Pirtûkxaneya dîjîtal a kurdî (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Stranên Arşîva Radyoya Êrîvanê - I


Nivîskar : Cewad Merwanî
Weşan : Ege Basım Standartları Tarîx & Cîh : 2020, Istanbul
Pêşgotin : Hatip DicleWeysî VarliRûpel : 720
Wergêr : ISBN : 978-3-9821668-0-3
Ziman : KurdîEbad : 165 x 245 mm
Hejmara FIKP : Liv. Kur. Mer. Str. (I) N° 6410Mijar : Muzîk

Stranên Arşîva Radyoya Êrîvanê - I
Versions

Stranên Arşîva Radyoya Êrîvanê - II [Kurdî, Istanbul, 2020]

Stranên Arşîva Radyoya Êrîvanê - III [Kurdî, Istanbul, 2020]

Stranên Arşîva Radyoya Êrîvanê - IV [Kurdî, Istanbul, 2020]


Stranên Arşîva Radyoya Êrîvanê - I

Cewad Merwanî


Ege Basım Standartları


Cewad Merwanî, di 1964’an de li gundê Farqînê bi navê Boşatê hatiye dinê. Xwendina xwe ya destpêk û navendiyê li Farqînê, demeke kurt jî li Zanîngeha Dîcleyê, li Fakulteya Perwerdehiyê xwendiye. Deng û awazên hunermendên mîna, M. Arifê Cîzrewî, Meryemxan, Kawîs Axa, Huseynê Farê, Hesenê Cizîrî, Nesrîn Şerwan, KarapêtêXaço û hwd bandoreke mezin lê kiriye. Bihara 1983’an de Cewad di pêşbirkeke ya ji bo dengxweşên heremê ku ji aliyê Radyoya Diyarbekirê ve hatibû lidarxistin bi yekemîn hat xelatkirin û demekê jî di radyoyê de xebitî. Piştre bi hevkariya karbidestên radyoyê di Konservatûra Îzmîrê de mijûlî xwendinê dibe. Lê ji ber ku ew her tim dixwaze bi zimanê xwe bistrê, vê siyasetê weke bişaftina hunera gelê xwe dibîne û dev ji konservatûr û xebata radyoyê berdide. Bi vî awayî ji bo ku ji gel û çalakiyên xwe yên hunerî bi dûr nekeve bi pêkanîna komekî muzîkê “Koma Zenbîlfiroş” dest bi xebata xwe ya hunerê dike. Di wan salan de ji ber ku şerê azadiyê li Kurdistanê sal bi sal gurtir dibû û zimanê kurdî jî qedexe bû, Cewad bi cesareteke mezin bi kurdî distirî. Ji bo vê di 1987’an de sê mehan hat girtin, di sala 1989’an de ji aliyê gel ve weke Endamê Yekemîn ê Encumena Şaredariya Farqînê hat hilbijartin. Cewad careke din sala 1990’î bi qasî salekê ji ber çalakiyên siyasî li Girtîgeha Amedê ma. Piştî ku ji girtîgehê derket, du caran ji aliyê hêzên tarî ve rastî êrîşên çekdarî hat, lê her du caran jî ji wan êrîşan rizgar bû, birînên wî zêde xedar nebûn. Di havîna 1992’an de ji ber ku ji aliyê dewletê ve zêdetirî heşt salan cezayê girtîgehê jê re hatibû diyarkirin, neçar ma ku ji Kurdistanê derkeve. Piştî ku demekê li Suriyeyê ma, di dawiya sala 1992’an de çû Ewrûpayê û ji wê demê heya îro di Akademiya Çand û Hunera Kurdî de xebatên xwe yên çandî û siyasî didomîne. Cewad Merwanî heya niha şeş albumên bi navê “Penaber”, "Dem”, “Xumxuma Tîgrîs”, “Dergûşa Stranan”, “Aheng” û “Orkestra Senfonîk” derxistine.
Pirtûkên wî: Kilam û Stranên Kurdî - Weşanxaneya Avesta-Stenbol Stranên Rîtmîk ên Radyoya Erîvanê - Weşanxaneya Aram-Amed Stranên Arşîva Radyoya Erîvanê - Weşanên 
KMK-Neuss & DKKI-Dusseldorf


