Sofiyekî sextekar ku malxwê malê ji dilê xwe yê saf pê bawer dibe û dixwaze pê re alîkariyê bike dikeve nav malbata Orgon; heta ku diz û xwediyê malê bi hev dihesin sofiyê min û te dixwe, vedixwe û bi rûyekî rûşûştî bela xwe di kevaniya malê dide.
Molière ku vê yekê dike mijara piyesa xwe, ji bo ku wê bi derdorên serâyê û dêrê bide qebûlkirin heta sala 1669-an tê dikoşe, ji ber ku gava cara pêşîn li Versaillesê tê nîşandan, piyes ji alî eynî derdoran ve weke piyeseke xeter tê dîtin û demeke dirêj tê qedexekirin. Ger Molière bitenê durûtiyên sofîtiyê jî teswîr bikira, gelo dê dîsa şik û şibhe nehata ser sofîtiya rasteqîn ?
Jixwe fêda û qezenca vê piyesê ewende mezin e ku; durûtiya nava mirov a ku li gor demê reng diguhere û bi awayekî din xwe nîşan dide jî derdixe meydanê. Lê Tartuffe her wiha jî komediyeke xwiy û kesayetiyê ye, ku pêkeniya qebe hêdî hêdî ber bi diramê ve dibe û pê re pirr xweş harmonise dibe. Molière li vir bi hostayî û hunerê xwe yê ku mirov heyran û hişmetkar dihêle nişan dide û binera ku saf saf bi heyecaneke pirr xweş dikene, jidil kêfxweş bûye ber bi fikr, hizir û ramanên pirr ciddî, yan kûr û dûr ve dibe.
Biyografiya Molière
1622: 15-ê Çilleya Paşîn, li Parisê ji diya xwe dibe. Bavê wî yê raxer navê Jean-Baptiste Poquelin de Molière lê dike. 1636-1640: Li Parisê, li koleja Clermont dixwîne. 1643: 30-ê Hezîranê, Koma xwecih a Illustre-Théatre tê avakirin. Molièrê paşerojê (wiha xwiya ye ku salên pêşîn ev nasnav bîkar neaniye) û Madeleine Béjart li gel hevalên xwe peymana avakirina vê saziyê îmze dikin. Cara pêşîn, di 1-ê Çilleya Paşîn a 1644-an de, di lîska topê ya bi navê Métayers de derdikevin pêşberî bîneran; paşê, di 19-ê Çilleya Pêşîn a eynî sale de derbasî koma Croix noire dibin. Lê zêde najo kumpanya têk diçe (Molière, di navbera 2 û 4-ê Tebaxa 1645-an de, ji ber deynan dikeve hefsê). Kumpanya mecbûr dimîne belav dibe. 1646-1658:Molière û Madeleine Béjart derdikevin melbendê, pêşî di koma bi serokatiya Charles Du Fresne de dilîzin, ku patronê wê Duc d'Epernon e, paşê di kumpanya ku ew bixwe îdare dikin û ji 1653-yan hete 1657-an ji alî mîr Conty ve hatiye paraztin de dilîzîn. 1655: Pêşkêşkirina l'Etourdî, li Lyonê. 1656: Pêşkêşkirina Depit amoureux, li Béziersê. 1658: 24-ê Çiriya Pêşîn, Kom vedigere Parisê, û êdî ji aliyê Mîrza, birayê Louise XIV. ve tê paraztin, li hola muhafizên kevn a Louvrê, li pêş Louisê XIV-an. trajediya Corneille Nicomède dilîze. Paşê Docteur amoureux bi hin dans û sitranên piçûk en di navbera perdeyan de ku ji alî Molière ve li melbendê lê hatibûn zêdekirin dilîze û bi saya serketina di warê komediyê de hola Petit Bourbon bi komediyenên Îtalî re par vedike. 1659: 18-ê Çiriya Paşîn, Les precieuses ridicules. 1660: 28-ê Gulanê, Sganarelle ou le Coucu imaginaire. 11-ê Çiriya Pêşîn, bêyî ku berî jê re bê gotin, ji aliyê M. de Ratabon ve ji teatra wî ya ku wê bê xirakirin te derxistin, lê li heberî vê hola Palais-Royal didinê. 1661: 4-ê Sibatê, Dom Garcie de Navarre ou le Prînce jaloux. 24-ê Hezîranê, l'Ecole des maris. 17-ê Tehaxê, Afrandina Fâcheux li Vaux-le-Vicomtê, ku dema cejnê ji alî nazir Foucquet ve ji qirêl re hate pêşkêş kirin. 1662: 20-ê Sibatê, zewaca Molière û Armande Béjart, xwişk an, li gor hinekan, keça Madeleine, li Saint-Germain-l'Auxerrois. Peyman di 23-yê Çilleya Paşîn de hatibû îmze kirin. 