Pirtûkxaneya dîjîtal a kurdî (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Dîroka Êzdiyan a di dokumentan û zargotinê de


Nivîskar : Kemal Tolan
Weşan : Weşanên Na Tarîx & Cîh : 2020, Izmir
Pêşgotin : Rûpel : 150
Wergêr : ISBN : 978-625-7085-20-5
Ziman : KurdîEbad : 140 x 200 mm
Hejmara FIKP : Liv. Kur. Kl. Tol. Dir. N° 6915Mijar : Ol

Dîroka Êzdiyan a di dokumentan û zargotinê de

Dîroka Êzdiyan a di dokumentan û zargotinê de

Kemal Tolan

Weşanên Na

Ew Êzdiyên, kû koçeberî welatên Qafqasiyan û Erebîstanê bûne, di wan welatan de, wan Êzdiyatî û çanda xwe bi zahme- tê giran parastine. Lê Êzdiyên kû di nava sînorên Cumhuriye- ta Tirkan de mabûn; Êzdiyên Xaltiyan, Amedê, Hekkarî-Ser- hedê, Botan (Basa), Çêlka (Tur-Abidin), Meletê û Ruhayê- Wêranşehîrê ev bi piranî hatine qirkirin û helandin. Di wan herêman de, îro çend malên Êzdiyan bi tenê li devera Xalti- yan û li herêma Wêranşehrê de mane. Belê eger mirov îro wan tevan bîne li ser hev, weke gundekî piçûk jî tûne ne. Şove- nîstên Tirkan bi alîkariya olperestên Kurd û menfêatçiyên Ewropayiyan, gelê Kurdistanê yê herî kevn di nava xwe de he- landin. Ji bo dikaribin cî û warên Kurda, nexazim yê kurdên Êzdî li hev par bikin û şopa hebûna Êzdiyan tam wenda bi- kin, êdî di sala 1934 de Cumhuriyeta Tirka qanûnên guharti- na çiqas nav, gund û paşnavên Kurdan derxistin. Wana bi vê si- yaseta xwe ye şovenîst û ne demokratik, çiqas milkê Êzdiyan yê heta wan salan di dest wan de hebûn, tev ji destên Êzdiyan derxistin, tapû û qoçanên wan yê heyî jî çirandin û bi sedan gundên Êzdiyan li hev parevekirin


Naverok

Pêşgotina çapa yekem / 11
Pêşgotina çapa duyem / 14
Di şûna pêşgotina çapa sêyem de / 15

Rewşa Êzdiyan li bakurê Kurdistan di dema Împaratoriya Osmaniyan de / 19
Di Kurdistanê de erdên Êzdî lê dijiyan / 34
Heremên Êzdiyên li bakurê Kurdistanê / 36
Rewşa Êzdiyên li bakurê Kurdistanê / 37
1-Êzdiyên li derûdora Sêrtê û Batmanê / 43
Êzdiyên Xaltiyan: / 43
Serek eşîrên di Mîrgeha Xaltiyan de / 54

a Xendeqî / 54
Kilama Gundê Çinêriya / 49

b Qizili / 62
Şerê Erenzê / 64
Şerê Erenzê û Kela Ridwanê / 66
Şerê Keşîş Polo (Mîrza Axa) / 67

c Neqîbî / 70
Şerê Kolosê Aqo / 73
Şerê Delan / 75
Şerê Mîrza Axa, Keşîş Polo û Miçoyê îsa / 78
Şerê Miçoyê Şêx îsayê / 79
Strana Nemirê Mîrza I / 83
Strana Nemirê Mîrza II / 84
Kilama Hesinê Mihemed / 86

