Pirtûkxaneya dîjîtal a kurdî (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Rêbera hevwelatiya jin


Nivîskar : Ayşegul Kaya
Weşan : KHH Tarîx & Cîh : 2006, Istanbul
Pêşgotin : Rûpel : 178
Wergêr : Mehmet SanrıISBN : 9944-5783-1-2
Ziman : KurdîEbad : 155 x 230 mm
Hejmara FIKP : Liv. Kur. Kl. Hel. Reb. N° 1730Mijar : Giştî

Rêbera hevwelatiya jin

Rêbera hevwelatıya jin

Esra Koç

KHH

Ji Komela Hevwelatiyên Helsinkî ko me wekî gurubeka jin Komîsyona Jin û Hevwelatiyê pêk aniye, di sala 1995-ê de me ji bo xwe wiha pirsiyar kir;
"Gelo em dikarin li hemberî arîşeyên di jiyana xwe ya rojane de, wekî hev welatiyên xwedanên şiûra maf û erkên xwe bizav bikin?" Gelo em mafên xwe bi kar tînin?” An jî gelo ji ber ko em maf û erkên xwe nizanin, tişta ko divêt em bikin em nakin; rêza ko mafê me ye bo me nayêt girtin; an jî gelo em naxwazin ev rêz bo me bêt girtin û heta |i aliyekê ve em bi xwe mafê xwe binpê dikin?”
Bêşik van pirsiyaran em dikarin jin-mêr bo hemî hevwelatiyan bipirsin.
Lê belê; ji ber ko di tevî dinê de, bi taybetî welatê ko nîrx û hewledanên cinsiyetcî nakevin ber rapirsînê an jî di vî warî de hêj nû destpê rapirsînê kirine, jin, rû bi rûyî arişeyên ko mêr lê rast nayên dibin û mecbûr aibin ko serî ji wan arîşeyan bistînin.
.....

Naverok

Pêşgotın / 9

Beş 1 - bedena me ya me ye / 13
A- Tendurustî / 13
a) Mafên me wekî nexweş
b) Mafê zarok çênekirinê
c) Kurtaj
d) Jiberbirin
e) Guhortina cinsî
B- Rûmeta bedenê / 21
a) Şidet
b) Sucên li hımberî destlênedana laşî
Bimebest birîndarkirin
Bitexsîr (îhmal) birîndarkirin
c) Îşkence
d) Eziyet
e) Êrîşa cinsî
f) Rûyên cuda yên şideta cinsî
g) Kontrola bekaretê
h) Yasaya parastina malbatê ya jimare 4320
C- Êrîşa ko li jineke dî bûyî wekî li me bûye / 34
a) Pêdiviya em bo nêzîk û cîranên xwe bibin arîkar
b) Dema ko kiyar li jinên em nas nakin jî bûyîbe, şahidîtî erkeka hevwelatiyiyê ye

Beş 2 - Mafên me yên aborî: “keda me ya me ye” / 37
A- Mafê xebatê / 38
a) Di jiyana xwe ya xebatê de di heqê mafên xwe yên yasayî de em li arîşeyekê rast bên em dê çi bikin?
b) Gelo warên kar yên bo me qedexe hene?
c) Gelo di îlanên kar de cudakarî têt kirin?
d) Di dabeşkirina karên meslekî û hiyerarşiyê de cudakarî
e) Mirov xebatkar be
Jikarderxistin: “dawiyê kar digire û pêşiyê jî ew ji kar tê avêtin”
Hamîletî dikare bibe sedemî jikarderxistinê?
Gelo xebata jinê girêdayî destûra mêrê wê ye?
Li cihê kar tacîza cinsî:
f) Mirov karsaz be
Em dikarin ji teşwîk-krêdiyan mifayê werbigrin?
Em dikarin bibin mikelefê bacê?
B- Destheq: “bo karê wekhev destheqa wekhev” têt çi wateyê? / 55
C- Mafên sosyal / 56
a) İzna welidandinê
b) Erka vekirina landik û kreşan
c) Arîkariyên sosyal
Arîkariyên sosyal yên biberdewamî
Arîkariyên bi çêbûna bûyerekê ve:
d) Sîgortekirina kedkara malê
e) Sîgortekirina jina malê
f) Mafê jina ko li gor perçeyan (bi qibale) dixebite
g) Di rewşa ko jin bête berdan de ewlakariyên wê yên sosyal
h) Xwedankirina jihalketiyan û kêmendaman
D- Ewlekariya sosyal / 63
E- Mafên jinan yên ji mêr û babê wan tên / 67

