Pirtûkxaneya dîjîtal a kurdî (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Memê bê Zîn


Nivîskar : Helîm Yûsiv
Weşan : Avesta Tarîx & Cîh : 2003, İstanbul
Pêşgotin : Rûpel : 160
Wergêr : ISBN : 975-8637-49-5
Ziman : KurdîEbad : 130x195 mm
Hejmara FIKP : Liv. Ku. 1250Mijar : Wêje

Memê bê Zîn

Memê bê Zîn

Hezkirin ew hest e ku dihêle tu bibî an kole an jî qatil.

Ez Memekî bê Zîn im hevalo, Memekî weha xemgîn mîna çiyayekî bê dar, bê giha û di bin berfê de û bitenê mîna qatilekî.

Dildarê dudilî wê şevê him kêfxweş bû ku dijminê xwe yê xedar zeft kiriye û him jî xemgîniyê bêhna wî çikandiye, ku wê dawiya vê êşa xweş, vê evîna bêçare, hezkirina jinekê ku dema wê ji bilî evînê ji her tiştî re heye. Ji hêrsan du hêsrên matmayî rûzên xwe yên şermok di çavên wî re derxistibûn, pirsên wî yên bê bersiv dorpêç dikirin. Çawa dibim Mem bêyî ku Zîn hebe? Çawa hezkirin dikare weha devê mirov li ber sola herkesi veke? Çawa weha mirov têk diçe û pişt lê dişkê? Çawa, çawa û çawa?

Navarok

Hezkirineke teknolojîk / 7
Giriyê li medbexê / 13
Welatê sêyem / 23
Şoreşên oda piçûçik / 33
Çavên bavê min / 37
Sênîka sincirî / 41
Xewna Mihemedê hunermend / 45
Dema hezkirin xwe dixwe / 51
Jina heftserî / 61
Sînorên bombekirî / 65
Meha sêzdehan / 73
Gerînok / 85
Berlîn bêçav e / 95
Segbav / 107
Sol û serî / 117

Hezkirineke teknolojik

Sê mehên wî li Ewrupa derbas bûbûn. Di van sê mehan de sê hezar salî mezin bûbû. Sê hezar carî ji xwe re digot:
- Gelo ev bû Ewrupa ku ji min re bûbû xewn?

Rojê bi kêmanî sê caran ew herdû polîsên xwînsar ku ew di rojeke sar de ji xew rakiribûn dihatin bîra wî. Yekî ji wan rûpelekî spî li ber raxistibû û digot:

- Ev zagonên me ne û te tev de bin pê kirine. Emê îro te vegerînin cihê ku tu jê hatî.

Têgihîşt ku mebesta wan ji "cihê ku tu jê hatî" nav lingên diya wî ye û bi rastî peyva xwe bi cih anîn. Ew avêtin devereke tarî, bêdeng û teng. Ew ji çermekî derdixistin û dixistin çermekî din. Berî kû bê, ji xwe re digot, nîvê temenê min bi kûçkanî derbas bû û aniha dem hatiye ez xwe li van sînorên qedexe xînim û berê xwe bidim warê aramî û xweşiyê. Eger ez sax giham wê derê, ez salên mayî ji temenê xwe qezenc dikim. Jixwe ku ez mirim, ne tiştek li tevgera xelkê li vê dinya fireh zêde dibe, ne jî kêm dibe. Weha biryar stand û berî mirinekê gihişt bihuşta mezin. Lê di balafirxanê de dema polîsên vê bihuştê ew tazî kirin û lepik xistin destên xwe û li hemû qulik milikên wî û çentê wî geriyan nas kir ku rê şaş kiriye. Pişt re şopên tiliyên wî girtin û ew weke gelekên din ajotin ber bi vê kampa kevnik de. Kamp li gundekî ye. Gund bi sedê kîlometran ji bajêr dûr e, kamp jî hîn li derveyî gund e.

Pê re efrîqî, elbanî, viêtnamî, qereçî, ereb, îranî, efganî û heta bi çîniyan hebûn. Piştî demeke kin ji pirsên karmendekî an qadiyekî lê xuya dikir ku wî bi hatina xwe ya vî welatî li talanê bavê wî xistiye, bersiveke neyênî jê re hat. Divê bi salan li benda dadgehê bimîne. Di vê dema dirêj de derketina zêdeyî sîh kîlometrî jê re qedexe ye. Çawa li welêt ji ber Muxaberat û polîsan qûna qûna dimeşiya, li vê bihuşta mezin jî divê xwe ji ber polîsan bide alî.

Polîs man, polis û lingên li hewa her man li hewa. Li vê bihuşta mezin jî bihostek erda hişk têra lingên wî tune bû. Dema serê mehê li kampê, li ber wî deriyê hesinî, di rêzê de li benda pera dima. Sê hezar car di sê deqeyan de dimir, lê dikare çi bike? Êdî ji bo her tiştî dem qediya ye û dereng e. Tenê telefon ji welêt re vedikirin û telefoneke dest weke her penaberî ji xwe re kirîbû. Li welêt, diya wî li nav cîranan belav kiribû ku lawê wê saxlem gihîştiye bihuştê. Erê, weke xeynî xwe pera naşîne lê dîsa perê wî hene. Bi cih bûye û telefona wî ya dest jî heye! Diya wî weha peyvên xwe bi dawî dikirin:

- Jixwe li wê derê hema qe nebe Muxaberat tune ne.

Hevalekî wî, li bajarekî din telefon jê re vekir da ku bê serdana wî. Hemû agahiyên pêwîst jê standin û bi kêfxweşî ji hundurê sîh kîlometrê ne qedexe derket. Li welêt jî weha bû, dema her tişt li welatekî dijî mirov be, xweşiya herî mezin dibe binpêkirina zagon magonên weha şeloşehtî yên wî welatî. Nemaze ku hevalê wî yê zarotiyê li stasyona bajarê ku lê dimîne...

Helîm Yûsiv

Memê bê Zîn

avesta | Edebiyat: 146 | 29

Edîtor: Abdullah Keskin
Berg: Ahmet Naci Fırat
Tashîh û Mîzanpaj: avesta
Çapa Yekem: 2003, Stenbol
Çap: Berdan Matbacılık

© avesta, 2003

Ji xeynî danasînê bêyî destûra nivîskar û weşanxanê bi tu awayî nayê kopîkirin

Avesta basın yayın reklam tanıtım müzik dağıtım ltd. şti.

Evliya Çelebi mah.
Aybastı sok. no: 48 / 4
Beyoğlu / İstanbul
Tel-Faks: (0212) 251 44 80

Ekinciler caddesi
Nurlan apt. giriş katı no: 2
Ofis / Diyarbakιr
Tel-Faks: (0412) 222 64 91

ISBN: 975-8637-49-5

PDF
Destûra daxistina; vê berhêmê nîne.


Weqfa-Enstîtuya kurdî ya Parîsê © 2024
PIRTÛKXANE
Agahiyên bikêr
Agahiyên Hiqûqî
PROJE
Dîrok & agahî
Hevpar
LÎSTE
Mijar
Nivîskar
Weşan
Ziman
Kovar