Pirtûkxaneya dîjîtal a kurdî (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Azadi û jiyan


Nivîskar : Kemal Burkay
Weşan : Roja nû Tarîx & Cîh : 1988, Stockholm
Pêşgotin : Rûpel : 256
Wergêr : ISBN : 91 76 72 023 3
Ziman : Kurdî, TirkîEbad : 125 x 190 mm
Hejmara FIKP : Liv. Fre. Bur. Aza. N° 7532Mijar : Helbest

Azadi û jiyan

Azadi û jiyan

Kemal Burkay

Roja Nû

Bu kitap, yazarın daha önce çıkan iki şiir kitabından bir derlemedir.
1967 yılında çıkan Prangalar adlı şiir kitabından bir bölüm şiir ile 1975’te çıkan Dersim kitabındaki şiirlerin tamama yakını burada yer alıyor.
Bu şiirler aynı zamanda yazarı tarafından Kürtçeye çevrildi ve bu kitapta Türkçesiyle birlikte basıldılar.


Naverok

Pêşgotin / 6

Şerkarê Kemanevan / 8
Birao, Hezkirê Xewan / 10
Rûken Be / 12
Şivan / 14
Dilê Pirali / 16
Dilê Pırali - II / 18
Spartakus / 22
Keçıkek bi Çavên Wek Cihan / 30
Allo / 32
Derheqa Azadi û Jiyanê / 36
Destên Tirsê Pır In / 38
Dixwazim Rojê Bibinım / 40
Ji Neroneki Ra / 44
Mirino Rabin / 46
Kilam / 54
Ez Im Têm / 58
Pranga / 62
Deriyên Bajarê Kûd / 66
Kawos / 70
Darê Sersala Nû / 74
Kilama Leşkerê Amêlkanê / 76
Kilama Şoreşger / 78
Kilama Ciwaniyê / 82
Kurê Aşwan / 84
Ernesto Che Guevera / 88
Bihna Yaseminê / 92
Ejdirha û Gûzberi / 94
Derheqa Zulmê, Kulilkan û Hwd / 112
Yado / 116
Pêşmerge / 120
Lüle Vedikin Grêkan / 122
Serhildan / 126
Dı Ava Golê Da Şer/ 130
Dılketm Pişti Si û Sê / 134
Kulilka Cemedê / 136
Dêrsim / 138
Evinên Kevn / 164
Mırın û Kulilk / 166
Roj û Berf / 168
Rêvmgi / 170
Dêrsim - II / 172
Têla Sincikin / 174
Bi Mezmkirina Gulekê Ye / 178
Xetên Payizê / 182
Hêlin, Evin, Bêrivan / 190
Rojên Zindanê / 194
Totık / 196
Çivikê / 198
Hêvi Çawa Bê Gotm / 200
Kilama Memedê Novedar / 202
Dorberê Harçikê / 206
Dınya Me Fıreh e / 210
Minna Hozan / 214
Serokzindan û Hozan / 216
Ew / 218
Kulilkên Pêçanik / 220
Nûh Bûn / 222
Evina Min / 224
Heylê Keça Mantosorê / 226
Em Ne Binketi Ne / 228
Orkestra / 230
Roj Wê Bê / 234
Şiêr û Mirov /236
Hêlin / 238
Tu, La Jakonda Min/240
Portre / 242
Kışandın Ber Bi Boriyê / 244
Orkestra - II / 246
Bibê Nebê, Diyaxkinn Serpêhatiya Min / 248
Roja Ku Hiltê / 252

İçindekiler

Yayınevinin Notu / 5

Keman Çalan Savaşçı / 9
Uykuları Seven Kardeş / 11
Gülümse / 13
Bekçi / 15
Çok Boyutlu Köle / 17
Çok Boyutlu Köle - II/ 19
Spartaküs/23
Bir Kız Gözleri Evren / 31
Allo / 33
Özgürlüğe ve Yaşamaya Dair / 37
Korkunun Elleri. Çok / 39
Güneşi Görmek İstiyorum /41
Bir Köle’den Bir Neron’a/45
Ölüler Uyanınız / 49
Türkü / 55
Ben Geliyorum / 59
Prangalar / 63
Kötürüm Şehrin Kapıları / 67
Öcü / 71
Noel Ağacı / 75
Amerikan Askerinin Türküsü / 77
Devrimcinin Türküsü / 79
Gençlik Türküsü / 83
Değirmencinin Oğlu/85
Ernesto Che Guevera / 89
Bir Yasemin Kokusu / 93
Ejderha ve Kozalak / 95
Zulme, Çiçeklere v.s. Dair / 113
Yado / 117
Peşmerge / 121
Namlular Çözer Bilmeceleri / 123
İsyan / 127
Durgun Suda Kavga / 131
Otüzüçten Sonra Aşk / 135
Buz Çiçeği / 137
Dersim / 139
Eski Aşklar / 165
Ölüm ve Çiçek / 167
Güneş ve Kar / 169
Yolculuk / 171
Dersim - II / 173
Dikenli Tel / 175
Bir Gülü Büyütmek Yok Mu / 179
Sonbahardan Çizgiler / 183
Helin, Evin, Berivan / 191
Koğuşta Günler / 195
Kukla / 197
Serçe Kuşu / 199
Umudu Nasıl Anlatmalı / 201
Tutsakları Bekleyen Memed’in Türküsü / 203
Harçik Boyları / 207
Bizim Dünyamız Geniştir / 211
Ozanın Ölümü / 215
Zindancıbaşı ve Ozan / 217
O / 219
Sarmaşık Çiçekleri / 221
Yenileniş / 223
Sevdam / 225
Hey Kızıl Mantolu Kız / 227
Yenik Değilizi / 229
Orkestra / 231
Gün Gelecek / 235
Şiir ve İnsan / 237
Helin / 239
Sen Benim La Jakondam / 241
Portre / 243
Geçmişe Çekim / 245
Orkestra II / 247
Dayanmak Benim Kaçınılmaz Maceram / 249
Doğan Gün / 253