Beş 3 - Mafên me yên milkiyetê / 69
A- Mafê mîrasî / 69
a) Mafê zaroka keç yê mîrasî
b) Hevsera/ê ko li jiyanê dimîne
B- Di zewacê de rejîmên mal-milk / 72
a) Rejîma li ser beşdarbûna malên biheqbûyî
b) Rejîma li ser şirîkatiya malî
d) Malê cuda yê biparvekirin
C- Di rewşa berdanê de mafên me / 78

Beş 4 - Hiquqa malbatê û jin / 81
A- Nîşanîbûn / 82
B- Zewac / 83
a) Mehra olî
b) Next-qelen
c) Zewaca bi zorê
C- Berdan / 88
a) Zina
b) Qesta canî, kiryarên gelek xirab an jî bizava şikênadina xîretê
c) Suckirin û jiyaneka bêheysiyet
d) Terk
e) Nexweşiya aqil
f) Hejîna yekîtiya zewacê an jî jiyaneka hevbeş jl nû ve neyête pêk anîn
Yekîtiya zewacê ji bingehê xwe biheje
Berdana bipeyman
Sê salan ji hev cuda bijîn û bihevrebûyîn ji nû ve ava nebe
D- Doza berdanê çawa têt vekirin? / 92
a) Di rewşa berdanê de mafên jinê
b) Di dozên berdanê de mahkemeyên bidetsthilat in
E- Cudabûn / 95

Beş 5 - Mafên me yên nasnameyê / 97
A- Paşnav / 98
B- Hevwelatiyî / 99
A) Qezençkirina bi rêya yasayê re
B) Qezençkirina bi biryara meqamê bidesthilat
Bi giştî standina hevwelatiyê
Standina hevwelatiyê ya bi îstisnayî
Jinûvestandina hevwelatiyê
Usulê standina hevwelatiyê
Qezençkirina bi mafê hilbijartinê
Biçûkên hevwelatiya tirkan winda kirine
Jinên bi zewacê hevwelatiya tirkan winda kirine
Encamên qezençkirina hevwelatiyê
Standina hevwelatiyê
Zarok û hevserên wan kesên hevwelatiya tirkan hilbijartî
Zarokên jina ko hevwelatiya tirkan hilbijartiye
Îptalkirina hevwelatiya tirkan

Beş 6 - Mafên me yên di heqê zarokên me de / 105
A- Welayet / 106
B- Nefeqe / 109
C- Erk û mafên hevdîtinê an jî pêkanîna têkiliyên şexsî / 112
D- Ewladkirin, ewladbûyin, ji ewladiyê redkirin, ji mafê mîrasî bêparkirin / 112
a) Ewlatkirina yêk biçûk
Kesên zewicî bibin xwedan ewlad
Yek bi serê xwe ewladekê bigre
b) Ewladkirina yên mezin û xwedî asteng in
c) Encamên ko mirov hinekan bike ewlad
E- Ger zarok ji derveyî zewacê çêbûyîbe / 114
a) Hon bizewac û hamîle ne
b) Hon bekar û hamîle bin
Zarok çawa têt nas kirin
Naskirin
Biryara mehkemeyê
Îptala naskirinê
F- Doza bavîtiyê / 116
G- Sucên li himberî nîzama malbatê / 117
a) Sucên di heqê karûbarên zewacê de
b) Sucên di heqê secereya-rakenda zarokan de
c) Miameleya xirab
d) Pinpêkirina erka jl hiquqê malbatê têt

Beş 7 - Mafên me yên siyasî / 119
A- Mafê bijartin û hilbijartinê / 120
B- Azadiya gotin û komunîkasyonê 121
C-Azadiya kombûnê / 122
D- Mafê me yê rêxistinkirinê / 123
a) Komel avakirin û endambûn
b) Avakirina sendîkayê û endambûn
c) Avakirina partiyê û endambûn

Beş 8 - Gelo em dirakin di mekemeyan de li mafên xwe bigerin? / 127
A- Makemeyên neteweyî / 127
B- Lêgeriyana mafî di mahkemeyên navneteweyî de / 128
C- Arîkariya adlî / 131
Ji bo parastina bêdestheq baro eboqatekê wezîfedar dike
Bo mesrefên mehkemeyê li ser we nemînin

