Pirtûkxaneya dîjîtal a kurdî (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Edebiyata Kurdî ya Gelêrî


Nivîskar : Ramazan Pertev
Weşan : Avesta Tarîx & Cîh : 2015, Stembol
Pêşgotin : Rûpel : 344
Wergêr : ISBN :
Ziman : KurdîEbad :

Edebiyata Kurdî ya Gelêrî

Edebiyata Kurdî ya Gelêrî

Ramazan Pertev

Avesta

Ev pirtûk ji nivîsên lêgerînî û lêkolînî yên li ser folklor û edebiyata kurdî ya gelêrî pêk tê. Xwediyê nivîsan her yek ji wan li ser babetên cuda û bi nêrînên nûjen bala xwe birine sermayeya li ber dest û li deriyên derfetên nû dane. Diyarkirina sînorên folklora kurdî û polînkirina wê ya di nav çarçoveyekê de, ne karekî hêsan e Firehiya erdnîgariya Kurdistanê, rewşa zimanê kurdî ya ji aliyê diyalektan, di nav kurdan de rasteqiniya dîn û baweriyên cuda, newekhevbûna prosesa geşedanê ya dîroka siyasî ya çar parçeyan û ji hemûyan jî girîngtir nebûna desthilatdariya kurdan a li ser hesabê xwe, bûne sedem ku xebatên li ser folklor û edebiyata gelêrî jî di nav sînorekî teng û bêsûd de bimînin. Lewma karê ku heta niha ji aliyê kurdan ve baş hatiye kirin berhevkarî û tomarkariya keresteyan bû. Xebatên akademîk ên li ser folklora kurdî gelekî lawaz, kulek û belavela ne. Bi vebûna beşên ziman, çand û edebiyata kurdî li gelek zanîngehan û xwendina dersên folklor û edebiyata kurdî ya gelêrî nemaze di bernameyên lîsans û raserî lîsansê de, hewcedariya çavkaniyeke wiha bêtir xuyanî bû. Helbet ev koleksiyon îdîa nake ku hemû mijarên folklor û edebiyata kurdî ya gelêrî vedikole. Lê belê hêvî dike ku bi nêrîneke zanistî asta xebatên di vî warî de bilindtir bike. Ji ber vê jî ev xebat wekî çend cild hatiye pêşnûmakirin.
Pirtûk ji du beşên sereke pêk tê. Di beşa yekem de nivîsên li ser dîrok, teorî, rêbaz û lîteratura folklora kurdî hene. Ev beş ji aliyên dîroka xebatan, raveya teoriyan, vekolana lîteraturê, lêgerîna şopên tradîsyonê û tetbîqa rêbazan ve wek wêneyê giştî yê folklora kurdî ye ku pozîsyon û potansiyela wê pêş me dike. Di beşa duyem de jî di çarçoveya navendên çandî yên hevpar de nivîsên li ser “folklor û edebiyata berawirdî” hene. Ji naveroka van nivîsan diyar dibe ku dema mirov bi çavekî zanistî li folklora kurdî dinêre gelek rehendên wê yên nû dertên holê. Herwiha di serê mirov de cih û rewşa ber û berhemên folklora kurdî li Rojhilata Navîn û li cihanê çi ye, çi nîne zelaltir dibe.
Armanca sereke ya vê rêzexebatê ev e ku ezberên derbarê folklor û edebiyata kurdî ya gelêrî de xera bike, rê û rêbazên nû biceribîne û bi vî awayî bikare tiştên nû bibêje. Wisa xuya dike ku bi vê xebatê re piçek be jî ev armanc hasil bûye.

