Pirtûkxaneya dîjîtal a kurdî (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Nasandina Kevneşopên Êzdiyatiyê - II


Nivîskar : Kemal Tolan
Weşan : Weşanên Na Tarîx & Cîh : 2021, İzmir
Pêşgotin : Rûpel : 494
Wergêr : ISBN : 978-625-7085-20-5
Ziman : KurdîEbad : 140x200 mm
Hejmara FIKP : Liv. Kur. Kl. Tol. Nas. (II) N° 6916Mijar : Ol

Nasandina Kevneşopên Êzdiyatiyê - II

Nasandina Kevneşopên Êzdiyatiyê - I [Kurdî, İzmir, 2021]


Nasandina Kevneşopên Êzdiyatiyê - II

Kemal Tolan


Weşanên Na


Di van (pirtûkên) Seta ku Kemal Tolan li ser Êzdiyatiyê amadekirine de, gelek dokument, dîroka veşartî mayî, serpêhatî, irf û edetên Êzdi- yatiyê, zargotin, çîrokên ku şopên Êziyatiyê di nav wan de hene; mijarên aktuel, hevpeyîn, bîranîn, nirxandin, klam û stranan cîh girti- ne.
Bi van pirtûkên û vê Setê ra, winê Ezdiyatiya ku bi sedan salan ji ahye desthilatdaran ve hatiye tepisandin û rastî êrîşên hatiye nas bikin; ras- tiya nexşeyên ku Êzdî lê jiyan kirine û dijîn, rewşa demografîya wan, tabloyên navên cih û warên wan, îstatîk û analîzên kevn û nû bibînin.
Bi hewla kesên wek nivîskarê me Kemal Tolan, Êzdiyatî û hinek dîro- ka wê bi desten Êzdiyan dikeve dokumantan û nav jiyana me. Di van berheman de zelal dibe ku, gelek berhemên heya îroyîn h ser Êzdiya- tiyê hatine nivîsandin, bi desten kesên ne Êzdî hatine nivîsandin û pirr ji wan jî bi meqsedên siyasî hatine nivîsandin û ewan ya Êzdiya- tiyê şaş nivîsandine yan jî reşkirine. Yek ji taybetiya vê xebatê ev e ku, hemû bi destên kesekî Êzdî hatiye tomarkirin û beşekê berfireh yê vê xebatê bi şahid û kesên Êzdî, yên h qada xebatê bakûr, başûr, rojhilat, rojava û Ewropa yê ne hatine berhevkirin,
Nivîskar bi dehan salan daye pey şopa van agahiyan û mal bi mal do- kumentan berhev Idrine, Em di wê baweriyê de ne wê ev keda nivîs- karê me, gelek kêmasî û agahiyên h ser Êzdiyatiyê temam bike.


