Pirtûkxaneya dîjîtal a kurdî (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Panoramek li ser rêveçûna rojnamegeriya kurdî li parçê (Rojava) Sûrî


Weşan : Kawa - Verband Tarîx & Cîh : 1998, Bonne
Pêşgotin : Rûpel : 78
Wergêr : ISBN :
Ziman : KurdîEbad : 135x200 mm
Hejmara FIKP : Liv. Kur. Kl. Ka. Bed. Pan. N° 5139Mijar : Giştî

Panoramek li ser rêveçûna rojnamegeriya kurdî li parçê (Rojava) Sûrî

Panoramek li ser rêveçûna rojnamegeriya kurdî li parçê (Rojava) Sûrî

Ebdulqadir Bedredîn

Kawa - verband

Destpêkir bi weşana kovara-Hawar- ji layên mîr Celadet Bedirxan ve derket (Kovareke toreyî û civakî bû, jimara yekem di 15 Nîsana 1932 an de weşiye, tanî 15 Tebaxa 1943an li-Şam-paytextê Sûrî),hijmarên kovarê gihîşte-57-jimaran, li ser vê babetê mamosta-Konê Reş- dibêje: Neviyê Mîr Bedirxanê azîzî Mîr Celadet Bedirxan ê ...


Naverok

Pêsgotin / 6

Qûnaxa yekê / 9
Qûnaxa didiwan / 13
Qûnanxa sisiyan / 15

Rojnamên bi zimanê Kurdî / 49

Rojnamegeriya Kurdî û zimanên biyanî / 52


PÊŞGOTIN

Panoramek li ser rêveçûna rojnamegeriya Kurdî li parçê (Rojava) Sûrî

Diyare îroj sed saliya rojnamegeriya Kurdî ye, ji ber, di 22 Nîsana sala 1898an de, mîr Miqdad Midhet Bedirxan, ku cara yekemîn bû li Qahire- Misrê rojnamcyeke bi navê Kurdistan derxist, piştre birayê wî mîr Ebdurihman Bedirxan weşana rojnamê dewam kir, ji hijmarên-6-an û pêde.

Rojnama-Kurdistan- bi zimanê kurmanciya jorîn bû, û bi tîpên Erebî di hat nivîsandin, du hevtî bû, bi çar pelan derdikct.pîvana 25,5x32,5 sm.
Zayîna rojnama Kurdî bû mûnetek giring di hebana çalakiyên xebata azadî xwazî Kurd de, bû semyanekî hêja ji xwedîkirin û peyda kirina tîpên şoreşgêr û mêrxasî di naveroka peyvên rojnamê de, di gel ku pirên berbend û serêşî dîtin, di vê rêveçûna xwe de, lê dawî rojnama Kurdî bû dumarekî serekî, di laşe tekoşîn û xebata netewa Kurdî de.

Di vê rojê de, lehingê rojnama yekemîn, hate meydanê wekî bersiveke netewî, ji kesên nîjadperest û mîtingihan re, ev roj bûye agadariya rojnamevaniya Kurd, pêwîste hemî pênûsên welatperwer, ji rojnamevanan, lêkolînvanan, û siyastmedarên Kurd, lêvegerîneke têr nerxîn ji babet û karên xwe re pêkbînin, bi şêwazeke rexne û bi dilmêranîke xurt li ser dîroka raman û hestên xebata pirsa kurd rawistin.

Bandora-Kurdistan- li xelkên Kurdên-Sûryê- û têkiiiyên wê bi Kurdên-Şam-û-Cezîra Botan-re xurtbûn, wekî ku mamosta-Celîlî Celîl-di pirtûka xwe de “Raperîna çand û netewa Kurdî” dibêje: (Rojname-Kurdistan- bihtirîn bi nav û deng bû, li Sûryê bi taybet li-Şam- ji ber ku ji wê dê dihat belavkirin li seranserên Kurdistanê).

Belû dibe ku xwendevan û nivîskarên rojnamê ji vê herêmê name dişandin, têde êş û giliyên xwe jêre şîrove dikirin.

Şam-bibû wek kelehekê ji rewşenbîrên Bedirxaniyan re, ji mîrê mezin Bedirxan Bek tanî mîr Miqdat Bedirxan, Celadet Bedirxan, Kamîran û Rewşen Xanim Bedirxan û guristanên bihtirînên wan di nav taxa kurdên Şamê de bi cîbûne, bûne wekî cî serdaneke dîrokî ji gelê kurd re.

