Tirsa bê diran
Eger rojekê kesek ji we li tirsê rast hat, jê bipirsin bê li ku ji dayik bûye.
Wê ji we re bêje li wê çargoşeya ku di navbera Sûrî, Tirkî, Iran û Iraqê de.
Lêkolînerê ku bixwaze tirsê, ji nêzîkayî, nas bike û bizanibe çi ye, bera berê xwe bide wan sînoran, cihê ku tirs lê bûye û lê pir bûye. Ez li welatekî weha çêbûme ku roj lê bi tirs hiltê, weha jî bi tirseke mezintir diçe ava. Sibehan, xelk bi tirs taştiya xwe dixwin, da ku dest bi jiyana xwe ya rojane bikin. Ji her tiştî ditirsin û diwestin. Em bêyî xwesteka xwe bûn zarokên tirsê... Law û keçên wê yên dilsoz mîna yekî ku di xew de bimeşe. Min da ser riya tirsê, tirsa ku herdem li kêleka mirinê bû. Ji mirinê nêzîk dibû, dikete hundir mirinê û jê derdiket, da ku dîsa bê kêlekê. Helîm Yûsiv 1967, Amûdê (Kurdistana Rojava) Kitêbên wî: Mirî ranazin (çîrok, Stenbol, 1996) Mêrê avis (çîrok, Stenbol, 1997) Jinên qatên bilind (çîrok, Stenbol, 1998) Ölüler uyumaz (Wergera bi tirkî: Rahmi Batur, Stenbol, 1998) Sobarto (roman, Stenbol, 1999) Memê bê Zîn (çirok, Stenbol, 2003) Helîm Yûsiv
Tirsa bê Diran
avesta
avesta | Edebiyat: 203 | 32
Edîtor: Abdullah Keskin Dizayna bergê: Ahmet Naci Fırat Berg: Genco Demirer Tashih û mîzanpaj: Avesta Çapa yekem: 2006, Stenbol Çap: Barış matbaacılık
© Avesta, 2006 Ji xeynî danasînê beyî destûra weşanxanê bi tu awayî nayê kopikirin
Avesta basın yayın reklam tanıtım müzik dağıtım ltd. şti. Evliya Çelebi Mahallesi Aybastı Sokak 48 / 4 Beyoğlu / İstanbul Tel: (0212) 251 44 80 (0212) 243 89 74 Faks: (0212) 243 89 75
Ekinciler caddesi Nurlan apt. giriş katı no: 2 Ofis / Diyarbakır Tel-Faks: (0412) 223 58 99
ISBN: 9944-382-08-6
PDF
Destûra daxistina; vê berhêmê nîne.
|