Naverok

Spasî / 9
Radyoya Erîvanê / 19
Pêşgotın / 21
Çanda Devkî / 23
Ferhengok / 37
Abrahamê Karapêt / 39
Ahmedê Îsrafîl / 57
Aram Tîgran / 60
Aram Tîgran Û Cemalê Ûsiv / 193
Aram Tîgran Û Gulîzera Qaso / 223
Aramê Zeker / 235
Asa Evdal / 250
Aslîka Qadîr / 253
Aşıq Kamıl / 318
Belga Qado / 321
Bemale Keko / 339
Berxwedan / 366
Bıroyê Tîto Û Dîlbera Wekîl / 379
Casımê Cerdo / 382
Casımê Şemo / 385
Cemalê Etem Û Xanıma Nadır / 388
Cemalê Paşe / 391
Cemalê Ûsıv / 403
Davıdêxılo / 406
Dawetıyê Reşît / 469
Dîlberawekıl / 473
Efoyê Esad / 477
Efoyê Esad Û Cemîla Cawıs / 495
Elîxanêûsıv / 528
Elîyê Hemed / 553
Ezîzê Sebrî / 562
Fatma Îsa / 568
Fêkoyê Mıraz / 574
Ferhatê Kınyaz Û Lîlıxana Mıraz / 581
Gevorge Ferac / 587
Gozelaxato / 593
Guhara Arvas / 596
Gulazera Etar / 599
Gulcera Çerkez / 620
Gulcera Çerkez U Razmıkê Çıko / 623
Gulîzeramûsa / 626
Hakobê Esmer / 635
Hovhannes Badalyan / 647
Hovhannes Gapo / 667


RADYOYA ERÎVANÊ

Radyoya Erîvanê, di nava bîranînên min ên zarokatî û xortaniyê de ciheke bêhempa digire. Taybet di navbera salên 1968-1972’an de gava ku mala me di nava Sûrên Amedê de bû wê gavê her piştî nîvro bavê min Radyoya Erîvanê vedikir û me li wan kilamên kurdî bi kêfxweşî guhdariyê dikirin. Her wisa em biçûna gund jî dîsa di heman saetan de li mala apê min Radyoya Erîvanê vedibû. Guhdarîkirina radyoyê ji bo wê demê wekî teatekê bû. Diviya her roj bihata guhdarîkirin.

Balkêş e di nava kurdan de gava ku behsa radyoya yekî bihata kirin pîvana kalîteya radyoyê ji xweşkişandina Radyoya Erîvanê dihat famkirin. Ku Radyo- ya Erîvanê zelal bihata gunhdarîkirin nexwe ew radyo, radyoyeke baş bû.

Kilamên dengbêjên navdar ên wek Ayşe Şan, Karapetê Xaço.Reşîdê Baso bi hesretiyeke kûr li hêviya wan dihat sekinandin û di nava xweşiyê de dihat guh- darîkirin. Di wan salan de Radyoya Erîvanê; ji bo gelê kurd ku ziman, çand, muzîk û hunera wan bi tunebûnê ve rû bi rû mabû, wekî henaseyekê bû. Li hember qirkirina çandî serîhildanek bû.

Helbet dengbêj, bi kilamên xwe tenê şahiya muzîkê pêşkêş nedikirin; di he- man demê de di kilamên xwe de jiyana gelê Kurdistanê, çand û gerdîşa gelê kurd, evîn û hesretiyên wan, qehremanî û xiyanetan, dîrok'û erdnîgariya Kur- distanê jî vedigotin. Wekî kaniyeke çandî ku qet namiçiqe û her gavê bi coş diherike bû. Ji ber vê sedemê dikarim bêjim ku Radyoya Erîvanê, qêrîna aza- diyê ya wê demê bû. Bîrdariyeke berxwedanê bû ku dê tu carî ji bîra civakî ya muzîka kurdî dernekeve. Bi kurtahî; divê nehata jibîrkirin.

