Ewî rojên havîna neçûye zozanê Elegezê, nav xemila mêrgada negeryaye, xule-xula avê kanya û belekyara heyr-hijmekar nebûye, bawer bike- ewî li vê dinyayê buhuşta eynîsî bi çevê xwe nedîtîye. Zarotî û xortanya min nav wê buhuştêda buhurîne. Serbara serda- min rênga jîyana xwe hema xût nav wan reng û dengada dîhar kir. Rojekê min binatara belekya birrka berxê xwe diçêrandin. Wê havînê min mekteb îdî xilaz kiribû. Şedetnema (atêstat) xilazkirina koma 10-a berîka minda bû. Her gav-deqe ... Rizganê Simo, nixurîyê Simoyê Şemo, sala 1953-a, li gundê Şênavanê (marza Armavîrê) ji diya xwe bûye. S: 1979-a institûte Yêrêvanêye doxtirîyê xilaz kirye. Pey xilazkirina întêrnatûrayê ra heta şala 1984-a wek doxtir xebitîye marza Armavîrêda (gundê Qamûşlû-Zartonk). S, 1985-ada wek dersbêj (lêktor) ûnîvêrsîtêta Yêrêvanê’ye dewletêda kar dikê. S. 1997-2005-a usa jî cîgirê dêkanê fakûltêta doxtirîye tomêrîbûye. Xudanê weke 25 gotarên zanyarî û 4 ktêbên dersaye. S. 1991-ê têza kandîdatîyê xweyî kirye. Bavê 3 kura ye. Rizgan, çawa ewledê Simoyê Şemoyî şîrhelal, time bi xemxurî berbirî mîrata bavê xweye wêjeyî (edebyetî) bûye. Aha pey wefatbûna bavê ra wî arşîv û destnivîsar hildane dest xwe. Ev berevok Rizgan bi xwe hazirkiryê û daye weşandinê. Karekî bi rûmet û layîqî pesnandinê û şêkirdarîyê hatye kirinê, kîjan kemala edebyetî-dîrokî dest tine.
Naverok
Payîze û Dagêrr / 5 Ez Çawa Bûme Doxtir / 7
Berbi Sirûştê û Welat...
Gulanetê / 10 Qîzê Kurda / 10 Cemîlan / 11 Emrê Xweda Ez Syar Bûme / 11 Wede Wê Bê / 12 Zarotîya min / 13 Li Ku Ma? / 13 Gelo xewn Bû? / 14 Ez Kurmanc im / 14 Axa Min / 15 Gelo Wê Çibe / 16 Siba Mêrgê / 17 Biratî / 17 Dibare / 18 Merivê Nerast / 19 Nola Şayîrekî / 19 Dinê Dore / 20 Tevna Payîzê / 20 Wede ku Hat / 21 Êvara Hêsa / 21 Were, Bira / 21 Elegezê, Devêgelî / 22 Çîayê Elegezê / 22 Payîz / 23 Berfê Bê / 23 Elegezê Wergirtîye / 24 Leylan / 24 Sala Teze / 25 Payîz / 25 Çem / 26 Payîzê Ker Avrûyê Xwe Tel Daxistîye / 26 Ax, Van Sala / 27 Baran Dibare, Şînayî Şile / 27 Havînê Barkir / 28 Wey / 28 Qiravî / 29 Derbaz Bûn Rojêd Min / 29 Emir Tevne / 29 Îna Neke Hêsîrê Jinê / 29 Dewla Tijî / 30 Kanîya Enzelî / 30 Dilo, Mexeyd / 31 Daê / 31 Rojêd Min / 32 Hebûna Dinê / 32 Xwedê Şede / 33 Sûra Nazik / 33 Ew Qasekbû / 34 Hilgêr / 34 Lizvê Şîrin / 35 Çetine / 36 Kê Dixaze ku Qudretê / 36 Xew Konada / 36 Baran Emire / 