Pirtûkxaneya dîjîtal a kurdî (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Kurd Efsaneya Rohilatê


Weşan : Weşanxaneya Arbor Tarîx & Cîh : 2020, Moskva
Pêşgotin : Rûpel : 456
Wergêr : Têmûrê XelîlISBN : 978-5-900048-00-0
Ziman : KurdîEbad : 200x265 mm
Hejmara FIKP : Liv. Kur. Kl. Nau. Kur. N° 6625Mijar : Giştî

Kurd Efsaneya Rohilatê

Kurd Efsaneya Rohilatê

Vîtalîy Vyaçeslavovîç Naumkîn

Arbor

Pirtûka “Kurd. Efsaneya Rohilatê” derheqa dîrok, kevneşopî, ziman û çanda gelê aqilmend û mêrxas da ne, ku di qedera dîroka çend welatên Rohilata Nêzîk û Navîn da, ku ew milet di wan da dijî, xwedî cîyekî berbiçav e. Nûnerên gelê kurd yên binavûdeng çanda hemcihanê dewlemend kirine, di kar û barên aborî, sîyasî, serwêrîkirina dewletan û şuxulvanîya leşkerî da li dewletên ew lê dijîn, di nav wan da herwiha li Rûsîyayê jî, him berê, him jî niha roleke giring lîstine. Pirtûk bi însîyatîfa Kompanîya “Gazprom Neft" di goveka piştgirîkirina projeyên çandî hatîye amadekirin. Kolektîvên Înstîtûya Rohilatzanîyê ya AZR (Moskva) û Înstîtûya destxetên rohilarê ya AZR (Sankt-Peterburg) bi piştgirîkirina RON (Rêxistina Otonom ya Nebazirganîyê) “Mîsyona Rûsîyayê ya hûmanîtarîyê” tevî xebata bo amadekirina vê pirtûkê bûne.


Naverok

K V. Naumkîn
Pêşgotin / 7

K. V. Vertyayêv
1. Dîroka Kurdistanê. Kronolojîya bûyerên sereke yên dîroka
kurdan ji demên kevinare hetanî destpêka sedsala XX / 12

Z. E. Yûsûpova
2. Ziman, zargotin, wêjeya Kurdî di lêkolînan da / 26

A. î. Kolêsnîkov, î. V. Bazîlênko, O. A. Vodnêva
3. 01 û bawermendî li Kurdistanê / 66

L. M. Rewendî-Fedaî
4. Parêzkarên dilsoz yên erf û edetên
bêhempa yên pêşîyan / 98

L. M. Rewendî-Fedaî
5. Traditional Kurdish housing / 140

L. M. Rewendî-Fedaî
6. Şûrê kurdan di kalên da namîne / 154

L. M. Rewetidî-Fedaî
7. Cil û bergên netewî / 172

L. M. Rewendî-Fedaî
8. Efsaneya jina kurd / 194

E. I. Vasilyeva
9. Riya Kurdan a dîrokî / 218

K. V. Ver/yayêv
10. Kurd di sînorên dewletên nû yên gorî peymanên
Sevrê (1920) û Lozanê (1923) da / 242
Mehmed Şerîf paşa (jînenîgarî) / 258

K. V. Vertyayêv
11. Tevgera kurdan a miletîyê piştî perçekirina
Kurdistana êtnîkîyê / 260
Şêx Mehmûd Barzincî (jînenîgarî) / 280
Musa Anter (jînenîgarî) / 282
Abdulla Ocalan (jînenîgarî) / 284

S. M. îvanoy
12. Kurdên li Împêratorîya Rûsîyayê,
YKSS û Rûsîya Federal da / 286
Cefer axa Elî beg Şemşedîn axa ogli (jînenîgarî) / 298

S. M. îvanov, V. M. Magomedxanov
13. Kurdistana Sor û Komara Mehabadê
Hewildanên sazkirina otonomîyayên Kurdan yên pêşin / 300
Mistefa Barzanî (jînenîgarî) / 318
Qazî Mihemed (jînenîgarî) / 322