Dîroka rojnamevaniya gelê cîhanê û serkeftina wê di bin gelek sedem û egerên taybet re derbasbûne, û dîroka rojnama gelê Kurd jî, li dora sed salî û virde bê guman di bin nîrên dijwar û bêhin çikandî de derbasbûye, û felekê ew di nava têr qerqeşûn de werkiriye, lê tê ronîkirin ku rojnamegeriya Kurd bi xabata aştî xwaziya gelê xwe ve hatiye girêdan, ji ber wisa dan û standin û lebta rojnamê û çûna wê geh bi jor de yan bi jêr de, ew jî li gor xurtbûn û qelsbûna tevgerê bû, encama vê gotinê ez dixwazin bi bejim mîna gotina Dr.izedîn. M.Rcsûl, di pirtûka xwe de-li ser rojnamegeriya Kurdî: (Rojnamegeriya kurd parçeke ji xebata tevgera azadîxwazî kurd de). Deqene em bîrkor nebin ku rojnamya torevanî bi hemî rengên xwenî hunerî ve, ji vê prinsîbê li paş ne maye, mil bi mil bi rêveçûna rojnamevaniya siyasî û rêxistinî ve cuda nebu ye, lê belê heman li ser wan xalên welatparêziyê ve di yek rêçê de dewam kiriye, jî ber wisa divê mijarê de Dr.Marûf Xiznedar di pirtûka xwede-hindik ji. dîroka tore Kurdî ya nûjen-dibêje: (Pêşketina tore Kurdî girêdayî ye bi serketina jiyana civakî û siyasî ya gelê kurd.)

Ji ber wisa rojnamcgêrî, her wekî torevan, huner û helbestvan pêwîste xebatkar be, nasnameke wî di warê vê yekê de hebe, ji ber rojname jêre rojnamevanî gereke, bi gingazî rahêjc kar û barê xwe, ji bona bi erka xwe rabê û pêkbûne, lewra, rojnamvan pest û bandoreke xurt di hiş û ramanên xwendevanên xwe re diçîne eger rojnamevan xebatkar û têkoşer be, bê guman wê xwendevanên wî jî wisa bin, lê mixabin gava vajîhev bêt, wê hest baweriyên din avake, vêca rojnamegerî perwerdeyeke rojaneye, heftane ye, yan jî mihane radibe, karê rojnamegêr pir bilind û zor xuyaye, wekî alavekî du dirane, reş e yan ji sipî ye, di derheqa vê rojê de, ez divim panoramckê, li ser dîrok û rêveçûna rojnamevaniya Kurdî li parçê-rojava- de berçav kim û li ser vê herêmê hin ronahî bidim xebata rojname û kovarên ku li ser pirsa kurd û di astengiyên wê de mijûl bûne.

Di bawcriya min dc rêveçûna rojnamevaniya Kurdî di-Rojava- de li ser him pêngavên giring re derbasbûye, ew jî cvin:

1 -Qûnaxa yekê :

Destpêkir bi weşana kovara-Hawar- ji layên mîr Celadet Bedirxan ve derket (Kovareke toreyî û civakî bû, jimara yekem di 15 Nîsana 1932 an de weşiye, tanî 15 Tebaxa 1943an li-Şam-paytextê Sûrî),hijmarên kovarê gihîşte-57-jimaran, li ser vê babetê mamosta-Konê Reş- dibêje: Neviyê Mîr Bedirxanê azîzî Mîr Celadet Bedirxan ê ...


Ebdulqadir Bedredîn

Panoramek li ser rêveçûna rojnamegeriya kurdî
li parçê (Rojava) Sûrî

Kawa

Kawa – verband
Panoramek li ser rêveçûna rojnamegeriya kurdî
li parçê (Rojava) Sûrî
Ebdulqadir Bedredîn

Çapa yekemîn- Beyrût
Mafê çapê parastiye
22-4-1998

Diyarî ji bo:
- Hemî xebatkarên rojnama pêşîn-Dengê kurd.
- Hemî pênûsên ku di warê rojnamegeriya Kurdî de ponijîne, di vê sedsaliyê de.

PDF
Destûra daxistina; vê berhêmê nîne.


Weqfa-Enstîtuya kurdî ya Parîsê © 2024
PIRTÛKXANE
Agahiyên bikêr
Agahiyên Hiqûqî
PROJE
Dîrok & agahî
Hevpar
LÎSTE
Mijar
Nivîskar
Weşan
Ziman
Kovar