VersionsStranên Arşîva Radyoya Êrîvanê - I [Kurdî, Istanbul, 2020]
Stranên Arşîva Radyoya Êrîvanê - II [Kurdî, Istanbul, 2020]
Stranên Arşîva Radyoya Êrîvanê - III [Kurdî, Istanbul, 2020]
Stranên Arşîva Radyoya Êrîvanê - IV
Cewad Merwanî
Ege Basım Standartları
Cewad Merwanî, di 1964’an de li gundê Farqînê bi navê Boşatê hatiye dinê. Xwendina xwe ya destpêk û navendiyê li Farqînê, demeke kurt jî li Zanîngeha Dîcleyê, li Fakulteya Perwerdehiyê xwendiye. Deng û awazên hunermendên mîna, M. Arifê Cîzrewî, Meryemxan, Kawîs Axa, Huseynê Farê, Hesenê Cizîrî, Nesrîn Şerwan, KarapêtêXaço û hwd bandoreke mezin lê kiriye. Bihara 1983’an de Cewad di pêşbirkeke ya ji bo dengxweşên heremê ku ji aliyê Radyoya Diyarbekirê ve hatibû lidarxistin bi yekemîn hat xelatkirin û demekê jî di radyoyê de xebitî. Piştre bi hevkariya karbidestên radyoyê di Konservatûra Îzmîrê de mijûlî xwendinê dibe. Lê ji ber ku ew her tim dixwaze bi zimanê xwe bistrê, vê siyasetê weke bişaftina hunera gelê xwe dibîne û dev ji konservatûr û xebata radyoyê berdide. Bi vî awayî ji bo ku ji gel û çalakiyên xwe yên hunerî bi dûr nekeve bi pêkanîna komekî muzîkê “Koma Zenbîlfiroş” dest bi xebata xwe ya hunerê dike. Di wan salan de ji ber ku şerê azadiyê li Kurdistanê sal bi sal gurtir dibû û zimanê kurdî jî qedexe bû, Cewad bi cesareteke mezin bi kurdî distirî. Ji bo vê di 1987’an de sê mehan hat girtin, di sala 1989’an de ji aliyê gel ve weke Endamê Yekemîn ê Encumena Şaredariya Farqînê hat hilbijartin. Cewad careke din sala 1990’î bi qasî salekê ji ber çalakiyên siyasî li Girtîgeha Amedê ma. Piştî ku ji girtîgehê derket, du caran ji aliyê hêzên tarî ve rastî êrîşên çekdarî hat, lê her du caran jî ji wan êrîşan rizgar bû, birînên wî zêde xedar nebûn. Di havîna 1992’an de ji ber ku ji aliyê dewletê ve zêdetirî heşt salan cezayê girtîgehê jê re hatibû diyarkirin, neçar ma ku ji Kurdistanê derkeve. Piştî ku demekê li Suriyeyê ma, di dawiya sala 1992’an de çû Ewrûpayê û ji wê demê heya îro di Akademiya Çand û Hunera Kurdî de xebatên xwe yên çandî û siyasî didomîne. Cewad Merwanî heya niha şeş albumên bi navê “Penaber”, "Dem”, “Xumxuma Tîgrîs”, “Dergûşa Stranan”, “Aheng” û “Orkestra Senfonîk” derxistine. Pirtûkên wî: Kilam û Stranên Kurdî - Weşanxaneya Avesta-Stenbol Stranên Rîtmîk ên Radyoya Erîvanê - Weşanxaneya Aram-Amed Stranên Arşîva Radyoya Erîvanê - Weşanên KMK-Neuss & DKKI-Dusseldorf Cewad Merwanî
Stranên Arşîva Radyoya Erîvanê – IV
Kurdisches Musik -Und Kultuerbe
Kurdisches Musik -Und Kultuerbe Stranên Arşîva Radyoya Erîvanê, (Serbest), Cîld - IV Berhevkarî û Deşîfreya Tekstan: Cewad Merwanî
Stranên Arşîva Radyoya Erîvanê (Serbest) Cîld – IV
Berhevkarî û Deşîfreya Tekstan: Cewad Merwanî
Kontrol, Sererastkirina Notayan û Analîzên Stranan: Weysî Varlı
Edîtor: Mehmet Çakmak Notasyon: Şiyar Ayaz, Evren Koç Redaksiyon: Serwet Denîz Mîzanpaj: Hozan Aşan Sezer Aslan M. Emîn Îsî Sêwiranê Bergê: Siyabend Uluyazı
ISBN: 978-3-9821668-0-3
Çap: Sibat 2020
Çap û Berg: Ege Basim Sanatları San ve Tic. Ltd.Şti. Esatpaşa Mah. Ziyapaşa Cad. No:4 Ege Plaza Ataşehir/İstanbul
Sertîfîka No:45604 Kurdısches Musık -Und Kultuerbe e. V. www.kurdisches-kulturerbe.de info@kurdisches-kulturerbe.de
Deutsch-Kurdıshes Kulturınstıtut www.d-k-k-i.de info@d-k-k-i.de BEDEWÊ
Çavkanî: Arşîvaradyo Yaerîvanê / Notanıvîs:Ewrenkoç Stranbêj: Keremê Erefat / Kontrol: Weysî Varlı .....