26-ê Çilleya Pêşîn, l'Ecol des femmes. 1663:1-ê Tîrmehê, La Critique de L'Ecole des femmes. Di navbera 16 û 21-ê Çiriya Peşîn de, L'Impmromptu de Versailles, li Versailesê peşkêş kir. 1664: 19-ê Çilleya Paşîn, bûyîna Louis, lawê Molière, ku wî di 28-ê Sibatê de baptîz dike. Parrain: Qiral wî baptîz dike. Marraine: Ji alî Henrietta Ingîltereyî ve tê baptîz kirin. 29-ê Çilleya Paşîn, Le Mariage force, li Louvrê hat pêşkêş kirin. 1-7-ê Nîsanê, Le Tartuffe Kumpanya Saint-Sacrement tir¬sand, ev tirs jî bû sebeba ku careke din neyê nîşan dan. 30-ê Nîsnê/22 yê Gulanê, Molière û koma xwe ji bo beşdarî Plaisirs de l'Île enchantée bibe li Versaillesê bicîh dibin. 8-ê Gulanê, La Princesse d'Élide cara pêşîn hate pêşandan. Di 12-an de jî her se perdeyên Tartuffe hatin nişan dan. 1-ê Tebaxê, temamkirina çapa Le Roi glorieux au monde, ji alî metran Saint-Barthélemy û Pierre Roullé ve, ku bi dijwarî êrîşî afranderê Tartuffe dikin. Molière, dereng namîne, bi erzûhala xwe ya yekemîn reaksiyona xwe nişan dide. Di navbera 20 û 27-ê Îlonê de, her se perdeyên pêşî yen Tartuffe, ji alî Molière û koma wî ve, hi biryara Mîrza birayê wî dema ku qiral Louise XIV. hatibû serdana birayê xwe, li Villers-Cotterêts hatin pêşkêş kirin. 29-ê Çiriya Paşîn, Tartuffe bi her pênc perdeyên xwe ve li Raincy, li mala Mir Palatine, ji bo Condé hate pêşkêş kirin. 1965: 15-ê Sibatê, Dom Juan. 4-ê Tebaxê, keça Molière bi nave Esprit-Madeleine tê batîz kirin. 14-ê Tebaxê, Koma Molière li Palais-Royal dibe Koma Qirêl û mehaneya wî derdixe 7 000 frankî. 14-ê Îlonê, L'Amour médecin li Versaillesê pêşkêş dike. 8-ê Çirlya Paşîn, Le Tartuffe û L'Amour médecin li Raincy, li mala Mir Palatine bi emrê de Condé tên pêşkêş kirin. Perdeya çaran a Tartuffe hîn nehatiye pêşandan, wê demê, hîn şeklê wê yê dawîn nahatihû dayin. 1665-1666:Ji dawiya meha Çilleya Pêşîn bere dawipa Sibatê, Molière nexweşê bêhal e. Di Nîsana 1667 de sipî sax dibe. 1666: 4-ê Hezîranê, Le Misanthrope. 6-ê Tebaxê, Le Medecin maigre lui. 2-yê Çilleya Pêşîn, Li Saint-Germain-en-Layeyê, Pêşkêşkirina Mélicerte, bi tenê wek du perde di Ballet des Musses de cihê xwe girt û di 5-ê Çilleya Paşîn a 1667-an de ciyê La Pastorale comique girt, ku îro wendaye. 10-ê Sibatê dîsa li Saint-Germaine û bi kadirên eynî baleyê, pêskêş kirina Sicilien ou l'Amour peintre. 1667: 5-ê Tebaxê, Li Palais-Royal, carekê bitenê pêşkêşkirina L'Imposteur, dotira rojê hat qedexekirin. La Thorillière û La Grange wê gave li gel erzûhala Molière çûn giliyê xwe li bal qiralê ku nû dora Lillê girtibû kirin. 11-ê Tebaxê, Sermetranê Parîsê, Hardouin de Péréfixe, fermanekê derdixe û dibêje her kesê ku vê lîskê "bi taybetî an bi awayekî eşkere bilîze, bixwîne an dema bê ravekirin guhdarî bike dê ji dîn bê derxistin (aforoz kirin)." 20-ê Tebaxê, Lettre sur la cnmédîe de L'Imposteur, nameya anonîm di lehê Molière û piyesa wî de. 1668: 3-ê Çilleya Paşîn, Amphitryon. 4-ê Adarê, Molière li hotêla de Conde, Le Tartuffe ji bo Monsieur le Prince dilîze. 15,16, 18 an jî 19-ê Tîrmehê, George Dandîn, li Versaillesê, bi kadirên Grand Divertissement Royal hate pêşkêş kirin. 9-ê Îlonê, L'Avare. 20-ê Îlonê, Le Tartuffe li Chantilly ji alî Molière ve, ji bo Condé hate lîstin. 