Pirtûkxaneya dîjîtal a kurdî (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Bîhoka li Pişt Sînor


Nivîskar : Arjen Arî
Weşan : Avesta Tarîx & Cîh : 2010, Stembol
Pêşgotin : Rûpel : 118
Wergêr : ISBN : 978-605-5585-12-9
Ziman : KurdîEbad : 130 x 195 mm
Hejmara FIKP : Liv. Kur. Kl. Ari. Bih. N° 3325Mijar : Wêje

Bîhoka li Pişt Sînor

Bîhoka li Pişt Sînor

Arjen Arî


Avesta


Dirêj an jî kurt, her jiyîn li dev xwediyê xwe xwediyê xwe û çîrokekê ye.
Dîkekî min hebû ku her sihar bi hilatina spêdeyê re li hewşê dikir qûqû... qûûû, û pîreke min, ku her êvar ji serboriya xwe ya têr karesat qetek jê bi çîrokî vedigot! Her ku min li çîroka pîrê guh didêra, li bendî bûm ku ne çîroka xwe, çîroka Dîko vebêje ji min re...
Lê wê; heçku bixwaze min jî bike şirîkê serboriyên xwe, hercar guhkê buxçika êşa xwe bi vê peyvê vedikir: Xwedê heqê me nehêle, kurrê min...
Ji ber heq û neheqiyê bû gelo, min ji çîroka Dîko û Pîrê hez dikir?
Di herdu çîrokên gelerî de jî -Dîko û Pîrê, Şengê û Pengê-tolwergirtin hebû, û di herdu çîrokan de jî yên neheq: Gur û pîrê di dawiya çîrokê de bi ser 'heqê' xwe ve dibûn... Soxî; piştî zarokatiyeke tiştîşî û jiyaneke zîvar zîvarî, di ber şairtiya xwe ya kulek re ez jî bi ser çîroka xwe ve bûm: Hinekî bîranîn, hînekî çîrok...

Arjen Arî - Sala 1956an li herêma Omeriya, li gundê Çalê hatiye dinyayê. Di sala 1979an de Enstîtuya Perwerdeyî ya Diyarbekrê Beşa Zimanê Tirkî qedand. Bi tirkî dest bi helbestê kir. Di sala 1976ê de li Nisêbînê ji ber belavkirina belavokekê hate girtin. Wê demê polîsan dest danîn ser helbestên wî yên bi tirkî û kurdî. Qasî hefteyekê di hepsê de ma. Ew berdan, lê helbestên wî ta niha di mexzena Dadgeha Nisêbînê de hepsî ne. Di gel ku weke cara pêşîn di kovara Tîrêjê de helbestên wî weşiyan têt zanîn, ya rast, helbesta wî ya ewil di belavokeke ku li herêma Mêrdînê hatiye belavkirin de weşiya. 
Bi dû 12ê îlonê de ew li welêt ma, helbestên wî di kovarên li derveyî welêt; wekî Berbang, Kurdistan Press, Nûdem, Çira, Pelîn û Rewşenê de hatin weşandin. Di sala 1992ê li navçeya Nisêbînê li ber deriyê mala xwe rastî êrişekê çekî bû. Birîndar rakirin Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê. Ji wê bûyerê de li Amedê dijî.
Berhem wî ev in: Ramûsan min veşartin li geliyekî, şi'r, Avesta, 2000; Ev çiya rûspîne, şi'r, Avesta, 2002; Destana Kawa, şi'r, Weşanên Elma, 2003; Eroûtîka, Şi'r, Weşanên Lîs, 2006; Bakûrê Helbestê/Antolojiya Helbesta Bakûr, Weş. Y.N. Kurd, Duhok, 2007; Çil Çarîn, Şi'r, Weş. Ens. Kurdî ya Amedê, 2008 û Şêrgele, Şi'r, Avesta, 2008.


Naverok

Pêşgotin / 7

Hinekî Bîranîn Hinekî Çîrok
1. Bajarê Mar Efra’îm / 11
2. Gur / 17
3. Qelî û serê çivîkan / 19
4. Meleko / 23
5. Por / 25
6. Birîna Reş / 29
7. Kalo / 33
8. Kirîvên min / 35
9. Piçek zaroktî / 39
10. Kêra Midyadî / 43
11. Kewar / 45
12. Semyantî / 49
13. Mizeyyin / 51
14. Nokên sêwiyan / 57
15. Heft rojên... / 61
16. Çîrok/85
17. General Mahmûd / 89
18. Çîroka Pîrê / 93
19. Qismet / 97
20. Bîhokê / 103
21.Sînor / 105
22. Havîn / 107
23. Du çivîk / 109
24. Sêhezarûheft / 113
25. Şermola / 115
26. Diranekî kurmî / 117


PÊSGOTIN

Dirêj an jî kurt, her jiyîn li dev xwediyê xwe xwediyê xwe û çîrokekê ye.
Neyên gotin jî, em bi ser wan de guh nedêrin, nebihizîn jî her çîrok serencama serboriya mirovekî ya di serdemekê de li cihekî bi serê wî de hatiye...

Li gorî we jî jiyîn çîrokek be, çîrokeke we jî dê hebe.
Jixwe gelek çîrok bêyî ku bêne vegotin, bêyî ku hinin li wan hay bibin, bi windabûna xwediyê xwe re bûne ‘kaçûmanok!’

Jiyana min, jiyana ku sêwîtiyeke zû kir ku bi giraniya wê bi-hesim, li derveyî min, di ber re ber re ber bi çîrokbûyînê ve çû...
Dîkekî min jî hebû ku her sihar bi hilatina spêdeyê re li hewşê dikir qûqû... qûûû, û pîreke min, ku her êvar ji serbo-riya xwe ya têr karesat qetek jê bi çîrokî vedigot!