S. M. îvatiov
14. Dîroka Kurdistana îraqê ya here nû / 324
Mesud Barzanî (jînenîgarî) / 346

N. D. Plotnîkov, A. A. Marînîn
15. Di pêşengîyê da     348

K. K Vêrtyayêv
16. Fenomena sînemaya Kurdî / 364
Yilmaz Guney (jînenîgarî) / 372

Î. F Popova
17. Lêkolînerên Rûsîyayê — bingehdarên kurdzanîyê / 374

K. V. Vêrtyayêv, L. M. Rewandî-Fadaî
Kurd û Kurdistan di raporên dîplomat
û leşkerên Rûsîyayê da (1732—1917) /  385

Î. V. Zaytsev
Rêwîtîya S. P. Olferyev li Kurdistanê di sala 1912an da / 410

V. V. Naumkîn
Dawîgotin
Rol û giringîya kurdan di gêopolîtîka herêmî
da li Rohilata Nêzîk û Navîn da / 446



PEŞGOTIN

Navê vê pirtûkê bi xwe me tîne ser wê bawerîyê, ku çi xudanên her beşeke vê berhemê digihîne hev, ku bi awayekî ewqas hewaskar û dilgermî derheqa yek ji miletên balkêş yê Rohilata Nêzîk û Navîn — kurdan da nivîsîne. Ji vî miletê aqilmend û mêrxas ra, ku di qedera dîroka vê herêmê da xwedî cîhekî bi nirx e, li hev nehat di nava xwe da yekîtîyê saz bikin bona bibin xwedîyê dewleta xwe a serbixwe, lê bêy keda kurdan a giring çend dewletên Rohilata Nêzîk û Navîn, ku ew li ser axa wan dijîn, wê nikaribûna di gelek dereceyan da bi ser ketana. Nûnerên gelê kurd yên binavûdeng çanda tevaya cihanê dewlemend kirin, di karên pêşketina aborîyê, sîyasî, rêvebirina dewletê û şuxulvanîya leşkerî yên wan welatan da, ku ew lê dijîn, di nav wan da herweha Rûsîyayê, roleke mezin lîstine û niha jî berdewam dilîzin.

Gelek lêkolînerên Rûsîyayê hatine serwê bawerîyê, ku di hêla hişmendîyê (mentality), xeysetê (karekter) miletîyê û heta çend bûyerên dîroka wan a buhurî di navbera gelê rûs û kurdan da mînanîhevbûn herie, ew dişibine hevdu. Wek ku kurdzana Rûsîyayê ya binavûdeng O. î. Jîgalînayê destnîşan kirîye, him cem rûsan, him jî cem kurdan ”axên ekindar û deştên bi hêşinahîyê va têr û tije bi sedan salan xizmetî hemû cînaran û bîyanîyan kirine” ’. Lema jî cem herdu gelên me mêrxasî, berxwedana bojîyanê, ciddîtî, hunermcndîya şerkirinê û ruhê şervanîyê yê bilind her çû xurttir bû. O. î. Jîgalînayê herweha nivîsîye, ku bo kurdan ”ramana bo dewleta serbixwe ser her tiştî ra ne... Evyek di nava xwîna her nûnerekî miletê kurd da heye û ewana bi wê bawerîyê dijîn û ber xwe didin... ewana herdem amade ne ji bo şereîa xwe û parastina miletê xwe şehîd bibin... Lê ev hewildan û daxwezên kurdan dijî berjewendîyên wan dewletên Rohilata Nêzîk û Navîn in, ku ewana li seraxa wan dijîn”2. Em wê jî bêjin, ku kurd mînanî rûsan ji gelên din fêm dikin û qedirê wan digirin, dikarin li rex hev bi aştî bijîn. Lêkolîner herwiha rola jinan a pir mezin di civaka kurdan da destnîşan dikin, ku rûs jî xwedî eynî helwestê ne, lema jî di wê pirsê da jî kurd û rûs nêzîkî hev in.