1969: 5-ê Sibatê, Tartuffe tê serbestkirin û li Palais-Royal tê nîşandan. Serketineke bêhempa bidest dixe. Dîsa eynî rojê, Molière erzûhala xwe ya sisiyan ji Qirêl re şand. komediya ku ji alî Jean Ribot' ve hate weşandin, de di 23-yê Adarê de ji çapê derketa (di 15-ê Adarê de derket). 4-ê Nîsanê. Molière çapa La Gloire du Valde-Grâce, ku ji bo wê dostê xwe yê nîgarkêş Mignard kirêkiribû temam dike. 6-ê Çiriya Pêşîn, Monsieur de Pourceaugnac, cara pêşîn li Chambordê hate lîstin. 1670: La Critique du Tartuffe, komediya anonîm, li gel Nameyeke satîrıîk a li ser Le Tartuffe ku ji nivîskarê Rexneyê re hatibû nivîsîn, li Parisê, li cem Gabriel Quinet tê dîtin (Bi tarîxa 19-ê Çiriya Paşîn 1669). 4-ê Sibatê, Les Amants magnifiques, bi munasebeta karnevala li Saint-Germain-en-Laye hate pêşkêşkirin. 14-ê Çiriya Pêşîn, Le Bourgeois gentilhomme, li Chambordê tê lîstin. 1671: 17-ê Çiriya Paşîn, pêşkêşkirina Psyché, li hola des Tuileries. 24-ê Gulanê, Les Fourberies de Scapin. 2-yê Çilleya Pêşîn, La Comtesse d'Escarbagnas cara Pêşîn li Saint-Germain-en Layeyê hate pêşandan, perdeyek ji bo destpêka Ballet des ballets hate amadekirin. 1672: 11-ê Adan, Les Femmes savantes. 1-ê Çiriya Pêşîn, Babtîzkirina Pierre-Jean-Baptiste-Armand Poquelin, lawê Molière. Lawikê nûbûyî di 12-e eyra mehê de dimre û tê veşartin 1673: 10-ê Sibatê, Le Malade imaginaire. 17-ê Sibatê, Le malade imaginaire cara çaran hate pêşandan. Molière ku rolê Argan girtibû ser xwe, li ser sehnê dikeve dilê wî lê diçe, piştî ku wî radikin tînin mala wî ya ii kolana Richelieu bi çend saetan dimre. Keşeyê Saint-Eustacheyê veşartina wî ya li gor adetên xiristiyanî red dike. Li ser rica jina wî Armandeyê ji Louisê XIV. li Versaillesê, Molière bi şev, bêseremonî û qerebalixî, li goristana Saint Josephê tê veşartin. 1682: 30-ê Hezîranê, çapa di ber çavan re derbaskirî, sererastkirî û berfirehkirî ya Les Œuvres de Monsieeur de Molière (Kulliyata Molière), weke çar bergan, bi aweyekî tekûz û bi pêşgotineke girîng ji alî La Grange û Vivot ve hatte temamkirin. Du bergên din en ku ji berhemên wî yên neçapkirî pêkhatibûn jî di 31-e Çiriya Pêşîn de hatin çapkirin.
PÊŞGOTIN
Nivîskarê vê lîska teatral a pêkenî di pêşgotina xwe de li ser rewşa wê demê, êrîşên paşverû û kevneperestan ên li dijî comediya xwe û têkiliyên wê yên dîrokî bi dîn re rawestiya ye, ji bo wê jî dubarekirina vê yekê û şertên dema ku komediya Tartuffe an jî Sofiyê Sextekar, qilîç tê de hatiye nivîsîn ne pêdivî ye.
Tartuffe peyveke Fransî ye ku bi kurdî mana wê qilîç ango sofiyê derewîn, sextekar û durû ye. Ji ber êrîşên kevneperestan ev komedî gellek caran tê qedexekirin, lê Molière jî bi rik dixwaze wê bilîze. Ji bo vê jî piştî ku tê qedexekirin, navê wê diguhere dike l'Imposteur, cubbeyê dînî yê Tartuffe jê dike û qiyafetê salonê lê dike da ku wî careke din bîne ser sehnê.
Mana l'imposteur jî bi kurdî derewker, delewêreker û dolabgêr e. Lê qerekterê Tartuffe ne bitenê sextekar e, sextekarekî ku dixwaze mirov ji rê bibe û ew li dewsa mirov rûnê. Di civata me kurdan de jî kesên ku niyeta xwe ya rastî tim vedişêrin, bi derew û sextekariyan dixwazin piyê hevalê xwe bişemitînin û li dewsa wan rûnin pirr in. Kurd ji kesên wiha re dibêjin qilîç, çellaq, sextekar ji bo wê me jî xwest ku em peyva Tartuffe bikurdî weke Sofiyê Sextekar wergerînin.