Naverok

Pêşgotina çapa yekem / 13
Pêşgotin û hinek dîtin li ser kevneşopên êzdiyatiyê 14
Di şûna pêşgotina çapa nû de / 17
Em nasîna dewlemendiya dîroka Êzdîtiyê li hêviya / 19
belengazên dûnavên Êzdiyan tenê nehêlin
Em zimanê dê û bavên xwe ji bîra nekin! / 22
Bila hilbijartina navan azad be! / 23
Kuştina merivê oldar û perwerêkurd şermezar dikim! / 26
Deriya kevneşop û zargotina me Êzdiyan / 27
Ji rewşenbîr û pêşengên civaka Ezdî ra / 29
Bibîranîn , welatparezî û mêrxasiya Pêşîmam / 31
îsmail Deniz
Cangoriyên Êzdî li ser mezelên miriyên Êzdî yên ku di goristana bajarê Oldenburgê de veşartîne hatine bi bîranîn / 35
Dînê dewletê parlamentoya Kurdistanê kir du ber / 36
Qursê Sazên li Mala Êzidiyan li Oldenburg ê / 38
Piraniya zargotina me Êzdiyan, di singa bav- kalên de ketiye bin erda sar / 40
Kemal Tolan kî ye, çima bi pey şopa Êzdiyatiyê ketiye? Receb Dildar / 45
Di Qewlên Êzdiyatiyê de navên meha‘n zelal hatine şîrovekirin / 55
Hêvîdarim Ku Kurdîstan Tv'î Bemamên Xwe Yên Li Ser Naskirma Civaka Êzdî Zêdetir Bike! / 61
Hevpeyvîna Ku birêz Uskê Cîmîk bi Kemal Tolan ra çêkirî / 62
Piştgirîya bi daxwiyanîya; Serokê Herema Kurdistan Başûr Birêz Mesud Berzanî re / 72
Hevpeyivîna bi bilbil û hunermendê Êzdi -Aydin Ronak re / 73
Dijberên Kurdayetiyê ji xemsariya berpirsên hikumeta Kurdistana azad û bêtifaqiya rêvebirên civaka Ezdî fêde dikin / 86
Pêwîst e ku serxwebûna Kurd û Ezdiyatiyê were naskirin! / 89
Dilxweşî Lava Weşanekî / 90
Bi dîtina min, tu cûdetî di navbêna dagirkeren Kurdistane de tûn e! / 91
Ji nasekî lava ji bo lêkolînkirina berxwedan û şerên maqulên Ezdiyen / 93
Dagirker û terorîst ji dîroka bav-kalên xwe yên xwînmij dizanin ku gelê rojhilatê yê herî kevnar û Kurden resen kîne / 95
Hevpeyvina bi Qewilbêj Merwan Xelîl Xidir re / 99
Agehdariyên li ser hebûna Ezdiyên li Xoresanê û tevaya îranê / 108
Pirs û bersiven bi birayê Şoreş Reşî re / 111
Gava rewşenbîr bikaribin di nava gel de azad bixebitin, hingê pirsgirêk û nakokiyên di nava gel de jî kêm bivin! / 114
Di hevpeyvina oldarekî Êzdiyan de, mahne û gi- 116 ringiya Feqîrên Êzdiyan têne naskirin Taqdîmama mîrê Êzdîxanê pîroz be ! / 127
Di nav xasên hîmên Ezdahîtiyê de nasîn û giringiya Memê Reşan / 128
Hevpeyvîn bi zahmetkêş û çalekgerekî ku di medya Kurdî de nehatiye naskirin Selîm Temîn re / 132
Di Malpera Dogubayazitê de Li Ser Sopa Êzdiyatiyê / 152
Gava em şehîdên komkujî û fermanan bi tifaqî, dîplomasî û lobiyan bi bîmeynin, ewê bêne ji bîrkirin / 154
Dîrok nivîsandin timî li goriya dilê desthilatdar û berjiwendiyên nivîskaran hatiye birêzkirin / 156
Mîtolojî û diroka “Kurdên resen”wenda na be ! / 157
Giringiya kevneşopiya sinet û kirîvatîya Ezdahîtî yê / 165
Divê em êzdî jî kêmasî û başiyên ku jiyana me guhastine nas bikin! / 173
Teologiya Ezdahîtiyê beriya dema ku Adem bêye afirandin de jî hebû ye / 179
Mîrê Êzdiyan Tahsîm Saîd Beg sersala 2010 pîroz kir / 187
Bi dîtina min, tu civak û netew mîna me Êzdî-Kurdan peyeyva Xwedê di nav zargotina xwe de bikarnayne! / 188
Nameya ji bo rêvebirên konferansa bîranînên kurdnasê mezin û beranê koza Êzî Profesor Şekroyê Xudo! / 195
Ez jî mîna sedayê mezin rahmetiyê Cigerxwîn gotî dibêjim“hawar”e û wê "kî hilgirî vî barê min!" / 198
Nêrîna min li ser wate û bikaranîna peyva gur, gurêmanco û gurmanc! ,- Nêrîna kekê Aydin Ronak li ser peyva "GUR-GURÊMANCO", - Hel- besteke ku kekê Xebat Şakir li ser " Gurên Anedolê " nivîsandiye / 202
Divê piştevanên dagirkerên Kurdistana bakur jî baş bêne naskirin û hevkariyeke netewî ya Kurd çêbive! / 207
Em şaristaniya ku Êzdiyan li ser erdnîgariya Kurdistanê destpêkirye nasbikin û biparêzin! / 210
Bingeha gelek irf, adet û pêwendiyên di nav ola Alewîtî û Êzdîtiyê de hêjî mîna berê yek in / 215
Di nav endamên civaka Êzdiyên li Almanya yê dijîn de mirovên ku dawî li jiyana xwe tînin zêde dibin / 225
Şikir ji xwedê ra, ola Êzdîtiyê li nav welatê Rûsya û Gurcistanê de weke oleke serbixwe hate nasandin / 227
Di Ezdahîtiyê de, ji xeynî meznaya Xweda yê bêşirîk, gelek xwedawendên qenc û neqenc hene / 229
Gava Kurdan berjiwendiyên kesayetî û hestên xwe yên dînê di ser yên Kurdîtiyê de bilintir negirtina, wê Kurdistan jî vêga welatekî rizgar bûna / 234
Pêwîstiya Ezdahiyan bi xwandegehên ku hest û berjiwendiyên kesayetiyê di ser ya Xwedê nasînê de bilintir bikin, tûne buye / 238
Hevpeyvîna bi mamostê Êzdiyan yê yekemîn re / 241
Nêrîna min li ser Konferansa Şêx Fexrê Adiyan û pîrozbahiya damezirandina Mala Êzîdiyan Oldênbûrgê / 253
Kurtenasîn, hinek ji xem û armancên Kemal Tolan / 259