Lema jî di vê pirtûkê da, li beşa derheqa bingehdanîn û pêşketina kurdzanîyê da zanyarî. F. Popov behsa wê yekê dike, ku lêkolînerên Rûsîyayê di karê azirûkirin û zelalkirina pirsên dîrok, erf-edet, çand, zimanê wî miletî da roleke çiqas mezin lîstine. Em dikarin bi bawer bêjin, ku ji dawîya sedsala XVIII ne derengtir di hêla pirsên sîyaseta der û lêkolînerîyê da bala Rûsîyayê li ser kurdan bû. Femdarî ye, dema di sedsala XIX axên Kavkazê û Rexkaspîyê, ku li wir kurd diman, ketine nava axa Rûsîyayê, balkişandina li ser kurdan bi carekê va zêdetir bû û alî nêzîkîhevbûna herdu gelên me kir. Xudanê nivîsê bi heqî qîmetekî bilind dide berhemên kurdzanên Rûsîyayê yên wê demê û wana dihesibîne wek qedirgirtin û hezkirina di hindava kurdan da, ku weke rûsan mêrxas û egît in. Di vê beşê da xwendevan wê serketinên bêhempa yên kurdzanên Sovêtîyê bibîne, ku li Lênîngradê, Moskvayê, Yêrêvanê karê xwe meşandine, herweha keda wan kurdzanan bihese, ku îro wî karê pîroz berdewam dikin. Balkêş e, ku xudana yek ji beşên vê pirtûkê jina kurd e — zanyara ji Peterburgê Z. E. Yûsûpova.

Nivîsa zanyarî ya K. V. Vertyayev xwendevanan bi dewranên sereke yên dîroka kurda ji demên herî kevinare heta destpêka Şerê hemcihanê yê yekê dide naskirinê, û me dibe dem û dewranên here dijwaryên dîroka xuliqîn û avabûna gelê kurd. Cîyê mixabinîyê ye, ku gelek sertacên arkîtektûrî û nivîsên destxet yên heyî dikaribûn alî me bikirana bona pirsgirêka kurdan zêdetir ronî bûya, ku heta niha li serwan lêkolînên ciddî nehatine kirinê.

Eger xudanê vê beşê bi sivikayî behsa dewranên ewqas giring di dîroka kurdan da dike, lê yek ji beşên pirtûkê yên dawî, ku Yê. î. Vasîlyevayê amade kirîye, bi awayekî hûrgilî riya dîroka kurdan a bi bûyerên balkêş va dagirtî raberî me dike. Meriv dema wê beşê dixwîne, bêhemdî xwe pirseke ha serî hildide: ew çawa qewimî, ku miletê bi jimara binecîyên xwe va pirmîlyonê, ku ji sedsalekê heta sedsaleke din dijîyana gelek împêratorî û dewletan da roleke giring lîstîye, nikaribûye dewleta xwe a serbixwe saz bike? Neyse, dîrok herdem pirsên wisa datîne ber me, ku dijwar e bersîvên wan bibînin. Nivîsa xudanê wê beşa hewaskarbala xwendevanan dikişîne ser axa erdnîgarî ya gelekî mezin, ku kurd li ser dimînin û li wir Împêratorî ber hev hatine guhastin, heta navên hinek miletan ji dîrokê hatîye hilanîn, lê kurd mane û dimînin. Heta struktura kurdan ya eşîrtîyê-qebîltîyê maye, ya ku bi texmîna me nasnameya kurdan bi xurtî parastîye, alî wê yekê kirîye ku kurd wek milet winda nebin.

Derheqa zimanê kurdî û wêjeya kurdî a dewlemend da zanyar Z. E. Yûsûpova bi awayekî berfireh me agahdar dike. Xudana nivîsê dide xuyakirin, ku zimanê kurdî weke ku bi awahê nîvzaravîyê tê bikaranîn (piranî jî di rûyê perçebûna axa welêt), lê zaravên zimanê kurdî xwe civandina dora du cûrên zimanê lîteraturî: kurmancî û soranî. Serpêhatîya derheqa wê yekê da, ku helbestvanîya kurdî xwedî rehên pir kevinare ye, ku di sedsalên XIV—XVII da gihîştîye dereceya xwe ya gulvedanê, wekfolklora stiranbêjîyê, henek-laqirdî, gotinên pêşîyan û qelîbotk, wêjeya ruhanî- felsefeyî, çîrok û serhatîyên bedewnivîsar pir bala me dikişînine ser xwe. Xwedîya nivîsê me bi îzbatîyan va dide bawerkirinê, ku bi rastî jî çanda kurdî a ruhanî di hêla kûrfikirî û aqilmendîya xwe va ser dereceyeke gelekî bilind e.