Min navê ku ez li vir Tartuffe rexne bikim, ji ber ku rexnegiriya hunerî pisporiyeke taybetî divê, bila paşê aktor û hunermendên me yên ku bi teatrê mijûl dibin bir û rayên xwe yên li ser vê komediyê bêjin. Wek kesekî ku piçekî bi zimannasiyê mijûl dibe, ez dixwazim hinekî li ser girîngiya werger û teatrê ya di warê ziman de rawestim.
Weşangerên me dibêjin ku xwendevanên kurd ji wergerê bêtir ji berhemên telif hez dikin û wan tercih dikin. Helbet ev terciheke di cîhê xwe de ye, lê divê xwendevanê kurd zanibe ku Victor Hugo, Tolstoy, Balzac, Dostoyevski û Molière kurdan tunene, dive mirov wan jî bixwîne.
Gava ku ez vê yekê dibêjim ne ku ez nivîskarên kurdan kêm dibînim, Ehmedê Xanî, Melayê Cizîrî, Feqiyê Teyran ê Fransizan, Rûsan û Ingilîzan jî tunene, divê ew jî wan bixwînin. Ev yek jî bitenê bi riya wergerê mimkun e, nexwe herkes nikare her zimanî zanibe û telîfên orjînal bixwîne.
Lê di warê wergerê de avantajeke kurdan heye, ku ji bo zimanê wan dezavantajeke mezin e û nahêle ziman bi berhemên wergerê yên ji çandên din dewelemend bibe û bipêş keve.
Sedema vê jî ev e, ku her kurdek du zimanan zane: Kurdên bakur, li gel kurdî tirkî; yên başûr û başûrêrojava kurdî û erebî; yên rojhilat kurdî û farisî dizanin. Ji ber ku klasîk berî kurdî li van zimanan hatine wergerandin xwendevanên me yan ew bi van zimanan xwendine yan ji ji ber ku ev ziman di jiyana wan de serdestin, dîsa dixwazin bi van zimanan bixwînin.
Lê dive mirov jibir neke, ku gava talibên wergera bi zimanê kurdî tunebin wê zimanê me ji berhemên klasîk mehrûm bimîne û dê wergerên bihêz ku karibin tama zimanê orjînal bidin jî pek neyên. Ev yek jî wê zimanê me yê ku bised salan qedexekiri ye, zeîf û lawaztir bike.
Ji aliyê din ve wek min li jorê jî bahskir, ez dibêm qey zanîna min a di warê teknîkên teatrê de ji ya bînerekî sade ne bêtir e. Lê ji bo têkiliya ziman û teatrê çend peyvên min ên ku ez jî bêjim hene. Berhemên Teatral, ku werger jî bin, di warê pêşketina ziman de rolekî pir girîng dilîzin. Tew ku ev berhem komedî bin rola wan hîn bêtir û bitesîrtir e.
Ji bo fêrkirina ziman çendî dibistan û wasite hebin jî tiştek bi qende skeç û piyeseke li ser sehnê yan ekrana televîzyonê tesîrê li ji heft salî hete heftê saliyên civatê nake. Sehne an ekran weke mirêka ku mirov tê re xwe dibîne ye. Lê di mirêkê re mirov tenê bi awayekî fizîkî xwe dibîne, belê li ser sehnê mirov dikare hemî zeaf û karebûna xwe ango rewşa xwe ya fizîkî û ruhi jî bibîne. Ji bo wê jî zimanê sehnê bitesîrtir e, di mêjiyê mirov de zû cîh digre û bi hêsanî nayê jibîrkirin.
Ku bivê mirov hinekî jî bahsa karekterên Molière bike, dive mirov hinekî şertên dema ku ew tê de jiyaye û rewşa edebiyatê ya wê demê baş zanibe. Dema ku Molière tê de jiyaye dema feodaliyê ye û wê demê çeşnên edebî yên meqbûl destan, efsane û methiye ne. Di van çeşnên edebî de ji zeafên mirovî bêtir taybetmendiyên baş û qenc: ên mirovî derdikevin pêş.
Lê Molière berevajiya vê durûtî, sextekarî û çellaqiya mirovî ango zeafên mirovî di berhemenên xwe de derxistine pêş û anîne ser sehnê ji bo vê ye, ku bûye armanca êrîşên kevneperest û paşverûyan. Weke ku îro jî li paş perdeya hin îdealan hin mirov sextekarî, durûtî û hesûdiya xwe vedişêrin, wê deme jî li paş maskeya dîn hinan zeafên xwe veşartine, xwesitine hevalê xwe bixapînin û ew li ser mîratê wan rûnên.
