Pirtûkxaneya dîjîtal a kurdî (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Dêrsim: Rêwîtî û erdnîgarî


Nivîskar : Andranîk
Weşan : Deng Tarîx & Cîh : 2009, Diyarbekir
Pêşgotin : Rûpel : 180
Wergêr : Têmûrê XelîlISBN : 978-975-7011-63-7
Ziman : KurdîEbad : 130x195 mm
Hejmara FIKP : Liv. Kur. Kl. And. Dêr. N° 5133Mijar : Giştî

Dêrsim: Rêwîtî û erdnîgarî

Dêrsim, raywanî û cografya [Kurdî, İstanbul, 2010]


Rêwîtî û erdnîgarî

Andranîk

Deng

Ev pirtûka Andranîk ya li ser Dêrsimê berhemeke gelek balkêş e. Nivîskarê Ennenî Andranîk 120 salberê li hêla Dêrsimê digere û di derheqa erdnîgarî, dîrok, rewşa civakî û aboriya herêmê da malûmatên gelek giranbuha dide.
(...)
Hin tiştên ku Andranîk di derheqa vê herêmê û Kurdan da dibêje, dibe ku li me xweş neyê. Wek nimûne, e w Kurdan bêîlm û xwendin dibîne û di vî warî da piçûk nîşan dide. Her usa jî, vê herêmê heya Diyarbekrê jî wek Ennenîstan nîşan dide. Lê bila be. Wan salan him bi rastî rewşa gundîyên Kurd ne baş bû, him jî wî hin tişt bi çavekî "Ermenkî" nivîsandîye. îro êdî em ji dîroka xwe jî ji zmanê xwe jî agahdar in û zanin çi çi ye.
(...)
Her usa, ji gotinên Andranîk jî tê fêmkirin ku ev welat
çiqas Ennenîstan e, çiqas Kurdistan e. Andranîkbi xwe
dibêje wê demê li Dêrsimê nifûsa Kurdan 25 qat zêdetir
bû ji Ennenîyan...


PÊŞGOTIN JI BO ÇAPA KURDÎ

Ev pirtûka Andranîk ya li ser Dêrsimê berhemeke gelek balkêş e. Nivîskarê Ermenî Andranîk 120 sal berê li hêla Dêrsimê digere û di derheqa erdnîgarî, dîrok, rewşa civakî û aboriya herêmê da malûmatên gelek giranbuha dide.

Ev berhema wî cara pêşîn di sala 1900’î da bi destê Yekîtîya Weşanxaneyên Ermenîyan li Tiflîsê û di Çapxaneya Mn. Martirosyans da (Caddeya Mîkaêlyan, hejmar 81- Tiflîs) bi hejmara 188 çap bûye. Cara duwemîn di sala 1901 da dîsa li eynî çapxaneyê û bi hejmara 189 çap bûye.
Nuha em, piştî ewqas sal, di 70 salîya serhildana Dêrsimê ya mezin da (1938) Kurdîya wê di nav Weşanên Deng da çap dikin û bi vê yekê kêfxweş in.

Wergera wê ji Ermenîya kevn bi destê Têmûrê Xelîl e û bi Kurdiyeke baş û zelal e.

Hin tiştê ku Andranîk di derheqa vê herêmê û Kurdan da dibêje dibe ku li me xweş neyê. Wek nimûne, ew Kurdan bêîlm û xwendin dibîne û di vî warî da piçûk nîşan dide. Her usa jî vê herêmê heya Diyarbekrê jî wek Ermenîstan nîşan dide. Lê bila be. Wan salan him bi rastî rewşa gundîyên Kurd ne baş bû, him jî wî hin tişt bi çavekî “Ermenkî” nivîsandîye. îro êdî em ji dîroka xwe jî ji zmanê xwe jî agahdar in û zanin çi çi ye.

Her usa, ji gotinên Andranîk jî tê femkirin ku ev welat çiqas Ermenîstan e, çiqas Kurdistan e. Andranîk bi xwe dibêje wê demê li Dêrsimê nifusa Kurdan 25 qat zêdetir bû ji Ermenîyan. Ango himber Ermenîyekî 25 Kurd... Dîsa, di ciyekî dinê da jî dibêje, wê demê li Dêrsimê du sed hezar Kurdê Qizilbaş û heft hezar Ermenî hebûn. Welatekî usa çawa nabe Kurdistan û dibe Ermenîstan?..