Bedewê
Herê tê çima wisa pir bedew î, notlanê, gulsosinê, terazina berbiroyê, Çavê te yê belek e xoş kil dayê, Sûretê te yê sorê xalxalî agir dayê, De çend sal e îsal tu li mi hêsîrê qampanata lo destûr dayê, Ax teresê lê êê way, ax merezê lê ê ê way, avil heyatê lê, ax merezê lê lê.
Êrê kurmalê, xwezila malê me danîbûna, fêza belekiya bi firar e, Wî terezê bejna te zirav e nolanê spîndarê, Kewa gozel enîkever e, gulî çil û çar e, De rezê go na şemdana şevê, bûme stûxwar e, Ax teresê lê, ax merezê lê, avil heyatê lê, ax merezê lê lê.
Wî teresê, şare bilbil sekiniye ser zinar e, De wê ça halê dilê mi ra divê û dinale, Me tê kewa gozel û qerî dev û zar e, Ez evdalê Xwedê, seva bejna bilind bûme tengezar e, Ax teresê lê, ax merezê lê, avil heyatê lê, ax merezê lê lê.
.....
Naverok
Keremê Erefat / 7 Kezîzera Xelo / 31 Kinyazê Hemîd / 37 Koma Berxwedan / 40 Lezgînê Dûko / 50 Mecîdê Fariz / 56 Mecîdê Fariz û Seydayê Rizo / 71 Mecîdê Silêman (Tevî Komê) / 80 Mecîdê Xalit / 97 Mehmedê Ûsiv / 132 M. Arifê Cizrawî û Eyşe Şan / 135 Memedê Mûsa / 166 Mehmûd Soro (Qizil) / 244 Memê Xido / 261 Memliyê Xemo / 285 Memoyê Hemîd / 298 Memoyê Silo / 304 Memûdê Elî / 334 Mırazê Egît / 341 Misretê Elîlito / 367 Nadirê Efo / 386 Nadırêeslan / 389 Neviyê Îsmaîl / 419 Ordiyê Kotê / 425 Paşayê Efo / 428 Piranî / 431 Reşîdê Baso / 435 Reşîdê Emo / 437 Reşîdê Memilî / 557 Reşîdê Sîyabend / 564 Rizayê Elî / 570 Rizayê Reşîd / 589 Samvel Krakosyan / 593 Sebîra Îsmaîl û Xelîfa Evdilê / 597 Seyadê Şemdîn / 609 Seyrana Musa / 622 Sêrob Xacikyan / 628 Sibliyê Çaçan / 639 Siloyê Evdal / 669 Sîsa Egît / 676 Sîsa Mecît / 683 Şemoyê Hesen / 695 Şeroyê Biro / 699 Şevavê Ahmed / 753 Şevavê Egît / 762 Şivan Perwer / 775 Ûsivê Eliyê Mihikê / 781 Ûsivê Etar / 792 Ûsivê Mihemmed / 796 Ûsivê Sê Bıra / 805 Xalitê Bego / 813 Xanima Zazê / 824 Xatoyê Hamo / 833 Xatoyê Sinco / 853 Xemoyê Hamid / 866 Xemoyê Hesen / 869 Xidirê Biro / 922 Zadîna Şakir / 925
PDF
Destûra daxistina; vê berhêmê nîne.
|