Mêjiyê gundîtiyê hîn di civata me de jî serdest e, têkiliyên me hîn bitemamî ji axê qut nebûne, Li paş xurûra me ya ku ji ber vê yekê tê gelek zeaf veşartî ne. Em tu carî rastiya xwe nabêjin û naxwazin ku kesek jî zanibe û bêje. Gava hinek bidostanî jî me rexne bikin, gelek caran ji ber xurûra xwe ya vala em wan dijmin îlan dikin û bi awayekî bêperwa êrîşî wan dikin, wan aforoz dikin.
Ji bo wê jî werger, çapkirin û lîstina komediya Tartuffe di demeke wiha de tam îsabet e û wê weke lazerê zirxên ku em li paş zeafên xwe vedişêrin bihelîne û wan derxe holê.
Belbî bi saya berhemên wiha çanda demokrasiye di nav civata me de jî pêş bikeve da ku em jî karibin pirsên xwe bi awayekî bêtirs û eşkere munaqeşe bikin û zeafên xwe jî mehkûm bikin, ne ku wan bincil bikin û veşêrin.
Yakup Karademir
PÊŞGOTINA MOLIÈRE
Eve komediyeke ku bi ser zimanan ketiye û ev serê demeke direj e ku neheqî lê hatiye kirin; û mirovên ku vê komediyê dilîzin nîşan didin ku ji komedyenên herî jîr û jêhatî yên Fransa ne, ku heta niha di lîskên min de rol sitendine. Jinên kubar, mêrên ku ji alî jinên xwe ve hatine xapandin, markî û bijişkên ku em wan li ser sahnê temsîl dikin, û li pêş çavê herkesî em îmajên welê didin wan weke ku henekê xwe bi wan bikin, bi dilekî rihet tahmûla me dikin; lê kesên durû qet ji henekan fêm nakin: wê gavikê vediciniqin, ditirsin, û li cesareta min a ku ez durûtiya wan derdixim holê, henekê xwe pê dikim û hunerekî rexnegirî yê ku gelek mirovên dirist jî tê de cîh digirin pêk tînim şaş dimînin. Ev helwesta wan cinayeteke wiha ye ku tucarî nayê efûkirin; wan li dijî komediya min bi awayekî harîhêberî çek û rextên xwe girêdane ku pirçûnekan bi canê mirov dixin. Tu mahsûra ku bitenê ji aliyê wan dêşîne de êrîş bikin jî nabînin: Lê vê yekê pirr biqurnazî dikin, û ji bo niyeta xwe ya rastî jî eşkere nekin, pirr bimaharet in. Weke em dibînin ku hergav dikin, berjevendiyên xwe yên şexsî li paş perda doza dîn vedişêrin; û Tartuffe, weke piyeseke ku heqaretê li dîn dike biser dev û zimanan dixin. Li gorî wan ew ji serî hete binî tije xerabî û kirêtî ye, û divê tevlî nivîskarê xwe bisaxî di nav agirê sor de bê şewitandin. Dîsa dibejin ku her kiteyeke wê li dijî ehlên Xwedê ye; her jesteke wê cinayetek e; her çavkirineke wê, her serhejandineke, her gaveke wê ya piçûk a ber bi çepê an ber bi rastê de maneyeke wê heye. Bi vî awayî li mahneyeke perritî digerin ku li dijî min bikar bînin. Li gorî wan ez wê beleheq pêşkêşî rexneyên hevalên xwe, û nirxandinên herkesî dikim. Sererastkirinên ku min karibûn bikirana, nirxandina qirêl û qiralîçeyê, ku berî lê nêrîbûn, teqdîra mîrên mezin û wezîran, ku li pêş çavên herkesî, dema nîşandanê amade bûn, şadetiya qencên xwedê, ku ew wek tiştekî bifêde dîtin, ev hemî bikerî tiştekî nayên. Piştî van tiştan hemiyan jî ew qet naxwazin ji ser yekûduduya xwe ben xwarê û hîn jî, her roj li nav xelkê bi awayekî bêmane dikin qîrîn û hawar, tevlî sofîtiya xwe heqaretê li min dikin û ji Xwedê dixwazin ku ez bi agirê cahnimê bişewitim.
Ev propagandayên wan ên welê qet ne li ser guhekî min in jî, ev handana wan ji dek û dolabên ku dixwazin min wek dijminê kesên ku rêz û hirmeta min ji wan re heye nişan bidin û mominên rasteqîn bikşînin aliyê xwe, niyeta wan a paqij istismar bikin pê ve ne tiştekî din e. Ev kes biheraret dibejin ku ew hertiştî ji bo xatirê Xwedê dikin û bi vî awayî bihêsanî heşê qencên xwedê ji serê wan dibin. Eve ji ber vê yekê dive ku ez jî xwe ji erîşên van bebextan biparêzim. Ji bo birêvebirina komediya xwe, ji dîndarên rasteqîn re di bin her şert û mercî de ez dikarim îsbat bikim ku ez ne neheq im; û ez ji dil û can ji wan ricayê dikim ku dive beri tiştekî bibînin wî tawanbar nekin, xwe ji her cure hukmê pêşîn biparêzin û qet nekevin bin tesîra azweriya wan kesên ku bi durûtiya xwe, xwe berûmet dikin.