Beş 9 - Mafê me yê perwerdeyê / 133
A- Mafê destûrî / 134
B- Cudakarî / 134

Beş 10 - Mafên me yên dl heqê serweriyên mehelî de / 139
A- Serweriya mihelî çi ye? / 139
B- Em dikarin çi bikin? / 141

Beş 11 - Azadiya me ya cihwarbûn û seyahetê / 143
A- Dema ko hon li otelekê bicih bibin / 143
B- Standina pasaportê / 145

Beş 12 - Arîşeyên di trafîkê de li rastî me tên û riyên
Serîlêdanê / 147
A- Dema ko hon seyareyan bikirin an jî bifiroşin / 148
B- Misogeriya / 148
C- Misoger e belge û plaqe li ser seyareyê hebin / 149
D- Dema qezayeka trafîkî çêbû / 149
E- Misogeriya çêkirina sîgorteya darayî / 149
F- Di1) heqê dewrkirina seyareya bisîgorte de / 150
G- Dayina mesrefên tedawiyê / 150
H- Fona garantyê / 150
I- Di qezayên trafîkî de mideta bikaranîna mafên yasayî / 151
Î- Mehkemeya dl dozên di heqê trafîkê de bidesthilat e / 151
J- Mideta peredayinê / 151
K- Sîgorteya kaskoyê / 151

Beş 13 - Li himberî medyayê halê jinîtiyê / 153
A- Mafên me yên kesatiyê / 154
B- Lêkolîn dibêjin ko / 156

Beş 14 - Mafên me wekî berxwêr-konsument / 159
A- Yasaya di heqê parastina mafê berxwêran de / 160
B- Divêt bala me li ser çi be? / 160
C- Dema we kontrat îmza kir / 162
D- Îlan û reklam / 162
E- Kontratên krêdiyan an jî qertên krêdiyan / 163
F- Em dikarin serî li kû bidin? / 164

Servehî / 165
Manîfestoya mafê jinan û jinên hevwelatî
Manîfestoya mafê jinan û hevwelatiyên jin (1791)
Peymana pêşilêgirtina her cureyê cudakariya li himberî
Jinên navneteweyî
Protokola servehî
Yasaya di heqê parastina malbatê de
Yasaya mafê zanîngirtinê
Mafê daxwaznameyê
Senterên serîlêdanê


PÊŞGOTIN

Dema ko behsa yasayan têt kirin, bi giştî mebest ew yasayên bi awayekî nivîskî di sîstema hiquqî de cih digirin e. Lêbelê heçî jiyana me jinan e, qismek gelek mezin yê jiyana me ji aliyê yasayên nenivîskî ve têt diyar kirin. Yasayên tradîsyonel, wekî irf, adet û bizargotinî ne herî kêm bi qasî yasayên nivîskî cihekê giring di jiyana me de digirin. Ji ber ko gelek ji me, “çawa û di çi temenî de dê em bizewicin”, “dê em çend zarokan bînin dinê”, “dê em biçin mektebê an no”, “bi kê re bi çi midet em dê bijîn”, heta “em dê havaliyê bi kê re bikin” ev hemî bi yasayên nenivîskî tên diyar kirin. “Zewacên bi mehra îmamî”, “cînayetên li ser navê namûsê tên kirin”, “bi birayê mêrê mirî re zewicandina bi darê zorê”, ev nimûneyên heyatî yên wan yasayên nenivîskî, di wan salên dawiyê de hêj pirtir derdikevin ber çavan.
Ji bo em bikaribin mafên xwe yên bi yasayan hatine diyar kirin bi kar bînin û li himberî yasayên nenivîskî derbikevin, çi gava ko me got, gotin ya MIN e hingê mimkin dibe.

