Pirtûkxaneya dîjîtal a kurdî (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Nasandina Kevneşopên Êzdiyatiyê - I


Nivîskar : Kemal Tolan
Weşan : Weşanên Na Tarîx & Cîh : 2021, İzmir
Pêşgotin : Rûpel : 494
Wergêr : ISBN : 978-625-7085-20-5
Ziman : KurdîEbad : 1400x200 mm
Hejmara FIKP : Liv. Kur. Kl. Tol. Nas. (I) N° 6916Mijar : Ol

Nasandina Kevneşopên Êzdiyatiyê - I

Nasandina Kevneşopên Êzdiyatiyê - II [Kurdî, İzmir, 2021]


Nasandina Kevneşopên Êzdiyatiyê - I

Kemal Tolan


Weşanên Na


Her çiqas dîroka Êzîdiyan dîrokeke kevnar be jî di derbarê Êzîdiyatiyê de û di derbarê Êzîdiyan de kêm pirtûk hatine nivîsîn û herwiha lêkolîn ji kêm in. Pirtûkên hatîn nivîsîn jî nivîskarên wan ne Êzîdî bûne. Ew ni- vîskar yan lêkolînvanên biyanî bûn e yan jî kesên misilman bûne. Yanî wan bi xwe Êzîdî û Êzîdiyatî baş nizanbûne û ji ber vê gelek caran agahiyên nerast nivîsine.
Xemxwarê Êzîdiyan Kemal Tolan yek ji wan kesên yekemîne ku weke nivîskarekî Êzîdî bi awayekî zanistî lêkolîn li ser Êzîdiyan kiriye û ew agahî di pirtûkan de weşandiye. Bi dehan salan e ew pirtûkan li ser Êzî- diyan dinivîse ta ku çand, dîrok, irf û edetên Êzîdiyan winda nebin. Gelo dîroka Êzidiyan ji kuderê destpê dike? Êzîdi kî ne? Êzîdiyatî çiye? Cîh û warên Êzîdiyan li ku ne? Kîjan eşîrên Êzîdiyan li dora Bat- manê, li Botan, li Diyarbakir, li Cizîr û Mêrdînê, yanjî li Hakkari û Ser- hedê, û deverên din dijîn? Kîjan mêrxasên Êzîdiyan hebûn û çi kilam li ser wan hatin gotin? Şerê Şêx Mîrzayê Anqosî yan jî sitrana Derwêşê Evdî çawa tê gotin? Di vê pirtûkê de xwendevan karin bersivên van pir- san û gelek bersivên din jî bi awayekî berfireh, bi zanistî û bi kurman- ciyke zelal bixwînin. Bê gûman ev pirtûka Kemal Tolan jî wê bibe ber- sivek ji bo hemû pirsên li ser Êzîdiyan û Êzîdîyatiyê.
Em ji bo vê berhema pak sipasiyên xwe ji nivîskar û weşanxaneyê re dikin, em kêfxweşin ku piştgiriyê vê pirtûkê ne.


Naverok

Pêşgotin / 15
Di Şûna Pêşgotina Çapa Nû de / 19
Di Êzdiyatiyê de Naskirina Xwedê / 21
Qewlê afirandina dinyayê / 21
Xwedê kiye? / 25
Qewlê Pedşayî / 26
Qewlê Erd û Ezman / 31
Qewlê Mehan / 33
Baweriya bi Afirandina Milyaketan / 39
Afirandina Milyaketan / 39
Qewlê Şêxûbekir / 39
Navê Milyaketan / 40
Serokê Milyaketan / 41
Sîma û Şiklê Xwedê û Milyaketan / 42
Sema Milyaketan - Dua TawisîMelek- / 42
Qewlê Mûsa Pêxember / 44
Erk û Rolên Milyaketan  / 48

Erkên Êzdiyatiyê / 51
1 Erkên Rastiyê / 52
Pênc ferzên heqîqetê / 52
2 Ferzên îbadetê (olrê-terîqet) / .»,52