Her ku min li çîroka pîrê guh didêra, li bendî bûm ku ne çî-roka xwe, çîroka Dîko vebêje ji min re...
Lê wê; heçku bixwaze min jî bike şirîkê serboriyên xwe, hercar guhkê buxçika êşa xwe bi vê peyvê vedikir: Xwedê he-qê me nehêle, kurrê min...
Ji ber heq û neheqiyê bû gelo, min ji çîroka Dîko û Pîrê hez dikir?
Di herdu çîrokên gelerî de jî -Dîko û Pîrê, Şengê û Pengê-tolwergirtin hebû, û di herdu çîrokan de jî yên neheq: Gur û pîrê di dawiya çîrokê de bi ser ‘heqê’ xwe ve dibûn...

Soxî; piştî zarokatiyeke tiştîşî û jiyaneke zîvar zîvarî, di ber şairtiya xwe ya kulek re ez jî bi ser çîroka xwe ve bûm:
Hinekî bîranîn, hînekî çîrok...
Çîrokên ku pîrê ji min re digotin ku ez deynim hêlekê; çî-roka ku kir ez bi çîroka xwe bihesim û bibêjim ‘çîrokek min jî heye’, li gel bîranînên min nîvîskarek e: Helîm Yûsiv!

Dema ku min çîrokên Helîm xwendin, wan çîrokan kir ku derdawên xwe hildim û di beyarên çîrokê de bêyî ku lingê min li kestekên rastiyê, û kevirên fantaziyê bikevin, bibezim... Di wê bezînê de wê gavê min biryar da ku rojekê ez jîji zevi-yên helbestê dagerim beyarên çîrokê...
Bi vê delîveyê, spasiyên xwe pêşkêşî çîrokvebêjera xwe pîra xwe Finca Xelîl dikim, û bi dû re jî heman spasiya ji dil didim Helîm Yûsivê kir ku li çîroka xwe hirtepilim.

Arjen Arî
13. 03. 2009

Hinekî Bîranîn Henekî Çîrok

Bajarê Mar Efra‘îm

Babîliyan bi navê Armîs û Nisîbîs bangî vî şûnwarî kirine...
Mîttaniyan nevê wî kirine ‘Waşşûkannî!’ Hinekan gotine ‘Nabûla... Bi dû re bûye ‘Kengê’, bi dû re ‘Nas û bîna’...

Bûbe Sarbo jî demekê, yên nû hatî navê ‘Ahwaz’ lê kirine. Paşê hinekên din hatine, li ser textê desthilatê rûniştine û na-vê wê guhertine, jê re gotine ’Nasîbeyn?..’

Nasîbeynê Nisêbînî, yanî xwediyên wê yên niha, piştî evqas nav navekî din li vê navçeya bi ‘kaniyeyn’ dikin: Serbajarê şah-ristaniyên winda!

Dîrok jî bextê xwe navêje, ya wan dibêje: 33 şaristanî mîna estêrên ji ezmên xuricî, tîrikî hatin, ew derûdor ji xwe re ki-rin war û jîngeh, û rojekê çûn, winda bûn: Babilî bûn, aqadî bûn, summerî bûn... soberî, hûrrî, gûtî, mîttanî, ermenîbûn...

Û dibêje, ‘birek asûrî jî hebûn!’
Kê kiyê xwe, çiyê xwe, ciyê xwe wenda nekir li van axan?
Ev ax axeke ku dixwe dixwe, û nabêje bes e!
Min ewil xwişkeke xwe ‘guloka zêra’ winda kir li vê navçeyê ! …


Arjen Arî

Bîhoka li Pişt Sînor

Avesta

Weşanên Avesta
Avesta | Edebiyat: 313 | 47
Bîhoka li Pişt Sînor
Hinekî Bîranîn Hinekî Çîrok
Arjen Arî

Edîtor: Abdullah Keskin
Dîzayna Giştî: Ahmet Naci Firat
Berg: Azad Aktürk
Wêne: Arjen Arî tevî malbata xwe, Nisêbîn, 1971
Tashîh û Mîzanpaj: Avesta
Çapa Yekem: 2010, Stembol

Çap: Berdan Matbaası
Sadık Daşdögen Davutpaşa Cad.
Güven San. Sit. C Blok, No: 239 Topkapi / İstanbul
Tel: (0212) 613 12 11

© Avesta Yayinlan, 2010
Ji xeynî danasînê bêyî destûra weşanxanê
bi tu awayî nayê zêdekirin

Sertifika no: 13193

Avesta Basin Yayin
Reklam Tanitim Mözîk Dagitim Ltd. Şti.
Şehit Muhtar Mahaltesi
Atif Yilmaz Caddesi
Öğüt Sokak No: 7
Beyoğlu / İstanbul
Tel: (0212) 251 44 80
Fax: (0212) 243 89 75

Ekinciler Caddesi
Nurlan Apt. Giriş Kati No: 2
Ofis / Diyarbakir
Tel-Fax: (0412) 223 58 99

www.avestakitap.com
infoOavestakitap.com

ISBN: 978-605-5585-12-9

bihoka_li_pist_sinor_a_ari.pdf
Visionneuse n'a pas trouvé le document


Weqfa-Enstîtuya kurdî ya Parîsê © 2024
PIRTÛKXANE
Agahiyên bikêr
Agahiyên Hiqûqî
PROJE
Dîrok & agahî
Hevpar
LÎSTE
Mijar
Nivîskar
Weşan
Ziman
Kovar