Ed.: Ramazan Pertev
Nivîskar: Azad Aslan, Michael L.Chyet, Rûken Çahştiran, Bunyamin Demir, Bedran Hîkmet, Ramazan Pertev, Ariya Toprak, Sedat Ulugana, Shahab Vali, Kadri Yildirim, Reşo Zîlan


Naverok

Pêşgotin û Sipasî / 9

Beşa I.
Dîrok, Teorî, Rêbaz, Lîteratur: Derfetên Nû / 11

1- Ramazan Pertev: Danasîn û Rewşa Giştî ya Xebatên li ser Folklor û Edebiyata Kurdî ya Gelêrî / 13

2- Bedran Hîkmet Li gorîTeoriyên Nûjen Rewşa Folkora Kurdî / 25
Destpêk / 25
1 .Folklor: Di Nava Keftûleftên Civakî û Îdeolojîk de / 26
2. Folklor û Gel / 33
3. Teoriyên Folklorê / 41
3.1 .Teoriyên Metin Navendî /41
3.2. Teoriyên Avahîsaz - Strukturel / 73
3.3. Teoriyên Kontekstî / 81
Encam / 97
Çavkanî / 108

3- Azad Aslan: Folklor û Netewetiya Kurd a Ewil/Guherînên Girîng ji Osmanîtiyê ber bi Netewetiya Kurd ve / 111
Destpêk / 111
1 .Nîqaşa li ser Pêkhatina Netewetiya Kurd a Ewil / 113
2. Folklor û Netewetî / 120
3. Neteweperwerên Kurd Folklorê Keşf Dikin: 1918-1920 / 125
4. Folklora Kurdî wekî Amûreke ber bi Rojavayîbûn, Modemîte û Pêşveçûnê ve / 133
Ramanên Dawî / 138

4- Bunyamin Demir Motîfên Edebiyata Kurdî ya Gelêrî
di Destana Siyabend û Xecê de / 139
Destpêk / 139
1. Kurteya Destana Siyabend û Xecê / 140
2. Motîfên Edebiyata Gelêrî di Siyabend û Xecê de / 142
2.1. Motîfên Ajelan / 142
2.2. Motîfa Evînê / 147
2.3. Motîfa îmtihanê / 149
2.4. Motîfa Jehrê/151
2.5. Motîfa Nîşana Hevnaskirinê / 152
2.6. Jimareyên Formel / 154
2.7. Motîfa Astengêr / 156
2.8. Motîfa Pîra Qasid / 157
Encam / 158
Çavkanî / 158

5- Sedat Ulugana: Tradîsyon û Duajoyên Evdalê Zeynikê / 161
Destpêk / 161
1. Di Nava Kurdan de Dengbêjî û Tradîsyona Evdalê Zeynikê / 162
2. Evdalê Zeynikê û Duajoyên wî / 163
2.1. Evdalê Zeynikê / 163
2.2. Gulêya Fileh / 167
2.3. Dengbêj Ferzê / 170
2.4. Resoyê Gopala / 171
2.5. Dengbêj Şakiro / 173
3. Kilamên Evdalê Zeynikê yên ku ji aliyê Reso Û Şakiro ve Hatine Gotin / 174
3.1 Kilamên Evdalê Zeynikê yên ku Mijarên wan Keçik, Evînî û Serpêhatî ne ku ji aliyê Reso û Şakiro ve Hatine Gotin / 175
3.2. Ki I amên Evdalê Zeynikê yên ku Mijarên wan Şer û Mêrxasî ne ku ji aliyê Reso û Şakiro ve Hatine Gotin / 183
Encam / 185
Çavkanî / 186

6- Reşo Zîlan: Lêkolînek li ser Destana Kela Dimdimê / 189
Agahiyên Giştî / 189
1. Xebatên li ser Destana Kela Dimdimê / 193
2. Destana Kela Dimdimê (Metna Temam) / 195
Çavkanî / 220

7- Rûken Çaliştiran: Lîteraturek li ser Destanên Kurdî / 221
Destpêk / 221
1. Xebat û Çavkaniyên li ser Destanên Kurdî/ 223
2. Xebatên ku ji aliyê Biyaniyan ve Hatine Kirin / 224
3. Xebatên ku ji aliyê Kurdan ve Hatine Kirin / 228
Çavkanî / 242