Dua Kirin (şahde anîn) / 52
Beyta Subê / 53
Beyta Şêşims / 56
Beyta Cindî / 89
Dua Fecrê (Şeveqê?) / 62
Dua Subê / 63
Dua nîvro / 65
Dua Êvarî /  68
Beyta Êvarê / 69
Dua Berî Razanê ( Şehda Dînî) / 69
Rojî Girtin / 71
Rojiyên Êzdiyan / 73
Îd û Rojiyên Şêşims / 73
Îd û Rojiyên Xwedan / 73
Îd û Rojiyên Êzî / 73
Îd û Rojiyên Çilê Zivistanê / 74
Îd û Rojiyên Çilê Havînê / 74
Îd û Rojin Xwedan, Xas û Qelenderan / 74
Xidir-îlyas û Xidr-Nebî / 74
Îd û Rojiyên Xatûna Fexra / 75
Îd û Rojiyên wekî dinê / 75
Batizmî (Batizmiya Pîrê Al) / 75
Amadekirina Cejnê / 77
Pîrozkirina rojên îda’n / 77
Li Ewropa Pîrozkirina Rojên îda’n / 79
Mor Kirin / 81
Mora Kiras guhastinê / 81
MoraHecê / 81
Pîroziya Qub û Ziyaretan / 85
Micêwir / 86
Hinek navên ziyaret û Parezgehên li nava Xaltiyan / 86
Navên hinek ziyaret û parestgeh Êzdiyên li Tor/Çêlka / 94
Fito (Zikat) Dayin / 95
Qurban / 95
Qurbana îda Heciyan / 96
Serbira gayê Şêşims / 98
Di zargotina Êzdiyan de giringiya buyera qurbana Birayîm Xelîl / 99
Qewlê Birayîm Xelîl / 103
Sinetkirin û Kirîvatî / 115
Kirîvatî / 119
Tokê Êzî / 120
Qewlê Tawisî Melek / 120
Semah (Govenda Ruhaniyan) / 123
Kî sema dike û çawa? / 124
Kengî û li kur sema tê kirin? / 124
Rengên Semayê / 124
Kî li gêrana semayê amade dibe? / 125

Hinek Sembolên Êzdiyan / 127
Baweriya bi rojê / 128
Hîv / 136
Stêrk / 141
Dûr / 142
Xerqe / 143
Qewlê Xerqe / 144
Agir / 145
Roja Çarşemê -Sor / 146
Ava Zimzim / 155
Rengên Pîroz / 156
Basinbar / 156
Bisk hilanîn / 157
Duabiskê / i / 158
Berat / 158
Tawis / 159
Senceq / 161

Xwedan û Ocaxên Êzdiyan / 163
Pîrantî / 165
Mirîdatî / 170
Şêxantî / 173
1 Şemsanî / 173
2 Adanî / 175
3 Qatanî  / 177
Mîrantî / 179
Bavê şêx / 181
Pêşîmamtî / 181
Feqîr / 183
Feqîrên dû nav / 183

Feqîrên yek nav / 185
Qewl / 186
Navên hinek Qewlan / 188
Qewlbêj (qewal) / 190
Ber û Êlên Qewal jê dertên / 191
Qewal çewa fêrî ilim û mozîka dinî dibin / 193
Kesê dibe Qewal divê çê fêr bive? / 194
Mane ku kesek bive Qewal çine? / 194
Erk û karê Qewalan çine? / 195
Sistem û derecên Qewalan / 199
Koçek / 201
Fuqre / 201
Qewlê koçeka / 201
Merebî (Hoste) / 203
Micêwr / 205
Bavê çawîş (Çavdar) / 207
Neqîp / 207
Bavê gavan / 207
Xwişk û birayê axretê / 207
Navên hinek xwedanên dinê / 208
Qewlê Xwedanan -Dua Xwedanê Malê / 209
Dua’ya Xwedanê Malê / 213
Xwedê Yeke û li Seranserî Hemû Xwedana ye / 215
Êzdiyatiya Berî Dema Şêx Adî li Ser Du Çîna Bûye / 215
Mirîdatî / 215
Mala Adiyan / 216
A-Pîrantî / 216
B-Şêxantî / 216
Xwedanê Rûhaniyên Êzdiyatiya Piştî Dema
Şêx Adî Weha Ne / 217
Mîrantî, Pêşîmam,Şêxantî / 217
Pîrantî, Merebîtî, Qewal, Koçek û Fuqre / 219
Feqîr, Micewir, xwişk û Biraye Axretên, Miridatî / 220
Çêbûn û Kiras Guhastin / 221

