Pirtûkxaneya dîjîtal a kurdî (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Destanên Kurdî


Weşan : Zêl Tarîx & Cîh : 1994, Stembol
Pêşgotin : Rûpel : 244
Wergêr : ISBN :
Ziman : KurdîEbad : 135 x 195 mm
Hejmara FIKP : Liv. Kur. Kl. Cel. Des. N° 2795Mijar : Wêje

Destanên Kurdî

Destanên Kurdî

Celîlê Celîl,
Ordîxanê Celîl

Zêl

Celîlê Celîl li bajarê Êrîvan li welatê Ermenistanê ji dayik bûye û li zanîngeha Êrîvanê û rêxistiya rojhilatnasiyê ya Lenîngradê wane xwendiye. Di sala 1963 de PhD ya xwe li warê kurdnasiyê wergirtiye. Ji 1963an heta 1993an, wekî zanyarê sereke di beşa kurdnasiyê li Akademiya Zanistî ya Ermenistanê de wekî zanyarê sereke bi rusî 'Starshiy Nauhniy Sodrûdnîk' bûye. Celîlê Celîl digel birayê xwe Ordîxanê Celîl, helbestên ayînî ya êzidî û zargotina kurdî kom kiriye û li çap daye. Piştî hilweşîna Sovyeta berê, ew li welatê Awistirya bi cîh bû û niha li Akademiya zanistî ya Awistirya yê dixebte.
Celîlê Celîl heta naha nêzîkî 40 heb pirtûk nivîsandiye. Ji wan pirtûkan 20 heb bi zimanê kurdî nivîsandiye. Pirtûkên wî li zimanên weke tirkî, ermenîkî, rusî, erebî u zaravayê soranî hatine wergerandin. Gelek berhemên wî yên çapnebûyî hene.

Ordîxanê Celîl (24ê tebaxa 1932 li Êrîvanê - 20ê cotmeha 2007 li Sankt Petersburgê), doktorê zimannasiyê, profesor, zargotinnas û ronakbîrekî kurd ê binavûdeng bû.
Di sala 1951an de li Zanîngeha Êrîvanê beşa fîlolojiyê dixwîne û di sala 1956an de teva dike. Heman salê li Akademiya Zanistê ya Ermenistanê, di beşa Kurdolojiyê de mîna asîstan kar dike. Celîl yekemîn asîstanê beşa kurdzaniyê ye. Di sala 1957an de li Zanîngeha Lenîngradê li Înstîtuya Zanistî ya Rojava di Kursiya Kurd de dest bi kar dike.
Ordîxanê Celîl yekemîn spîkerê Radyoya Kurdî ye û 3 salan vî karî dike. Demek, bi birayê xwe Celîlê Celîl û xuşka xwe Cemîle Celîl re li Gurcistan û Ermenistanê, li herêmên ku kurd lê dijîn digerin û li ser zargotin û edebiyata gelêrî ya kurd lêkolînan dikin û berheman berhev dikin.
Di sala 1958an de diçe serdana Başûrê Kurdistanê û li wir, li ser zimanê kurdî lêkolînan dike. Dîsa di salên 1970yî de li ser kurdên ku sirgûnê Kazaxistan û Turkmenistanê bûne, xebatan dike.


Naverok

Pêşgotin / 3
Mem û Zîn / 6
Siyabendê Silîvî / 53
Seva Haciya / 99
Binefşa Narin / 125
Zembîlfroş (Şaxa 1) / 144
Zembilfroş (Şaxa 2) / 152
Usibê Nebiya / 158
Stî û Ferxî / 168
Elo Şêxanî / 186
Xelîl-bego (Şaxa 1) / 201
Xelîl-bego (Şaxa 2) / 224
Xelîl-bego (Şaxa 3) / 226
Bozanê lawê pirê / 239