Beşa II.
Xebatên Berawırdî: Navendên Çandî yên Hevpar an Hiyerarşîk / 245

1- Ramazan Pertev: Tesîra Modernîzmê li ser Xebatên Pêşîyên Folklora Kurdî û Tirkî / 247
Destpêk / 247
1. Xebatên Serdema Pêşî yên li ser Folklora Tirkî Û Kurdî / 249
2. Hikmet-i Avam û Lîsan-i Avam - Zanista Gelêrî Û Zimanê Gelêrî / 251
3. Hişmendiya Welat Û Neteweyê / 256
4. Erkeke Neteweyî: Eleqeya li ser Kok Û Dîrokê - Gazindên Hevpar: Çima Em Nayên Dîtin? / 257
5. Modelên Şaristaniyê Û Girîngiya Perwerdeyê: Tirkîtî û kurdîtî / 261
6. Helwest û Metodên Zanistî / 263
7. Xebatên Folklorê yên Dezgehî / 268
Encam / 270
Çavkanî / 271

2- Shahab Vali: Nerîneke Giştî li Şahnameya Firdewsî û Şahnameya Kurdî / 275
Destpêk / 275
1 .Şahnameya Firdewsî / 276
1.1. Çavkaniyên Şahnameya Firdewsî / 277
1.2. Şahnameyên Pexşankî / 282
1.3. Şahnameyên Helbestkî / 283
1.4. Naverok û Beşên Şahnameya Firdewsî / 283
2. Şahnameya Kurdî /285
2.1. Çavkaniyên Şahnameya Kurdî / 286
2.2. Nêrîna Dinya Û Naverok di Şahnameya Kurdî de / 288
2.3. Çîrokên Şahnameya Kurdî / 292
Encam / 293
Çavkanî / 293

3- Kadri Yildinm: Du Helbestvanên Gelêrî: Yunus Emre û FeqiyêTeyran / 297
Destpêk / 297
1. Li gorî Cihê wan ê di Edebiyat û Ziman de / 298
1.1. Xwerûbûna Peyvan, Nefehmbariya Hevokan / 298
1.2. Xemilandina Helbestên xwe bi Gotinên Peşiyan û Gotinên bi Hîkmet / 298
1.3. Xebata wan a li ser Şêxê Sen'an / 300
1.4. Diyarkirina Dîroka Helbestandina Hin Helbestên xwe / 302
2. Ray û Cîhana wan a Fikrî / 302
2.1 Binavkirina Xwedê: Çalap û Baxo / 302
2.2. Raya wan a li ser Demdemiya Cîhanê, Mirinê û Jiyana Gorê / 303
3. Cîhana wan a Têgehan Derbarê Tesewif, Kelam û Felsefeyê de / 306
3.1. Çar Derî: Şerîet, Terîqet, Heqîqet, Merîfet / 306
3.2. Şêx, Pîr, Murşîd / 307
3.3. Murîd, Sofî, Derwêş / 308
3.4. Zuhd û Zahid / 309
3.5. Çar Unsûr / 310
3.6. Aqil / 311
4. Evîn / 311
4.1. Têgehên ku ji bo Evînê Tên Bikaranîn / 311
4.2. Raya wan a Evîna Wahdetê Wucûdker / 312
4.3. Evîna Mecazî û Evîna Heqîqî / 313

4- Michael LChyet Xwedîtiya Hevbeş (Shared Ownership) û Zargotina Kurdî / 315

5- Ariya Toprak: Wergeran wek Amûreke Asîmîlasyonê Piştî Avakirina Komarê li Tirki- yeyê / 329
Destpêk / 329
1. Polîtîkayên Asîmîlasyonê yên Komara Tirkiyeyê û Bikaranîna Wergeranê wek Amûreke van Polîtîkayan / 330
2. Werger û Adaptasyonên Stranên Kurdî yên Gelêrî yên bo Tirkî û Şirovekirineke wan bi Riwangeyeke Postkolonyal / 334
Encam / 339
Çavkanî / 340