Qewlê Zebûnî Meksûr / 222
Qewilê Tawisî- Melek / 226
ÊzdîNe Ji HawaNe? / 230
Ava Reş (Tofan) / 231
Qewlê Qiyametê / 232
Kiras Guhastin (Mirin) / 235
Qewlê Mîskîno Jaro / 236
Dua ya li ser giyanê mirî / 239
Mirî Şuştin / 241
Veşartina Miriyan(Kesên Kiras Diguhêren) / 242
Qewlê Seremergê / 244
Dana Nan û Zadê Xêra Miriyan / 252
Behişt û Dojeh / 254
Roja Axretê / 255
Qewlê Axretê / 255
KulfetêMalê / 257
Çêbûna Zarokan / 257
Rewşa Zaroken Malê, Keç û / 258
Helalkirina Zarokan / 259
Kuran Ev Kar Dikirin, Çuyina Dibistanê / 259
Hinek Irf û Edetên Dawet, Zewac û Jin Berdanê / 261
Hevûdin Naskirin, Dilketin / 263
Herêkirin, Şermrevandin / 265
Şîranî / 266
Weziyeta me ye li Ewropayê / 267
Gustîl Xistina Tilîkan / 268
Cihêzê Bûkê, Ser Sepe / 268
Dawet / 269
Şeva Henê û dest Henekirin / 269
Serderî û berderî, Kiras lêkirin / 270
Qayîlkirina Şifêrê Bûk û Zavê, Xesû û Qayîlkirina Bûkê / 271
Mahr Birîn, Droza Zewacê (Morê) / 272
Jin Berdan / 273
Çavkaniyên Kevneşopan / 274

Di Kurdîstanê de Erdên Ezdiyan / 277
Mîrgehên Êzdiyên li Bakurê Kurdîstanê / 279 -292
Erdên Êzdiyên li Başûrê Rojavayê Kurdistanê (Sûriyê) / 293 -312
Erdên Êzdiyên li başûrê Kurdîstanê / 313
Êzdiyatî Haveynê Mirovatiya Mezopotamiya’yê ye / 335
Ji Dîtin û Pênûsên Şahîdan Hinek Serpêkhatî, Hêvî / 348
Êzdiyatî û Erken Rewsenbîren Kurd / 378
Ji Ber Çi Me Dev ji Welatê Xwe Berdaye / 380
Rewşa bav-kalên me ya di wextê xebatên damezirandina / 381
meclîsa Tirkan de(Ji ber Elmanxana) / 382
Hinek serpêkhatiyên bav-kalên me yên piştî damezirandina Komara Tirkan / 402-422
Pirsgirêkên Hatin û Helandina Êzdiyên li Elmaniya'yê / 423
Hevpeyvîna bi Mîrê Êzdîxanê Tahsîm Saît Beg re / 529
Hevpeyvîna bi Profesor Şekroyê Xudo Mihoyî ra / 443
Bi Erdheja ra Qeweta Merivan Piçûk û Baweriya bi Ilmjî Mezintir Dibe / 455
Ez Êrîşên Têne Serê Êzdiyan Şermezar dikim! / 460
Şikir ji Xwedê ra / 463
Yekbûna Parlemana Kurdistanê Û Reşnivîsa îraqa Federal Pîroz be / 467
Di Êzdiyatiye de reformên li gor xwestin an jî ne xwastinin me çebuyî gelek in / 468
Dijberitiya di Nava 01 û Netewen li Kurdîstanê de, Deriyên Gelek Dergehên me Morkirine / 474
Em Kurd Tev Mîna Sêvên ji Darekê ne! / 421-429
Pêwîste Kurdistan tv'î Bibe Televiziyona Kurdîstanê ya netewî! / 489
Zordariya dewletan û mirovên kevneperest li ser Êzdiyan berdewam e! / 491
Kemal Tolan kî ye? / 493