Femdarî ye, ku xudanên nivîsên di vê pirtûka derheqa kurdan da nikari- bûn behsa bawermendîyên wan nekin. A. î. Kolesnîkov nasîya xwendevanan dide pircûretî û pirawazîya jîyana kurdan a ruhanî. Hilbet, gelek xwendevanên me zanin, ku piranîya kurdan bi dînê xwe va musulman in û di nava wan da kome bawer- mendên oleke gelekî kevinare û bi taybetmendîyên xwe va pir balkêş heye, ew jî êzdîyatî ye. Lê xudana nivîsê kêmasîyên zanebûnên me li ser dîroka xaçparêzîya li ser axa Kurdistana tarîxî radike. Di wê pirsê da xwesma malûmatîyên derheqa nestorîyanan û yaqûbîyan, herwiha wan kurdan da gelek balkêş in, ku axavtina wan a rojane wek berê yek ji zaravên zimanê aramî ye. Wisa xuya ye, ku bo wan xwendevanan ku ev berhema me bona wana hatîye nivîsar, hewaskar e bala xwe bidine azirûkirinên ser olên ehl-î heq (”evdên ser rastîyê”) û elewîyan (qizilbaşan).

Pir balkêş û hewaskar e nivîseke bi serî xwe ya zanyar î. V. Bazîlenko û O. A. Vodnevê derheqa czdîyatîyê da.
Dema beşên pirtûkê yên ji alîyê L. M. Rewendî-Fedaî da amadekirî yên der- heqa erf-edet û jîyana rojane ya kurdan, çek û sîlehên wan, cejin û erefatên wan, derheqa rola jinan di dîroka kurdan da dixwînî, nikarî jê biqetî, jê dûr bikevî. Di vê pirsê da meriv nikare bi hûrgilî behsa wê yekê neke, ka di merasîmên dema cejina sala teze — Newrozê da têne kirin, ku kurdan, herwiha gelên ku cînarên wan in, di demên buhurî yên gelek kevinare da parastine, çawan in û bi çi awahî cejinê pîroz dikin. Wek ku xudanê nivîsê destnîşan dike, Newroz — ewcejina lihevhatinê, lihevkirinê ye. Lê nivîsên derheqa keç û jinên kurd yên binavûdeng da, ku di kar û barên olî, wêjeyî, perwerdehîyê, herwiha di meydana şêrda bi ser ketine, îzbatîyên pêbawer in derheqa zîrekî, aqilmendî û jêhatina jina kurd da.
Di pirtûkê da bi serokatîya zanyar C. M. îvanov bi awayekî hûrgilî li ser pirsên cuda-cuda, ku derheqa dîroka kurdên li Împêratorîya Rûsîyayê, Yekîtîya Komarên Sovyetî yên Sosîalîstî û Rûsîya Federal da nin, hatîye sekinandin, ew pirsana bi awayekî zelal têne raberkirin. Gorî malûmatîyên lêkolîneran, kurd cara pêşin di destpêka sedsala XIX da mihacirî ser axa Împêratorîya Rûsîyayê bûn. Malûmatîyên derheqa mêrxasîyên kurdan di leşkerîya Rûsîyayê da pir balkêş in: di şerê Qrîmê yê salên 1853—1856an da du alayên kurdan yên siyarî ji aiîyê Rûsîyayê şer dikirin, qumandarê yekê ji wana gihîşte rutbê generalîyê. Di wê beşê da behsa ked û emekê wan zabitên kurd yên din jî tê kirinê, ku di artêşa rûsan da bûne. Xwedîyê nivîsê destnîşan dike, ku îro bona mihacirîya kurdan ji komarên Asîya Navbendî û Pişkavkazê bo Rûsîyayê tu hasêgeh û asteng tunene. îro li welatê me bi kêmanî 60 hezar nûnerên wî miletî dijîn (anegorî malûmatîyên serjimêrîya sala 2010an 23 232 kesan xwe kurd hesibandine, 40 586 kesan gotine em êzîdî ne). Ji dewletên Yekîtîya Sovyeta berê ji hemûyan pirtir kurd li Azirbêcanê dijîn. Gorî malûmatîyan — ji 150 heta 250 hezar kesan. Lê li Rûsîyayê her mecalên lazim hatine sazkirinê bona kurdên penaber adapteyî jîyana nû bibin. Ewana xwedî wan hemû mafan in, ku gorî qanûnên fermî yên Rûsîya Federal "Derheqa otonomîya miletîyê-çandî” dane neteweyên kêmjimar. Wek ku xwedîyê nivîsê destnîşan dike, kurd li Rûsîyayê têne hesibandin wek yek ji miletên kevinare û, lema jî heqê wan heye li ser tevaya axa welêt bijîn û bixebitin, zimanê xwe, çanda xwe ya taybet biparêzin û pêş bixin, bi hemwelatîyên xwe yên dervayî welêt pêwendîyan saz bikin. Bona çareserkirina van pirs û pirsgirêkan rêxistin û hevalbendîyên kurdan yên çandî û perwerdehîyê karekî bêhempa dikin. Bi bawerîya xudanê nivîsê, kurd li Rûsîya Federal wê hela demeke dirêj hewcê piştgirîkirina dewletê bin.