37 Xazila Niha Çîyê Bûma / 37 Pêşkêşî Wezîrê Eşo / 38 Dilê Min / 38 Em Êzdîne / 39 Gazina Kanya Çyê / 40 Berf Pêşa Xwe Dadixe / 41 Wê Habe / 41 Dilê Min Tera / 42 Kuda Çûn / 42 Ez Westîyame / 43 Çewa Dikarî Ha Bibî Agir / 43 Bihêl Vexum Bi Fîncana Lêvê Te / 43 Qîz Xeyîdye, Naçe Avê / 44 Gulê, Canê / 44 Qe Nizanî kê Hizbikî? / 45 Bihêl / 45 Huba Min / 45 Were Em Herin / 46 Em / 47 Em Kurd in / 48 Dilo, Dilo / 48 Îro / 49 Dilo, Rabûyî Ça Behr li Ber Bê / 50 Payîze / 50 Tenêbûn / 51 Çî Mirane / 51 Şevêd Çyaê Me / 52 Şevê Elegezê / 52 Wetenê Min, Miletê Min / 53 Gelo Kî Ye? / 53 Wê Bê Wede / 53 Hevalêd Min Kune? / 54 Kirnêd Min / 54 Bende / 56 Pyê Minda Çarix Bûn / 56 Zêr Tîne Zêra / 57 Kurê Min / 57 Wede / 58 Rê / 58 Ez Dixwezim / 59 Nifira Bavê / 60 Payîz / 61 Şamîran / 62 Tifaq / 63 Em Birane / 64 Sehîdê Îbo / 65 Ez Bê Cîme / 66 Şiverêd Min / 68 Çem / 70 Herme Elegezê / 71 Dilê Min / 71 Rya Me / 72 Xazilaçîyê Bûma / 72 Ew Zozane / 73 Ezûêl / 73 Destê Kurda / 74 Ez Bûme / 75 Edlayî / 76 Zarê Dinyaê / 76 Gundê Me / 77 Temyaminli We / 78 Kurd Xeberdide / 78 Destê Neqenc / 79 Xazil Dîsa Zar Bûma / 82 Biratî / 83 Ez û Mirin / 84 Were, Şayîr / 85 Ez im / 85 Zmanê Kurmancî / 86 Ermenîstan / 88 Para Min / 89 Çevê Min ra / 89 Emrê Merya Çye? / 90 Ereze / 91 Dil / 91
Muhbet Kal Nabe Ez Te Hiz Dikim / 92 Dilê Min Çike-Çike / 92 Bira Gul Bim Ll Ser Rya Te / 93 Şeva Terî / 93 Sirûçka Dora Avê / 94 Îdî Derenge / 94 Were / 95 Şeva Terî / 95 Çima Habû / 96 Tu Bûyî Horî / 96 Wan Gulyêd Reş / 97 Gulyê Reş Veke / 98 Gulahubê / 98 Ll Min Ûte / 98 Were / 99 Kalê Kal Bû / 100 Divên, Wekî Min Hiz Nake / 100 Xewnêda Te Gulek Da Min / 100 Hubamin Pire / 101 Tu Bal Minî / 101 Divên, Wekî Hub Derewe / 102 Çl Ecêb Bû / 103 Boy Pirseke Sare Vala / 104 Dilê Minda / 104 Îro / 104 Me Bîr Kirye, Me Bîr Kirye / 105 Usa / 105 Kona Danye li Zozana / 106 Min Hiz Nakî, Min Hiz Nakî / 106 Deqe Hatin, Bûne Sehet Çûn / 106 Tu Kulîlka Berbi Royê / 107 Avrûyê te Usa Tel in / 107 Wexta Ez Te Nabînim / 107 Wedê Min / 108 Zarê Şîrin li Min Şilke / 108 Wele, Dînê / 109 Çima / 109 Wêçibe / 110 Îro jî Çû, Me Hev Nedît / 110 Ez Tenê Me, Bê Sebir / 111 Çi Biye, Dilo / 111 Te Gulçirpand / 112 Bêrîvana Min Xeyîdye / 112 Diricife Dilê Min / 113 Usabêxem, Usahêsa / 113 Tê Yara Min / 114 Çev / 114 Dinêzane / 115 Sifet / 115 Hub li Zozana / 116 Xewnê Mine Şîrin, Şekir / 116 Ax, Dereng Bû / 117 Îdî Çi Ma? / 117 Dilo, Meêş / 118 Tu / 118 Dilqayîl Nabe / 119 Govendê da / 120 Ez Te Hizdikim / 120 Hetanî Hebim / 121 Nola Ewrê Zivistanê / 121 Divên / 121 Ax / 122 Hub / 122 Berbi Bêrîyê / 123 Em Herdu / 123 Çiqa Roje / 124 Soz-Qirar ku Man? / 124 Usa Bêxem / 125 Min û Te va / 125 Nîşana Min Tilîya Teda / 126 Nehub, Necanî / 126 Zerîyê, Tu Cara / 126 Ser Kanîyê / 127 Xeberxweşê / 128 Tu Nehatî / 128 Çirane? / 128 Wedekî Kinda / 129 Natirsim / 129 Min Nepirsîn / 130 Dilo, Bes e / 131 Ro Bye Sal / 132 Min Tera / 132 Ça jî Hebe / 132 Em Hev Dûr in / 133 Me Bîrkira / 134 Nizam Çi Bikim / 134 Ha Dilê Min / 134 Gulek Hat / 136 Mij û Xêlî / 136 Ax, Bedewno / 137 Wexta Têyî / 138 Tu Napirsî / 138 Ez Ditirsim / 138 Nola Xezala Mêşe / 139 Bilûrvan e / 139 Dûr Here / 140 Bêrîvan / 141 Lê Paşê / 141 Xewnê da Jî / 142 Te Hiz Nakim? / 142 Mêrge Bengîye / 143 Hiz Dikim / 144 Ro Çû Ava / 144 Şevê Hubê ne, Şevê Baharê / 145 Were, Dilo / 145 Ez vê Derê / 146 Yek Tu, Yek Huba Me û Yek jî Ez / 146 Ezî Tîme / 147 Baran Dibare / 148 Xewn Bûma / 149 Ê, Çl Bêjim / 149 Divêjin, Wekî / 150 Av / 150 Gulagêlî / 151
Destan û Qelîbotk Leylê-Bêrîvan / 152 Dê Ûcemal / 168 Sedir Nexweşe / 183 Bl Aqilê Rûvî / 183 Helalê / 184 Nebî û Pîrik / 184 Reva Jinê / 185 Golik / 185 Hewar Dikim / 185 Nêrî / 188 Dê Ewledê Xwe Davêje / 189 Caba Çêm / 189 Çivîkê ra Sare / 191 Nanê Sêlê / 192 Weke Şîrê Xwe / 194 Bizin Mir, Girr Temirî / 196 Ker û Gamêş / 197 Kanî û Sûlav / 198 Ewledê Dilovan / 199 Beq û Rûvî / 201 Kurê Malê / 203 Kûsî / 205 Çivîk / 206 Diz / 207 Gazna Kerê / 207 Çivîka Çûk / 209 Dîkê Merîfet / 210 Çya Gote Çya / 211 Werên, Em Nekin / 212 Navêd Me / 215 Devê Gêlî / 220 Kara Benik / 220 Rûvî Tirê / 221 Kevanya Mirîd û Şêx / 221
Bîblîografîya / 223
PAYÎZE Û DAGÊRR...
Salên 1950-îda îdî li meydana çanda kurdên sovêtîyê, başqe gotî- li Ermenîstanê, nusleteke wêjeyîye (edebyetî) nû rabû li ser riya xwedîharkirin û xwetestîqkirinê. Ew nusletek bû, kîjanê gerekê bere-bere “mafên” peyva bedewetîyê naskirina û biparastina. Hilbet, her wekîlekî wê nusletê (silsilet) xwedîyê zên-merîfet û karûbarê nevsîyêyî cuda bû. Lê bi tomerî hildayî wê xwe nîşan da wek sazkira ..govendekê. Aha Simoê Şemo jî yek ji wan bû, yê ku ,”sifet...bejn-bal” û stranê xweva xemleke nazik û ştav dida rêketin-meşa nusleta kurdîye wêjeyîye nu.