PEŞGOTIN

Xwandevanên hêja, gava miletek bixwaze kultur û çanda xwe baş nasbike û wê bişo- pîne, divê berî her tiştî ji dîrok û kevneşopên (sed û hed, irf û adet, rê û resmjên bav-kalên xwe sûd werbigre, wan pêşva bibe. Bi dîtina min, kevneşop weke kakilê çanda kevn û nû ye.; bo wî gere meriv berî her tiştî li bawerî, îd, cejn, dawet, çebûn, kirasguhurîn (mirîn), serxwebûn, serkevtin û whd.ê re xwedî derkeve. Em dibînin hemû milet bi xêra irf û adetan, hezkirin, hevgirtin û naskirina kultura xwe mezin dibe.
Gelek xwandevan jî dizanin ku di Kurdîstanê de jiyana me Êzdiyan, ji jiyana gel û olên dinê pir cûda bû. Piraniya dîroknasên di nava desthilhildariya dagirkerên welatê me de, rewş û dîroka me bi hem- dê xwe nerast û ne objektiv dane xwanê. Neheqî û bêbextiya gelek dîroknasan ewe ku ewan di berhem, dokument û şîrovên xwe de li goriya beijivendî û nêrînên hukumdaran bahsa dîrok û kevneşopên me Êzdiyan kirine. Ji xwe ji ber van çewtiyên dîrokê hêjî “qanû- nên” dewlatên dagirker û baweriyên nijadperestan bi hevre nahêlin şopa netew û çande (kevneşopên) me Kurden resen bêne dîtin.
Wekî dinê em dizanin, bav-kalên me Êzdiyan ji ber destê zilm û zora padîşah, sultan, paşa, mîr, beg, walî, axa, jendirme, nijadpe rest, paşverû û berpirsyarên hemû balyozxanên dewletên metîngeh- kar nikarîbûne xwe di nava herêm û welatê xwe de azad bidine na- sandin, an jî bi der û dora xwe re bikevine nava pêywendiyên fîreh. Ji xwe ji ber wan kêmasî û neheqiyên di dîroka me de, gelek cûdatî û nezanî jî ketiye nava kultura me Kurd û Êzdiyan. Ez bawerim êdî, kes ji me jî hew dikare temamiya mahne û giringiya kevneşopên Kurdên resen û haveynê mirovatiya li Mezopotami-yayê bîne ser ziman.
Bi dîtina min weke ku di gelek qewl û duayên me de jî tê gotin “însan ji nûra Xwedê çêbuye“ û qewlbêj-ilimdarên me dibêjin “ola Êzdiyatiyê oleke semaviye” û bawerdikim ku, baweriya me vê- ga hêjî gelek girêdanên di navbera Xwedanên esmanî û xwezayî (tabîatê) nê de rast diyar dikin. Her weha dibêjim tû beşerî Êzdiyatî ne afirandiye, baweriya hebûna buhuşt û dojê di Êzdiyatiya dema berî Şêx Adî de tûne buye, lewmaye Êzdî hêjî dibêjin"ruhê însan namire", ji xeynî çend mişêwrên xwedî ocaxa pêve wekî dinê tû kitabên me ye ku muqades bin tûne ne û kesek nikare bibêje ka ola Êzdiyatiyê kengî hatiye afirandin an jî hew dikare tevaya kevneşo- pên Êzdiyatiyê şîrove bike.