PÊŞGOTIN Û SPASÎ

Ev xebata li ber destê we lêgerîn û lêkolîneke emûdî û ufqî ye li ser edebiyata kurdî ya gelêrî. Pêwîstiya koleksiyoneke wiha ji mêj ve ye peyda bûbû, lê belê hem ji ber nebûna demê, hem ji ber çarçoveya xebatê derfet çênebû ku ev di demeke zû de pêk were. Bi vebûna beşên ziman, çand û edebiyata kurdî li curbicur zanîngehan û xwendina dersên folklor û edebiyata kurdî ya gelêrî nemaze di bernameyên lîsans û masterê de, çavkaniyeke wiha bêtir xuyanî bû. Piştî ku par ez bi kek Abdullah Keskin re jî şêwirîm û çend pêşniyazên wî jî lê zêde bûn, min dest bi temamkirina vê xebatê kir. Helbet ev koleksiyon îdîa nake ku hemû mijarên folklor û edebiyata kurdî ya gelêrî lêdikole. Tenê em dikarin bibêjin ku bi nêrîneke nû kevirekî li ser sermayeya wê zêde dike. Jixwe ev xebat wekî çend cild hatiye pêşnûmakirin. Di cildên piştre de meqaleyên lêkolîner û kedkarên folklora kurdî ên wek Celîlê Celîl, Christine Allison û kesên din jî dê were çapkirin. Ligel ku wan bi kêfxweşî hewl da ku ji bo vê koleksiyonê binivîsin lê ji ber hin sedeman ev yek pêk nehat.

Di serî de divê ez yek bi yek ji nivîskarên vê pirtûkê re spasiya xwe bikim ku wan daxwaza min a nivîsê erê kirin û ez teşwîq kirim bo encamdana vê pirtûkê. Herçend bi piranî akademisyen bin jî nivîskarên vê pirtukê hem ji aliyê temen û tecrûbe, hem ji aliyê qadên xebatê ve cur bi cur in. Tenê yek ji wan ne kurd (M.Chyet) e ku wî jî babeta xwe bi kurmancî nivîsî û me hema hema qet dest neda awayê nivîsîna wî. Spasiyên taybet ji bo Umran Aran (Altınkiliç), Sevda Orak Reşitoglu û Welat Azad (îbrahim Tarduş) ku li Zanîngeha Mardîn Artukluyê di Beşa Ziman û Çanda Kurdî de lêkolîner in û niha li ser çand û zimanê kurdî xebatên akademîk dikin. Wan di nav ewçend mijûlayî û karûbarên xwe yên giran de xemsarî nekirin û meqaleyên ingilîzî û tirkî wergerandin kurmancî û di serrastkirinên wan de arîkarî kirin. Herwiha hevpîşeyê min ê hêja Ibrahim Bingöl jî li ser wergerên ingilîzî yên vê koleksiyonê midaxeleyên dawî kirin. Spasiya dawî jî bo weşanxaneya Avesta û xwediyê wê Abdullah Keskin re ku di demeke kurt de ev pirtûk çap kir û belav kir.

Malûm e wek hemû pirtûkên bi vî awayî, bivê nevê di navbera zimanên nivîsan de hinek cudahî çêdibin. Heta ji dest hat me hewla standardîzekirinê da, lê ruh û awayê vegotina nivîsan derveyî edîsyonê yanî wekî xwe man. Wek têbiniyeke nelazim, herçiqas di navbera nivîskarên vê koleksiyonê de kêm zêde hişmendiyeke hevpar hebe jî tez û ramanên her nivîsekê aîdê nivîskaran bixwe ye.