PÊŞGOTIN

Xwendevanên eziz,
Şiêrên ku di vê kitêbê da ci digrın ji du kitêbên mın hatıne stendın: Prangalar (1967, Enqere) û Dersim (1975, Enqere).
Şiêr bı Tırki hatıbûn nivisandin û herdu kitêb ji bı Tırki hatıbûn çapkirin.
Gelek waxt bû ku mın dixwest qenebe qismek ji şiêrên xwe yên Tırki wergerinim Kurdi. Niha mın ev kar safı kır. Min, qismek şiêr ji kitêba Prangalar û nêziki temamiya şiêrên kitêba Dêrsim wergerande Kurdi û niha di vê kitêbê da, tevi Tirkiya wan çap bûne.

Yên ku bi şiêr mıjûl bûne û dibin, baş dizanin ku wergerandına şiêran kareki gelek çetin e û şiêr bi wergerinê, bibê nebê, jı şikil û naveroka xweyi xas, ji bedewiya xwe gelek tişt wında dıke. Bo karê wergerinê, xasima bo şiêran, zanina du zmanan ne bes e. Divê werger an bi xwe ji hozan be, an ji wek hozaneki jê fêm bike, wê di dilê xwe da bibihise. Wergerandıneke baş kar û hunerek baş dixwaze.
Lı ali din, usûl û qeydeyên wergerandinê hene. Rê û olaxên zmanan ne wek hev e. Him gotın di zımanê din da himberê xwe nagirin û divê meriv li ciyê wan li gotmên dinê bigere. Wergerandin ji bi aliyekê efrandmeke nû ye. Lê disa ji, werger bi tevayi ne serbest e; bı ali naverok, şıkıl û aheng çarçuveyek li pêş heye ku nikare jê derkeve.

Wergerandina şiêrên min, jı yeki din zêtir bo min hêsantir bû. Jı ber ku, jı ser nıvisandına wan gelek waxt derbaz be ji, jı bo mm eyan bû, her şiêr —û di her şiêri da her beş, her xet û her gotın— ji bo çi ye, çi dixwaze bêje.. Bi aliyê peyv û gotman ji, li hın ci- yan mın xwe serbest hişt; ango li hemberê peyveke Tirki ku Kurdiya wê li xweş naçe, min gotıneke dın -< bıjart û bı kar ani. Weki xeta jêrin:
“Ve yüreğimde usuldan bir kemirgen”
Dı vi xeti da, merıv lı ciyê “kemirgen” dıkare “kotkır” an ji “kojek” dayne. Lê ew lı mın xweş ne hat .Mın xet usa wergerand:
“Û dı dilê mm da bırekek hêdi hêdi”

Peyva “brekê”, bı raya mın, ciyê xwe dıgre; ez çı dixwazim bêjim, wê nişan dıde.
Her usa ji merıv, dı wergerandma Kurdi da hım zehmetên dınê ji dikişine. Belê, zmanê me Kurdan ne xizan e; bı gotıneke dın, axa wê dewlemend e. Lê ev ne bes e; divê zman bê şuxulandın. Zordestên ku gel û welatê me xistıne bın nirê xwe , her usa ji, bı demên dirêj rê nedan ku em zmanê xwe bı serbesti bı kar binin, bı aliyê nıvisandinê û zaninê wê dewle- mendtır bıkın û pêşva bibın. Bona vê yekê, di zman da gelek peyvên zanisti û tekniki kêm in. Divê em bereki va zmanê xwe bı kar binın, bixebitinın, heyiyên wi eşkere bıkın; bereki va ji kêmasiyên wi jı ortê hilinı; hêdi hêdi gotınên nû çêbikin û ew ciyê xwe bigrın.

Kemal Burkay Sibat—1988

Şerkarê Kemanevan

Dengê kemanê zelal û zirav
Jı çiyan dıkeve ser çêm
Tu ku dirêj dibi şerkarê mın
Dıhele danstan, dihele çiya
Di dilê te da pûnc dane dem û çax
Birçiyê rojeki delali, ronak û dûr
Dıbare lı ser te qumbele, fişeng
Diji hezaran bi tena xwe
Disa ew kilama zelal di kemanê da
Din e çi ye ev şerkara..
Hêdi hêdi winda bû çû kilam
Li berwar û baniyên hêşin
U lêxist li dorberê çêm
Tifinga maşin
Ev aveke din e, din in rê û dirb
Cixara xwe vêxist kemanevan
Keni, darıstan ji keni pê ra
Dıji hezaran bi tena xwe
Bila dijmın bıçe, keman bisene, ev dostê delal
Miqamek zırav û zelal

1959


Kemal Burkay

Azadi û jiyan

Weşanên Roja Nû

Weşanên Roja Nû
Azadi û jiyan
Kemal Burkay

Weşanên Roja Nû

ISBN 91 76 72 023 3
© Kemal Burkay
Printed in Sweden
Stockholm 1988

Kapak resmi: Arif Sevinç

Weşanên Roja Nû: 22
Adress:
Döbelnsgatan 16 B, 2 tr.
113 27 Stockholm / Schweden



Weqfa-Enstîtuya kurdî ya Parîsê © 2024
PIRTÛKXANE
Agahiyên bikêr
Agahiyên Hiqûqî
PROJE
Dîrok & agahî
Hevpar
LÎSTE
Mijar
Nivîskar
Weşan
Ziman
Kovar