Divê em Êzdî van bingeh û rastiyên mîtolojiya xwe qebulbikin û ji bîra nekin dijmin, nijadperest û gelek oldarên paşwerû îro hêjî he- bûna ola me nasnakin, mezel(gor)ên miriyên me didine vekirin û hêjî agehdariyên çewt li ser kevneşopên dînê Kurda yê herî kevn ku Êzdiyatî yê têne belakirin. Gelek ji me an jî dê û bavên me Êzdiyan hêjî bi xêra van kevneşopên kevn netewiya xwe diparêzin û geleka ji me bi xêra hêjayên dînê Êzdî ev rumet, maf û îmkanên rûniştina li Ewrûpa yê bi dest xistine. Gava bav-kalên me Êzdiyan ev wêje, mîtolojî, foloklor û kevneşopên me Kurdan ne parastina, dê çande û wêja Kurdî jî weha mezin ne mana. Kevneşop û zargotina me Êzdi- yan hêjî di xizmeta xwedîkirin û pêşxistina çanda netewî de ne. Lewma dibêjim, ne raste ku em timî dîroknas, ilimdar, oldar, dê û bavên xwe seba kêmasiyên ketine nav dîroka me sucdar bikin. Bi dîtina min, îro ji me jî gelek tişt têne xwastin û divê em ji her demê bêtir alîkariyê bi rêxistin û tifaqên di nava civak û netewa xwe de bikin. Tiştê di vî warî de bikeve ser milên min, ezê jî weke gelek ni- vîskar û lêkolînvanên Êzdiyan li gorî Êzdî nasîn, nêrîn, zanîn û îm- kanên xwe timî li ser wê derya bîr û bawerên (kevneşopên) me Êz- diyan û li ser kevnariya dîrok, ziman û wêjeya Kurdî binivsînim. Ez ji xwe re dibêjim ev karê min ji bo nasîn û pêşvebirina wê derya kevneşopên me ye Kurdî erkekî gelekî piçûke. Ji xwe gelek ji we xwandevanên hêja jî min nasdikin û dizanin ku min Êzdiyatî nasîna xwe tev ne ji ber baweriya civak û malbata xwe naskiriye. Ez bi xwe ji malbateke mirîda me û ne oldarekî ilimdar im. Veca, ji ber van kêmasiyên heyî, lêkolînên ku niha têne belakirin jî bêkêmasî çê nabin. Ji xwe hûn dizanin gelek ji van lêkolîn û nêrînen ku min di vê pirtûkê de komkirine ne yên min in û axleb ji wan jî di kovar, rojname û malperên cur be cur de hatine weşandin. Heta ji min hatiye min cîh, xwediyê nivîs, nêrîn û lêkolînan kifşkirine. Min ji ber baweriya xwe û kevnariya dîroka ola me ne xwast wan kêma- siyên di gotin û nivîsa qewlan de hene li goriya zanîna xwe bi tenê serrerast bikim. Wekî dinê, eger hinek kêmasî ketibine nava şîrove, nêrîn û zanînan, ev ne bi hemda min in û ez ji niha ve lêbohurîna xwe ji we her kesî dixwazim.

