Pirtûkxaneya dîjîtal a kurdî (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Silava Bajariyan


Nivîskar : Menaf Osman
Weşan : Azad Tarîx & Cîh : 2013, Mersin
Pêşgotin : Rûpel : 144
Wergêr : ISBN : 978-605-64041-0-8
Ziman : KurdîEbad : 135 x 195 mm
Hejmara FIKP : Liv. Kur. Kl. Osm. Sil. N° 5440Mijar : Wêje

Silava Bajariyan

Silava Bajariyan

Menaf Osman

Azad

Li gundê me, devera ku Xelefo lê bûya kêf û şahî jî li wir bû, ji ber ku henekçiyê gundê me ew bû. Kê bixwesta bêhna xwe der bixe, li Xelefo digeriya. Şevbihêrka ku Xelefo tê de bûya, bêmecal dê heta sibehê berdewam bikira. Ji ber ku destê kesî ji sohbeta wî nedibû. Ku mirov li kêlekê rûdinişt mirov nizanibû bê wext çawa derbas dibe. Ji her kesî bêhtir jî, jin û zarokan ji civata wî hez dikirin. Gelek çîrokên xweş, gelek dûrik, gelek stranên xweş li balê hebûn. Çi qasî bigota jî nediqediyan. Ya rastî min jî ji stran û çîrokên Xelefo pir hez dikirin.
.....

Menaf Osman, di sala 1965’an de li Hasekê çê bûye. Xwendina xwe ya seretayî, navîn û lise li wir temam kiriye. Piştre li zanîngeha Şamê Beşa Jeolojiyê xwendiye. Pir zû dest bi nivîsansdina çîrok û gotaran kiriye, lê ji bo nivîsandina bi zimanê xwe pir dereng maye.
Ji ber xebata xwe ya siyasî di sala 1993’an de hatiye girtin û cezayê mûebedê stendiye. Di 2003yan de, romana wî ya bi navê 'Girê Şêran' û novela wî ya bi navê ‘Namûsname’ jî, di 2012yan de ji aliyê Weşanxaneya Aramê ve hatiye weşandin. Kitêba wî ya çîrokan ya bi navê 'Şînok' 2012yan de ji aliyê Weşanxaneya Lîsê ve hatiye weşandin. Kitêba Nîzar Qebbani ya bi navê 'Helbestên Xezeblêhatî' ya ku Menaf Osman wergerandiye Kurdî, ji aliyê Weşanxaneya Azad ve di 2013yan de hatiye weşandin.


Naverok

Pêşgotin / 9

Xelef / 11
Sûret / 17
Xeydokê / 21
Çemê Reş / 26
Wênekêfê Dildar / 29
Badîno / 38
Xewna Misto Bi Avê De Çû / 43
Sîno / 50
Felemez / 57
Gulê / 62
Dilhevalekî Birîndar / 69
Xewn / 72
Cegerxwîn / 77
Evdal / 83
Silava Bajariyan / 90
Mîrzo / 99
Çûko / 104
Çavên Nalînê / 108
Lawê Şevê / 114
Bawer / 119
Poşman Mebe / 125
Hindik / 130
Wesokê / 137


