Dengê Metîn û Cudî
Sebrî Botanî
APEC
..... Ji bîr nakim doza xwe Qet naşkênim soza xwe
Şer dikim bê rawestan Nizanim çi ye westan
Şer dikim, şer naxwazim Welatê xwe dixwazim
Niştê min e, dêrîn e Ber dilê min şêrîn e
Gerçî îro bindest im Sibe ez jî serbest im ..... Naverok
Êdî bes e heta evro / 6 Bi xoşî û serfirazî / 8 Bê te jîna min jan e / 10 Gula min / 11 Adar e / 12 Jîna min e ev aqar / 13 Li me pîroz her û her / 14 Gemşo / 16 Kurdistan Kurdistan / 20 Cejna aştî / 22 Ciwanê Kurd / 24 Bilûra min / 25 Pîrejin / 26 Pêşmerge / 28 Dengê dehola bextê min / 29 Ji Botanî bipirse! / 30 Şîreta min / 32 Şivanê pîr / 34 Şanoya şoreşvan / 37 Ji vê şopa xwe vegerin / 38 Makdêl / 40 Gurgo were xûnê bimêj / 42 Venagerim / 45 Tajîkên nêçîra pîs / 46 Rabin Rabin / 48 Marşa rizgarî / 50 De bimre lo / 51 Sibe xwedî dewlet im / 52 Bo hevalê min Silo / 54 Nefî hilo meydanê / 56 Bo kurdekî meynoş / 59 Hîvan / 60 Şerm e kurro / 62 Me îro PKK heye / 63 Caş / 64 Her kes û pîroza xo / 66 Wek dîwarê Berlîn î tu / 68 Mizgîniya Mezin / 70 Kurd im heta dimrim / 72 Rojname / 73 Di gel Yezdan / 74
TÊBINÎ
Çendek ji helbestên vê dîwanê di rojname û kovaran de hatibûn belavkirin. Bi umêda çapkirina wan jî di dîwana ”Bilûra Çiyan” de. Lê pa mixabin bi windabûna destnivîsa ”Bilûra Çiyan” re, ew hêvî jî windabû. Ji lew re me ew çend parçe jî di vê dîwanê de çapkirin. Wek hel-besta ”Gurgo were xûnê bimêj” û ”Cejna aştî” ku yên berî bîst-sih salan e... Lê yên dî hemû ji sala 1990-93 hatine hûnandin... Dixwazim bêjim jî ku ew destnivîsa windabûyî her dîsan ji tuxmê van helbetan e. Ji lew re gerek e bêjim ku windabûna wan ne tiştekî giring e. Lê bê guman eger peyvek tenê jî, resen û nebelavbûyî di nav de hebit, ez bi zi-yanek mezin dizanim.
Sebrî Botanî 1993 Stockholm
Êdî bes e heta evro
Men huwe ela heq gelo Muawiye yan jî Elo? Ev bû dersa mizgefta min Ji wê rojê heta evro
Hem derebe Zeydo Emro Yanî Zeydo deyna Emro Edî herdu man biheve Ji wê rojê heta evro
Hem qeteltum, qeteltune Ji bil vê qet tiştek tune Her kuştin û talan e bes Ji wê rojê heta evro ….. Sebrî Botanî
Dengê Metîn û Cudî
APEC
Weşanên APECê Dengê Metîn û Cudî Dîwana -3- Sebrî Botanî
Stockholm 1993
Weşan no: 47
© Sebrî Botanî Weşanxana APEC
Apec-Tryck & Förlag Spangavagen 345 Box 3318, 163 03 Spanga / Sweden Tel: 08-761 81 18 Fax:08-761 42 90
ISBN: 91-87730-47-2
|