Bi van nirxandinan dixwazim bînim ziman ku ev berhema nirxdar ku bi kedeke mezin hatiye avakirin ji aliyê Cewad Merwanî ve hatiye amadekirin. Ev berhem hemû arşîva Radyoya Erîvanê bi gotin, nota û analîzan cewhereke mezin ya arşîva muzîka kurdî radixîne ber çavên me. Bila qet gumana we jê tunebe, ev berhem di nava mîrateya nemir ya ku em ê ji zarok û neviyên xwe re bihêlin de ye.

Ji ber vê sedemê jî ez kesên ku keda wan di amadekirina vê berhemê de der- bas bûye, di serî de jî Cewad Merwanîyê kedkar ku ji bo avakirina vê berhemê salên xwe yên dirêj dane ji dil û can pîroz dikim. Her kesên ku Radyoya Erî- vanê ava kirine, salên dirêj dane jiyandin, ên ku bi kilamên xwe vê şahberhema nemir xwedî kirine bi hurmet bibîr tînim.

Hatîp Dîcle

Pêşgotin

Ragihandina bîra muzîkê, hêmana bingehîn a ku kevneşopiya muzîka civakê pêk tîne ye. Her çanda muzîkê bi riya qalibên ku têkiliya wê bi bingehên wê re datîne û dike ku taybetiyên xwe yên xweser biparêze, tê ragihandin. Ev qa- lib hevpariyên muzîkî yên di çandekê de yan jî bi wateyeke berfirehtir hemû avanî, îşaret, formul û şîfreyên ku ji bo bibîranîna muzîka kevneşopî û ragi- handina wê hewce dikin, dihundirînin. Jeffrey dibêje ku ev qalib ji bo çanda muzîkê sê peywirên bingehîn pêk tîne:

“Çandeke muzîkê beriya her tiştî avaniyeke xwediyê behremendiya bihîstinê ye, ango çandeke muzîkê encax dikare wek tiştên ku ji bo têgihîştina mirovan a berhemên muzîkê yên ku dikare ji aliyê çanda wan ve bên pejirandin, pêkanîn û afirandina wê pêwist in, bê pênasekirin.”
Di vê çarçoveyê de qalibên muzîkê yên kevneşopî, bi erka xwe ya têgihîştin û pêkanînê bi riya domdarî û afirandinê, rê li ber veguherîna wê vedikin.

Me di vê xebata xwe de hewl da ku em avaniya du hêmanên bingehîn ên ku bingeha muzîka me pêk tînin rave û şîrove bikin. Ev her du hêmanên bingehîn hawe û avaniya usûlê ne. Lewre hawe û usûl qalibên muzîkê yên bingehîn ên ku dikin muzîka Mezopotamyayê (bi taybetî jî ya Kurdistanê) ya xweser pêk bê, bê pêşkêşkirin û ragihandin. Sêwirandina rîtmê li ser bingeha usûlê û sêwi- randina newayê jî li ser bingeha hawe (meqam) tê pêkanîn.

Muzîka Kurdî ev bi hezar salan e ku xwediyê pergaleke haweyan e û di bin- geha vê pergalê de jî kevneşopiya dewrê/çember (faris dibêjin edwar) heye. Ev kevneşopî ji erka hilberandin û ragihandina muzîka kevneşopî zêdetir, aga- hiyên pir girîng ên mirovên Rojhilata Navîn û bi taybetî jî yên çanda Kurdî di nav xwe de dihewîne. Ji ber vê yekê bibîranîna vê pergalê ya li gel rabirdûya wê, dê bike ku muzîka kevneşopî li ser koka xwe bê afirandin û hem jî bike ku ci- vaka me nasnameya xwe ya çandî bi kitekitên wê ve têbigihîje. Ev yek jî dê bike ku hem civak û hem jî çanda muzîkê “wek xwe” ji nifşên nû re bê ragihandin. Têgihîştin û vegotina Kurdistanê ya ku dergûşa çandên cîhanê ye, ne tenê dey- nê me yê li hemberî civaka me ye, di heman demê de deynê me yê li hemberî mirovahiyê ye. Xeyala pêkanîna vê pirtûkê bingeha xwe ji vê berpirsiyariyê wergirt. Notayên newayên dengbêjan ên bi pîvanên serbest, cara pêşîn disala 1915’an de ji aliyê muzîknasê Ermen Komîtas ve hatine nivîsandin, lê ji ber ku notayên berheman li gor berhemên bipîvan hatine nivîsandin, bi ser neketiye. Me jî bi vê xebatê xwest ku em riyekê vekin. Hêviya me ya herî mezin jî ew e ku ev xebat bibe sedema zêdebûna xebatên bi vî rengî. Lewre newayên bi pîvanên serbest, kevneşopiya wan a edwarê û gelek hêlên pêvajoya dîrokê ya pêşketina têgiha hawe, hîna baş nayên zanîn û vedîtina van hêlan, bi qasî kevneşopiya muzîkê ya dîrokî, dê vedîtina çanda jiyanekê be jî. Ku lêkolîner û muzîkjenên “nêçîrvanên xeyalan” van xeyal û heviyên perçewerçebûyî bi hev ve deynin, dê me gav bi gav ber bi rastiya ku bi “ temamkirina xaçepirsekê” pêk tê ve bibin.