d Anqosî / 88
Şerê Şêx Mîrza / 89
2 Êzdiyên li derûdora Bota (Basî) / 92
3 Êzdiyên li derûdora Diyarbekirê (Amed) / 95
Strana Brahîmê Rizgo / 98
Kilama Mihemed Keya / 99
4 Êzdiyên li derûdora Ruha (Urfa) yê / 102
Strana Dewrêşê Evdî / 104
5 Êzdiyên li derûdora Cizîr û Mêrdînê / 107
Êzdiyên Çêlkiya / 108
a Êzdiyên li Qulikan (Çolî) / 110
Strana Hesinê Hewêrî / 110
b Êzdiyên li Torê / 112
Strana Mîrzayê Hacî / 113
6 Êzdiyên li Herema Hekkarî û Serhedê / 115
Kilama Bavê Usiv / 118
Kilama Cangir Axa I / 121
Kilama Cangir Axa II / 123
Kilama Evdil Mecîd / 126
Kilama Bereka Girî Daxê / 128
7 Êzdiyên li derûdora Mereş û Meletê / 131
Encam / 133
Navên camêrên agehdarî dane min / 139
Çavkanî / 147


PEŞGOTINA ÇAPA YEKEM

Xwandevanên hêja!
Min jî wek, neferekî civata ola Ezdî dixwast netew û ola xwe nasbikim. Di vê babetê dîroka netewî û ola xwe de gelek pirsên min hebûn. Dilê min dixwest ez zanibim, ka ew mêrxasên Ezdiyan, yên kû zordaran xwe ji wan didan paş, di Kurdistanê de xwediyên kîjan erdan bûn û ka ew çewa û ji kengî ve li ser erda xwe jiyan ne? Gelo ji ber çi neyarên netewa Kurdan hê jî dibêj in:“ji ber ku Ezdî ji çand û ola xwe ya kurmancî re xwedî derdikevin, gereke ew zimanê di devên wan de bêye birîn!."

Ji bo ez karibim bersiva van pirsan bidim, min gelek pirtûk, lêkolîn û berhemên li ser vê olê xwandin.Vêga gihîştime vê baweriyê: Kesên ku ji dîroka Kurdistanê agehdarin, ew dizanin ku ola Ezdiyan ola Kurda ye herî kevn e. Ji ber kû dijmin timê ji Kurdên Ezdî tirsiyane û ji bo ku bikaribin Ezdiyatiyê ji holê rakin, navbera wan û olên cînar da neyartiyê çêkin, ewan tiştên ne rast derheqa Ezdiyan de gotine:“Êzdî ne kurdin, Êzdî qûreşîne, Êzdî ji hova bawer dikin, kitabên Êzdiyan yên pîroz tunin, kî neferekî Êzdî bikuje, ew gunehê xwe yî di axret û îmanê de afo bike û ewê li dinya dinê here bihuştê û w.d. " Ewan bi vî haweyî, bê hêjmar Êzdî di Kurdistanê û di welatê xwe de bi xayîntî kuştin û qetilkirine. Çiqas ziyaret, paresgehên Êzdiyan wêran bûn, gelek qewl û dûayên me hatine jibîrkirin.

Wexta ez li dîrokê dinêrim, dibînim ku babetê rewşa Êzdiyan gelekî kevn û berfire ye. Hinek ji dîroknas, lêkolînvanên Kurd, Êzdî û biyanî li ser rewşa jiyan û ola Êzdiyan gelek tişt nivîsandine. Ez bawerim ku piraniyan wan nivîskar û lêkolînvanên ku li ser dîroka Êzdiyatiyê berhem derxistine û diweşînin, bi xwe ne Êzdî ne, berhemên wan ji aliyên ilmên Êzdiyatiyê ve jî pir qels in. Ewan zaniyarên xwe ji ber devên şexsên menfêatçiyên gelên cînar, Kurdên Misilman û Êzdiyên sade(normal) bi rişwetê standine. Weha gelek ji wan pirtûk û lêkolînên li ser rewşa Êzdiyatiyê hatine nivîsandin, piraniyan wan wekî peymaneke ku di nava dû berên li dijî hevûdin û her yekê dixwaze hinek armancên xwe bi cîh bîne, wisa ev berheman hatine nivîsandin.Heta îro jî hinek kesên ku ji xwe re dibêjin “Ez rewşenbîr û niviskarim",bi teybetî li nava tevgera rizgarîxiwaza gelê Kurdistanê dene û ev na xwazin ola Êzdî weke oleke serbixwe nasbikin. Ev kesan dîroka Êzdiyatiyê şêlû didine xwanê.