Simoê Şemo (Simoê Elîyê Şemo Şemoyan) sala 1928-a, 18-ê gulanê li gundê Kelegerxê (Niha-Şênavan, li marza Armavîrê) ji dîya xwe bûye. Sala 1951-ê xwendinxana Yêrêvanêye doxtirîyê, lê sala 1957-a înstîtûta Yêrêvanêye doxtirîyê xilaz kirye. Weke dehe sala çawa doxtirê sereke li mentîqa Aparanê (Elegez) xebitîye. Wê şûnda-heta dawîya jîyana xwe li Yêrêvanê, polîklînîka xwendkarîyêye serekeda çawa serwêrê para rêntgênologîyê karê xweyî “fermî” pêşda birye. Sala 2000-ê 30-ê noyêmbêrê li Yêrêvanê çûye ser dilovanîya xwe.
Çawa tê kivşê, jîyana Simoêyê Şemo bi bûyer, qewimandin, werguhastin û “çûyîn-hatinên” gire berbiçevva ewqasî ji “têr-tijî” û dewlemend nîne. Lê ev îzbatîya bi rastî bûye bingeha xuluqandin-gulvedana cihaneke şayîrtîyê-efrandarîyêye rengîn, kîjan îdî hewceyî naskirin û qîmetkirina pêşekzanîyê- wêjezanîyêye anegore.
Simoyê Şemo, çawa şayîr (helbestvan), çawa nevsa efrandar, dengbêjê hest-hesînên dil û ruhê tenik û rastîye. Ricafên cihana pevgirêdanên hundur wê rêaltîyê dîhar dike, bi kîjanê bûyer û “çivanên” rabûn-ketina rojane dibine xet, helbest û bi hesabê tomerî-xwedîharkirina şêwirdarîya xwedî bext-recal.
Simoyê Şemo berê ewlin tembûrvanê hub-hizkirinêye. Pêlên hesînaye germ dixulxulin-tên, û tu nişkêva tê derdixî, ku nav xetên hubêye here sadeda jî tamarên jîyaneke mayîne dûr-deraz dem û rewşên helbestvanîyêda tam û bi serecem saz dikin. û hema xut ji vê tebîya muhbeta paqij û jîyandare, ku şayîr li vê dinyîyayê, li vê pergalê, li der-dorê xwe, li jor û jêr dinhêre û... hey firnax-şadibe, hey berxwedikeve, hey dikewgire, hey hêrs lê radibe, hey xweda dişewite û diqicqice... Bi vî awazî helbesta Simoyê Şemo goveka cihana xweda hundur fire dike û dike xwedîya sîstêmeke dinêdîtînêye bi rastî tambûyî. Xwendevanê hazir û pispor dikare nav poêzîa (helbestvanî) Simoê Şemoda hêz-hereketeke strûktûrayêye nexşîyêye berk û serbixwe texmînke. Ev yek dide kivşê, wekî şayîr serê serda li ser riya efrandarîyêye xwexwetîyê sekinîbûye. Eva jî îdî bingeha qebulkirin-nirxandina şayîr-hunermendê eynsîye.
Ev berevoka Simoyê Şemoye pêşine, ku pey wefatbûna wî ra tê weşandinê. Hîmlî helbestên salên jîyana wî ye paşinda nivîsî tê da cîwar bûne. Gerekê bêjin, wekî berevok bi xwe qey bêjî zengila jîyana şayîre paşin lê dixe... û bi vê rastîyê jî sînor-hidûdên cihana helbestvanîya wî yekser kivş û yeqîn dike. Wekî mayîn-ew cihan îdî tame, karên wêderê-serhevda hatî û xilazkirî. Vê berevokêda payîze, êvar û dagêrr. Dûrketina şayîre fîzîkîye me mecbûr dike- dîsa û dîsa vegerne mala wî, cihana wî, ku tijî guşîyên xem-xîyala, mitala, êşa, îsafê, hizreta, mukurîya, bîranîna û temî-şîretaye...