PEŞGOTINA ÇAPA YEKEM

Ji sala 2002an vir de, ez xemxwarê kulturê kurdên Êzîdî mamosta Kemal Tolan nas dikim, kedeka mezin di vê biyava hanê de mezaxtîye û her xebata xwe didomîne, meriv ji hêza wî ya laşî û hizrî çavnebar e, ku kesek di vî emrî gelek jê jî li diyasporan derbas kirî, tim ziman, kultûr, dîrok û perwerde li ser nirxên kurdewariyê dinirx û fikra wî dane,belkû serkêşiya bizav û çalakîyan sexmeratî bi cihanîna van nirxên Êzîdîyatê dide meşandin, zêdebarî weşandina berheman.

Ev pirtûka li ber destê we yên hêja amêza barcemeke nivîsar û gotar û dîdarên nivîska K.Tolan dike, analîzeyên xweşik bi zimanekî rind û sakar dayîne nivîsandin, ez bi bawerim demê mirov vê pirtûkê di şopîne lave nake ku dev jê biqire, heya temam bike; çûnke şêwazê nivîsînê pir bilinde û hêjaye, gelek pêzanîn bi nirx û giran buha li ser mijarên cûda cûda yên girêday Êzîdiyatî yê tîne holê, bêguman wê asoyên xwendevanê xwe fireh bike û bibe handanek îdî ciwan û xortên me li kevneşopên kal û pêşîyan mêze biken, belkû lê xwedî der bikevin bi armanca paristin û pêşdebirinê.

Berhevkerê pirtûka Nasandina Kevneşopên Êzdîtiyê II hewil daye bi dokomentikrina pîrozî yên Êzîdiyan rabe li gel pêşkêş kirina şiroveyên zanistî û hêja derbareyî dîrok û çand û rewişt û tîtalên Êzdiyan.
Destxweşîyê li nivîskarî dikem û miraz xwazim ku ev pirtûk sûd bexiş be û bigeha armancên xwe.

Hollanda
Heso Hurmî
05.02.2012

Pêşgotin û Hinek Dîtin Liser Kevneşopên Êzdiyatiyê

Xwandevanê/a hêja;
Gelek ji me dizanin, dema ku medya elektronîk, bi taybetî jî gava îmkanên ragihandin û weşandinê bi saya derketina întemetê derket, hingê firsenda ku meriv bikaribe zanîn, çavkanî û lêkolînkirina xwe zêde bi rêkûpêk pêşkêşî xwandevan bike jî derket.