Giring e ko em hebûna xwe wekî “ferdek jin” bidin diyar kirin. Ji ber ko bo jin wekî ferdekê bijîn û xwe birêk û pêk bikin, di pêşiya wan de gelek astengên diyar û nediyar hene. Ji beriya her tiştî em li gorî rewşa mêrêkê tên nas kirin û her li gorî rewşa mêrekê wekî hebûnekê tên nasîn. Pênasa me wekî “keça” mêrekê, “jina” mêrêkê, “dayîka” mêrekê, “bûka” mêrekê ye.
Ji aliyê dî, di bin navê “berpirsiyariyan” de bi hezaranan kêliyên hisî yên bi çavan nayên dîtin xwe li jiyana me dorpêç dikin. Dema me li himberî mesuliyetiyên xwe nerazîbûneka herî biçûk da nîşandan, “bi bêxêrî”, “bêwefayî”, “bi bêîteatiyê” em tên bi nav kirin. Aha ji ber vê çendê ji bo me gelek zehmet e ko em bêjin NO. Kî ji me dikare bi dilekî rehet li ber çavê xwe bigre ko bibe “ewlada bêxer”, “hevsera bêwefa”, “dayika xirab” “xebatkara bêîtaet”?
Ka em bêjin heta radeyekê me ev hemî girtin ber çavên xwe û me got, no; di dawiya vê “NO”yê de ji malbata ko em tê de dijîn bigre heta taxa me, mirovên me, havalên me û bigihî cihê karê me û di encamê de ji aliyê komalgehê hemiyê ve em dê li rastî xeteriya derîkirinê/havîkirinê û terkkirinê bên. Bi rastî jî gelek zor e ko heta mirov rabe qet guhê xwe nede wan mesajên negatîf yên ko di heqê jinan de di gotinên pêşiyan de cih girtine, wan gotinên biçûkxistinê yên ketî ser hemî zimanan, havîkirinê û heta tehdîta mirinê jî ji xwe re neke xem.
Lê bêyî ko mirov bêje “NO” ne mimkin e ko mirov bikare mafê xwe bige-re. Ji bo vê sedemê jî, diyarkirina helwesta ko em stûyê xwe xar nakin, wekî şertê esasî yê bo destpêka bikaranîna mafan der dikeve pêşiya me.
Bi kurtayî, ji bo wekî jineka hevwelatî em bikaribin mafê xwe bi kar bînin, divêt em xwe wekî ferd şiûr bikin, bibînin; bo vê jî divêt pêşiyê em bikaribin bêjin “EZ” û “NO”.

Me behsa yek ji astengên herî giring yên ko li peşiya parastina mafên me, yasayên zargotinî yanî, tradîsyonan kiribû. Ji beriya tarîxek dûr û dirêj heya niho, ev yasayên jin mecbûrî jiyaneka wekî xulqiyetên klasa duyê kirine, di hemî komalgehên li ser rûyê erdê dijîn dirêvebiriyê de ne. Tradîsyon di parele-la ferqiyên kulturî yên komalgehan de tevî hindek guhortinên biçûk jî, lê di xwe-seriya/kakilê xwe de, her heman tiştîîfade dikin. Dl PLANA DUYÊ DE BIMÎNE
Irf û adet bi awayekê ew qas hesanî jiyana me serober dikin ko, her wekî em jî ji zêdayî ve pêbawer dibin ko divêt em di plana duyê de bin, em vê “rastiyê” hînî zarok û neviyên xwe jî dikin. Û bi vî awayî em dibin aletek/nav-gînek yê berdewamkirina vê nîzama ko jinan tine dihesibîne. Ev rewşa ko vê jiyanê wekî QEDER li ser me ferz dikin û em jî vê didaqurtînin, ev astenga herî giring e ko li pêşiya me nahêle em wekî hevwelatiyeka jin li mafên xwe xwedan derbikevin.
Jinên ko dixwazin serî ji vê astengê bistînin bi riya wan irf adet û tradîsyo-nên gelek xefk di mejî û ruhê me de kolan e tên tehdît kirin û ev jî, dibe sede-ma ko jin di paş de bisekinin.

