Pirtûkxaneya dîjîtal a kurdî (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Pêlek ji Deryayê: Kovanên Min


Nivîskar : Diya Ciwan
Weşan : Compte d'auteur Tarîx & Cîh : 1992, Şam
Pêşgotin : Rûpel : 94
Wergêr : ISBN :
Ziman : KurdîEbad : 135 x 195 mm
Hejmara FIKP : Liv. Kur. Kl. Ciw. Pêl. N° 239Mijar : Helbest

Pêlek ji Deryayê: Kovanên Min

Pêlek ji Deryayê
Kovanên Min


Diya Ciwan
(Om Ciwan)


Compte d’auteur

Xwendevanên hêja..
Ev pêleke ji deryayê kovanên mine...
pêleke mişexte...
ji bêhriya bihna axê şewitiye.
Hîn tirsa têl—stiriyên sînoran di dilê wê de ye...
Ev pêl ... xewneke...
Hêviyeke...
Dê bextiyar bibim ku bi dilê we be...


Naverok

Diyarî / 5
Sipasî / 7
Pêşgotin / 9
Ev pertûk / 19
Dilê min / 21
Biyanî / 22
Piştî ku gundê me ma vala / 23
Xwezî ez / 27
Ey çiya / 33
Xewna min î zikmakî / 35
Evîndarê ku ez dixwazim / 37
Çend ayîn / 39
Çiya perestim / 41
Sûnda min / 42
Dilber û evîndar / 45
Rastî / 46
Hêsirên min / 49
Dayê / 50
Naxwazim / 51
Her şevek piştî wê rojê / 52
Posta me / 53
Lehengên xemkêşiy / 54
Gelo kiye / 61
Ji bo keça min Jiyan / 65
Bihara min / 69
Behra bindestan / 71
Ax...!! / 72
Zayîn / 74
Axa welat / 75
Welatê min / 77
Sernameya jiyanê / 81
Ferişt / 82
Bibûrin / 83
Dê tu hebî / 85
Banga sibehê / 87


PEŞGOTIN

Pêl li dûv pêlê... li pey hev... pala xwe li hev didin... û diçin... dûr diçin... vedger-in... vedzelin... tevlî hev dibin.. û bi hev re dibin deryayeke mezin..bin-av dibin..ser-av dibin.. xemsar dibin... û radizin.
Tîrêjên tavê yên germ û zêrîn... hêdî-hêdî... bi dilovanî destên xwe li ser wan dipelînin... surra bayê spîdê li riwê wan dide.. bi niyazî çarika reş ji ber çavên wan hildike...

Beşek ji wê ava fireh, tihin bi laşê wan dikeve.. ji xewa giran şiyar dibin... çavên xwe mist didin... vedikin... li dora xwe dinêrin... hêz didin xwe... Ii ser piyan radibin... xwe bi serê tiliyên tîrêjên tavê digrin... bi wan re ber bi asoyeke dûr diçin û diçin...

Mîna girikinî piçûk... bi kêferateke bê rawestan dixwazin xwe bighînin kilora rokê... rok jî hin bi hin ber bi ava diçe.. tîrêjên wê zirav dibin.. qels dibin.. têne birrîn û.. winda dibin.

Pêlên kêm hêz... naçar dimînin.. bê hêvî dibin û dîsa di derya yê de wer dibin...

Şev dîsa kirasê xwe yî reş li ser wan vedigre...pêl, bihnekê radiwestin... vedzelin. Bin-avdibin. lê çavên wan nayête girtin... bendewarên hêviyekê... çirîskekê delavekê ne...

Riwê deryayê bi yekser rast û mend dibe... hawîr dor ker dibe...
Hindek pêlên ji hevketî.. hêza xwe didin ser hev... bi hev re didin û distînin... bi çareycke nû diramin .-li dûr dinêrin...

Çirîskeke zîvînî... bi payetî ber bi wan ve tê... pê li reşiya şevê dike... wê li ber xwe tajo...

Şev weke diza sernixûz dibe...bi kerrêtî.. bê deng direve... ji tirsa roniyê... ji tirsa rastiyê... xwe berdide hundurê qul û şikeftan... tê de dilûse... xwe vedişêre... li benda çûna heyvê... çûna roniyê dimîne... da ji nû ve li cîhanê belav bibe... diz û pêxwas û herçî kesên ji roniyê çavşikestî himbêz bike û wan çavsor û gurêxî aştî û rastî... qencî û evîniyê bike, da wan ji kokê de hilke....

