Pirtûkxaneya dîjîtal a kurdî (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Keça Kurd Zozan


Nivîskar : Mahmut Baksi
Weşan : Invandrarförlaget Tarîx & Cîh : 1979, Stockholme
Pêşgotin : Rûpel : 32
Wergêr : ISBN : 91-85242-28-4
Ziman : KurdîEbad : 165 x 235 mm
Hejmara FIKP : Liv. Bak. Keç. N° 7753Mijar : Wêje

Keça Kurd Zozan

Keça Kurd Zozan

Mahmut Baksi

Invandrarförlaget

Ez ji biharên Kurdistanê pirr hez dikim. Di wê dema delal û dilgerm de bizin û mî dizên. Bi sedan berx û karik çê dibin. Gul, pivok û çîçekên Kurdistanê geş dibin, kûlîlk û nêrgiz mêrgan dixemilinin. Dilê xortan, dilê keçan dikevin hev. Barana biharê bînekê xweş ji erdê radike, çemên me pêl pêl dibin. Xuşîna xwe li çiyayên Kurdistanê dêxe û bi ser mêrgan ve derbaz dibe û diçe...
Em di wan rojan de, di wan rojên hêjmare de şivaniyê dikin. Diyên me her roj bi satilên xwe ve diçin bêrîyê.
Bêrivanên me ref bi ref in. Keç, bûk û jinebî ji hev cuda nin. Di nav fîstanên xwe yên xemilî de stranan dibêjin, yariyan dikin û dikenin.

PÊŞGOTIN

Pêşiya wan zarokên ku bê zimanê diya xwe mezin dibin ne ronahî ye. Ji ber vê yekê zarokên me divê bi Kurdî bixwînin û zimanê xwe pêş de bibin.
Sala çûyî ”Zarokên Ihsan” hate çapkirin. îsal jî ”Keça Kurd Zozan.” Daxwaza min ew e ku ev pirtokên tên çapkirin, belav bibin û bigêhin destên zarokên me. Ex dizanim, piraniya wan nikarin bi zimanê zikmakî binivîsin û bixwînin. Lê divê em alîkariya wan bikin. Azadbûna Kurdistanê bi zimanê me ve girêdayî ye. Wendabûna zimanê me, wendebûna me ye jî. Ji bo vê yekê dijminên me, zimanê me qedexe dikin. Divê em vê yekê ji bîra xwe nebin.
Televizyona Swêd sê proxram li ser Zozan çêkir. Û ê payîza tê bi swêdî, û kurdî nîşan bidin. Hersê proxram jî rengîn in. Hevalên dilsoz dikarin wan proxraman ji televizyona Swêd bixwazin, an jî li ser reya welatên din peyda bikin.

Mahmut Baksi

Gulan-1979
Stockholm

Keça Kurd Zozan

Navê min Zozan e. Ez li bajarê Stockholmê dijîm. Meha çuyî ez ketim sala sêzdan. Ez Kurd im. Em berê çar salan ji Kurdistana Bakur hatin vir. Gundê me, yê kevn nêzîkê Farqînê ye. Ez bi dilê xwe herdem li gund im. Gund û gundî ji hiş û serê min dernakevin. Dibêjin "bilbil xistine qefesa zêrînî, tim gotiye, ax welat." Tiştek wek welat xweş nîne.
Gundê me, gundekî piçûk e. Xaniyên me ji herrî û kelpiçin, banen me ji ax in. Bê xaniyê axê, xaniyên din du çavik in. Di çavikekê de em, ê din de pez û dewar dimînin.
Gava ku baran dibare banên me dilop dikin. Di vê demê de em tev, ji bo ku qulan bigrin, diçin ser banan û bangiraniyê dikin. Em zarok jî bi dest û peyên xwe banê direpinin û kayê direşînin. Ka tiştekî baş e, heriyê dide hev û nahêle zû bi zû qul çêbibin.
Em li gund pirr feqîr bûn. Gava ku baran dihat em şil dibun, dadê cilên me ji me dikir û dida ber tifikê. Wê gavê em an tazî diman, an jî em diketin nav ciyan. Wek hûn dizanin mirov bi cilên şil nexweş dibe.
Li gundê me, her sal, ji tunebûnê, bi dehan zarok dimrin.
Li gundê me elektrik tune bû. Bi roj, roja Kurdistan em ronahî dikirin, bi şev jî hîva delal. Roj û hîv ên me tevan bû. Di van herdu tiştan de em û axê gund wekhev bûn. Axê, bi tenê roj û hîv bi me re par dikir, ew jî jiber ku tiştek ji destên wî nedihat. Nexwe ê ew jî ji me bistandana.
Me zarokan ji şevên hîvîn pirr hez dikir. Gava hîvê serê xwe di ber çiyayê Mereto de derdixist, gund dibû wek zîvê: Gund dibiriqî, çiyayên me gewr dibûn, çemên me diçilwilîn.
Di wan şevên ronahî de em zarok ta nîvê şevê li derve diman. Dibû qîre qîra me. Me dilîst, baz dida, çavberdok digirt. Carna jî em radibûn govendê û me strana bûk û zavê digot. Yek ji me dibû bûk, yek jî dibû zava. Mezinên me bi me şa dibûn. Li ser banan guhên xwe didan ser me û dikeniyan. Wan dizanî ku gundên bê zarok nikarin bi dirêjî ...

Mahmut Baksi

Keça Kurd Zozan

Invandrarförlaget

Invandrarförlaget
Keça Kurd Zozan
Mahmut Baksi

Invandrarförlaget
Kvarngatan 16
502 44 Boras
Keça Kurd Zozan
Utgavs första gangen pa
Rabên & Sjögren 1978 med titeln
Zozan - en kurdisk flicka
© Text: Mahmut Baksi, 1979
Foto: Elin Clason, 1978
Omslagsfoto: Ann Eriksson, 1978
Tryck: Ordfront, Stockholm 1979
ISBN 91-85242-28-4



Weqfa-Enstîtuya kurdî ya Parîsê © 2025
PIRTÛKXANE
Agahiyên bikêr
Agahiyên Hiqûqî
PROJE
Dîrok & agahî
Hevpar
LÎSTE
Mijar
Nivîskar
Weşan
Ziman
Kovar