Wê gavê dê dewrek temam bibe.
Hawe, avaniyên ku di muzîka kevneşopî ya Kurdistanê û erdnîgariya derdora wê de sêwirandina newayê pêk tînin in. Ji kereseyên deng ên ku van avaniya pêk tînin re pergala deng, ji zincîreya rêbazên ku têkiliya van dengan datîne re jî pergala haweyan tê gotin. Pergala deng di jenandina amûran de bi awayekî berbiçav tê dîtin. Pergala haweyan jî nîşan didê ku ev pergal bi riya rêbazên ni- vîskî û devkî çawa ji bo sêwirandina newayan tê bikaranîn. Ji hezar salan û vir ve têgiha ‘hawe’ ji bo sêwirandina newayan tê bikaranîn. Ev pergal wek pergala muzîka kevneşopî yan jî bi tenê wek pergala muzîkê tê binavkirin.

Ji ber vê yekê vekolandina pêvajoya dîrokî ya muzîka kevneşopî, dê derfetê bide ku veguherînên çandî û civakî yên bi hezar salan jî bên famkirin. Me di van pirtûkan de xwest ku ji bo fahmkirinê bi stranên gel mînak bînin holê. Bila rind bê zanîn ku me di van pirtûkan de tiştên ku me bihîstine nivîsîne. Dibe ku hin kes kêm an jî bi pirsgirêk bibînin û rexne bikin.Lê wek ku me gotibû ev ceribeyek e û em hêvîdar in ku hin kesên din rabin, tiştên me kêm û lawaz hiştine sererast bikin.

Weysî Varli

Çanda Devkî

Ne pêkan e ku berhemên çandî yên devkî her gav yek bi yek bên vegotin û ragihandin. Di kevneşopiyên bi vî rengî de hebûn û nebûna têgihên wek “bingeh”, “resenî” “rastî” û “rastgotin” cihê gumanê ne. Têgiha rastgotin ango sedeqatê ji bo kevneşopiyên devkî nêzikahiyeke takekesî, subjektîf e û bi piranî xwediyê naverokeke xeyalî ye. Ji ber ku nimûneyek û reseniyek li holê tune ye ku berhemên guharto yên cuda rûberî hev bike. Vegotina guhartoyên cuda yên berhemê li gor hezkirina estetîk û derûniya stranbêj, xwestekên guhdaran û rewş û kesayeta civakê bi xwezayî di heman demê de pêk tê. Ev jî di warê kev- neşopiyê de daxuyaniya jiyan û dînamîzmê ye. Ji ber wê jî di her dem û wextî de pêkan e ku pir an jî hindik guhartoyên nû werin afirandin.

Avaniya Muzîka Kurdî
Çi li wargehên ji derve re girtî, çi jî li welatên din ên ku bi awayekî belawela lê dijîn, ziman, muzîk û govend, taybetiyên herî berbiçav ên nasnemeya netewî ya kurdan e.

Dema ku deng bi formeke hunerî ya encama teşe û tevgerekê bandorê li hes- tan bike, mirov dikare wek muzîk bi nav bike. Bêguman mirov nikare bi pê- naseyekê tenê muzîkê rave bike. Ji ber ku muzik bi rewşa civakê, çand, siyaset, derûnî, aborî, bi pêvajoyên dîrokî û nasnameyan re têkildar e, li wê gore jî dirûv gire. Ji ber vê sedemê dema ku em ji aliyê civakî ve muzîkê pênase bikin, em dikarin bibêjin; “Muzîk dengê wêneyê erdnîgariya ku lê hatiye afirandin e.”