Ger ku mirov zahmet bike biniyeteke paqij komediya min binirxîne, bêşik mirov dê bihêsanî bibine ku min hertişt bi niyeteke paqij kiriye, û qet tiştekî welê di heşê min re derbas nebûye ku ez henekê xwe bi tiştên pîroz bikim; di vî warî de jî tedbîreke ku ji bo hesasiyeta mijarê ji min bê xwestin ez amade me ku minaqeşe bikim û nişan bidim ku ji bo kesên durû û mominên rasteqîn ji hev cuda bikim tiştê ku ji destê min hatiye min bêkêmasî kiriye. Ji bo vê jî min du perdeyên temam bikar anîne da ku Beko Ewanê xwe bi awayekî rêkûpêk pêşkêş bikim. Ew carekê bitenê jî guhdêr di teredutê de nahêle; ew ji seri de bi îmaja ku min dayiyê tê naskirin; û ji serî heta binî ji bo mirovê qencê Xwedê yê rasteqîn ku min li hemberî wî daniye derxe ortê peyvek jî ji devê wî dernakeve, tiştekî jî nake.
Ez baş dizanim ku ji bo bersiva van kesên ku ev yek kirine benîştê devê xwe û dibêjin ku cîhê xeberdana vê mesele ne teatro ye dive mirov çi bike; lê bi misada wan be, ez ê bitenê ve bêjim, bi çi heqî van peyvên welê xweşik dibêjin. Ev pêşniyazeke ku wan ji ber xwe ve çêkiriye û bi tu awayî jî nikarin îsbata wê bikin; û helbet bi hêsanî mirov dikare nîşanî wan bide ku, ji berê û paşê de, kaniya komediyê dîn bûye; û komedî beşek ji lîskên dînî yên wê demê ku mijara wan jiyana mirov bûye; weke ku tê zanîn li cem cîranên me, îspaniyan, kes cejnê bêkomedî pîroz nake, û hete nav me jî li cem terîqeteke kevn ku hîn îro jî ji aliyê derdora Hotel de Bourgogne ve tê paraztin derdikeve ortê, ku ev der ciyekî welê bû ku ji bo nîşandana lîskên dînê me yên herî binavûdeng hatibû terxan kirin; û îro jî mirov dikare komediyên ku bi herfên gotîk, ku bi navê doktorê Sorbonî* hatine nivîsîn li wir peyda bike; û ne hewcê ye ku em zêde dûr herrin, îro jî piyesên dînî yên M. de Corneille**, ku hemî Fransa heyranê wan e li wir tên nîşandan.
Ger ku bikaranîna komediyê ji bo temamkirina kêmasî û qusûrên mirovî be, ez tu sedemê ji bo ku hin bixwazin kes bahsa wan neke nabînim. Ev kes, ji herkesi bêtir di rewşeke welê de ne ku encamên wê dikarin pirr bixeter bin; wê gavê diyar e ku ji bo ji holê rakirina vê rewşa bixeter teatr dikare rolekî pirr girîng û birûmet bilîze. Ravekirina herî baş a exlaqekî ciddî, gellek caran, ji helbestên rexnegirî bêtir, bi riya komediyê hêsantir û bitesîrtir dibe; û tu tiştek bi qendî pêkanîna dîmenê kêmasiya mirov, li mirov tesîr nake û bikêrî mirov nayê. Tiştek biqendî dema ku hinek kêmasiyên mirov bînin pêş çavên herkesî û herkes bi wan bikene tesîrê li mirov nake. Mirov ji rexnekirinê bihêsanî aciz dibe, dêşe; lê bi henekan qet naêşe. Mirov dikare bixwaze xerabiyê bike, lê mirov qet naxwaze bibe pêkeniyê tukesî.
Ji ber ku qilîçê min hin termên dînî bilêv dike bi min re dixeyidin, min tawanbar dikin. Ji bo ku min karekterê durûtî û çellaqiyê nîşan bidana, gello min karibû xwe ji tiştekî welê biparazta û nekira? Bi min wiha xwiyaye ku ji bo bi zorê mirov karibûna mîzacekî xirab bidanayê, min termên pîroz jê derxista û li şûna wan min motîfên cînayetê jî daniya da ku pê hîn tişt bidana gotin dîsa jî têr dikir. Lê di perdeya çaran de exlaq û namûseke sist tê ravekirin. Belê ev exlaq tiştekî ku qet guhê kesî lê nebûye gelo? Mana xwe tiştekî nû di komediya min de tuneye?