Ramazan Pertev
Mêrdîn, Adar 2015

Beşa I.
Dîrok, Teorî, Rêbaz, Lîteratur: Derfetên Nû

I. Danasîn û Rewşa Giştî ya Xebatên li ser Folklor û Edebiyata Kurdî ya Gelêrî

Ramazan Pertev
Eger hebe xwesipartin nebe jî avakirina rabirdûyeke dêrin ji bo hemû gelên ku di helkefta netewîbûnê de ne, diyardeyeke aşkere ye û ne lazim e em di çarçoveya vê danasînê de bi dûrûdirêjî li ser bisekinin. Guncavbûna folklor û edebiyata gelêrî ji bo hilgirtina vî barî (xwesipartin an avakirin) wekî ummaneke efsûnî derfetên awarte didin ji bo kesên ku bi vê armancê radibin. Lewra herçî yê ku xwe noqî vê avê bike îla cewhereke nadîde, keresteyeke bikêrhatî radihêle. Bi ya min ligel sedemên din du pêkarên bingehî hene ku xebatên li ser folklorê cazîbtir dikin: yek jê comerdiya wê ya bêhesab e, ya diduya xwemalîbûn / millîbûna wê ya “siruştî!” Eger ne wisa bûya gelo kîjan saîqan bi Kamiran Bedirxan wiha dida nivîsîn: “Edebiyata welatî, ew edebiyat e ku ji jîna miletî, ji his û dilê wî, ji dirok û çîrçîrokên wî, ji stran û lajeyên wî hiltêt. Kaniya wê, dilê milet, his û heyata wê ye. Tenê ev edebiyat e ku germ rengîn, bibêhn û xwedan ronahî ye. Ji vê edebiyatê, dengê blûr û dilanê, stranên çiya, zîziya hêvin û hejkirnê bi teptepa dilan ve tên bihistin...”1

Digel gazindên Mehmet Şukrî Sekban ku digot “gelê kurd çêtir dibînin ku ji aliyên nifşên pir beriya xwe ve bên rêvebirin ku wan tu ...

1 Kamiran Bedirxan, “Edebiyata Welatî”, Hawar, j.i., Şam, 1932.


Ramazan Pertev

Edebiyata Kurdî ya Gelêrî
Dîrok-Teorî-Rêbaz-Lîteratur-Berawirdî -1

Avesta

Weşanên Avesta
Edebiyata Kurdî ya Gelêrî
Dîrok-Teorî-Rêbaz-Lîteratur-Berawirdî -1
Avesta I Lêkolînên Kurdî: 528 1 25
Edebiyata Kurdî ya Gelêrî
(Dîrok-Teorî-Rêbaz-Lîteratur-Berawirdî) -1
Ed. Ramazan Pertev
Nivîskar: Azad Aslan, Michael L.Chyet, Rûken Çaliştiran, Bunyamin Demir,
Bedran Hîkmet, Ramazan Pertev, Ariya Toprak, Sedat Ulugana, Shahab Vali, Kadri Yildirim, Reşo Zîlan

Edîtor. Abdullah Keskin
Dîzayna Bergê: Ahmet Naci Firat
Berg: Azad Aktürk
Wêneyê Bergê: V
Tashîh û Mîzanpaj: Avesta
Çapa Yekem: 2015, Stembol

Çap: Berdan Matbaasi
Sadik Daşdögen Davutpaşa Cad.
Göven San. Sit. C Blok, No: 239
Topkapı / Istanbul
Tel: (0212)6131211

© Avesta - Ramazan Pertev, 2015
Ji xeynî danasînê bêyî destûra weşanxanê bi tu awayî nayê zêdekirin

Sertifika no: 13193
Avesta Basın Yayın
Reklam Tanıtım Mûzik Dağıtım Ltd. Şti.
Şehit Muhtar Mahallesi, Atif Yilmaz Caddesi Öğüt Sokak No: 7
Beyoglu / Istanbul
Tel: (0212) 251 44 80
Fax (0212) 243 89 75

Ekinciler Caddesi,
Nurlan Apt. Giriş Kati No: 2
OFIS / Diyarbakır
Tel-Faks: (0412)223 5899

www.avestakitap.com
http://www.facebook.com/wesanenavesta
https://twitter.com/avestayayin
http://www.youtube.com/avesta1995
avestayayinlari@yahoo.com

ISBN: 978-605-9082-27-3

PDF
Destûra daxistina; vê berhêmê nîne.


Weqfa-Enstîtuya kurdî ya Parîsê © 2025
PIRTÛKXANE
Agahiyên bikêr
Agahiyên Hiqûqî
PROJE
Dîrok & agahî
Hevpar
LÎSTE
Mijar
Nivîskar
Weşan
Ziman
Kovar