Du beşên taybet yên nivîsên K. V. Vertyayev derhcqa dîroka kurdan da nin di dewrana piştî Şerê hemcihanê yê mezin û dewrên tevgerên wan yên bo rizgarki- rinê li Tirkîyê, Sûrîyê û îranê. Lêkolîner xwesma behsa kurdekî gelekî binavûdeng general Şerîf Paşa dike, ku di hêla leşkerî û karê sîyasî da di nîveka pêşin a sedsala XX da deng dabû, di destpêka Şerê Hemcihanê yê yekê da bi israr digot, ku lazim e otonomîya Kurdistanê ya di bin bandûra Anglîyayê da îlan bikin, berî hemûyan jî otonomîya Kurdistana Başûr (a îraqê), ku wî hela di wan deman da pêşnîyar dikir ku xwerêvebirîya kurdan ya tam hebe. Em ne bawer in, ku xwendevan zanin, ku gorî Peymana Sevrê ya sala 1920Î dewletên Awropayc ”Mafên bo damezirandina dewleta kurdan a serbixwe” dabûne kurdan, lê gelek serek û ronakbîrên kurdan bi awayekî aktîv derketin dijî prînsîpên "xwerêvebirîya kurdan”, ku di wê Peymanê da hatibûn destnîşankirin û de'wa serxwebûna kurdan ya di bin bandûra Brîtanîya Mezin an jî bêy wê dikirin. Lê, wek ku xwedîyê nivîsê dibêje, "Kurdistana serbixwe ya hevgirtî heta niha jî wek xeya! maye”. Bi zordayîna Tirkîyê Brîtanîyayê karê der- heqa otonomîya kurdan da da ber destê desthilata kemalîstan ya ii Enqerê.

Di dîroka tevgera kurdan a miletîyê da dewranên wisa jî hebûne, dema wî miletî hewil dida otonomîya xwe pêşî li Yekîtîya Sovyet, dû ra jî li îranê saz bike. Ser demeke kurt hebûna Komara Mehabadê li îranê di sala 1946an da — yek ji dewranên herî geş, di eynî wextî da dewraneke herî bedbext e di dîroka kurdan a nûjen da. Derheqa vê pirsê da di beşa ku S. M. îvanov û V. M. Mahomedjanov amade kirîye da bi hûrgilî tê gotinê. Ewana çend rûpelên ku dîroka xweş ya pêwendîyên di navbera merivên Sovêtîyê û kurdan di salên 1940Î da dikine bîra me, ku mixabin, bi neheqî hatine jibîrkirinê. Xudanên nivîsên wê beşê behsa wê yekê dikin, ka kurdan di şerê dijî faşîzmê da bi çi awahî ketibûn heyra me û alî Moskvayê dikirin. Ji bo nimûne, hema kurdan alî wê yekê kir, ku Artêşa Sor di tebaxa sala 1941 ê da kete nava axa îranê û pêşda çû, wana rêber dane me, cendirme û leşkerên artêşê bê çek kirin. Lê diha derengtir di herêmên kurdan yên îranê da komîteyeke bona alîkarîkirina hemwelatîyên Sovyetê hate sazkirinê. Serketina Yekîtîya Sovyet di hindava faşîzmê da bû sebebê xurtbûna tevgera kurdan ya miletîyê-azadarîyê û di encamê da li bakur-rojava îranê Komara Kurdistanê hate îlankirin, lê hêza wan ya leşkerî ya sereke desteyên ji eşîreta Barzan yên bi serokatîya Mustefa Barzanî bûn, ku ji îraqê hatibûn. Di beşekê da behsa wê yekê tê kirinê, ku welatê me çi alîkarî daye kurdan. Mixabin, wî çaxî nikaribûn otonomîya xwe biparêzin, lê wek ku xudanên wê beşa pirtûkê bi heqî destnîşan dikin, Komara Mehabadê tesîreke bê hed û bê hesab mezin li ser xwefemdarîya kurdan ya miletîyê kir.