Aya mirov dikare ji tiştekî ku bi awayekî giştî herkes je nefret dike, ji ber ku min ew derxistiye ser sahna teatrê û bi devê çellaqekî çend peyv li ser kirine bitirse.? Tiştekî welê ne mimkun e; ku yan mirov komediya Tartuffe biecibîne, yan jî hemî komediyan bi awayekî giştî mahkûm bike.
Ev demeke direj e ku mirov bi teatroyê ve hatiye girêdan û tu carî bi vî awayî li dijî wê derneketiye. Ez nikariın bidim mandelê ku Metranên Dêrê li dijî komediyê derneketine; lê her wiha jî kesek nikare ji min re beje ku hinan ji wan jî berevajiya vê ew bi awayekî pozîtîf nenirxandine. Bi vî awayî otorîteya ku xwe sipartibû sensure ji hev de ket û têk çû. Encama ku divê mirov ji van bîr û rayên rengareng ên mêjiyên ronî ku bi eynî roniyê ronî bûne derxe, ev e ku wan bi çavekî din li komediyê nêriye; hinan ji wan ew bi paqijî û safîtiya wê qebûl kirine, hinan jî bi çavekî xirab lê nêrîne û ew bi van dîmenên pîs tevlîhev kirine ku mafê mirov heye wan bi dîmenên rezîl binav bike.
Birastî jî, piştî ku dive mirov di derbarê tiştan de bipeyive û hin peyvan bikar nêne, û mirov bêje qey hemî dîtinên dijberî hev ji ber ku mirov ji hev tênagihê pêk tên .û tiştên dijberî hev têxe qalibê eynî peyvê wê gavê dive mirov perda gûmanê rake û binêre bê komedî bixwe hêja ye ku mirov wê mehkûm bike yan na. Wê gavê mirov dê bi awayekî zelal bibîne ku, ji helbesteke ku bi hosteyî li hev hatiye anîn pê ve ne tiştekî din e ku bi dersên xweş şaşiyên mirov ji navê radike û dive mirov wê bi awayekî bêînsaf sensur neke. Ger ku em bixwazin bi ser de jî nimûneyên dema Entîk bidin, dê derkeve holê ku fîlozofên navdartirîn ên wê demê zanîneke pirr sade ji xwe re kiribûn kar û li pey xerabiyên dema xwe her bitirs bûn. Wan jî her pesnê komediyê dane. Dîsa wê demê em dibînin ku Arîsto giraniya xebata xwe daye teatroyê û hete ji destê wî hatiye drama kiriye qaîdeyê bingehîn ê huner. Em dibînin ku mirovên herî navdar û yên xwedî rêz ên wê demê bixwe jî, bi pêkanîna wê pesnê xwe dane, hinan ji wan jî tenezul nekirine ku berhemên xwe li pêş herkesî ravekin. Gelê Yûnan wê demê rêz û gramiya xwe ya li hember vî hunerî bi xelat û diyariyên mezin û pêkanîna sehneyên teatrê yên super nîşan daye. Paşê li Romayê jî qîmet û hurmeteke mezin ji vî hunerî re hatiye nîşandan. Helbet ez bahsa Romaya sefîh a di bin nîrê împeretoriyê de nakim, ez bahsa Romaya bi nîzam û dîsîplîn a dema konsulan ku xwedi hêzeke birûmet a romayiyan bû dikim.