PÊŞGOTIN

Xwandevanên heja!
Em bawarin, navê destanên vê berevokê "Mem û Zîn", "Siabend û Xecê", "Zembilfiroş", "Binefşa Narin", "Xelîl-bego" û yê mayin, we bereda ji bihistine. Kalê we, bavê we hê duh, duh ne pêr li odada rudiniştin û şirin-" şirin van destanana distran û gili dikirin.
Ode idi nemane, kalê zane ji t'ek-t'uka mane. Hûn hemû naka êvar-êvar dicivin dora televizyonên xwe û guhdari li pirogramê wî dikin. Teatro, stran, dîlan, futbol, her tişt bi t’êr û t'iji ji televizyona tê dayine. Le ev destanana, stran u dilane me yen rengin u şirin li K'u man? Me ji bira kirye. Em ji k'êra dihelin?
Qapkirina ve p'irtûkê, armanca wê ewe, wekî hûn Xwandewanên K'urd, yên ku nikarin herin oda, qet na bi p'irtqûkê ser wêranya Kalê xwe, ser jiyana wane bi rûmet bixunin, Kurayî û nazîkaya evindarya herdû dila; xweşî û telya jiyana buhurî binin ber g'eva; zar û zimanê K'urdî, rewşa jiyana walet zanibin, pê bişewitin.
Milete ku jiyana kal u bave xwe nizane li xweyi diroka xwe dernaye, ew milet be hivi diji, nikare duaroja xwe bi ba .i bivine.
Jiya la kal-bave me bi buyarava dewlemend buye. Ew jiyana Merxasye, Wet'an p'erwerye, Mevandarye u nandarye buye. Wana heqi p'arastye, peşperi neheqye rabune u şer kirine, sere xwe ber zulm u zixtye dane xisti- ne.
K'urdistaneda her g'iyakiva, her zinarekiva, geli u newalekiva, g'em u kanikiva serhpdhatike dilşewat te giredanS, li wandera xweş merek, ya merdarek bona nav
u namusa xwe sere xwe danTye, du dile bengi gihiştine wirade xwe, ya jT ji hev qetyane. JTyana wana bune stran, bune legenda, g'Trok u serhati, K'etine ber deve be u belayT erd-xalya K'urdistane bune.
Q'iroka "Mem u Zin" ji bakure K'urdistane, hetanT başure ji rohilate, hetanT rojava K'urd divejin u distiren. Divejin, gimkT ev destan buye simbola evTndarye ya mezin u paqiş, buye tragedyeke k'ur, dile her kesT sotye, xemgTn kirye, axTn u ofina dile wana k'işandye. Geleka bext u yazya xwe divan destenada dTtine.
Tro jT ew bextreşi tragedya evTneye behTvT li hine cTyen K'urdistane da diqewimin. WekT usane, Tro jT ew destanana qTmeta xweye bedewetye, aktualya menawT, sTmbolbuna heqnasye, Meriuhizye unda nekirine.
Le tu were binhere, wekT ne hemu derada TdT dis¬tiren, k'ela dile xwe pe van destana hesa dikin.
Tu tişt dewsa oda k'urda nagire, t'u p'irtuk u nivTsar dewsa dengbej u g'Trokvane K'urd nagre, t'eqla zar u zimane wana, hunerwendya axaftine bedewya zimane K'urdT, ITIandina awazen van destana nikare bide xuyaki- rine.
Daxwaza meye wekT ewana nava gelda neene bTrkirine, unda nebin. Sibe, dusibe silsileta nu we rabe, ew we bibe silsila xwande war, we rahejine p'irtuka, we dTrok u edebyata xwe di p'irtukada bigerin. We bipirsin k'a kal u bave me xenjT meranTye giji mera hiştine? Gotinen Wane aqilbend u k'ur k'a k'Tjanm? Ijar we vekin p'irtuken zargotine, bixunin gotinen peşTyan, pe şa bin serbilind bin, we bikin, weki bivin hejayT navhe kal u bave xwe. Bi xwan- dina zargotina k'urda ewana wT bivTnin, WekT gele k'urd jT bi aqil, sirafet, merTfet u hunermendya xweva ne k'emi gelen dora xwe buye, wekT zimane k'urdT ji usa dewlemende gawa erd-xalya w?, Welate kal u bave w? - K'urdis- tana girin. ijar dile wana we himber? mal u milk'e xwe bi dildarye u dilovanye t'ije be, we xayt li mal u milke welate xwe deren, hemu giko kal u bave wana ji wanara higtine we wek ronaya g'eve xwe bip'arezin.
Bele, bingeha we dilovanye em Tro datinin bi civan- din, k'omkirin u gapkirine nimunen zargotina K'urdava.
Xwendevanen dels I!
Saia 1979 a ez u Ordixane CelTI, Me t'evayi Saia p'irtuka "Zargotina Kurd; ’ ji du p'ara li bajare Moskvae bitTpen latini gap kirye. Parek ji we berevoke; destanen k'urd? we je derxistye u gap dikin. Bi daxaza me weganxana ZEL-e herfen, ku gori sewten zimane k'urdfne, le ji alfye k'urden Tirkiyae naene Xebitandine, li ve p'irtukeda p'arastye, we xizmeta we xwendewana bikin.
Gava me ev daxwaza xwe ji weganxanera got, du pirs, du tist li ber g'eve me hebun.
Yek ew bu, wek? Zargotina k'urda (u nek t'ene ya k'urda), ew neynika ziman, xu-xeyset u jiyana gele. Qava meriv ziman, ya devok u zarov biguheze, gotine ment'iqi biguhere, qimeta gotina gawa bona zangarye, usa j? bona zanTna reng-nTgara bine c? we kern be.
Ya dudya: Ziman, zarav bi sewta, renge xwe distTnin. Eger sevt, t'eqla ziman bi gigt? nivisara da nee k'lvge, qfmet u rewga ziman ji kem dibe.
Heger rastnivisandin u elTf ba ve berevoke alik'arbin bona hesa xwandina ve p'irtuke, emd dilga bin u bawarya me ser rastya riya, ku me k'urdnase sovete daye ber xwe, we dihaxurt be.

Prof. Dr. Celîlê CelîI

Mem û Zîn

Gelî xelqê diniyan û elamd,
Hûnê dina xo bidinê, Gelî aliyê li civata,
Hûne bala xo bidinê, li h'ikyatê bi serê Zîne û Memê da hate.
Dibê, rojekê şahe erfîta, ko diwan girtine,
Wulu bu gotin, gale-gal u mijûline,
Go: —Gelê erfita, lao, k'i ji we du seriya weke hev û
dine li ser balgiveki ditine? Erfitek li nivê diwanê çok vedayine,
Go: —Belê, mirê min, du seriya weke hev û
.....


Celîlê Celîl

Ordîxanê Celîl

Destanên Kurdî

Zêl

Zel Yayınları
Destanên Kurdî
Prof.Dr. Celîlê Celîl
Prof.Dr. Ordîxanê Celîl

Zel Yayınları
Çakıraga Mah. Çakırağa Camii Sok.
No: 18 / 7 Aksaray - İstanbul
Tel - fax: 0(212) 530 65 58

Birinci Baski- Nisan 1994

Dizgi: Zêl
Baskı: Aydınlar Matbaacılık Ltd. Şti.



Weqfa-Enstîtuya kurdî ya Parîsê © 2025
PIRTÛKXANE
Agahiyên bikêr
Agahiyên Hiqûqî
PROJE
Dîrok & agahî
Hevpar
LÎSTE
Mijar
Nivîskar
Weşan
Ziman
Kovar