Di beşa pey wê da S. M. îvanov xwendevanan bi dîroka nûjen ya Kurdistana îraqê ra dikine nas. Di wê da behsa gelek rûpelên heta niha kêmnas tê kirinê, wek nimûne, derheqa wê yekê da ku di salên 1921 —1924an da li ser axa Kurdistana îraqê Qiralîyeta Kurdistanê hebûye bi paytextê Suleymanîyê va, ku Şêx Barzincî serokatî lê dikir. Xudanê nivîsê guhdarîyake taybet datîne li ser rola eşîreta Barzan û serekên wan, berî hemûyan jî Mela Mistefa Barzanî, di tevgera kurdan a miletîyê da.
Berhema me ya derheqa kurdan da wê tam nîbûya, eger me di wê da guh- darîyake taybet daneyna ser şerê mêrxasîyê, ku kurd îro dijî terorîst û îslamîstên tundraw li îraqê û Sûrîyê dikin. Derheqa wê yekê da N. D. Plotnîkov û A. A. Marînîna di beşeke kitêbê da behs dikin. Xudanên nivîsan behsa sazkirina desteyên pêşmergeyan, taybelmendîyên wan yên serketina di şêr da dikin, ku wana kirîye wek artêşeke tam, behsa teşkîla wê, herwiha înstîtûsyonên din yên parastina axa Kurdistana îraqê tê kirinê. Jinên kurd jî tevî emelên şêr yên dijî cîhadîstan dibin. Parleşker û desteyên taybet yên jinan hene, ku dijî rêxistina terorîstîyê — Daîşê şer dikin, ku li Rûsîyayê hatîye qedexekirin, herwiha desteya jinên êzdî jî heye. Di vê beşa pirtûkê da ew rola jinan tê destnîşankirinê û qîmetkirinê, ku wana bo piştgirîkirina desteyên pêşmergeyan çiqas ked dane û emek rêtine.
Xudanên nivîsên di beşeke kitêbê da — K. V. Vertyayev, L.M. Rewendî-Fedaî, î. V. Zaytsêv — li ser bingehê nivîsên arşîvan yên bêhempa behsa dîroka kurdzanîya li Rûsîyayê dikin. Li vira bona bi kûrayî fêmkirina giringîya pevgirêdanên Rûsîyayê bi kurdan ra malûmatîyên derheqa dîplomat, zanyar, rêwî, nivîskarên welêt xwedî taymetmendîyên bêhempa ne, yên ku kedeke mezin kirine di nava karê naskirina dîrok û çanda wî miletê ecêb û serbilind.

Vîtalîy Vyaçeslavovîç Naumkîn,
doktorê zanyarîyên dîrokê, profêsor,
akademîsyanê Akademîya Zanyarî ya Rûsîyayê (AZR),
serokê zanyarî yê Înstîtûya Rohilatzanîyê ya AZR

1, 2) Unpublished article by Olga Zhigalina

K. V Vertyayêv

1 Dîroka Kurdıstanê

Kronolojîya Bûyerên Sereke yên Dîroka
Kurdan ji Demên Kevinare Hetanî Destpêka Sedsala XX