Her kes jî dizane, di wan demên ku ferman li Êzdiyan rabûne û Êzdî koçber bûne, hingê rojname, radio û telîvîziyon tûnebun. Xwandin û nivîsandin ji Êzdiyan re kiribune guneh. Piraniyan wan buyer û fermanên bi serê Êzdiyan hatine, bi gotin û stranên deng- bêjan di nava gelde hatine xuyakirin. Lê gelek serpêkhatên Ezdiyan hene, ku hêjî tû kes nizane, ka ev buyer ji bo çê qewîmîne, sedemên van buyeran çi bûye, gelek caran ew ne bi rastî hatine diyarkirin û şîrove kirin. Bi hezaran tiştên me yên baş, di singên dengbêj û kalemêrên me de bin êrd bûne û em hew dikarin îro wan buyeran derxînin.

Ez naxwazim zêde li ser kevnbûna dîroka kurdên Êzdî û hemû heremên ew tê de hene bisekinim. Ezê li gorî zanebûn, hiş û taqeta xwe kû Xwedê û Tawisî Melek daye min, bi taybetî li ser rewşa Êzdiyên bakurê Kurdistanê, kû piraniya wan vêga ne li ser axa bav û kalan dijin rawestim. Ez dibînim kuîro gelek ji eşîr û qewmiyetên me Êzdiyan heliyan ne. Ez jixwe nikarim nav û hejmaran waqas eşîrên heliyane û eşîrên kû qulibîne tesbît bikim. Ez dikarim bi alîkariya hinek camêr û dengbêjan, navên hinek Gund, Êl, eşîr û Qebîlên Êzdiyan ku hetanî van salên dawiyê mane tesbît bikim û diyar bikim, ka wexta Êzdî li wellatê xwe bûn, ew li kudera Êzdîxanê de diman? Berî dema ku ew derkevine Şaristana, ka ew çend eşîr bûne?, Xwedanên wan kîbu? Ka nandarên Êzdiyan yên hingê û hetanî îro kîne? Çend eşîrên wan îro hêja li xerîbiyan dijîn? û w.d.??. Êzê çend helbestên ku min li ser rewşame nivîsandine jî pêş-kêşî zanistiya xwandevanên hêja bikim.

Her weha hêvîdarim ku hinek ji dîroknas û lêkolînerên dîrokê, dê karibin ji vê xebata min fêde bikin û evê bibe handanek ji wan re, ku karibin hê zaniyarên zêde li ser wan babetên destê min ne gihîştiye û ew pê zanîbin kom bikin û biweşînin. Dîsa ezê gelekî dilxweşbim gava ku ewê ji vaqas buyerên buyî, wekî çewa V.O. Klyûçewskî gotiye:“Em gereke demên derbazbûyî fêr bibin, ne ji bo wê ku ew îdî derbaz bûne, lê herwaha bona wê, ku ew dema derbazbûyî nikaribûye paşmayînên xwe bide paqijkirinê.(12) bikin. "Ez dixwazim li virê cardinê ji wan camêrên, ku navên wan di da- wiya kitêbê de hatine rêzkirin û bi taybetî Nivîskarê Êzdî Eskerê Boyik, Mamoste Pîr Xidir Suleyman û Ali Tuku pir spas bikim.

Kemal Tolan

Peşgotına Çapa Duyem

Xwandevanên birêz û hêja!
Gelek ji we rêzdaran jî dizanin, heta min ev pirtûka xwe “Hebûn û Tûnebûna Êzdiyan Tev Romanên Zindî ne” di sala 2000 de li goriya derfet û zanîna xwe berhevkir nekir û ev bi zanistî li ser navê weşanên Dengê Êzdiyan ne weşand, tû weşanên deng û malên me Êzdiyan ne serbixwe demediketin. Ji xwe ji bo ez karibim hingê vê pêwîstiya bi weşanên Dengê Êzdiyan heye bidime xwanê, min bihemd û bi xebata xwe ye tenê ev li ser navê weşanên Dengê Êzdiyan derxist. Di pey re gava gelek lêkolîn, gotar û nêrînên min e li ser rewş, zilm û zora ku berê bi serê bavkalên me Êzdiyan û Kurden resen de buye di gelek dezgeh, rojname, kovar û malperên me Kurdan de jî hatine weşandin û geleka ji we hêjayan jî dît ku min weke hinek kes û nivîskaran irf, adet, hebûn û tûnebuna me Êzdiyan berevajî nekirine, ew hêjmarên min derxistî tev hatine belavkirin.