Kemal Tolan

Di şuna pêşgotina çapa nû de

Her çiqas dîroka Êzîdiyan dîrokeke kevnar be jî di derbarê Êzîdiya- tiyê de û di derbarê Êzîdiyan de kêm pirtûk hatine nivîsîn û herwiha lêkolîn ji kêm in. Pirtûkên hatîn nivîsîn jî nivîskarên wan ne Êzîdî bûne. Ew nivîskar yan lêkolînvanên biyanî bûn e yan jî kesên misil- man bûne. Yanî wan bi xwe Êzîdî û Êzîdiyatî baş nizanbûne û ji ber vê gelek caran agahiyên nerast nivîsine.
Xemxwarê Êzîdiyan Kemal Tolan yek ji wan kesên yekemîne ku we- ke nivîskarekî Êzîdî bi awayekî zanistî lêkolîn li ser Êzîdiyan kiriye û ew agahî di pirtûkan de weşandiye. Bi dehan salan e ew pirtûkan li ser Êzîdiyan dinivîse ta ku çand, dîrok, irf û edetên Êzîdiyan winda nebin.
Gelo dîroka Êzidiyan ji kuderê destpê dike? Êzîdi kî ne? Êzîdiyatî çiye? Cîh û warên Êzîdiyan li ku ne? Kîjan eşîrên Êzîdiyan li dora Batmanê, li Botan, li Diyarbakir, li Cizîr û Mêrdînê, yan jî li Hakkari û Serhedê, û deverên din dijîn? Kîjan mêrxasên Êzîdiyan hebûn û çi kilam li ser wan hatin gotin? Şerê Şêx Mîrzayê Anqosî yan jî sitrana Derwêşê Evdî çawa tê gotin? Di vê pirtûkê de xwendevan karin bersivên van pirsan û gelek bersivên din jî bi awayekî berfireh, bi zanistî û bi kurmanciyke zelal bixwînin. Bê gûman ev pirtûka Kemal Tolan jî wê bibe bersivek ji bo hemû pirsên li ser Êzîdiyan û Êzîdîyatiyê.
Em ji bo vê berhema pak sipasiyên xwe ji nivîskar û weşanxaneyê re dikin, em kêfxweşin ku piştgiriyê vê pirtûkê ne.

Navenda Şêwirmendîya Êzîdiyan li Elmanya

.....


Kemal Tolan

Nasandina Kevneşopên Êzdiyatiyê -I

Na

Weşanên Na
Nasandina Kevneşopên Êzdiyatiyê -I
Kemal Tolan

Na: Êzdiyatî
Nasandina Kevneşopên Êzdiyatiyê -1 - / Kemal Tolan
Birêvebirê Giştî: Muhterem Görücü
Amadekirina ji bo çapê: Berfo Barî ,Tîlda
Wêneyê Bergê:Mirane Oke
Bergsazî:Ajans Na
Çapa Yekem: 2020 / Weşanên Na / Îzmîr
Öztepe Matbaacılık
Sanayi Ticaret.Ltd.Şti.
Kazım Karabekir Cad. Özer Han No. 31/95-107
Ulus - Ankara
Sertifika No:13809

©Weşanên Na - Nasandina Kevneşopên Êzdiyatiyê /2021 Hemû berpirsiyariya vê berhemê ya estetîk û hiqûqî aîdê niviskarê wê ye.Ji xeynî danasînê bêyî destûra nivîskar û weşanxaneyê bi tu awayî lê nayê zêdekirin.

ISBN: 978-625-7085-20-5
Sertîfîka No:40001
Weşanên Na
Güzelyurt mah.920/1 Sok No:32
Piyaleoglu çarşısı
Kemeraltı/Konak/İzmir
Tel: 0(507) 319 72 85

www.nakitap.com
mail: nayayinlari@gmail.com
facebook: weşanên na yayinlari
twitter: weşanên na yayinlari
instregam: na_kitap
whatsap: 0 535 59158 20
 
Ev Pirtuk Bipiştgiriya
Navenda Şêwirmendiya Êzdiyan
ya li Elmanya’yê Hatiye Çapkirin

PDF
Destûra daxistina; vê berhêmê nîne.


Weqfa-Enstîtuya kurdî ya Parîsê © 2024
PIRTÛKXANE
Agahiyên bikêr
Agahiyên Hiqûqî
PROJE
Dîrok & agahî
Hevpar
LÎSTE
Mijar
Nivîskar
Weşan
Ziman
Kovar