Reng û rûyê etnîkî yên gelê kurd bi tevahî ji demên kevnare û heya roja îro hatîye parastin. Banoora gelek gelên Asîya Roavayê û Rohilata Nêzîk li ser avabûna kurdan wek netewe hebûye, ku piranîya wan di zû da ji rûbarê dinyayê hatine hilanîn, nemane. Di dîroka esilê kurdan da, wek ku di dîroka gelek dewletên Mesopotamîyayê da, hela gelek deqên sipî hene. Zanyar gerekê li ser bingehê lêgerînên arkêologîyê û wergerandina dest- xetên kevinare wê kêmanîyê bidine hilanîn. Paytextê dewleta Mîtanîyan a kevinare (sedsalên XVI — XIII berî Zayînê) bajarê Vaşşûkannî (Kurdistana Rojava) hetanî niha jî li benda lêkolînan e, kompleksa megalîtîk Göbekli Tepe (Tirkîye) ya di serdema neolîtîk da, rind nehatîye lêkolanê.

Pirsgirêka derheqa esil-esasê êtnosa kurdan da heta niha jî cîyê minaqeşeyê ye.
Şika zanyaran serwê yekê tune, ku kurd binecîyên esilî yên Mesopotamîya
Bakur in. Kurd wek milet berî weke ji du hezar û nîv heta hezar û nîv salan
û vir da li ser axa xwe ku anaha ser dijîn peyda bûne — li rêzeçiyayên Zagrosê û
hewza çemê Ferat ya mezin. Netewe û Împêratorî bi sedsalan û bi hezaran salan
hatine û çûne û dîdema Kurdistana êtnîkîyê ya niha saz kirine, nitirandine.

....


Vitalij Vâčelavovič Naumkin

Kurd Efsaneya Rohilatê

Arbor

Koma weşanxaneya Arbor
Kurd Efsaneya Rohilatê
Vîtalîy Vyaçeslavovîç Naumkîn

K93 Kurd. Efsaneya Rohilatê
Serokên zanyarî: V. V. Naumkîn, î. F. Popova.
Moskva: Koma weşanxaneya “Arbor”, 2019. — 456 r.
ISBN 978-5-900048-00-0

© RAG (Rêxistina Aksîonerîyê ya Gelêrî) “Gazprom Neft”, 2020
© Koma weşanxaneya “Arbor”, 2020

Kurd. Efsaneya Rohilatê

Şêwra redaksyon

Serekên zanyarî
V. V Naumkîn, î. F. Popova

Xwedîyê nivîsan
î. V. Bazîlenko, S. M. îvanov, A. î. Kolesnîkov,
V. M. Magomedxanov, A. A. Marînîn, V. V. Naumkîn,
N. D. Plotnîkov, î. F. Popova, | K- B. ReşTl
L. M. Rewendî-Fedaî, Yê. î. Vasîlyeva, K. V. Vertyayev,
O. A. Vodneva, Z. E. Yûsûpova, î. V. Zaytsev

Pirtûk bi însîyatîfa Kompanîya “Gazprom Neft”
di goveka piştgirîkirina projeyên çandî hatîye
amadekirin

Rêvebirê projeyê
A. M. Dîbal

Produserê projeyê
Yê. A. Prîmakov

Wergervan
Têmûrê Xelîl (Hamlet Muradov)

Redaktor
N. G. Usova, M. H. Muradova

Koordînatorê projeyê
L. K. Nîkîtîna

Fotoredaktor
P. K. Reş, S. L. Şevelçînskaya

Koordînatorên projeyê ji RAG “Gazprom Neft”
Ya. Ya. Sugakova, Yê. O. Antonova

Koordînatorên projeyê ji Roma weşanxaneya “Arbor”
Y. V. Dmîtrevskaya

Dîzayn-proje
D. G. Gomzyakov

Wênekêş
K. Yê. Kumekov, V. S. Kalenkov

Orîgînal-maket
K. Yu. Molçanov

PDF
Destûra daxistina; vê berhêmê nîne.


Weqfa-Enstîtuya kurdî ya Parîsê © 2024
PIRTÛKXANE
Agahiyên bikêr
Agahiyên Hiqûqî
PROJE
Dîrok & agahî
Hevpar
LÎSTE
Mijar
Nivîskar
Weşan
Ziman
Kovar