Pêl... serê xwe radikin.. li xwe dizîvirin... dîsa şipya radiwestin... toza westana roja bûrî vedweşînin... borîn bi wan dikeve... diqûrin... ban hev dikin... ba li ser dengên wan şiyar dibe... di gaziya wan ve tê.. piştgiriya wan dike... û wan ber bi çirîska heyvê ve dibe...

Perrê derya li pêş wan numa dibe... mêrg û çîmen... deşt û çiyan ji dûr dibînin... riwê pêlan geş dibe... digirnijin... bejna xwe bilind dikin... bi êrîşeke xurt ber bi rizgar- iyê ve diçin... dema nizîkahiyê li rêzgariyê dikin... ordiyeke ji tehtan... lek bi lek li pêşiya xwe dibînin..

Bê tirs bi hinereke xurt.. xwe li bin guhên wan tehtan didin.. her carê piçekî ji wan diheşêfîn... hûr dikin da hin bi hin rêçine azadiyê ji xwe re vekin.
Pêl diwestin... bi şûn ve vedgerin... çavên wan her li wê xaka dûr dimîne...
Dîsa li ber xwe didin... çawa diçin...çawa dinêrin kelemin astengin... sînorin...

Karekî dijware... xebateke dûv-dirêje...
Pirraniya pêlan xwe noqî binê deryayê dikin... çarika xemsariyê bi ser çavên xwe de wer dikin, di newala xewê de wer dibin û... dinivin.
Rojin dirêj dibûrin, rewş ew rewşe... meh û sal dibûrin... ew rewşe..
Her ku çend heyam dibûrin... hindek pêl ji ser wan tehtan dipengizin... bilind dibin û li rexê dî li bin guhê latan dikevin... ava wan belawela dibe... kêm hêz dibin... di koncalan de dimînin...

Hin ji wan hêzê didin xwe... dîsa radibin... bi rê ve diçin... dilukumin... dikevin... bi zikxişkî xwe dighînin rexê dî..
«Pêlek» ji wan ji dûr... gelekî dûr tê... li vê rewşê dinêre.. lerzek dikeve laşê wê... rondik di çavên wê de dileyizin. Hêrsek hate wê.. raperiya... toza rewiştên kevin daweşand... li pêşiya xwe nêrî.. cîhaneke diye.. bi hûrbînî li wê xweristê nêrî... darin şîn û hin hişkin... çima... !?

Avahîne dû qat sê qat... û xanîne ji depan ji axê... holikin piçûk çima... !?.
Tîq-tîqa kenên hinan û kûr-kûra giriyên hinan... çima... çima... û.. çima ?..?.
Pirsin weha û bêtir... di serê wê de gerihan... ev çi rewşe.. ? çi cenge ku li rexê dî dibe... !?

Kûr—kûr ramiya, bi encamekê derket.. ku divê here û ji qalikê xwe bête der...
Deste vala.. bê çek.. bi tenha... bê alîkarî... berê xwe da jiyaneke nependî...
Ew sînorên ji tehtan, li pêşiya wê jî rawestiyan.. lê nebûn kelem... ne jî asteng di ber vîna wê de...

Dît ku serê xwe li tehtan xîne serhişkiye...
Êdî divê xweş birame... û li rêçeke durist bigere ... da bi serbilindî û bi gavinî rast xwe bighîne rexê dî... û dê biçi rengîrê ji xwe û hevalên xwe re veke û xweş bike.. ? û hêdî hêdî wan sînoran ji navbera xwe û rexê dî rake...

- Ji pêlan ev pêl, di cihê xwe de bimîne, ziyaneke mezine...
Herê... Pêleke... Lê pêleke ne wek pêlane.
Pêleke dilovane... gemiyan binav nake.. masiyan li tehtan naxîne...
Pêleke bi evînê, şerê kîn û rik û bêbextî û zikreşiyê dike... gavên xwe hûr-hûr... bi zanebûn û bi bawerî dihavêje..

Kûr dirame, armançine bilind di jiyana xwe de, û ji bo jiyanê nîgar dike...
Li dûr dinêrî... . herçend roj derbas dibûn.... ewçend xwe bi raman û sinc û zanînê radipêça..
Nava pêlê keliya... keliya... serê xwe rakir... li dûr nêrî... û., Bi vîneke tund... bi ramaneke durist... bi sinceke bilind... xwe di ser tehtan re hilavêt... û xwe gihande rexê dî... Ranewestiya... her bi pêş ve çû..