Divê mirov bêje hin demên ku komedî xirabûbû jî hene. Lê herroj li ser rûyê dinyê tiştekî ku xera nebe heye gello? Tiştekî welê bêguneh tuneye ku mirov nikaribe gunehan lê bike, tu hunerekî ewende bifêde tuneye ku nikaribe daxwaza mirov bi awayeki din biguherîne, tiştekî welê baş tuneye ku mizacê xerab bixwe biguherîne ser mîzacê qenc û baş. Bijişkî hunerekî baş, bifêde ye û herkes weke tiştê herî baş ê mirovatiyê rêza wê digre; lê di dema me de carinan ewende hîletê mirov dibe û dibe hunerekî jahrîkirina mirov ku nayê wesif danê. Felsefe ji bo me diyariyeke Xwedê ye; Wî ew ji me re ji bo heşê me bi riya fikra hebûna herîqeyên suruştî, hebûna wi fêm bike şandiye; û tevlî vê ji mirov nizane ku mirov dê dîsa bi bikaranîna wê ji Xwedê bidûr keve û bi awayeki vekirî pê bi piştgiriya bêdînîtiyê mijûl bibe. Tiştên herî piroz ji qet ji ber destê xerabiya mirovî nafilitin; û mirov herdem dikare li bêmerhemetên ku dîn ji bo berjevendiyên xwe yên şexsî bikar anîne rast bê, ku wî bi awayekî pirr kirêt ji bo gunehên herî mezin bikar tînin. Lê em ê fersendê nedin wan ku ji xwe re riyeke wiha bibijêrin. Bi gelemperîkirineke xapinok, em ê qet tiştan tevlîhev nekin, başî û qenciya tiştan bi xirabiya xirabkaran re tevlîhev nekin. Bi riya huner mirov dikare niyeta pak û xerab ji hev derxe; ku qet hayê mirov ji paraztina bijişkiya ku ji Roma hatibû avêtin, ne jî ji felsefeya ku li Atina bi awayekî vekirî hatibû mahkumkirin tunebe jî, ku carinan bê sansurkirin jî, divê mirov qet qedexekirina komediyê nexwaze. Belbî wê demê sebebên sensurê hebûn, le di rewşa îro de kes nikare qet bahsa sebebên wiha bike. Helbet çarçoveyeke sensurê jî heye; mirov nikare wê derxe dervî sinorên wê yên diyarkirî, gava ku pêdiviya mirov pê tunebe, navê ku mirov qewara wê zêde fireh bike ku terr û hişk tevde bi agirê wê bişewite. Komediya ku bi nîyeta êrişkirinê hatiye amadekirin ne komediya ku ez diparêzim e. Divê mirov xwe baş ji tevlîhevkirina van herdu cûre komediyan biparêze. Ev herdu weke du mirovên qerekterê wan zidî hev be ne. Di navbera herduyan de ji xeynî wekheviya nav, tu têkiliyeke din tuneye; mahkumkirina jina dîndar Olympe, ji ber hebûna jineke fahîşe binavê Olympe de bêdadiyeke erjeng ku tucarî neyê efukirin be. Mahkûmkirineke xiyabî ya wek vê, bêgûman, dê li ser rûyê dinyê bibe sedemê tevlîheviyeke mezin. Bi vî awayî dê tiştekî ku ji ber tawanbarkirinê bifilite nemîne; û piştî mirov li hemberî tiştên ku her roj mirov bi wan dixape jî helwesteke wiha dijwar nastîne. divê mirov eynî helwestê li hember komediyê jî bistîne, û heq bide piyesên teatral en ku mirov tê de zanîn û rûmetê dibîne.
Ez dizanim espiriyên welê hene, ku zerafeta wan nikare zirarê bide tu komediyê. Ew dibêjin ku kesên herî birûmet yen herî xeter in. Azweriyên ku li wir tên teswîr kirin ewende pirr bitesîrin ku dilê mirov rihet dikin. Ku mirov ji dil xwe bide azweriyekê ne gunehe. Ev mertebeya herî bilind e, ku li hemberî ewende bêhesasiyetê kesayetiya mirov berz dike. Ez ji hebûna dilpakiyeke ewende mezin di ruhiyeta mirov de bişik im. Ez nizanim gello ne çêtir e, ku li şûna mirov Azweriyên mirovî ji binî de jê bike bavêje, han bide da ku wan nerm bike û bine ser riyeke baş. Ez qebûl dikim cîhên hîn çêtir ji teatrê hene ku dive mirov biçiyê. Ger bivê mirov hemî tiştên ku rasterast ne ji bo Xwedê û noşdariya mirov bin weke guneh bihesibîne, bêgûman wê gave komedi jî sûc e û ez tu mahzûra mahkûmkirina wê jî ligel sûcên din nabînim. Lê em ferz bikin. ku ev yek rast e, û ku îtaeta ji bo dîn ferqa navbera mirov û yen din diparêze û pêdiviya mirov bi şayiya navbera her perde heye, ez 'dia dikim ku yek ji van jî bi qendî komediyê bêguneh nayê dîtin. Ne hewcê ye ku ez zêde dûr herim. Ez ê axavtina xwe bi bipeyva mîrekî mezin a li ser komediya Tartuffe bidawî bînim.
Piştî ku hate qedexe kirin bi heşt rojan, li pêşberî mehkemê piyeseke binavê Scaramouche ermîte hate pêşkêş kirin, û qiral, li derketinê. ji mîrê mezin re got ku ez dixwazim zanibim: "Çima xelkê ku ji bo komediya Molière ewende rezalet derxist ji bo ya Scaramouche peyvek jî ji deve wan derneket." Mir çawa bersiva wî dabe baş e: "Sebebê ve yekê ew e ku komediya Scaramouche li ser navê dîn û Xwedê dilîze, ji bo vê jî kesek jê şikê nake; lê ya Molière wan bixwe tîne ser sehnê; ji her vê tehemûla wan jê re tuneye."
*Jean Michel, doktorê tibê, nivîskarê Le Mystère de la Passion ku çapa le ya sala 1490-î heye ü Résurrection ku tu tarîx User tuneye. **Polycucte (1643), Théodore vierge et martyre (1646)