Diyarî Salar û Simalê

PÊŞGOTIN

Piştî ‘Şînok’ê, ev pirtûka çîrokan ya min a duduyan e.
Ji hêla mijar û naverokê ve, çîrokên min ên vê carê jî berdewamiya 'Şînok’ê tên hesibandin. Jixwe piraniya van çîrokan jî di heman demê de hatine nivîsandin. Ji hêla ziman ve, ji hêla sazkirin û sazkariya wêjeyî ve kêmanî tê de hebin jî, min nexwest ku ez dest bidim wan, wan biguherînim. Ez tirsiyam ku ez zirarê bidim ruhê çîrokan. Çîrok jî mina me xwedî ruh in. Vêca min nexwest ku têkildarî hest û ruhê wê dema ku tê de hatine nivîsandin, bibim. Ez bawer dikim ku her nivîs, xwedî ruhekî taybet e. Her çi qas ku tevnsazî û plana avahiyeke ferazî ji xwe re esas digire jî, ji ber ku nivîskar bi xwe nikare xwe ji rastiya xwe ya civakî qut bike, her car û di hemû nivîsên xwe de bêhemdî xwe be jî, di riya hestên xwe ên wê kêlîkê de ruhê wê pêvajoya ku tê de dijî, dide nivîsên xwe. Berhemên wêjeyî jî mîna mirovan e, kengî diwelidin, ruhê wê serdemê digirin. Ez hêvîdar im ku min bi van çîrokên xwe dilopeke av li behra edebiyata Kurdî zêde kiribe.
Di amadekirin û çapkirina vê berhemê de ji bo keda birêz Hogir Berbir spasiya xwe pêşkêş dikim.

12.12.2010 / Semsûr
Menaf Osman

Xelef

Li gundê me, devera ku Xelefo lê bûya kêf û şahî jî li wir bû, ji ber ku henekçiyê gundê me ew bû. Kê bixwesta bêhna xwe der bixe, li Xelefo digeriya. Şevbihêrka ku Xelefo tê de bûya, bêmecal dê heta sibehê berdewam bikira. Ji ber ku destê kesî ji sohbeta wî nedibû. Ku mirov li kêlekê rûdinişt mirov nizanibû bê wext çawa derbas dibe. Ji her kesî bêhtir jî, jin û zarokan ji civata wî hez dikirin. Gelek çîrokên xweş, gelek dûrik, gelek stranên xweş li balê hebûn. Çi qasî bigota jî nediqediyan. Ya rastî min jî ji stran û çîrokên Xelefo pir hez dikirin.
Xêro; kurê Xelefo yê biçûk bû. Hevalê min î mektebê bû. Her ku em dihatin cem hev, ji min re behsa çîrokin nû dikir. Bi vî hawî, ji aliyekî de pir kêfa min tanî û ji aliyekî din ve jî dilê min bi min dişewitand, ji ber ku bavekî min î wilo mîna bavê wî çîrokbêj û dengbêj tunebû. Heta carinan min ji xwe re digot, xweska ez kurê Xelef bûma ne yê bavê xwe. Wê çaxê ez ê jî her gav mîna Xêro li ber çoga wî rûniştama û min ê ji xwe re stran û çîrokên wî guhdarî bikirana. Min ji xwe re digot ‘xwezî ez kurê wî bûma’ lê ji qewla diya min ve min jî zanibû ku bi xweziyan mirov nabe xwediyê keziyan.
Demeke dirêj ew qinyata min bi wî hawî berdewam kir ...


Menaf Osman

Silava Bajariyan

Azad

Weşanên Azad
Çîrok: 01 / 01
Silava Bajariyan
Menaf Osman

Gerînendeya Weşanê
Eslîxan Yildirim

Sererastkirin
Weşanên Azad

Berg û Rûpelsazî
Şener Özmen

Çapa Yekemin
Weşanên Azad, 2013

Çapxane
İmaj Matbaacılık San. Tic. Ltd. Şti.
Litros Yolu, 2. Matbaacılar Sitesi, C Blok 2 BC 6
Topkapı / İstanbul
Tel: (0 212) 501 91 40
Sertifika No: 26954

ISBN: 978-605-64041-0-8
(Sertifika No: 27924)

Navnîşan
Azad Yayınevi
Viranşehir Mah. 34330 Sk.
NO: 15 A/4
Mezitli / Mersin

bireweriya_las_e_misteganni.pdf
Visionneuse n'a pas trouvé le document


Weqfa-Enstîtuya kurdî ya Parîsê © 2024
PIRTÛKXANE
Agahiyên bikêr
Agahiyên Hiqûqî
PROJE
Dîrok & agahî
Hevpar
LÎSTE
Mijar
Nivîskar
Weşan
Ziman
Kovar