Pirtûkxaneya dîjîtal a kurdî (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Simyager


Nivîskar : Paulo Coelho
Weşan : Hevra Tarîx & Cîh : 2003, Berlin
Pêşgotin : Rûpel : 178
Wergêr : Zeynel AbidînISBN : 3-937716-03-3
Ziman : KurdîEbad : 125x195 mm
Hejmara FIKP : Liv. Kur. Coe. Sim. N°5677Mijar : Wêje

Simyager

Simyager

Paulo Coelho


Evra Verlag


Paulo Coelho  di wejeya cihana iroyin de edi wek naveki klasik di navbera rezenniviskaren mezin de cihe xwe girtiye. Û bi rasti ji ev bicîhbûn mafe wi ye. Ji ber ku J: J:    iroka wejeya cihane de ta niha çi kesek di dema xwe ya jiyane de ew qas bi nav u deng nebuye, ew qas nehatiye xwendi    in.
Di vê yeke de gelek bandurên cûrbecûr hene, lê bandura herî mezin ya Coelhoyî bi xwe ye. Denge wî yê razî, efsûnî, nerm û kûr; mijarên wî yên jiyanbij, balkeş û cazîb û hevrîsîna wî ya filozofi, fazîletî, hunerî û exlaqî yekser li hev dicivin û dibin navendekî bi bandur di giyane mirov de.
Ma ki dikare idia bike, ku di romannivisinê de ev taybetiyan mirov nakin xwedî destanên bê dawi?


PEYVAPÊŞ

Sîmyager, Pirtûka ku Karwaniyekî Ew Anî- bû, girt destd xwe. Bergê pirtûkê tunebû, lê dîsa jî wî fêmkir ku nivîskarê pirtûkê kî ye: Nivîskar, Oscar Wilde bû. Gava rûpêlên pirtûkê werdigerand, rastê çîrokekê, behsa Narkîssosê dike, hat.

Sîmyagerî efsana Narkîssosê ya vî xortê bedew, ku ew ji bo temaşekirina bedewbûna xwe her roj diçû perava golekê, dizanîbû. Ev xort ew qasî evîndarê şiklê xwe bûye ku, rojek bê hemdê xwe ketiye golê û tê de xweniqiye. Li cihê ew ketiye, çîçegek vekiriye; navê vê çîçegê jî nêrgiz hatiye dayîn.

Lê Osear Wîldeyî, çîroka ku wî bi xwe nivîsiye, bi vî aweyî xilas nedikir.

Oscar Wildeyî wisa dinivîsî; Xwedajinên Oreas ên daristanan hatine ber perava gola bi ava şirîn û dîtine, ku ew bûye kewanozeke hêsrên bi êş.

- Bo çi digrî? gotine û pirsîne Oreas'an.
- Ji bo Narkîssosê digrîm, golê gotiye.

Li ser vê yekê;
- Ma çi heye mirov di vê de şaş bimîne, gotine Xwedajinên daristanê. Em di van daristanan de beyhûde li peyî wî digeriyan û disekinîn, lê bes te karîbû ji nêzîk ve bedewbûna wî bibînî.
- Narkîssos xortekî xweşik bû? golê gotiye û ji wan pirsiyar kiriye.

Oreas'an heyirîne:
- Ma kî dikare vê yekê ji te baştir bizanibe? gotine û
lê vegerandine. Ew her roj dihat û li peravên te dinihêrî?

Gol, lezekê bê deng maye. Piştre wisa qisekiriye:
- Ji bo Narkîssosî digrîm, min qet bedewbûna wî jî
seh nekiribû. Ji bo Narkîssosî digrîm, ji ber ku gava ew li
ser avên min xwar dibû, min di kûranîhên çavên wî de
şewqa bedewbûna xwe didît.

- Eve çîrokeke pir xweş, Sîmyagerî got.

Beşa Yekemîn

Navê xortî Santîago bû. Gava ku bi pezên xwe hat ber dêra kevn û terikandî, roj hema hema diçû ava. Baniya dêrê ji mêj de rûxiyabû û li wî dhî, ku di dema xwe de eşyayên ayînê hatibûn danîn, dareke firawinhêcîra terikî bilind bûbû.

Xortî biryar da, li vê derê şeva xwe bike. Hemû miyên xwe di deriyê hevdaketî re xiste hindur. Çend texte jî danîn ber derî, ku bila pez di şevê de dernekevin û neçin. Di vê herêmê de gur mur tunebûn, lê wî, carek ji bo dîtîna miyeke fîrar, sibetirê hemû roj mecbûrê lêgerînê bûbû.

Kulavê xwe li erdê raxist û xwe li ser dirêj kir, pirtûka xwe ya xwend û xilaskirî, wek balîfek danî binê serê xwe. Berî ku di xew re biçe; difikirî, da ew divê pirtûkên hin qalintir bixwîne: Hem xwendina wan dirêjtir dikişandin û hem jî di şevan de dibûn balîfên bi rihettir.
Gava hişiyarbû, hawîldor hê jî tarî bû. Li jor nihêrî, ji navbera baniyên nîv nîvî hilşiyayî, stêrkên helkirî dihatin dîtin.

"Xwezî hinek dîsa biniviyama," got di hindurê xwe de. Wî dîsa xewna xwe ya berî heftiyek dîtîbû, dîsa bêyî bidawîbûna xewna xwe, hişiyar bûbû.

Rabû ser xwe, firtek ji şeravê vexwar. Piştre çoyê xwe girt destê xwe û dest bi hişiyarkirina miyên xwe yên xewreçûyî kir. Sehkir, piraniya heywanan eynî mîna wî ji...


Paulo Coelho

Simyager

Evra

Evra Verlag 
Evra / roman
Simyager
Paulo Coelho
Werger: Zeynel Abidin

Paulo Coelho - Simyager

Nave esli: O Alquinista
Simyager-Paulo Coelho
Çapa Duyemîn - îlon/2003 - Berlin

©Mafê parastinê yê niviskar û werger e.
Werger
Zeynel Abidin Han

Evra Verlag

ISBN: 3-937716-03-3



Weqfa-Enstîtuya kurdî ya Parîsê © 2026
PIRTÛKXANE
Agahiyên bikêr
Agahiyên Hiqûqî
PROJE
Dîrok & agahî
Hevpar
LÎSTE
Mijar
Nivîskar
Weşan
Ziman
Kovar