Pirtûkxaneya dîjîtal a kurdî (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Xewnên Zîvîn


Nivîskar : Fatma Savci
Weşan : Avesta Tarîx & Cîh : 2007, Stenbol
Pêşgotin : Rûpel : 86
Wergêr : ISBN : 978-9944-382-27-4
Ziman : KurdîEbad : 120 x 195 mm
Hejmara FIKP : Liv. Kur. Kl. Sav. Xew. N° 1935Mijar : Wêje

Xewnên Zîvîn

Xewnên Zîvîn

Fatma Savcı


Avesta


Di vê kitêbê de; "tayên Nêrgizan, gazinên Ehmedê Xanî, hêviya jinên 'dara şikestî', helbestên bi bask yê Feqiyê Teyran, bîranînên zarokên berdêliya welatekî... "Hesreta du Qumriyan, fira Kevokan, firîkên genim yê deşta Qoserê, kenê Xecîcokan yên li hinarikên rûyê Nîsanê, tama ava kaniya zozanan, hêstirên çavên Xezalan...
"Şîretên rîspiyên êlan, hepriya jineke koçber, pelikên dara gwîzê, kildankek tije ji kilê Siphanî, emrê dara çinarê, dengê bilûrê, xeyala eşqiyayekî demê, giriyê girtiyekî mêr yê veşarî...
"Neynikek şikestî, şehek ji hestî, straneke birîndarya mişextiyekî, bêdengiya gundekî kaviltirî...
"Şerbikek suryaniyan, şekirê îda ermeniyan, agirek ji tifika êzdiyan û kêfa civateke êvara Midyadiyan..." hene.

Fatma Savcı, di sala 1974an de, li gundê Girêmîra ku li ser Nisêbînê ye, hatiye dinê. Lê bi eslê xwe ji gundê Hêştrekê yê li ser Midyadê ye. Wê dibistana seretayî li Girêmîra xwendiye. Di wan salan de, qedexeya li ser ziman hebû, ew zû mezin kir û bi firê xist. Dem hatibu ku dilê xwe veke, lê ne bi tirkiya ku bi kotekî dihat fêrkirin, îcar kurdî jî qedexe bû. Ew li peyvên veşartî yên kurdî digeriya, çiyan çav lê kir. Wê jî xwe li banga çiyê girt. Demek wisa germ û bêderfet bû ku ne lênûsk û ne jî pênus hebû di destê wê de. Bi alîkariya hevaleke ku qet dibistana tirki nexwendibû û ew jî bi çiya ketibû, li ser berfê tîpên nepenî hîn bû. Berf diheliya, lê wê tîp li hişê xwe dinexişandin... Di sala 1992yê de, ji ber raman û çalakiyên xwe hate girtin. Wê di dadgehê de, parastina siyasî bi zimanê kurdî kir û “guneh”ê xwe girantir kir. Panzdeh sal ceza wergirt û li heşt girtîgehên Tirkiyê û Kurdistanê geriya. Wê çîrokên keç û kurên kurd ên heşt girtîgehan li paş deriyên hesinî dane hev. Di sala 2003yê de, bi dîwaneke helbestan ya li ser pelên cixarê nivîsî ku bikaribe veşêrê, derket. Dîwana “Gulên Qasid", ku di sala 2006ê de, ji Avestayê derket, ji nav van helbestan, wek berhema wê ya yekê derket. Niha jiyana xwe li bajarê Stenbolê, di hezna çavên mişextiyek zelal de didomîne.


Naverok

Fîstanê hestan / 11
Êşa min ji destê teyrika ye / 13
Ew ba bi dilê min ve dide... /15
Adarok / 17
Ji dilyarê min re lorînek /19
Destên stêran / 21
Biharan bajo ber bi temenê min / 22
Hêşîn bibe / 24
Temenê min ne keskesor e / 25
Hêvfcan / 27
Tem bemede mirinê / 28
Birtna min bûyi / 30

Dil bi min ve neman / 32
Xalxalok / 34
Dihilçenin xewnên min / 36
Tu yê heyat baya / 38
Teyrê tawiz bineqiştnim / 39
Dem jî niqutî /41
Bîna nefelê / 42
Kedt dikim keriyên stêran / 44
Em bi çîrokan re radiketin / 45
Janagul / 47
Min ji tenêtiyê tembûr çêkir / 48
Berf dibare / 50
Çem ji tfna ketibûn / 51
Dotmîr /53
Divê welatek bibeşişe / 54
Destên tnin sar bûn / 56
Ez ji evfnan têm / 57
Strana girî / 60

Xewneke zîvtn / 61
Bi avê de çûn / 63
Keçik ziyaret û welat pfroz bûn / 64
Venegere qet! / 66
Ma wê evîn nepirse / 67
Li kîjan demsalê / 69 dişewişim /71
Xwfşka filehan bûm / 73
Hew karim vegerim / 75
Kenê zarokan belav bikim li kolanan / 77
Bi heyvê ketim / 79
Kitêbek tijf giriyam / 80
Diçim ava / 82
Ez û beytik ketin çelê hev / 84


Ji bo evîndarên

ku dilên xwe
diyarî giyana Çiyê
û siya Beybûnê kirine.

FÎSTANÊ HESTAN

Xweda dîsa bi nav hev ketin,
Yek ji yên din re şaşwaz dibêje:
Dilekî min nexuyaye!

Ji paşila kedera şevê
Bangî heyva li şaneşîna xembar dikim:

"Ew kendalê bê mînak min diziye!
Ji bo guliyên tenya ya xwe
Hêdî hêdî,
Xweşik xweşik,
Li ber neynikên dîn û kûr bihûnim.
Elmasên kûrahiyê
Bi şaxên çirûskên çavên wê ve bijidînim.
Da ku ji zeviyên rozêrînê kulîlkên çavşîn,
bi ser fîstanê hestên xwe yê evînî ve bireşînim
û berbangeke çavzer
li ber dergihê sibeheke mizgîniyan
ji hêviyên xwe yên
zêr û zelal re biwelidînim...

.....

Xewnên Zîvîn

Fatma Savcı

Avesta

Weşanên Avesta
Xewnên Zîvîn
Fatma Savcı

Avesta | Şahmaran: 229 | 11
Xewnên Zîvîn
Fatma Savci

Edttor: Abdullah Keskin
Berg: Genco Demirer
Rastkirin û Mlzanpaj: Avesta
Çapa Yekem: 2007, Stenbol
Çap: Berdan Matbaacılık

© Avesta, 2007
Ji xeynt danasfnê bêyi destûra
weşanxanê bi tu awayi nayê kopfkirin

Avesta Basın Yayın
Reklam Tanıtım Müzik Dağıtım Ltd. Şti.
Hüseyin Aga Mahallesi
Sakız Ağacı Caddesi
Ögüt Sokak No: 7
Beyoglu / İstanbul
Tel-Faks: (0212) 251 44 80
(0212) 243 89 75

Ekinciler Caddesi
Nurlan Apt. Giriş Katı No: 2
Ofis / Diyarbakır
Tel-Faks: (0412) 223 58 99

www.avestakitap.com
info@avestakitap.com

ISBN: 978-9944-382-27-4

xewnen_zivin_f_savci.pdf
Visionneuse n'a pas trouvé le document


Weqfa-Enstîtuya kurdî ya Parîsê © 2024
PIRTÛKXANE
Agahiyên bikêr
Agahiyên Hiqûqî
PROJE
Dîrok & agahî
Hevpar
LÎSTE
Mijar
Nivîskar
Weşan
Ziman
Kovar