Hêj jî biçûkatiya me ji bo em jin in tiştên ko divêt em nekin hînî me dikin. “Keç wesa rûnanin, keç naçin ser daran, keç li bisklêtan sar nabin, keç şev dernakevin kolanan”... lîsteya wan hêj wekî kabûsekê tê xewna min. Tiştên ko bi cimleyên “Tu keç î çênabe tu bikî”, “Tu jin î çênabe tu biçî” di mejiyê me de ew JIXWENEBAWERÎ diraçandin, bi tevî dîrêjiya jiyana me, me teqîb dike. Dema ji beriya tiştên ko em bikarin bikin tiştên ko em dê nekarin bikin hînî me dikin malbat û komalgeh jî tişteke nû nakin, têne tiştê ko hînbûne li me nû ve dikin.
Bi vî awayî nahêlin jin jixwebawer bibin û jixwebaweriya xwe bi pêş bêxin û talebeka maflêgerina ko di pêş de derbikeve hêj di serî de pêşî lê hatiye girtin.
 Yek ji dehfik/xefikên kiryarên irf, adet û tradîsyonan li pêşiya jinan çêkiriye ew e ko wesa dikin ko jin di dorhêla ko di tê de ne XWE BITENÊ DIBÎNIN. Hêj di temenê biçûk de, em hîn dibin ko nakokiyên di nava mal û zewacê de gelek bi taybetî ne divêt ji kesê re neyên gotin. “Çeng dişkê di nav lewen-diyan de dimîne, “Tejî devê mirov de xwîn jî be mirov tif nake” em bêdeng dibin. Di nav malbatê de, nebaşiyên derbareyê dayîk, bav, mêr, xesû, zava, bira, mam, xezûran de ji kesên dî re nayêt gotin.

Tecawiz li me dibe, lê dengê me dernakeve. Em lêdanê dixwîn, lê dengê me dernakeve. Em li ber çavên herkesê zarokên xwe himbêz nakin, lê dengê me dernayê. Û em difikirin ko ev bûyerên han tenê tên serê me. Ji ber ko em serhatiyên wekî van qet ji cîrana kêleka xwe, ji dayîka xwe, ji xuha xwe nabi-hîsin. Em jî bo kesê nabêjin. Heta ji zarokên xwe yên keç re jî. Tiştên ko hati-ne serê me, em wekî “qebahetaka xwe” dijîn. Wiha ye “Ev li serê kesê neyên tenê li serê min bên helbet sedemekê wê heye. Min xeta kiriye. Xeletî ji min e...”
Hingê îtirazkirin jî çênabe, di cihê ko em li mafê xwe bigerin em berê xwe didinê ko “xeletiyê serast bikin”. Tiştê ko wekî şaş, bixelet li serê me de hati-ne çandin ji ber ko em bixwe ne û bizavên me bixwe ne, em difikirin ko ya divêt em rast jî bikin em bixwe ne, em dikin ko xwe bi xwe terbiye bikin. Çi ji me re têt gotin em wê dikin û stûyê xwe xar dikin.

Ji ber vê jî di navbeyna jinan de parvekirina TECRUBEYAN, gelek girng e. Ji ber ko dema me arîşeyên xwe ji hevdu re bi par ve kir, em dê hingê bibî-nin jinên dî jî arîşeyên wekî yên me dijîn, her dê em ferq bikin ko em ne bi tenê ne û di cihê ko em xwe wekî bisucdar bibînin, em dê di riyên hevbeş yên çareseriye bigerin.
Ew hestê ko her tiştên xirab yên di malbatê de, di derdorê de çêdibin em sedem in, hêj di salên biçûktiya me de hur bi hur, kêlî bi kêlî di ezîtiya me de têne nexş kirin. Jin di her rewşê de, di tiştên ko dibin û qet ti aleqeyêke wan bi jinan ve neheyî de jî, her jin xwedan suc in. HESTÊ SUCDARIYÊ ketiye di nav dil û hinavên me de. Jina ko tacîz lê bûye, ji ber ko rê daye vê bûyerê sucdar e, jina ko ji derveyî malê dixebite ji ber ko baş li mala xwe û zarokên xwe nanêre sucdar e, jina ko derve naxebite ji ber ko tembel e suc-dar e, jina ko îxanet lê bûye ji ber ko mêrê xwe baş bi malê ve girê nedaye sucdar e, jina ko hatiye berdan ji ber ko serî li ber şertan nedaniyê sucdar e... Û ev lîste dirêj dibe, diçe... Çi mixabin e ko bo mêran rewş tam bi eksê vê ye. Sucdar û mesulê her bûyereka dibe ji derveyî wan heye.