Simoê Şemo çawa merî û şexs bi rastî fênomenek bû. Heta niha laqirdî, gilî-gotinên wî tev heval-hogira, pizmama û nas-nenasada têne bîr anîn û wekilandin. Helal bû, paqij, mêvanhiz, dilbaristan, xemxur.
Çerkezê Reş Kandîdatê ulmêd fîlologîyê.
Ez Çawa Bûme Doxtır
Perçek ji bîranîna
Ewî rojên havîna neçûye zozanê Elegezê, nav xemila mêrgada negeryaye, xule-xula avê kanya û belekyara heyr-hijmekar nebûye, bawer bike- ewî li vê dinyayê buhuşta eynîsî bi çevê xwe nedîtîye.
Zarotî û xortanya min nav wê buhuştêda buhurîne. Serbara serda- min rênga jîyana xwe hema xût nav wan reng û dengada dîhar kir. Rojekê min binatara belekya birrka berxê xwe diçêrandin. Wê havînê min mekteb îdî xilaz kiribû. Şedetnema (atêstat) xilazkirina koma 10-a berîka minda bû. Her gav-deqe difikirîm- çika kuda herim, xwe li kîjan rya jîyanê bigirim. Çi jî banya ber çeva- dîsa û dîsa pêşekê doxtiryê seva min dima wek stêrkeke dûr-deraz,kîjanê qey bêjî gazî min dikir. Lê çawa berbi wê herim? Wê rojê jî ez nava wan mitalada bûm, çaxê nişkêva minva “Vîlîsek” derket. Ew nêzîkî birka berxê min bû û sekinî. Têda xêncî avtoajo du meriv jî hebûn, kîjana libasên pir maqûlî wergirtibûn. Ez qey bêjî bêy hemdî xwe nêzîkî wan bûm, bi ermenkî silav da wan. Wan jî bi ermenkî silava min vegirt. Wan sala li temamya komara Ermenîstanê jî avto pir kêm bûn. Rabûna avtoekê li zozana bona zozanvana rastî jî tiştekî ecêbmayînê bû. Aha lema jî min pirs kir:
-Gelî maqûla, hûn çawa bi wê avtoê hilkişyane vî çîyayî? -Ev avtoa hemû çîya û banyava jî hildikişe,-ji wan yekî bi ken caba min da, paşê berbirî min bû,-tu çi miletî? -Ez kurdim, kurdê êzdî. -Lê tu çawa wisa temiz bi ermenkî xeber didî? -Maqûl, em navdeştê gundê ermenîya da dijîn. Min bi xwe hema îsal mekteba ermenîaye orte xilaz kirye. Ew cûrekî şaş û metel ma û teherekî çevê min nihêrî: -Çawa? Te koma 10-a xilaz kirye?
-Belê, maqûl. -Lê tuê çawa bikî? Kuda herî? Çi hînbî? -Ez jî nizanim... -Dixwezî bibî doxtir? Tê qey bêjî Xwedê hiz kiribû û remildarek şandibû cem min. Ewî raste-rast fikir-xwestina min anî ser zarê xwe. Min destxweda cab da: -Maqûl, mirazê minî herî zîyaretî jî hema ewe. Ewî tenê ber xweda gilîk got: -Pak.
Ji axavtinên wan camêra ez pê hesyam, wekî navê evê minra ketibû xeberdanê, Xaçîke. Wana ser şînkayê sifre vekirin, bi dilekî rihet û şa nan xarin. Berî rêketinê ew Xaçîka bi dilbaristanî vegerya ser min: .....
Rizganê Simo
Simoê Şemo, Baxçê Payîzê
Nairi
Neşîreta Nairi Simoê Şemo Baxçê Payîzê Rizganê Simo
Yêrêvan Nairi 2008
Ji bo 80 salya buyina helbestvan Simoyê Şemo hatye weşandinê
Berevok û bîblîografîya hazirkir Rizganê Simo
Rêdaktor Çerkezê Reş
Berevokêda bi tomerî şîêred şayîre salên jîyana wî ye dawîêda nivîsandî û neşirnebûyî hatine cîwarkirin. Usa jî hinek helbestên ji kitêbên wî ye başqe-başqe têda cî dîtine.