Li ser qadeke nû... qadeke tijî raz û sawîr, bê tirs, lingê xwe danî...
Bi rêket... ber bi dareke hişk ve çû... di bin de rûnişt... guhdarî derdê wê kir... rondikên pêlê hatin xwar... li dora darê bûne gol.. riwê darê geş bû... sipasiya pêlê kir.. pêlê nasî, ku dermanê wê ave...

Herweha... nasî ku dermanê birçiyan jî nane... yên girtiyan tave.. avakirina malekê xebat û kare... û çiya ji bindestan re alîkare...
Diçe û tê.. digerihe... naweste.. li dora xwe dinêre... li hêleke dûr qadek beyar û fireh dibîne... berê xwe didiyê... Ii nav digere, birçî dibe... bi vir de tê, bi wir de diçe... hindek şênkahî di goşeyeke piçûk de ji wê qada Fireh dibîne...

Berê xwe didiyê... li nav wê digere... wan dipelîne... li wan dinêre... darên mêwane... pincarin... stirîne...
Libinî meyweyan dibîne... destên xwe tavêjê... dixwe... hîn kerikin... şêranî di wan de tuneye... û hin ji wan pûçin... radibe tovê xwe, bê renc, tê de wer dike... şîn dibin.... mezin dibin... ber jî didin... lê dît ku napijin...

Bala xwe da vê goşeya piçûk.. li sedeman geriha... dît ku ji sedên salan ve... ev quncik bi tenê ji vê hola fireh... ta bi îro tête çandin...
Melayê Cızîrî û Xanî... Feqê Teyran û çendek ji hevalên wan... ji sedê salan ve, hatin û ji xwe re ev quncik bijartin.. axa wê xepartin... paqij kirin... xwihdan li ser rijandin... westehan... dûv re.tovên xwe tê de çandin... tovên wan ber girt... ta bi îro em wan diçinin û dixwin...

Nifişnî dî hatin tovên xwe tê de çandin... bê ku jê re kar bikin...
Her çend roj bûrîn û nifşên nû hatin... tovên xwe tê de werkirin... bê cot... bê xepartin bê xwihdan.. ew çend ev goşe westandin, û axa wê pûç kirin..
Karekî dûv-dirêj jê re divê da ku dîsa li ser lingê xwe rabe û vejine...
«Pêlê» dît ku bê sûde ye... berê xwe jê guhert... û ber bi perçeyekî dîtir ve çû... axa wê ji keviran helbijart.. kêstekên wê şikandih- hûr kirin axa wê xweş kir.. ji avakirinê re amade kir...

Car-caran jî diçe seredana goşeya dî û tê de dixebite...
Eve Diya Ciwan ez wisa wê dinasim. — Hêviya min ewe ku hin bên û di evê goşeyê de avahîne bilind çêbikin.. û perçên herî mezin ji wê qadê jî jibîr nekin.

Bavê Narîn
Şam, 07-07-1992

Diyarî

wan dayikan re..
yên ku
herroj..
bi zolikên
kezeba xwe
birînên welat
pîne dikin...

Sipasî

Sipas ji
wan kesan re,
ên ku
gavekê torê
bi pêş ve didin...
Spasiyek taybetî ji
«Bavê Narîn» re
ji wî kesê ku
bi merdî, bê ezîtî;
alîkare, ji bo
her kesên ku
li tora kurdî
dibine xwedî...

Ev pertûk...

Xwendevanên hêja..
Ev pêleke ji deryayê kovanên mine...
pêleke mişexte...
ji bêhriya bihna axê şewitiye.
Hîn tirsa têl—stiriyên sînoran di dilê wê de ye...
Ev pêl ... xewneke...
Hêviyeke...
Dê bextiyar bibim ku bi dilê we be...

Dilê Min

Dilê min neynikek bû...
çawa dizîvirandin...
ayîna welatê min xweş tê de diyar dibû
Rahiştinê...
Li bin guhê e’rdê dan...
kirin sed perçe..
dema li perçên wî nêrîn; dîtin,
ku ji ayînekê,
bûne sed ayîn... !!


Diya Ciwan

(Om Ciwan)

Pêlek ji Deryayê
Kovanên Min

Compte d’auteur

Compte d’auteur
Pêlek ji Deryayê
Kovanên Min
Diya Ciwan

Derhênan: Bavê Narîn
Berge û wêneyên hindur:
Jiyan Şûzî



Weqfa-Enstîtuya kurdî ya Parîsê © 2026
PIRTÛKXANE
Agahiyên bikêr
Agahiyên Hiqûqî
PROJE
Dîrok & agahî
Hevpar
LÎSTE
Mijar
Nivîskar
Weşan
Ziman
Kovar