Ligel ko negotin, neparvekirin me bitenê dihêle her ev dibe sedema hin-dek awayên REQABETA di nav me de jî çêbe. Em van kêş-vekêşên pêşiyê li hevkarî û piştgîriyê digirin di hemî warên jiyanê de dibînin: Ji vê reqabeta di navbeyna jinan de wekî; dayîk-keç, bûk-jintî, bûk-xesû, ya di navbeyna jin-tiyan de, ya di navbeyna yên ko di cihê kar de dixebitin de, heta ya di nav-beyna jinê bi polîtîkayê ve aleqeder dibin de hertim zelam jê mifayê digirin.
Ji sedemên herî giring yên ko em arîşeyên xwe bi par ve nakin yek jî, MEHKEMEKIRIN e. Nexwe pêwîstiya me ji hev heye ko em derdê xwe ji hevdu re bêjin û guhdariya hev bikin. Dema ko em “jina dîtir” bi dilekê xedar mehkeme dikin, di be ko em di dilê xwe de wesa his dikin ko em cihê xwe saxlem dikin. Lê, ji bo her yek ji me gelek hêsan e ko bibe “ya dî”! Ji ber ko cihê me li gorî yê mêr hatiye diyar kirin û jiyana me di nav du lêvên wî de ye. Em hevdu li gorî normên zelaman danîne, li gorî rastî û xeletiyên wan diyar kirine hevdu mehkeme dikin, gelek caran cezayek ji yê mêr bidin gelek girantir, em jin didin... Maharetên hevdu yên jinamalê, dayîtiyê, hevaltiyê, namûsê, ka kîj me diçe kû, di wan mijaran û yên wekî wan de ji berî zelaman em bixwe xwe teqîb dikin, ji beriya herkesê em gardiyanîtiya hevdu dikin. Di şûna ko em hevkariya jinên ji aliyê zelaman û yasayên nenivîskî ve tên per-çiqandin bikin, em wan havî dikin.

NEZANÎN, ji aliyekê berdewamiya hikûmraniya yasayên ko em dibêjin bizargotinî ne dike ji aliyê dî dibe sedema ko em ji yasayên nivîskî mifayê wernagirin. Dema em berê xwe bidin pêkhata hemî norm û tradîsyonan, em dê binîn ko bitaybetî destê me ji zanîn û perwerdeyê digirin. Ji ber ko zanîn, rê li ber vedike ko em ji xwe bibawer bibin û jiyana xwe biguhorînin. Zanîn, bikeve di destê jinên bi sedan sal e têt gotin ko jixwe ew maka “xirabiyan in” de, helbet bitirs be. Bila axaftin di nava me de be; ger em bizanin bêşik em dê bi kar jî binîn. Bi karanîna zanînê em dikarin wê rewşa ko em di tê de ne krîtîk bikin, bo guhortinê jî em dikarin enerjiya xwe hemiyê bi kar bînin.
 Yasayên bizargotinî an jî binivîskî ne tên guhortin, dikarin bên guhortin. Guhortina wan û di lehê jinan de pêşxistana wan guhortinan dê bi xebata me çêbibe. Çend zor dibe bila bibe, ew enerjiya jinan heye ko jiyana di aliyê xwe de biguhorînin.

 Bi vê sedemê em bangawaziyê li we dikin ko, milê xwe bidin milê hev, hêza xwe bikin yek, bo yasayên bizargotinî ne ko jiyana me tehdît dikin bêjin “NO”, wekî hevwelatiyeka jin mafên xwe yên bi yasayan hatine diyar kirin bizanin, ger cihê wan hat wan mafan bi kar bînin û cihê têrê nekir wan yasayan biguhorînin.

Beş 1

Bedena me ya me ye

We qet dîtiye ko jînek bêyî ko aciz bibe û bêyî ko bikeve stresê, bi dilekê xweş çûyî miayenaka jînekolojîk? Di rewşên herî pêwîst de jî, em ji çûyîna bo jînekolog pêpaş in. Ji ber ko miayene û metodên tedawiyê gelek mirov nerihet dikin û gelek caran bêîhtîmam in.
Heta ko em dizanin gelek jin hene ko di dema miayene û kontrolê de li rastî heqaretê û gotinên nexweş hatine. Di vê mijarê de her yek jî me, mitleqe dikare gelek tecribeyên tehl yên li serê me hatine an jî yên li serê nasek, lêzîmek me hatine bibêje.

