê mixabin wê çîrokbêjên folklorî biqedin, winda bibin.
Bo xala çûyî ez dixwazim xwendevanên berêz zanibin ku piraniya van çîrokan min ji hiş û ramanên xwe afirandine, bilî çîroka (yewel ya kurdî) ew jî min gelek rêşî û gulik û dûvik pêvekirine, tev ku min nedixwest ez wê daxim nav koma çîrokên din, lê hevalekî ew pejirand, ez xistinî bin fediyê ku ew jî bikeve rêza hevalan.
Di nêrîna min de çîrokên min yêii binavê: kurê bizinê -Çelebîyê- Baba Derwêş- çîroka beg û axa û Xelefê Gavan, û (tirba ling) di pirtûka min ya binavê (Gula civatê) de ev kurte-romanin, ne dûre rojekê xortek pispor û şanoker wan di warê şano û Sînema de bikar bîne, ji ber ku ev çîrok…
Abbas Îsmaîl
Em beranên ber kêrê ne
Compte d’auteur
Compte d’ateur
Çîrok
Em beranên ber kêrê ne
Abbas Îsmaîl
© Mafe çapê parastiye
- Çapa yekê- 1000.6.1998
- Sûriya -Qamişlo-
- Kompiyoter: Azad