Digel vê, Andranîk hin edet û usûlên Kurdan; mêvandarî, dilsozî û mêranîya wan; hurmeta wan ji jinan ra; dostayetîya Kurdên Dêrsimê bi Ermenîyan ra û berxwedana Dersîmê ya dijî dewleta Osmanî baş nîşan dide.

Di orîjînala pirtûkê da hin nav gor elifba û bilêvkirina zmanê Ermenî hatibûn nivîsandin. Me, ji bo ku xwendevan baş tê bighên, li hin cîyan di nav neynukan da Kurdîya wan danî; lê bi piranî Kurdîya wan bi kar anî. Her usa jî di dawîya kitêbê da ji bo navên hanê lîsteyek danî ku xwendevan dikare lê binêre.

Em bawer in, Weşanên Deng bi vê kitêba teze, ji çand û Dîroka me Kurdan ra xizmeteke teze dike.

12.06.2009

Beşa pêşin

Rêwîtî ber bi Dêrsimê
Rêwîtîya pêşin

A

Ji Qesabaya Gêxîyê ber bi Altûn Huseynê

Şeveke baharê ya sayî bû. Hîvê pencên xwe yên zîvkildayî avêtibû li ser çiya û banîyên Kyoxveyê (Gêxîyê), ronayî li ser wan bela dikir û bayê hênik yê şevê şînkaya li wira tîmar dikir û ji wê yekê dengekî nerm û xweş derdiket û meriv heyr û hijmetkar dibû, demekê te digot qey ji vê dinyayê bar dikir, diçû.

Sala 1888an bû, çardeh bihar ji ser min ra derbaz bûbûn. Dilê min herdem dikuta, min dixwest derkevime rêwîtîyê, ji serîyekî dinyayê berê xwe bida serîyekî din. Hesp êdî hazir bûn û emê cara duda derketana rêwîtîyê, vê carê ber bi Dêrsimê, ber bi dinyayeke nenas, ku derheqa wê da gelekan dipeyîvî, lê kêm merivan derheqa wê da zanibûn û ew dîtibûn.

Hogirê min yê rêwîtîyê, ku min weke bavê xwe jê hiz dikir, ji min ra got “de em bilivin” û ez piştî deqîqeyekî êdî li hespê siyar bûm. Hevalê min jî li hespê siyar bû û me xatirê xwe ji Gêxi Qesabayê xwest, me berê xwe da taxa ermenîyan. Li wir tu deng û his tune bû. Em çûne bazarê, li wir tenê dengê nobedaran dihat; em çûne taxa tirkan, li wir ...


Andranîk

Dêrsim: Rêwîtî û erdnîgarî

Deng

Wêşanên Deng
Dêrsım: Rêwîtî û erdnîgarî
Andranîk
Wergera ji ermenîya kevin: Têmûrê Xelîl

Weşanên Deng: 89
Çapa Pêşin: Hezîran 2009 Diyarbekir

Çap:Deniz Ofset Matbaacılık
Davutpaşa Cad. Ipek Iş Merkezi No : 19
Topkapı/İstanbul
Tel: 0212- 6133006

Navnîşana serweriyê: Evin Turizm İnşaat ve Yayıncılık Tic. Ltd. Şti.
Kurtismailpaşa 5. Sok, Firat Apt. No: 1/2 Ofis/Dîyarbakir
Tel: 0412 224 34 11 Fax: 0412 223 89 23

Nûnertiya li Îstenbolê: Taksim Yağhanesi Sokak No: 10 Kat: 1
Beyoglu/İstanbul
Tel: 0212 256 38 37

Redaktekirin:
Kemal Burkay û Malmîsanij

Pergala berg û rûpelan:
Haluk Öztürk

ISBN: 978-975-7011-63-7

PDF
Destûra daxistina; vê berhêmê nîne.


Weqfa-Enstîtuya kurdî ya Parîsê © 2024
PIRTÛKXANE
Agahiyên bikêr
Agahiyên Hiqûqî
PROJE
Dîrok & agahî
Hevpar
LÎSTE
Mijar
Nivîskar
Weşan
Ziman
Kovar