Şikir ji Xwedê ra, gelek xizmetkar, zahmetkêşên medya ragihandin, weşan û çapemeniya Kurdî jî ji vê fersendê fêdekirin û zanîna xwe pê bilndkirin. Dûre bi saya pêşketina wan yên di nav van salên derbasbuyî de gelek nêrîn, gotar, çalakî û nivîsên min jî gihîştine nav mal û ber destên xwandevanên dilxwazên Êzdîtiyê. Li virê dîsa dibêjim, gelek spas ji bo wan dezgeh û kesên ku di quncikên weşanên xwe da cîh dane nêrîn û gotarên min.

Lê, ez bi xemgînî dibînim ku vêga piraniya wan nêrîn, gotar, çalakî û nivîsên min di nav arşîva gelek medya, weşan, çapemeniya Kurdî û bi taybetî jî di nav çavkanî û ragihandinên civaka me Êzdiyan de ne hatine xwanê kirin û parastin. Vêga ev kesên ku ew xizmeta ku min berê ji bo nasîna ola civak û netewa xwe kiriye ne xwandi bin, ew îro nizanin ka min çi ji bo parastin, pêşveçûn, hebûna nasname û nasîna Kurdayetiya resen kiriye.

Ji xwe ev yek ji sedema min ya ku ez wan nêrîn, gotar, çalakî û nivîsên xwe, yên ku di nav gelek kovar, malperên întemetê û rojnameyên cûde de hatibûne weşandin, cardinê di vê pirtûkê de çap bikim.

Sedema min ya diduyan jî li ber dilê min gelekî girînge û ez timî li goriya zanîn - derfetên xwe dibêjim; di nav kevneşopên civaka me Ezdahiyan de gelek nirxên Kurdayetiya resen, yên mîna ziman, dîrok, çand, folklor, adet û toreyên Kurdîtiyê têne xwanê kirin hene. Û piraniya van nirxên Kurdayetiya resen hîna ji aliyê rewşenbîr, rojnameger, nivîskar û niştîmanparêzên Kurdistanê û me Êzdiyan ...

 


Kemal Tolan

Nasandina Kevneşopên Êzdiyatiyê - II

Na

Weşanên Na
Nasandina Kevneşopên Êzdiyatiyê -I
Kemal Tolan

Na: Êzdiyatî
Nasandina Kevneşopên Êzdiyatiyê - II - / Kemal Tolan
Birêvebirê Giştî: Muhterem Görücü
Amadekirina ji bo çapê: Mahsen Al? Meshko
Bergsazî:Mirane Oke
Bergsazî:Ajans Na
Çapa Yekem: 2020 / Weşanên Na / Îzmîr

Bizim Büro Matbaacılık
Sanayi 1. Cd. Sedef Sok.
No. 6 / 1-107
İskitler - Ankara
Sertifika No:42488

©Weşanên Na - Nasandina Kevneşopên Êzdiyatiyê /2020
Hemû berpirsiyariya vê berhemê ya estetîk û hiqûqî aîdê niviskarê wê ye.
Ji xeynî danasînê bêyî destûra nivîskar û weşanxaneyê bi tu awayî lê nayê zêdekirin.

ISBN: 978-625-7085-20-5
Sertîfîka No:40001
Weşanên Na
Güzelyurt mah.920/1 Sok No:32
Piyaleoglu çarşısı
Kemeraltı / Konak / İzmir
Tel: 0(507) 319 72 85

www.nakitap.com
ttiail: nayayinlari@gmail.com
facebook: weşanên na yayinlari
twitter: weşanên na yayinlari
ittstregatti: na_kitap
whatsap: 0 535 59158 20

PDF
Destûra daxistina; vê berhêmê nîne.


Weqfa-Enstîtuya kurdî ya Parîsê © 2024
PIRTÛKXANE
Agahiyên bikêr
Agahiyên Hiqûqî
PROJE
Dîrok & agahî
Hevpar
LÎSTE
Mijar
Nivîskar
Weşan
Ziman
Kovar