Niha ji ber ku ev kitêb li cem min û Mala Êzdiyan ya li Oldenburgê ne mane û Mala Êzdiyan ya li Oldenburgê îro hêjî nikare mesrefê çapa vê kitêbê bigre ser milê xwe, ezê dîsa vê kitêbê tevî weke orginala naveroka çapa yekê li goriya zanîn û aboriya xwe, li ser navê weşanên xwe ye şexsî ji bona haydarî û agehdariyên we hêjayan derxînim.

Ez ji Xwedayê mezin gelekî hêvî dikim, ku min bi vî karê xwe tû kesek ji we hêjayan ne êşandi be û hûn karibin li kêmasiyên ne bihem-da min çêbûne jî bibuhurên.
Li gel rêz û silavan

Oldenburg 04.05.2006
Kemal Tolan

Di Şuna Peşgotıne Çapa Seyem de

Her çiqas dîroka Êzîdiyan dîrokeke kevnar be jî di derbarê Êzîdiyatiyê de û di derbarê Êzîdiyan de kêm pirtûk hatine nivîsîn û her- wiha lêkolîn ji kêm in. Pirtûkên hatîn nivîsîn jî nivîskarên wan ne Êzîdî bûne. Ew nivîskar yan lêkolînvanên biyanî bûn e yan jî kesên misilman bûne. Yanî wan bi xwe Êzîdî û Êzîdiyatî baş nizanbûne û ji ber vê gelek caran agahiyên nerast nivîsine.

Xemxwarê Êzîdiyan Kemal Tolan yek ji wan kesên yekemîne ku weke nivîskarekî Êzîdî bi awayekî zanistî lêkolîn li ser Êzîdiyan kiriye û ew agahî di pirtûkan de weşandiye. Bi dehan salan e ew pirtûkan li ser Êzîdiyan dinivîse ta ku çand, dîrok, irf û edetên Êzîdiyan winda nebin.

Gelo dîroka Êzidiyan j i kuderê destpê dike? Êzîdi kî ne? Êzîdiyatî çiye? Cîh û warên Êzîdiyan li ku ne? Kîjan eşîrên Êzîdiyan li dora Batmanê, li Botan, li Diyarbakir, li Cizîr û Mêrdînê, yan jî li Hakkari û Serhedê, û deverên din dijîn? Kîjan mêrxasên Êzîdiyan hebûn û çi kilam li ser wan hatin gotin? Şerê Şêx Mîrzayê Anqosî yan jî sitrana Derwêşê Evdî çawa tê gotin? Di vê pirtûkê de xwendevan karin bersivên van pirsan û gelek bersivên din jî bi awayekî berfireh, bi zanistî û bi kurmanciyke zelal bixwînin. Bê gûman ev pirtûka Kemal Tolan jî wê bibe bersivek ji bo hemû pirsên li ser Êzîdiyan û Êzîdîyatiyê.

Em ji bo vê berhema pak sipasiyên xwe ji nivîskar û weşanxaneyê re dikin, em kêfxweşin ku piştgiriyê vê pirtûkê ne.

Navenda Şêwirmendîya Êzîdiyan li Elmanya

Pêwîste, Saxkirin û pêşxistina
Êzdiyatiyê di destên tifaqa
Êzdiyan de be!