Li tevahiya cîhanê muzîk, bi awayê dengbêjî (vokal) û amûrî (enstrumantal) tê îcrakirin. Muzîka Kurdî jî xwedî heman îcrakirinê ye. Muzîka Kurdî xwedî dîroka bi hezaran salan e û avaniya wê muzîkeke dibistanî ye. Bi sedsalan li ser xaka Kurdistanê di medreseyan de Muzîka Kurdî di nava beşeke zanistê de cih girtiye. Û kesayetên pisporên muzîkê yên navdar û xwedî pergal afirandiye. Ev kes li gor serdema ku tê de jiyane geh li Tehranê geh li Bexdayê, geh li Heratê û geh jî li Serayên Osmaniyan mamostehiya muzîkê kirine û pergala Muzîka Kurdî kirine mijara perwerdeyê û perwerde dane. îro roj ji bo pergala du kesên Kurd (ji bo Safîyûdînê Ormiyeyî û mamoste Ebdilqadirê Meragî/ Mêrgewerî) dibêjin dibistanên pergalparêz/sîstemparêz, ku ew jî ev perwerde ye. Bi sedan kesên ku li van dibîstanan perwerde dîtine û îro roj wek kesayetên navdar tên zanîn, hene.
Mînak: Farabî yek ji van kesayetan e. Û berhema wî ya bi navê “Mûsîkul Kîtabul Kebîr” nişeyên ku ji waneyên perwerdeya medreseya Heranê girtiye ne. Perwerdeya muzîkê ya bi nave Îlmî Şerîf û Kitêba Dewran (Bi erebî Kîtabûl Edwar) heta salên 1600’î li Kurdistanê di medrese û dîwanxaneyan de wek beşek ji zanista Necmê (Fizîk, Matematîk û Astronomî) didome. Dema ku em berhema Ehmedê Xanî ya bi navê MEM Û ZÎN dixwînin, tê dî- tin ku Ehmedê Xanî wekî pisporekî zanista muzîkê tewahiya amûr û haweyên Muzîka Kurdî yek bi yek di helbesta xwe de bi lêv kiriye, Piştî van salan êdî ...


Stranên Arşîva Radyoya Erîvanê

Cewad Merwanî

Ege Basım Standartları

Ege Basım Standartları
Stranên Arşîva Radyoya Erîvanê
(Rîtmîk)
Cîld -1
Berhevkarî û Deşîfreya Tekstan:
Cewad Merwanî

Kontrol, Sererastkirina Notayan û Analîzên Stranan:
Weysî Varlı

Edîtor: Mehmet Çakmak
Notasyon: Şiyar Ayaz, Evren Koç
Redaksiyon: Serwet Denîz
Mîzanpaj : Hozan Aşan Sezer Aslan M. Emîn Îsî
Sêwiranê Bergê: Siyabend Uluyazı

ISBN: 978-3-9821668-0-3

Çap: Sibat 2020

Çap û Berg:
Ege Basim Sanatları San ve Tic. Ltd.Şti.
Esatpaşa Mah. Ziyapaşa Cad. No:4 Ege Plaza Ataşehir/İstanbul

Sertîfîka No:45604
Kurdısches Musık -Und Kultuerbe e. V.
www.kurdisches-kulturerbe.de
info@ kurdisches-kulturerbe.de

Deutsch-Kurdıshes Kulturınstıtut
www.d-k-k-i.de
info@d-k-k-i.de

(KMK)
Kukdisches Musik-Und
Kultureree E.V.
Deutsch Kurdısches
Kultur Instıtut

PDF
Destûra daxistina; vê berhêmê nîne.


Weqfa-Enstîtuya kurdî ya Parîsê © 2024
PIRTÛKXANE
Agahiyên bikêr
Agahiyên Hiqûqî
PROJE
Dîrok & agahî
Hevpar
LÎSTE
Mijar
Nivîskar
Weşan
Ziman
Kovar