Tehdîta kontrola bekaretê an jî ya miayena jînekolojîk, kabûseka dî ye bi serê me tê. Bûyerên xwekuştînên keçên ciwan yên ko ji sedema kontrola bekaretê ko li wan tên kirin, di rojnameyan rûpelên sêyê de cih digirin û di cih de tên ji bîr kirin û diçin. Ger tu jinek ciwan bî û ligel zelamekê ko ne lêzîmê te be, di wextekê şevê de tu ketibî qereqolê, tiştê ko pêşiyê bête hişê polîs ew e ko te ji bo miayeneyê bişîne ba jînekolog. Hewl nedin ka çi peywendiyên vê yekê bi mijarê ve heye, hon çi bikî vale ye... Tiştên ko dixwazin bikin, NE YASAYINE. Lê di wan şertan de, îtîrazkirin karê cesaret û zanînê ye. Em dikarin xwe bigi-hînin van herduyan jî, lê divêt pêşiyê em hîn bibin ko rêzê ji bedana xwe re bigrin, ji wê şerm nekin û bi hebûna bedena xwe em îftîxar bikin.

Ger di dema zewacê de an jî ji beriya zewacê, ji aliyê bav, bira, xal, zava û hwd. lêzîmên me yên mêr ve, yanî ew ên ko me ji hiskirina wan bawer kiriye û baweriya xwe bi wan aniye lêdan li me bête dayin, li me bidin, me bidin ber sîleyan, kulman û pehînan, miameleyeka pir xirab bi me re bikin, bi hindek alet êrîşî me bikin, em seqet bimînin û em îşkenceyê bibînin ev tê wê wateyê ko em di bin şideta fizîkî de ne. Di encama vê şidetê de dibe ko em bimirin jî...
Divêt em ji bîr nekin, ger êrîşkar wezîfedarekê dewletê jî be, her cardîyasa ligel me ne.
Ji boyî ko em hem xwe û hem jî dorûbera xwe ji şidetê biparêzin, divêt em bixebitin ko yasa bêne cihbecih kirin û teqîpkarê mafên xwe bin...

A- Tendurustî

A) Mafên Me Wekî Nexweş

Ji bo dabînkirina pêdivêyiyên xwe yên tendurustiyê, her mirovek mafê wî/ê heye ko mifayê ji xîzmetkariyên tendurustiyê bigre. Ji bo mirovên ko nikarin wan mesrefên xwe yên tedawiyê dabîn bikin, ev xizmet jî aliyê ...


Esra Koç

Ayşegul Kaya

Rêbera hevwelatıya jin:
mafên me yên dî yasayan de

KHH

Komeleya Hevwelatiyên Helsinkî
Rêbera hevwelatıya jin:
mafên me yên dî yasayan de
Yên ji bo weşanê amade kirine:
Esra Koç
Ayşegul Kaya

Rêbera Hevwelatlya Jin,
bi Arîkariya Programa Bizava Demokrasiyê û Mafê Mirovan
û Projeyên bi Pîvanên Biçûk ya Yekîtiya Ewropa
ji Aliyê Komeleya Hevwelatiyên Helsinkî ve hatiye amade kirin.

Koordinatora projeyê û ya bo weşanê amade kirî / Esra Koç
Lêkolîner-Nivîskar / Aboqat Ayşegul Kaya
Asistana Projeyê / Didem Ermiş
Werger / Mehmet Sanri
Serrastkirin / Saide Bayram
Pergala Rûpelan / Nadire Işik
Pergala Wêneyan û Bergê / Gülay Batur

Yên Arikari Kirine
Nurcan Şahin Yilmaz (Weqfa Hevkariya Jinan-KADAV Degirmendere)
Nilgun Yildirim (Sentera Jinan ya Diyarbekir-KAMER)
Özlem Aslan Bektaşoglu (DISK Sendikaya Kar ya Tekstilê)

Çap
Çağin Matbaacılık San. Tic. Ltd. Şti.
Tel:0216 442 85 75
www.caginbasim.com

ISBN 9944-5783-1-2

Helsinki Yurttaşlar Derneği

©Helsinkl Yurttaşlar Derneği, İstanbul, Ekim 2006

İnönü Cad. 77/13 Gümüşsuyu 34437 - Beyoğlu İstanbul
Tel: 0 212 292 68 42-43 Faks: 0 212 292 68 44
E-posta: info@hyd.org.tr Web:www.hyd.org.tr

rebera_hevwelatiya_jin_e_koc_a_kaya.pdf
Visionneuse n'a pas trouvé le document


Weqfa-Enstîtuya kurdî ya Parîsê © 2024
PIRTÛKXANE
Agahiyên bikêr
Agahiyên Hiqûqî
PROJE
Dîrok & agahî
Hevpar
LÎSTE
Mijar
Nivîskar
Weşan
Ziman
Kovar