Rewşa Ezdiyan
Di Dema Împaratorıya Osmanıyê de

Dîroka Êzdiyan, diyar dike kû me di demên berî Xaçperezî û Misil- maniyê de jî, di gelek wextan û Ii gelek heremên Kurdistanê de, bi qehremanî Kurdiyatî û Êzdiyatiya xwe parastine. Dil dixwaze bi zanibe, ka ji ber çê weha neyarên Êzdiyatiyê di her wextî de Êzdî, Misilman û Olên dinê bere hevûdin dane? Belê, taqeta min bitenê nagîje bersiva vê pirsê, lê ez dikarim niha hinek pelên dî-rokê, bi taybetî yên dema Imparatorên Osmaniyan hatine Kurdistan talan kirine û heta vêga, ka dîroka berxwe-dan û helandinan Êzdiyan di Kurdistanê de çewa hatine diyar kirin? Bigelekî kurtayî ji xwendevanan re bidime berhevûdinê.
Di dema kû Osmanî hatine (1300-1920) bi şûrê zorê Kurdistan dagir kirine, ewan hingê bêtifaqî û neyartî xistine nava gelên li Kurdistanê. Di wê demê de gelek netew di bin destên dewleta Osmaniyan de hebûne. Hingê gelek ji wan netewan dikaribûne di heremên xwe de, caman berpirsyariya xwe ye serbixwe jî bikin. Lê, çi gava Êzdiyan di nava vê împaratoriyê de, li ber xwe dabe, ew ji aliyên netewên nexêrxwaz ve bi her hawayî ve hatine perçiqandin.
Hîna di wê demê de, Osmaniyan bi zanistî hinek heremên Kurdistanê dane destên hinek begên kurdên Misilman. Ewan Begên olperest û nezan jî gelek caran kurdên Êzdî qetilkirine. Koçberbûn û talankirina Êzdiyan hîna di demên kevn de û zêde jî, di wexta barbarên Moxilan (tirkên Mongolîstanê di sala 1252 an) de berdewam kiriye. Ji ber van şerên berxwedanên Êzdiyan yên netewî, Êzdî dîsa di dema Sultan Murat II (1421-1451) û Êdrîsî Bitlîsî de jî, koçberî gelek cihan bûne.“Êdrîsî Bîtlîsî (di sala 1514 ), Kurdên ji herema Hekkarî û Botan radike dibe li cihên wexta Tîmûr ...


Kemal Tolan

Dîroka Êzdiyan a di dokumentan û zargotinê de

Na

Weşanên Na
Dîroka Êzdiyan a di dokumentan û zargotinê de
Kemal Tolan

Na: Ezdiyatî
Dîroka Êzdiyan a di dokumentan û zargotinê de/ Kemal Tolan

Birêvabirê weşanê: Muhterem Görücü
Amadekirina ji bo çapê: Berfo Barî -Tîlda
Wêneya bergê: Mîrane Ok
Bergsazî: Ajans Na
Çapa yekem: 2020, Weşanên Na, İzmir

Bizim Büro Matbacılık
Sanayi 1. Cd. Sedef Sok.
No: 6/1 İskitler - Ankara
Sertifika No:42488

© Weşanên Na
Hemî berpirsiyariya vê berhemê ya estetîk û huquqî aîdî niviskarê wê ye.
Ji bilî danasînê bêyî destura nivîskar û weşanxaneyê bi ti awayî nikare were zêde kirin.

ISBN: 978-625-7085-20-5

Sertîfîka No: 40001

Weşanên Na
Guzelyurt mah.920/1, Sok. No:32
Piyaleoglu Çarşisi
Kemerelti, Konak / Îzmîr
Tel:+90 0(507) 319 72 85

www.nakitap.com
mail: nayayinlari@gmail.com
facebook: weşanên na yayınları
twitter: weşanên na yayınları
instregam: na_kitap
whattsap: +90 (0) 535 591 58 20
youtubema kitap tv

PDF
Destûra daxistina; vê berhêmê nîne.


Weqfa-Enstîtuya kurdî ya Parîsê © 2024
PIRTÛKXANE
Agahiyên bikêr
Agahiyên Hiqûqî
PROJE
Dîrok & agahî
Hevpar
LÎSTE
Mijar
Nivîskar
Weşan
Ziman
Kovar